Netew, Netew Avakirin û Netewperwerî (*) – Baran Rizgar

kravgiNetew çi ye? Etîmolojîya têgînê, Tevhevkirina têgînên ‘netew’ û ‘dewlet’

Di wateya teng de peyvên wek “nation/netew”, “ethnos/koma etnîkî” û “people/gel” gişt komeke mirovan nîşan didin. Lê belê netew û netewatî her çiqas bi koma etnîk û etnîsîteyê re pir tiştên hevbeş hebin jî, ew bêtir xwedî bibîrxistin û îmakirinên sîyasî ne, ji ber ku ew dibetî, doz, arzû û hwd ên netew-dewletekê îma dikin û ev yek jî têrsîyasî ye.

Piştî avakirina sazîyên wek Komela Netewan an Netewên Yekbûyî yên piştî Şerê Dinyê yê 2an, peyva netew bi peyva dewlet re zêde ket nav hev û êdî peyvên netewî (national) û navnetewî (international) wek têgînên teknîkî di cîhê dewletê da hatin bikaranîn; li vir ji netewî mebest di nav sînorê dewletekê de û ji navnetewî jî mebest di navbera dewletan de ye. Eynî wek ku United Nations/Netewên Yekbûyî di eslê xwe de sazîya dewletên serbixwe ye, ne ya netewan; ji ber ku netewên ku nebûne dewlet, an wek dewlet nehatine naskirin, nikanin tê de bên temsîlkirin.

Îcar ku em werin ser peyva nation/netew, û bi taybetî jî netewperwerî (nationalism) û hwd, em dibînin ku ew ji yên herî gengeşîbar in ku li ser wan her niqaş tên kirin û tucarî jî li ser tarîfeke giştî ya ji bo her kesî, nehatiye lihevkirin. Lê ne tenê li ser tarîfê, her weha li ser mijarên wek netew (netewe) kengî pêk hatine yan derketine holê; nasyon û nasyonalîzm çawa pêşve çûne; û gelo nasyonalîzm li cîhê xwe şîn hatiye (derketiye) yan tenê ji Ewropayê belav bûye bo welatên ne rojavayî jî zanyar nikanin li hev bikin.

Heke meriv çenekî bi awayê etîmolojîyê lê binêre, meriv dibîne ku peyva nation/netew ji peyva Latînî ‘natio’ derketiye û ew jî van wateyan dide:

Tevgera bûyinê; zayin

Xwedaya ku zayinê karakterîze dike

Nijad, cins, tewre

Eşîr; bi awayekî retorîk an piçûkdîtinî komek mirov

Netew an gel

Lê bê guman di serdema netewan û bi taybetî netew-dewletan de êdî tarîfek têrnaverok pêwîst dike û li ser tarîfeke wanî lihevkirineke giştî pêk nayê. Lê dîsa jî ez ê hewl bidim ku li ser çend nêzîkbûnên sereke rawestim.

Hinek zanyar hema bi kurtebirî dibêjin, netew civakeke sîyasî ya tehayulkirî, xeyalkirî ye. Tehayulkirî ye, ji ber ku endamên netewa herî piçûk jî tucarî piranîya hemnetewîyên xwe nas nakin, wan nabînin, heta dengê wan jî nabihîsin; lê dîsa jî di heşê her yekî de îmajeke fikir an hisa wan a hevbeş heye. Li pişt vê tarîfê zanyar Benedict Anderson heye. Ew dibêje ku civakeke tehayulkirî ji civakeke rasteqînî cuda ye, ji ber ku endamên civaka tehayulkirî (netew, nasyon) bi hev re rojane nakevin (nikanin têkevin) nav têkilîyên rûbirû. Ji dewsa wê, di heşên endaman de îmajeke mervantîyê (nêzîkbûnê/têkildarîyê) heye. Wek mînak, dema ku “civaka we ya tehayulkirî” tev li çalakîyeke mezin wek Olîmpîkan dibe, ew hisa netewayî ku hun li gel endamên din ên netewa xwe his dikin. Her çiqas em piranîya endamên civaka xwe nabînin jî, em bi rêya komunîkasyonê dizanin ku ew li wir in.  (Imagined Communities: Reflections on the Origin and Spread of Nationalism)

