Pejirandina Sunda Înkara Kurdan û Meseleya Dicle

KNN/Analîz / Zeynel Abidîn

Tevgereke serbixwe, demokratîk û azad dikare serxwebûna Kurdistanê jî pêk bîne…

Eger hûn ji bo sunda nijatperest û înkara Kurdan pirsgirêk nebînin û bêjin „em dê vê sundê bixwînin ” û paşê eger dadgeha vê dewletê endamekî we ji mebûsiyê bixîne û hûn paşê protestoya meclîsê têxin rojevê, qet xwe nexapînin, meseleya we nabe temsîlkirina Kurdan, meseleya we dibe temsîlkirina „fikreke tanzîmkirî”…

Yanê mebûs bûn yan jî nebûna Hatîp Dicle, ji bo we ji sunda înkara Kurdan girîngtir e. Çima gelo?

Ma ev nêrîn wê çi fayde  ji bo siyaseta Kurdan çêbike.

Gelî mebûsên Kurd yên Blokê, de werin ez  pêşiyareke baştir, rasttir û hêsantir bêjim:

1. Biçin meclîsê, ew heqê we ye

2. Li wir sunda Tirkî ya nijatperest nexwînin û ew protesto bikin.

3. Wê çaxê gelê Kurd û dunya alem wê bizanibe ku derdê we parastina mafê gelê Kurd e.

4. Dadgeh ji nûve biryar bide û Dicle bike mebûs jî, hûn ev helwesta xwe pêk bînin.

Eger hûn wisa nekin û enerjiya miletê Kurd bes bi hinceta endamnekirina Hatîp Dicle xerc bikin, hûn di cîhekî pir xelet de ne…

Hûn bi vî aweyî miletê xwe naparêzin, hevûdu diparêzin. Ya xiraptir ew ku hûn hevûdu jî nekarin biparêzin.

Jiber ku gava mirov miletê xwe nekare biparêze, qet tiştekî ew nake xwedî maf…

Li berxwedana Atînayê binêrin. Qet hizbekê di nav wan de tune. Bes gel û komîteya gel heye. Tevgera Xeyalşikestiyan bi deh hezaran, ev mehekê ye  meclîs dagir kirine, meclîsa Yewnana bi hezar salan pûç bûye. Komîteya gel her şev di meydana ber Meclîsê kom dibe, bi hezaran kes reyên xwe diyar dikin û sibe jî ew biryar dikeve jiyanê. A niha hemî Awrûpa û Yewnanîstan ji ve tevgerê ditirse.

Jiber ku bi rastî îradeya gel û gelparêzan heye, ne li paş deriyên tarî û bazariyen weşartî û kirêt… Jiber ku wan sedsalek li ber xwe dan û baş dizanin ku, tevgera bê îrade rastê şikandinê û pûçkirinê tê. Baweriya gelê Yewnan bes bi xwe ye…

Tevgereke serbixwe, demokratîk û azad dikare serxwebûna Kurdistanê jî pêk bîne…

Lê tevgereke bê îrade û bes bi emir-komûta dimeşe, nikarie saziyek herî basît jî bi rêve bibe û her mehkûmê binkeftinê ye. Ne bi tenê binkeftin, bêrêzkirinê jî…

Bawer bikin ev wisa ye…

Jêder:  http://www.kurdistan-news.net

Did you like this? Share it:
Hîn tu şîrove giredayê gotarê nîn e
Bersivê bide vê şirovêye
Pêwîst e
Pêwîst e