Tevgera Şêx Seîd yan Komîteya Azadiya Kurdistan?

Zeynel Abidîn Han

Serhildana Şêx Seîd yan Tevgera Komîteya Azadiya Kurdistan?

Di hebûn û xwejiyandina dîroka gelan de dîrok cîhekî mezin digre. Bi taybet gelên bindest û dagirkirî di vî warî de gelek mûhtacî rastzanîna dîroka xwe ne. Jiber ku bi serûbinkirina dîroka wan ew dihên dagirkirin.

Lê ev yek jî têrê nake, divê di pêvajoya şiyarbûna miletekî bindest de şêrovekirina dîrokê jî qasî dîrok bi xwe girîng û jiyandar e. Jiber ku di şêrovekirina dîroka gelên bindest de her dem reng û manûpîlasyona îdeolojiya resmî ya dagirkeran bi bandur bûne.

Jibo me jî ev prensîb derbas dibe. Di naskirina dîroka nêzîk ya Kurdistanê û bi taybet şêrovekirina serîhildan yan jî tevgerên netewî yên miletê me yên di dîroka nêzîk de gelek manûpîlasyonên dagirkeran xwe hîna jî di nav siyaset û rewşenbîriya Kurd de qasî ku mirov matmayî bike bi tesîr e.

Demeke berê li Amedê daxûyaniyek hatibû belavkirin û hema hema aksiyonên siyasî yên bakûrî yên hemî jî ev daxûyanî îmze kiribûn. Di daxûyaniyê de dihate xwestin ku qebrên serkirdeyên Kurd yên wek Şêx Seîd, heta Seîdê Nûrsî bihêtin dîtin, cîhekî jibo wan bihête terxankirin û îtîbara wan jî bihête dayîn. Her wisa heta niha jî di hemî panêl, konferans û civînên wisa de û gelek ragîhandinên siyasî û „zanistî” de gava behsa „Tevgera 1925″ dihête kirin, hemî „entelîjansa” Kurd bi yek dengî qala Serîhildana Şêx Seîd dikin.

Berî ku ez vê paradoksa ecêb ya „entelîjansa” me ya siyasî rexne bikim, dixwezim di derbarê „Tevgera 1925″ û binavkirina wê de çend tişt bêjim.

Berî her tiştî divê mirov bi vekirî diyar bike ku agahiyên me yên di vî warî de ji sedî 80 şaş e û li gor manîpîlasyona îdeolojiya fermî ya Tirk, kemalîzmê ye. Sed caran mixabin ev yek rastiyeke wisa ye. Em bi devê xwe propagandaya kemalîzmê dikin.

“Tevgera 1925” berî her tiştî tevgereke siyasî, îdeolojîk û leşkerî ye. Û ev hersê taybetî jî di Şêx Seîd de tunebûn, ne ku em înkara tiştekî dikin, Şêx Seîd bi xwe jî di parastian xwe ya dadgehê de wisa dibêje. “Ez ne li pêş û ne jî li paş vê tevgerê de me, ez di navendê de me û bûna min ya vê yekê jî mûqaderat e.”

Naveroka rêxistinî ya vê tevgerê serxwebûna Kurdistanê ji xwe re kiriye şiyar û navê wê jî Komîteya Azadiya Kurdistan e. Serokê komîteyê Mîralay Xalid Begê Cibrî ye û komîteya serkirde jî ji layê wî û kesayetên siyasî yên wek Yusuf Ziya Beg, Doktor Fuad dihate rêvebirin. Serkirdayetiya stratejîk ev kesayetên siyasî yên Kurdistanê bûn. Şêx Seîd jî piştî gelek demên ji avakirina Komîteya Azadî û bi israra Xalid Beg tevlî vê tevgerê bûye. Dewra wî ya di nav vê tevgera herî berfireh ya netewî ya Kurd de jî wek rêberiyeke gelerî û dînî ye, ne serkirdeyeke siyasî û yan jî leşkerî….

Bi taybet dewleta Tirk û klîga nijatperest ya Mustefa Kemal ketin nav hewildaneke mezin ku naveroka siyasî û netewî ya Komîteya Azadiyê li qada navnetewî wek tevgereke kevneperest û dînî bidin xûyakirin û jibo vê yekê jî diviyabûn ku serkirdeya esil tasfiye bikin û bi dadgehên sexte yên Îstîqlalê ve ev tevger wek tevgera dînî ya Şêx Seîd lanse bikin. Jibo vê yekê jî, bêyî ku bidarizînin û dadgeh bikin, Xalid Begê Cibrî û Yusuf Ziya qetil kirin. Piştre mîzansenên dadgehên Îstîqlalê ket dewrê û ji vê û pêve cîhan, tevgera netewî û siyasî ya Komîteya Azadiya Kurdıstan ku ew xwedî gelek saziyên netewî û bi çil hezar endamên siyasî bûn, wek Serîhildana Şêx Seîd nas kir.

Ev naskirin hîna jî berdewam e û bi rengekî trajîk, ev car jî ev manîpîlasyona ecêb ne bi destê dagirkeran lê bi destê “entelîjansa” Kurd dihête berdewamkirin.