Hinek dibêjin ku netewe berhema pêvajoyeke dirêj û tevlihev a pêşveçûna dîrokî ya Ewropayê ye. Mînak, Miroslav Hrochê teorîstê sîyasetê wisa dibêje: komeke civakî ya mezin e ku ne bi awayekî, lê bi çend awayên têkilîyan (ekonomîk, polîtîk, lînguîstîk, çandî, olî, erdnîgarî) û nûvedana (refleksîyon, ‘eks) wê ya subjektîv di şiûra kolektîv de bi hev întegre bûye. Gelek ji van girêdanan dikanin cîhê xwe bidin tiştên din; hinek di avakirina neteweke taybetî de roleke girîng dilîzin, lê di yên din de roleke wan a talî (ne ewqas girîng) çêdibe. Lê belê sê ji wan wek bê hempa balê dikişînin: (1) ‘hafiza’yeke hinek borîya hevbeş; (2) tundîyeke girêdanên lînguîstîk an çandî; (3) îdraqeke wekhevîya hemû endamên koma ku wek civakeke sivîl rêkxistî bûye. (From National Movement to the Fully-formed Nation: The Nation-building Process in Europe)

Li alîyekî din Ernest Renan ku teorîstekî girîng ê Fransî bû, bêtir ji hêla gîyanî (ruhanî) ve li ser netewê radiweste. Renan dibêje ku netewe gîyanek (ruh) e, prensîpeke gîyanî ye. Du tiştên ku bi rastî yek in, vê gîyanê yan prensîpa gîyanî pêk tînin. Yek hebûna mîrateke (mîras) dewlemend a bîranînên hevbeş û ya din jî razîbûna vê rojê ya arzûya pev re jîyanê, îradeya domandina nirxa (qîmet) wê mîratê ye ku meriv bi awayekî parçenebûyî sitendiye. Netew jî wek kesayetîyan niqta herî bilind a borîyeke dirêj a hewldan, fîdakarî û canfîdatîyan in. Bav û kalan em pêk anîne. Demborîyeke leheng, mirovên hêja, îhtîşam; meriv ramaneke netewî li ser vê sermaya civakî ava dike. (Ernest Renan, What is a Nation?)

Bê guman tarîfa navdar a Joseph Stalîn jî yek ji yên herî bi nifûz e, tarîf û nêrînên wî yên netew û netewatîyê bandor li sîyasetên Yekîtîya Sovyetan ên di vî warî de kirine. Stalîn têgîna netew bi kurtî wisa tarîf dike: Netew civakeke mirovan a mayînde ya bi pêvajoyên dîrokî pêkhatî ye, ku li ser hîmê van tiştan ava bûye: ziman, xak, jîyana ekonomîk a hevbeş û pêkhatineke gîyanî (ruhî) ya di çandeke hevbeş de tecelîbûyî. (Stalin, Marxism and the National Question.)

Tarîfa Stalîn, ku Trotsky îdia dike ku li gel xebatên wî yên din ên di çarçova Marksîzm û Pirsgirêka Netewî de bi çavdêrî û edîtorîya Lenîn hatiye amadekirin, tund hatiye formulekirin. Ew jî ji ber sîyaset, têkoşîn û avakirin û pirsgirêkên wê yên germ e; ji ber ku ew ê li gora wê, sîstemê ava bikin, ew ê bandoreke xurt li Komarên Yekîtîya Sovyetan bike.

Heta nuha me li çend awayên sereke yên têgîna netew nêrî; meriv êdî dibîne ku netew bi pirayî wek kom an nijadek mirovan a xwedî dîrok, kevneşop û çand, hin caran ol (dîn) û pir caran jî zimanê hevbeş (hevpar) tê tarîfkirin. Bi vî awayî, em bêjin Kralîyeta Yekbûyî (UK) ji çar netewan pêk tê: Îngîlîz, Îrlandî, Skotlandî û Welş (Gal, Galî). Mirovên netewekê bi gelemperî xwedî nasnameyeke netewî ne. Hinek zanyar neteweyeke etnîkî ya li ser hîmê avahîya civakî ya nijad an etnîsîteyê, û neteweyeke medenî ya li ser hîmê nasnameyeke hevbeş û dilsozîya li hember rêzeyek raman û sazîyên sîyasî, girêdana hemwelatîyê bi tabiîyetê (rajêrîyê), ji hev cuda digirin, dikin du kategorîyên cîhê.

Netew û Xak

Lê belê dîsa jî tarîfên li jor û ya vê dawîyê ya firehkirî qala xakê nakin. Bê guman cîhekî xak, erdnîgarîyeke taybetî ku neteweke taybetî ji xwe re wek welat bihesibîne, aîdî xwe yan xwe aîdî wê his bike jî, divê di nav tarîfeke netew de hebe; ji ber ku endamên netewekê bi awayekî tîpîk rûniştîyên (niştecîh) dîrokî yên welat an xakeke taybetî yan binavkirî ne.

