Heştê avdarê pîroz nakim – Evin Çiçek
Her hêlê va jin difitilin
Bi dengên bilind bang dikin
Didanên çeqeri sîs bi kefa qefilî hatine hemêz kirin
Darên xa bi paçên rengîn pêçane
Bi hêrsa salan jur va hilkişandine
Ez temeşevanim, pir qefilî me
Li kevîya rê de ser kevrêreş runîştî me
Bi çar çavan sêri dora xa dikim
Pêsîra kîp girtî dikişînim, vedikim
Bê fer mam, çibkim!
Di salê de rok
Çima ro jinan, yan xanimi xatunan ?
Qey camêr hatine qewirandin li rûyê herdê neman?
Çi bû, çutan şûni dem dan?
Jin hember çokirinê, lêxistineye
Bi çavên, gepên misi mor zilma nav malê dibirxîne
Bi berdevkên xa ra xizmetkara bênavîn e
Jin bindest in, hustîxar in
Li sedî pence tên dîtîn weki kêm netevin
Hêla din va karkerên bê pawnot in
Loma salê de tenê li rokê xadî derdikevin
Li demên din bexeber in
Meş, ger ku xelas bûn berê xa didin malan
Bilind dibe şîrqî şîrqa daran
Mêr zimêlên qijalik badidin
Destên bi ço li kezîyan digerin
Xastinên xa bi dengêkî qicikdîtinê derdixînin
Bişo, bipêj, qaytêke, bîne, bibe, bide, dayne, rake, tijî ke
Emiri xastin bi davî nabin!
Ez temaşevana heştê avdarê
Avdar, te pîroz nakim
Bi dilê sar, çavên sor sêr dikim
Weki jinên din bang nakim
Hûr, hûr dibêm, giran, giran deng dikim
Gora min her jin, her mêr hêliya rêveberiya mali welatê xa ye
Mêrê kurmanc dev de dibê azadî, lê dil de diremik xastin tunne
Mêjoy wî da, wekhevî, azadî girtîne, hêsîr mane
Dibê raman bimire, li deriyê min dûr biskine
Ez çibkim ku, xatuna mala min li wan ramanan bê xeber bimîne
Heştê avdarê çewte, topal e, nikane bibeze
Bar girane, li şuna xa nalive
Çîtîka serê wê de wekhevnebûn diweşe
364 ron desti pişt girtiyên mêran dilîzine
Çima ro mêran tune?
Çima hebe?
364 şevi ro wan ra ne !
Camêrê kurmanc jina malê re fera xa nîşan dide
Ez mêrê te me
Musikê Cuîyan, İshaqê Mesîhiyan, Mihemedê Mihemedîyani me
Tiliyên henekirî li ser qefsingê bigêşîne
Li ber min bi kitana devgirtî, bi juniyên li tirsê sistbûyî biskine
Heqê te tune, nelive, rûnenê
Seba li şêmûgê derbazbunê li xadiyê xa destûrê bixaze
Tu dizanî ez kî me?
Teberika Xadê me
Jinê, kewanî, bermal, qîza xelkê, berdêl, berdest bîrmeke
Xwestinên min yeki yek bike
Mala bavê xa binîda bîrke
Mîsîni lengerê bîne
Ningên min bişo, rind kefke
Bêna qefilandina roya êvarbûyî li bedena min dûr ke
Anê, etê darê li mazîyê dayne paş dêrî, yan dîwêrda dardake
Ku ew guhdarîya te neke
Qet meskine zu derî koz ke
Kes nikane bibê mêro te ew heq li ku girtiye, wermeke ?
Zilma ku tu dikê hezkirina xaşmayînê wenda dike
Xa kuştinê re gorê dikolî, xalîyê pîndike
Çavkaniyên omedan diteqîne bilav dike
Nav malê da dujmintiyê re, veşartina xastinan re rê vedike
Ew hevala te ya xaşîi nexaşiyê ye
Azadiya te bi ya wê ve girêdayî ye
Civatê çengê te li yê wê badaye
Li sedî nodi pênc kurmanc di wî halî de ye
Qey pîroz kirina heştê avdarê me re maye?