Hemin em nirx û dewra Şêx Seîd înkar nakin û ew jibo me her dem wek şehîdekî nemir bimîne. Lê mesele ne ev yek e; mesele ev e: Madem ev tevgera siyasî wek Serîhildana Şêx Seîd dihête binavkirin, dewra Komîetya Azadî çi ye? Serokê vê tevgerê Xalid Begê Cibrî çima dihête jibîrkirin? Gelo ev nebe ku bi destê kemalîstan hatibe mîzansenkirin? Çima çi kesek meraq nake, jiber çi sedemê bû ku Xalid Beg bêyî ku bihête dadgehkirin û bi rengekî kontratiya metodên Mustefa Kemal hat qetilkirin? Çima paşê Şêx Seîd ji wê rojê heta niha  wisa hatiye pêşxistin? Prensîbên Komîteya Azadî û peyvên Şêx Seîd yên di dadgehê de çi qas li hev dihên? Navê rêxistinê Koîmte Azadiya Kurdistan e û prensîba wê ya yekemîn jî pêkanîna mafê çarenûsî ya miletê Kurd e û ev yek jî teqabûla dewleteke serbixwe dike. Gelo bes peyveke Şêx Seîd jî di vî warî de hatiye qeyîdkirin?

Gengeşî wê her bihête berdewamkirin. Jiber ku pirsgirêka me ya yekemîn ev e ku em dikin û nakin nikarin xwedî armanceke dewleteke serbixwe bibin. Jiber ku em dihên manûplekirin.

Îro jî heman kemîn di pêş me de hazir û nazir e. Serokên Kurdan yek bi yek hatin tasfiye kirin. Ji salên 1974 û pêve gava em dîroka xwe binirxînin, em dê vê rastyiê bibînin. Hema bi carekê pirsiyar dikim: Ji wan salan û heta niha çend kesên serkirde yên daxweza serxwebûna Kurdistanê dikin di sehneya siyasetê de man? Ji hemî rêxistinên Kurdistanê, ev kesên hêja yek bi yek hatin tasfiyekirin û tevgera niha bi navên kesên li hember dewleta Tirk tenazûlkirî hatine pêşxistin. Mazlûm Dogan di dadgeha Amedê de wisa dibêje : „Em tevgereke Apocî nîn in. Navê me Partiya Karkerên Kurdistanê ye. Abdullah heval sekreterê partiya me ye. Jiber ku dewleta dagirker dixweze me wek partî û tevgereke siyasî nebîne û wek grûbeke wek eşîretî binirxîne ji me re dibêje “Apocî”. Ez vî navî qebûl nakim. PKK partiyeke siyasî, netewî û çînî ya Kurdistanê ye û armanca wê jî avakirina Kurdistaneke yekbûyî, serbixwe û demokratîk e.”

Dîsa mirov baş binirxîne, kesayetên siyasî, rewşenbîrên netewî û serkirdeyên wê demê yên wek Doktor Şivan, Mumtaz Kotan, Ehmed Zekî Okcuoglu, Urfan Alpaslan, Zekî Adsiz, Hayrî Durmuş û bi dehan kesayetên wisa ku hemî jiyana xwe jibo yekbûn û serxwebûna Kurdistanê dane, yan bi kuştinên tarî hatine tasfiye kirin yan jî eger îro bijîn jî, yan di koşeyên nexweşxaneyan de yan jî di dîasporayên sar yên Ewropayê de bi tenê sere xwe hatine hîştin. Bi gotineke vekirî hatine îzolekirin.

Çawa ku Komîteya Azadî, Xalid Begê Cibrî, Yusuf Ziya Beg, Doktor Fûad hatin jibîrkirin, bi heman rengî û bi heman rêbazê ve, kesayetên serkirde û rewşenbîrên Kurd yên nexilavîkirî, yanê bi rasyonelên Tirkyetiyê ve nelihevhatî û di doza Kurdistaneke serbixwe de bi israr mayî, yek bi yek hatine îzolekirin, bê tesîrkirin.

Ev paradoksa bi xeter wê çawa bihête xiravkirin, çawa em wek milet bi zanîn û şiûreke netewî bi dîroka xwe ve rûberû bibin û ji nûve rûmeta milet û devletbûnê bi dest bixînin? Evna jî pirsiyarên girîng yên vê mijarê ne û divê li ser wê bi kûranî bihête rawestandin, ta ku em ji kemînên dagirkeran xwe û pêşeroja xwe biparêzin. Jibo vê jî, me prensîba giştî ya mirovayetiyê divê; her miletek xwedî rûmeta dewletbûnê ye.

Jibo vê yekê babateke taybet lazim e ku em li ser rawestin û ev jî mecala nivîseke din dixweze. Lê em di dawiya vê nivîsê de dikarin  bi serrastkirina rimzên dîroka xwe dest pê bikin:

„Tevgera 1925″ ne Serîhildana Şêx Seîd e,

Tevgera Komîteya Azadiya Kurdistanê ye…

Jêder

Did you like this? Share it:
Hîn tu şîrove giredayê gotarê nîn e
Bersivê bide vê şirovêye
Pêwîst e
Pêwîst e