Lê belê ev mijar hîn jî gengeşîbar e, pirsa ku ji bo ku komeke mirovan an gelek (xelkek) wek netewe bê tarîfkirin, jê re xakeke têkildar (eleqedar) pêwîst e yan na, mijareke gengeşîyên li ser netew û netewperwerîyê ye. Lê belê heke meriv ji têgîna Netewa Çandî (Cultural Nation) ve li mijarê binêre, netewên ku ne xwedî dewlet in û di hin rewşên taybetî de ne xwedî xakeke taybetî ne jî dikanin wek netew bên tarîfkirin. Her çiqas ji bo tarîfa Netewa Çandî lihevkirinek giştî tunebe jî, meriv dikane xeteke hîmî jê re dahîne û bibêje ku mensûbên netewa çandî hay jê hene ku pev re pêkhatineke etîk-sîyasî çêdikin û ji ber ku mensûbên wê hejmarek taybetmendîyên çandî yên wek ziman, ol, kevneşop an dîrokeke hevbeş parve dikin, ji yên din cuda dibin. Dema ku meriv ji Netewa Çandî ve nêzîkî netew dibe, karê meriv çenekî hêsantir dibe. Ji ber ku ji bo pêkanîna neteweke çandî xakeke taybetî ne pêwîstîyeke misoger e; dikane hebe jî, dikane tunebe jî.

Di pêkhatina netewekê de dîtin, tehayul kirin, his kirin û fikirîna mensûbên netewê xala herî girîng e. Ji ber ku ew taybetmendîyên hevbeş ku em qal dikin, yelpazeyeke pir fireh pêk tînin û krîterên ewqas fireh jî tên bikaranîn. Car hene ku cudabûnek telafûz an lehçeyan dibe sedem ku hinek mirov wek mensûbên neteweke guhertî bên hesibandin. Car jî hene ku hinek mirov xwedî kesayetî û bawerîyên cuda ne, li cîhên cuda rûdinin, zimanên cuda dipeyivin û dîsa jî hevdu wek mensûbên netewekê dibînin. Di wê rewşê de hisa mensûbbûna  netewekê derdikeve pêş û bi wê hisîyatê mirov xwe ji kesên ku ji alîyê ziman û çand ve bêtir nêzîkî xwe dûr dihesibîne û nêzîkahîyê li kesên ji netewa xwe dike. Carnan jî mensûbên netewekê teva ku cudatîyên etnîkî û lîngûîstîkî hene jî, dîroka xwe ya hevbeş derdixin pêş; Swîsre (Switzerland) wisa ye, ji vê re “Willensnation” dibêjin, anku netewa vîyanî (îradî).

Netew, Xak, Welat, Dewlet

Ji vir em dikanin derbasî têkilîya netewê ya bi xak û dewletê re bibin. Xakeke taybetî ya ku netewek li ser ava dibe û dîrokeke wê li ser çêdibe, yan jî wisa dibîne, dihesibîne, jê re welatê wê netewê tê gotin; ew netew wê xakê welatê xwe dihesibîne. Xak bi netewa xwe dibe welat, bêyî wê tenê xak e, dikeve nav kategorîyên din ên xakê. Lewra hinek xak hene ku di nav dîrokê de geh bûne welat, geh welat û dewlet, lê talîyê ji van taybetmendîyên xwe bi dûr ketine, wek herêmekê mane; ji ber ku bê netew, bê dewleteke xwe ya taybetî mane. Meriv dikane ‘Trakya’ wek mînak bi bîr bîne. Welatê Trakyayîyan ê dîrokî ku li ser dewlet ava kirine, nuha tenê du herêm jê mane, yek di nav Yewnanîstanê yek jî di nav Tirkîyê de; mirovên ku lê rûdinin jî xwe mensûbên netewa Tirk an a Grek dibînin.

Pirê caran peyvên welat û dewlet jî ji dewsa hev tên bikaranîn, lê wek ku ji tarîfê xuya dibe, ne yek tişt in. Berî ku em derbasî tarîf û şîrovekirina têgîna “dewlet” bibin, divê em bibêjin ku wek ku di destpêkê de hat gotin, îro peyva netew pirê caran bi ‘dewlet’ê re hevwate,  di yek maneyê de tê bikaranîn. Lê belê divê ne wisa be, ji ber ku dewlet bêtir alavek (pêweng, cîhaz), teşekuleke sîyasî ye ku netewe pê xwe bi rê ve dibe, îdare dike. Li vir tarîfa Max Weber a klasîk ji bo dewletê hêjayî vegotinê ye: “Lê belê îro divê em bibêjin ku dewlet civakeke mirovan e ku yekdestîya (monopolî) bikaranîna hêza fîzîkî di nav sînorê xakeke tarîfkirî de (bi serketinî) di dest xwe de digire. Not bikin ku “xak” yek ji karakterîstîkên dewletê ye. Bi taybetî di dema nuha de, mafê bikaranîna hêza fîzîkî tenê bi qasî ku dewlet destûrê dide, ji bo sazî yan kesayetîyên din tê dayin.” (Politics as a Vocation)

Dewleta Serwer

Xuya dibe ku dewlet rêzeyek sazîyên birêvebir û piştevan işaret dike, li ser xakeke taybetî xwedî serwerî ye, hikumran e. Lewra têgîna Dewleta Serwer (Hikumran) pirê caran tê bikaranîn. Ji ber ku ew teşekuleke sîyasî ye û li ser herêmeke cografîk serwer e, her weha nifûsekê jî temsîl dike. Sazîyên dewletê xwedî desthilatî ne ku qaydeyan saz bikin û mirovên civaka li ser wê xakê li gora wan qaydeyan bên birêvebirin.

