Parêzerê Kurd Saîd Sever berendamê Dadgeha Bilind e.. Zagros Baran

KNN/Tirkiye-Kurdistan-Muş

Li gor ragîhandina ajansên Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê, parêzer û kesayetekî Kurd  yê navdar Saîd Sever, di hilbijardina nav Baroya Parêzeran 35 dengên serokên baroyan wergirt û bû berendamê duyemîn. Sever berî niha jî li Mûşê berendamtiya serokatiya sahradariya Mûşê kiribû û lê di hilbijardinan de bi ser neketibû. Her wisa eger Saîd Sever bo endametiya Dadgeha Bilind bihête hilbijardin, nexwe yekemîn car li Tirkiyê parêzerekî Kurd yê ku kesayet û nasnameya Kurdayetyiê diparêze wê bihête hilbijardin. Ev yek jî li Tirkiyê wek gaveke pir „mezin” dihête nirxandin.

Saîd Sever eslen ji navçêya Gimgim ya Mûşê, ji gundê Alangozê ye. Ji bav û kalan de ew mek malbat di nav kar û xebat û tekoşîna bidesxistina mafê gelê Kurd de cîh giritine û pêşengî kirine. Serokê Tevgera 1925 Xalid Begê Cibrî birayê kalikê wî ye û Ehmed Begê ku di wê serîhildanê de  girîngtirîn fermandarê şerê gerîlatiyê bû, kalikê wî ye. Wekî ku dihête zanîn, Xalid Begê nemirberî ku serîhildan dest pê bike, bi komployekê ve hate girtin û li bajarê Bilîsê bê dadgeh û bê lêpirsîn hate gulebaranakirin û şehîd kirin. Birayê wî Ehmed Beg demeke dirêj bi fîrartî jiyana xwe da berdewam kirin û piştre jî bi derketina efûyeke giştî ya li Tirkiyê vegeriya mala xwe.

Niha parêzerê Kurd û kesayetê Kurdperwer Saîd Sever di rêya hilbijardinê de dengekî mezin wergirt û belkî wê bibe endamê Dadgeha Destûra Bilind jî. Niha çavêrê dihêtekirin ku dewleta Tirk û rayedarên siyasî û leşkerî yên wê li hember vê pêşkeftinê helwesteke çawa dest nîşan bikin? Jiber ku heta niha bilind bûna her Kurdekî ya di qada bilind ya dewletê de bes bi înkarkirina kesayet û nasnameya xwe ve mûmkûn bû; lê a niha Kurdperwerekî ji binemaleke resen ya miletê Kurd berev endametiya Dadgeha Bilind dimeşe…

Parêzer Saîd Sever berî niha jî bi tevî 100 ronakbîrên ji herêma Kurdistanê nameyekê bo serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul şandibû û jê daxwezeke wisa kiribû: „Pirsgirêka Kurd bi şer û înkarê ve nahête çareserkirin. Jiber ku ev yek pirsgirêkeke siyasî ye, divê berî her tiştî rêya diyalog û guhdarkirina gel û nûnerên Kurd bihête kirin. Ev yek wê bibe gaveke mezin ya di rêya çarseriyê de. Her wisa jiber vê yekê jî girtina partiya Kurd DTP bes astengî û gilêyeke nû ya di pirsgirêka Kurd de çi kêrê tiştekî din nake.”

Cîhê gotinê ye ku heta niha ji çapameniyê gotineke negatîv ya di derbarê vê bûyerê de nehatiye bihîstin.

Jêder: http://www.kurdistan-news.net

Did you like this? Share it:
Hîn tu şîrove giredayê gotarê nîn e
Bersivê bide vê şirovêye
Pêwîst e
Pêwîst e