Netew-Dewlet

Îcar dema ku dewletek xwe bi awayekî zelal û vekirî wek welatê neteweke çandî dihesibîne, ew dibe netew-dewletek. Netew-dewlet awayekî taybetî yê dewletê ye; ew meşrûbûna xwe ji bûyina teşekuleke serwer a netewekê li ser xak an welatê wê netewê distîne. Lewra di vê têkildarîyê de dewlet dibe teşekula sîyasî û jeopolîtîk, netew jî teşekula çandî û/yan etnîkî. Dewlet û netew ji alîyê cografîk ve beranberî hev tên; sînorên cografîk tekabulî hev tên. Ya ku netew-dewlet ji awayên din ên dewletê (ên ku di dîrokê de berî wê pêk hatine) cuda dike ev e.

Netew-dewlet, Hindikahîyên Etnîkî û Nakokîyên Netewî

De were, sînorên cografîk ên her dewletekê teqabulî sînorên cografîk ên netewa ku ew dewlet bi navê wê ava bûye nake. Li cîhê ku teqabul dike, pirs û pirsgirêkên netewî tunin, lê dibe ku hindikahîyên etnîkî (ne netewe, lê komên etnîkî yên piçûk) hebin. Japonya dibe mînakeke baş ji bo vê yekê.

Li cîhê ku sînorên netew-dewletê û yê netewa wê yên cografîk teqabulî hev nakin, ji hev cuda bin, nakokîyên tund pêk tên û dibin sedema pevketinên girîng di navbera netewan yan netewe û dewletan de. Carnan jî ji yekê bêtir netew hewl didin ku li ser heman xakê netew-dewleta xwe ava bikin, yan jî sînorên netew-dewletan ji hev dixwin. Bê guman ji bo mînakên vê mijarê pêwîst nake ku meriv bi dûr here, em li rewşa xwe binêrin bes e. Lê meriv dikane li Fîlîstîn-Îsraîl, Ermenîstan-Azerbeycan û Kurd bi herduyan re, û gelek cîhên din ên bi pirsgirêkên netewî binêre.

Îrîdentîzm û pan-nasyonalîzm

Têgînên îrîdentîzm(irredentism) û pan-nasyonalîzm ji vê rewşa beranber nehatin an teqabul nekirina sînorên cografîk ên dewletê û yên netewê derketine. Îrîdentîzm ji peyva Îtalî ‘irredenta’ tê ku wateya wê Îtalyaya nedayî ye, doza îlhaqkirina hemû xakên nesitendî ên di bin kontrola dewlet an netewên din de dike.

‘Pan-‘ peyveke Grekî ye û bi wateya gişt, hemû, giştî, tevayî, gelemperî tê bikaranîn. Lewra pan-nasyonalîzm yekkirina hemû mensûbên netewekê armanc dike; mînak Pan-Tirkîzm.

Netew Avakirin (Nation Building)

Netew Avakirin, bi bikaranîna hêza dewletê, pêvajoya avakirin an sazkirina nasnameyeke netewî nîşan dide. Ev pêvajo armanc dike ku gel an gelan di nav dewletekê de bike yek, da ku ji alîyê sîyasî ve bi îstikrar be û di dema dirêj de jîndar bimîne. Propaganda yan avakirina binesazîyê jî dikane di nav pêvajoya netew avakirinê de be, da ku ahenga civakî û mezinbûna aborîyê pêk bîne.

Bê guman ev tarîf netew avakirina ji alîyê dewletekê ve nîşan dide. Ev dewlet dikane dewleteke an dewletine derve jî be, anku hin dewlet dikanin li herêmekê yan hin herêman netewan ava bikin. Di destpêkê de têgîna netew avakirinê ji bo hewldanên netewên nuh serbixwebûyî bêtir jî yên Afrîkayê dihat bikaranîn, ku xakên kolonyal ên ku ji alîyên hêzên kolonyal ve (bêyî rêzgirtina sînorên etnîkî û hwd) hatibûn perçekirin ji nuh de saz bikin. Ev dewletên reformkirî wê dûre bibûna teşekulên hevgirtî yên netewî.

Netew avakirin afirandina alavên çêkirî yên netewî yên wek ala, sirûd, rojên netew, stadyûmên netewî, sazîyên firyanê yên netewî, zimanên û heta efsaneyên netewî jî pêwîst dike. Di asteke kûrtir de nasnameya netewî pêwîst dibû ku ji bo armancekê bê afirandin, da ku komên cuda di nav netewekê de bigihîne hev.

Wek ku tê dîtin, dema ku netew ne xwedîyê pêvajoyeke dîrokî be û bi giranî li gora berjewendîyên dewletan ava dibe, gelek caran netew avakirin û dewlet avakirin tevlihev dibe. Bi rastî ne heman tişt in, netew avakirin teqabulî nasnameyeke netewî ya heyî dike, lê dewlet avakirin teqabulî afirandina sazîyên dewletê dike. Îcar carnan ev dewlet bi xwe re netewekê jî ava dike, yan her du bi hev re yan jî yek di pêş de û ya din bi xwe re kaş dike. Wisa dikevin nav hev. Lê dewlet avakirin dikane karê hêzeke derve jî be.

Lê belê ji bilî van hêmanan (unsûr), netew avakirin dikane helwestên îradî yên neteweke dîrokî ya bê dewlet jî be. Ew netew dikane teva ku dewleta xwe tunebe jî, têkeve nav hewldanan ku sazîyên xwe yên netewî (bi qasî ku bêyî dewletekê dibe) ava bike, tevn û vehûnana xwe ya netewî xurt bike û hisa netewî di nav koma xwe ya civakî de belav bike. Ev hewldan dikane li dor tevger, têkoşîn an şerên netewî bicivin. Bê guman ev yek rewşa me Kurdan tîne bîra meriv.

Netewperwerî an Nasyonalîzm (Nationalism)

Bi dîtina min dema ku meriv li ser netewperwerîyê, nasyonalîzmê radiweste, divê meriv berî her tiştî û yekser du pozîsyonan ji hev cuda û li gel cudatîyên wan zelal bike: netewperwerî yan nasyonalîzma dewletan û netewperwerîya tevgerên netewî yên muxalîf ku bidestxistina mafên neteweke bindest an jî mafên xwe yên sereke û jê bêparmayî doz dikin. Heke ev her du ji hev neyên cudakirin, ev mijar tucarî zelal nabe û helwesteke rewa jî çênabe.

Zanyarê navdar John Breuilly di pirtûka xwe ya bi navê Netewperwerî û Dewlet (Nationalism and the State) de wisa dibêje: “Têgîna ‘nasyonalîzm’ ji bo wan tevgerên sîyasî tê bikaranîn ku hewl didin ku hêza dewletê bidest bixin yan vê hêzê bicîh bikin û van tevgeran bi îdiayên netewî mafdar dikin. Îdiayeke netewperwerîyê doktrîneke sîyasî ye, li ser sê îdiayên bingehîn e:

– Neteweke bi karaktereke dîyar û taybetî heye.

– Berjewendî û nirxên vê netewê li pêş hemû berjewendî û nirxên din tên.

– Divê ev netew heta ku dibe serbixwe be. Ev pirê caran qet nebe bidestxistina serwerîya sîyasî pêwîst dike.”

Breuilly bêtir li ser netewperwerîya bi awayê sîyasî, hîn bêtir jî sîyaseta muxalif disekine. Lewra prensîpa tesnîfkirinê li ser bingeha têkilîyên tevgera netewî û dewleta heyî pêk tîne. Dibêje ku muxalefeteke netewperwer bi awayekî berfireh, dikane bi yek ji sê awayên têkilîyan bi dewleta heyî re têkildar be. Ew dikane hewl bide ku jê veqete; wê têxe dest xwe û reform bike, yan jî wê û dewletên din bike yek. Ew van armancan wek ‘cîhêxwazî’, ‘reform’ û ‘yekkirin’ bi nav dike.

Li alîyê din, Michael Billig di pirtûka xwe ya bi navê Netewperwerîya Banal (adetî, ji rêzê) de li ser netewperwerîya netewên rûniştî yên Rojavayî radiweste. Dibêje ev tewre netewperwerî banal e, ji jîyana rojane nehatiye rakirin û ji bo domandina van netewan, rojane di nav jîyana hemwelatîyan de tê çandin. Ew dibêje ku netewperwerîya netewên rûniştî (Rojavayî) ranewestîyaye, domdar e; û navenda teza xwe datîne ser wê yekê ku di netewên rûniştî de sînyalkirin an bibîranîna domdar a netewatîyê heye. “Netewên rûniştî ew dewletên ku ji domdarîya xwe bi bawer in… Serokên sîyasî yên netewên weha bi awayê klasîk wek ‘netewperwer’ nayên tarîfkirin. Lê belê wek ku dê bê gotin, Netewatî ji bo gotarên wan ên polîtîk, ji bo berhemên wan ên çandî û heta ji bo sazkirina rojnameyên wan piştgeheke domdar pêşkêş dike. Hemwelatî bi gelek awayên hûrik, heroj tên bibîranîn ku cîhê wan ê netewî di dinyayeke netewan de kuder e. Lê belê ev bibîranîn ewqas nas û domdar e ku meriv lê hay nabe ku tê bibîranîn. Îmaja metonîmîk (bi kînaye, bi mecaz) a nasyonalîzma banal ne wek wê ye ku bi şiûrî alayek bi coş û heyecan bê libakirin; alaya wê li avahîyeke dewletê, bêyî ku haya meriv jê çêbibe, aliqandî ye.”  (Banal Nationalism. London: Sage Publications, 1995)

Li alîyê din, sosyologê navdar ê nasyonalîzmê, Michael Hechter li ser cudatîyên tevgerên netewperwer radiweste û hewl dide ku bi berhevdanên analîtîk tîpolojîya wan pêk bîne û wan bi awayên jêrîn tesnîf dike:

Nasyonalîzma dewlet avakirinê hewl dide ku xakên xwedî taybetmendîyên çandî asîmîle û yek bike, di nav dewleteke taybetî de bicîh bike. Rasyonela (aqil an mantiqê li pişt) nasyonalîzma dewlet avakirinê pirê caran jeopolîtîk e –da ku sînoran li hemberî raqîbên rasteqîn an potansîyel ewle bike.  Ew encama hewldanên bi şiûr ên rayedarên navendî ye, da ku nifûseke pir-çand ji alîyê çandî ve homojen bike.

Nasyonalîzma perîferal (hawirdorî), dema ku xakeke ji alîyê çandî ve xwedî taybetmendî li ber xwe dide ku bi dewleta firehkirî ve nekele, yan hewl dide ku jê veqete û hikûmeteke xwe damezirîne, (ev tewre netewperwerî) pêk tê (wek Quebec, Skotland û Katalonya). Ev tewre netewperwerî pir caran ji alîyê hewldanên nasyonalîzma dewlet avakirinê ya li jor gotî bi xwe ve tê dehfandin.

Nasyonalîzma îrîdentîst (irredentist), hewldana firehkirina sînorên heyî yên dewletekê ye, da ku xakên dewleteke cîran ên ku hemnetewî lê rûdinin tev li xakên xwe bike.

Ya dawî, Nasyonalîzma yekkirinê ye, hewl dide ku xakeke ji alîyê sîyasî ve perçebûyî, lê ji alîyê çandî ve homojen bike yek. (Hechter, Michael. Containing Nationalism.)

Berî ku analîzên Michael Hechter biqedînim, hez dikim bi referansên wî li ser têgîna welatperwerî yan welatparêzîyê (patriotism) jî çenekî rawestim.

Welatparêzî her çiqas arzûya bilindkirina prestîja netewa xwe li hemberî sîstema navnetewî be jî, gelek caran wê wek nasyonalîst an netewperwer dihesibînin. Ev ne rast e, welatparêzî dikane netewperwerîyê bihewîne jî, nehewîne jî. Ew bêtir hisên aîdbûn, parastin, hezkirin û hwd dihewîne. Wek netewperwerî, bi taybetî jî netewperwerîya dewlet avakirinê, yekser netew-avakirin an dewlet avakirinê armanc nake. Lê welatparêzek dikane wê jî armanc bike, wê gavê bê guman netewperwerîya wî derdikeve pêş, teva ku welatparêz e jî.

Anthony D.Smithê yek ji zanyarên nasyonalîzmê yê herî hevdem li ser awayên cuda yên netewperwerî û nêrîn û nirxandina wan a demborîyê (dîrokê), bi gotineke din rola dîrokê ya di afirandina îro de radiweste, dibêje ku cudatîyên herî tûj ên teorîstên netewperwerîyê di vê mijarê de çêbûne û tesnîfeke weha pêk tîne:

Ji bo netewperweran bi xwe rola dema bihurî zelal û bê problem e. Netew her tim li wir bûye, bi rastî perçeyekî pergala xwezayê ye. Karê netewperwer bi gotina basît ew e ku ji welatîyên xwe re qala borîya serbilind bike, da ku bikanibin van serbilindîyan ji nuh de biafirînin û vejînin.

Ji bo perenyalîstan jî netew qedîm e, ji demên kevnar maye. Form an awayên netewî dikanin biguherin û bi taybetî netew dikanin ji hev bikevin, lê belê nasnameya netew naguhere. Lê belê netew ne perçeyekî pergaleke xwezayê ye, lewra meriv dikane netewa xwe hilbijêre û nifşên (qirn) vê dawîyê dikanin li ser bingehên etnîk ên bav û kalên xwe tiştekî nuh ava bikin. Karê netewperwerîyê ji nuh de keşifkirin û lêxwedîderketina dîroka noqbûyî ye.

Ji bo modernîstan bi bervacî, dema borî û dîrok ne pir têkildar (eleqedar) e. Netew fenomeneke (rûdan) modern, berhema îdolojîyên netewperwer e ku ew bi xwe jî îfadeya civaka modern a îndustrîyel (sinaî) in. Netewperwer dikanin mîratên etnîk bikar bînin, lê belê netew avakirin dikane bêyî alîkarîya dîroka etnîkî jî pêşde biçe. Lewra netew rûdanên pêngaveke taybetî ya dîrokê ne û di nav şerd û mercên xwerû modern (hevdem) de bicîhkirî ne.

Ji bo post-modernîstan, dîrok û dema borî bêtir problematîk e. Her çiqas netew modern bin û berhema şerd û mercên çandî yên hevdem bin jî, netewperwerên ku dixwazin konsepta netew belav bikin dê dîroka etnîkî lîberal (dilfireh, serbest) bikar bînin -li cîhê ku pêwîstî û mijûlîyên nuha bersîv dikin. Lewra întelektuelên modern ê di lêgerîna xwe ya civakeke polîtîk a tehayulkirî de kevneşopîyan serbest hilbijêrin, îcad bikin û tevlihev bikin.

Ji van formulasyonan yek jî meriv têr nake. Dîrok ne dikana şekirokan e ku zarokên wê, bineqînin û tevlihev bikin, lê belê ew her weha ne naverokeke neguherbar an rêze-tebeqeyên serhevkirî jî ye. (Smith,Anthony D. “Gastronomy or geology? The role of nationalism in the reconstruction of nations.” Nations and Nationalism 1)

Adrian Hastingsê Profesorê Teolojîyê ku Avakirina Netewatîyê yek ji berhemên wî yên navdar e jî di vê pirtûka xwe de li ser netewperwerîyê radiweste û ji du alîyan ve, teorî û pratîk, li mijarê dinêre; dibêje ku netewperwerî tê wateya du tiştan: teorîyek û pratîkek. Wek teorîyeke sîyasî, ku her netewek divê dewleta xwe hebe, ew ji sedsala nozdehan hatiye bidestxistin. Lê belê lê zêde dike û dibêje ku di pratîkê de netewperwerî tenê ji alîyê partîkularîst ve xurt e, ji bawerîya ku kevneşopa meriv a etnîk an netewî bi taybetî bi nirx e û divê hema hema bi her berdêlê, bi rêya afirandin an firehkirina netew-dewleta xwe bê parastin. Dûre jî di pêkhatina netewperwerîyê de li ser rola gef û tehdîtên li ser netewekê radiweste û dibêje bi pirayî li wî cîhî û wê demê pêk tê ku etnîsîte yan neteweke taybetî di warê karaktera xwe ya taybetî, berfirehî yan girîngîya xwe de ji alîyê êrîşên derve yan sîstema dewletê (ku ew jî heta wê gavê beşeke wê bûye), xwe di bin tehdît û gefê de his dike.  Lê li ser wê yekê jî radiweste ku heke netewperwerî ji alîyê netew-dewleteke xurt ve bê gijkirin, dikane agirê împeryalîzma firehxwazîyê pê bixe, lê ev yek jî dê di bin sîya tehdît an gilî û gazinekî tehayulkirî de pêk were.

Bê guman hîn gelek şîrovekirinên din ên guhertî hene. Lê yên sereke ev in. Dawîyê xaleke girîng divê bê dîyarkirin ku netewperwerîya netewên di bin tehdîtê de, ya netewên ne rûniştî û ya netewên rûniştî (mînak Rojavayî); her wisa yên xwedî dewlet û yên ji dewletekê bêpar hiştî; dîsa yên çandî û yên xakî yan dewletî; yên avakirî û yên ne avakirî yan nîvavakirî ne eynî tişt in û bi heman awayan jî nadomin, pêşve naçin. Her wisa netew avakirin ji bo serdestan dikane înkarkirin an tunekirina netewên bindest bihundirîne, bi taybetî li erdnîgarîyên pir-netew. Lê belê di vê serdema teknolojî û komunîkasyona zêde pêşketî de, bêyî tevger û sazîyên netewî, bêyî heşekî netewî yê hevbeş, bêyî armanc û stratejîyên netewî yên dem-dirêj, li ser lingan mayin û ji hev neketina netewên ji dewletekê bêparhiştî zehmet e.

Bê guman ewqas fireh girtina têgîn û şîroveyên wan, şîroveyên zanyarên sereke ji bo wê mebestê ye ku em di rewşa netewa Kurd û Kurdistanê de wan bi awayekî têrwate û têragahî bikar bînin, şîrove bikin û di analîzên xwe yên mijar û pirsgirêkên netewa Kurd de xwe bêtir nêzîkî termînolojîya rastkarhatî bikin. Her weha bikaranîna termînolojîya Kurdî, li cîhê ku têrê neke, ya Latînî/navnetewî dê ji bo me gelekî çêtir be ji bikaranîna wan têgînên wek ‘mîllîyetçî’ ku bi destê serdestên me bi pirayî bi zaneyî carnan jî ji nezanî yan neresenîya ziman û têgînan, wateyên nakokbar girtine û li termînolojîya navnetewî nayên. Wek mînak, heke Kurdek xwe netewperwer dibîne, ya herî baş ew e ku bêje ez netewperwer/nasyonalîst im. Pêwîst nake ku bêje ez ‘mîllîyetçî’ me ku dikane bi gelek alîyan ve bê kişandin û mijarê ji kirasê wê derxe. Her wisa di zimanê Kurdî de cudatîyek di navbera ‘netewperwer’ û ‘netewperest’ de heye, ya dawî yekcar tund dike, bi hêla neyînî ve delk dide.

Berî ku biqedînim, dixwazim çend notan jî li şîroveyên heta nuha zêde bikim:

– Meriv divê alîyê netew ê prensîpî jî not bike, li gora vê prensîpê divê yekîtîya sîyasî û ya netewî bi aheng bin, erk û wezîfeyên mensûbên wê yên netewî divê li pêş yên din ên gelêrî yan kesayetî bên û di rewşa şer de li pêş hemû mecbûrîyetan bin.

– Ji bo netewên li ser axa xwe, mijara netewperwerî û dewleta xakî yan netew dewletê zû zû ji hev nayên veqetandin, dewlet tunebin jî mecbûr awayên din ên xwe-birêvebirinê di rojevê de hebin, da ku li gel armancên din, bi awayekî têkildarîya xwe ya bi xakê re bide tesdîqkirin.

– Netewperwerî carnan çandên heyî werdigerîne bo netewan, carnan wan keşif dike û çandên heyî yên din ji navê radike. Bi gotineke din, netewperwerî û ramanên netewî parastin, avakirin û pêşdexistina netewan, çêkirina dewletan an awayên din ên xwe-birêvebirinê armanc dikin; pirê caran wek fikrekê dest pê dikin û ji alîyê derdorên teng ve belav dibin, heke dem û dewran, şerd û mercên hundir û derve û hwd. musaît bin, dibin girseyî.

– Gel an komên civakî di dewreke taybetî ya pêşketina teknolojîk û ekonomîk de berê xwe didin netewbûnê. Wek mînak berî çapxane, xwendewarîya girseyî, xwendegehên girseyî, TV û hwd, zimanên standard û hin tiştên din ên netewî bicîh nabin.

– Divê meriv bikanibe bi du awayan li netew binêre, ji jêr ve, wek ku mirovên adetî dibînin, ku objeyên çalakî û propagandayê ne; û ji jor ve wek ku hikûmet, berdevk, çalakvanên netewperwer, sazî û partîyên netewî û hwd, dibînin. Pirê caran bi giştî beranberî hev nayên. Carnan pir dûrî hev in. Divê jor hay ji jêr hebe, xweş nas bike û wisa nêzîk bibe.

Bi hêvîya ku ev nivîs ji bo çêtir têgîhaştin û pêkanîna gengeşîyên li ser pirs û pirsgirêkên netewî yên Kurd û Kurdistanê bibe alîkar.

Hinek çavkanîyên sereke: Economic Development & Nation-building in Africa: In Search of A New Paradigm; Nation-Building, Propaganda, and Literature in Francophone Africa; Fritz V, Menocal AR, Understanding State-building from a Political Economy Perspective, ODI, London 2007; CIC/IPA, Concepts and Dilemmas of State-building in Fragile Situations, OECD-DAC, Paris, 2008; Whaites, Alan, State in Development: Understanding State-building, DFID, London 2008; The Nationalism Project, Nationalism Studies Information Clearinghouse Beyond Intractability; Wikipedia

(*) Ev nivîs ji kovara TEVKURD hatiye wergirtin

Çavkanîya wêneyê: http://serhadart.blogspot.com

Did you like this? Share it:
Hîn tu şîrove giredayê gotarê nîn e
Bersivê bide vê şirovêye
Pêwîst e
Pêwîst e