Dîtinên, ramanên ku zilma nav malê diparêzin zindîne, narizîn
Devên dagirkeri kevneperestên me de bûne wekî sêvên rezî
Ari namûs, edeti toreyên kali pîran
Me re mane bi barên meucî tirîyan
Nav malên me de bûne hustini kêran
Wan nikanî bikê darên ber sêla pan
Bi tîna wan bipêjî teştek nan
Loma kurmanc gora xelkên bîyanî pir şunva man
Îro jinan nermeyên, kitanên ber devi pozên xa jêr va kişandine
Rûyên li sêvên sor, gepên li ser pozan wendakirî vekirine
Dibezînin, pildi pilda wane
Diqîrên, bang dikin gewrî zaha ne
« Em roreş in, me ro nedî, hustixar in
Mali melal, deşti zevî, zavi zêç ser pişta me barin”
Ew hêlmên qerisî di nav lêvên lerzandî de ber didin
Dilop ser henîyên me dicemidin
Dem tune ku seba xa rakin daynin
Merê ku keviya rê da şûn girtiye
Baskı zend li saqoy pînekirî kişandiye
Zikê bê bez pêş va derxistiye
Nav bêçîyên xa da tizbiyên giloriki panik tenî dibe
Sêri jinan dike, hêla din va lêvan gezdike
Alîkî va zimêlên qeytan badide
Îşlîgê qîşbûyî hurê bi navika çal pêş va tan dide
Moriyên piştan giraniyên mêrên kevîya rîyan ranagirin
Ew li heştê avdarê bêxeber, li rewşê bêzar in
Bangên, diruşmayên jinan wekî qeşmerî, bê arî, bê demî dibînin
Ew koçer in, gundî ne, karmend in, karker in îro guhdarvanin
Jinên ku kef bi dora lêwan ketine berê xa dizivrînin
“Netirsin, netirsin, gavan bavên vê hêlê va verin
We em nêziki meydanan, kursiyan nekirin”
Mêran bi canê jinan namûs xelasi pakiş kirin
Bi dîtinên kevneperest darvakirin
Em li civatê, li jiyana civatî dûr kirin
Gotin edeti tore ço rakirin
Li ber çavên me perdeyên kurbûnê vekirin
Nav partiyan da, nav rêxistinan da seba xa kursî rakirin
Em kirin bûkên li qijalik, li paçên kevn çêkirî
Loma qîza kurmanc nabînî, nanivsînî, naxûnî
Camêrino, xalîserino, bêbavino, bêziravino, metirsin !
Çima, un li heqberî xa hatina jinan ditirsin ?
Xof ketiye ser we, loma me li karên îdeolojîk dûr dixînin
Bi rastî me xa ra rêheval nabînin
Tama ava azadiyê weki ya berîya paîzê pir xaşe
Çi heyfe ku dilopek bi zimanên we neketiye derik we nayşe
Merê kurmanc tamnegirtîye loma rureşe
Nezano barê xa giran dike, halxaşe
Nizanin, nezanin, loma difirin
Xa li yên dora xa bilind dibînin, dûr digirin
Şevi ro nav gola gumanan da avjenîvan in
Dilerizin, dibizdin
Li wenda kirina kursiyên xa ditirsin
Ramanên rojane we ra kemîn in
Hêliyan de xa wekî pilingan dibînin !
Polîtîkvanên me mêr in
Dinivîsînin, şîrovan in didarizînîn, qelemşer in
Seba navên xa dibezînin
Jin di rêxistinan de demê tijî dikin
Ava germ yeki yek li mivanan belav dikin
Belengaz yên xizmetê ne, xizmetê dikin !
Civatên serî nêr, hezi jina hustixar dikin
Giraniya, karê jinan di nav civakê de pir zêde ye
Di rêveberiyan de bi tiliyan tên hêjmartin çibkin şun nema ye !
Nayên dîtin, kêm in, pir kêm in
Li rojnaman de, têlevîzyonan de, quncikên bijartî yên mêran in
Lê qîza kurmanc qet nay hêsab kirin
Wekî guharikên guçikan, îngîlîskên tiliyan in
Çutan hûbûne wer diqemlînin
Her didin, her didin barwan in
Avên reş bikevin junîyan jî nikanin runin, radibin
Xa da bikevin jî nav malan da badibin
Lê hember çi digirin?
Gora kedên xa xadiyên xonçan in ?
Li paş deriyan, bin paniyan da dîmînin
Weku takekesî nayen hesabkirin
Jin dişixulin, çêdikin, radikin, datînin berdêlan nagirin
Dagirkerên emegên wan firoşkar in
Mêr xadiyên navên mezin in
Yên nav karan da rastiyan dizanin, dişopînin
Îro himik nayên nivîsandin
Bi zanabûn wêdişêrin
Axayên feodali polîtîk pişta hevidi digirin
Mala min bişevitî rewşê ranagirin!
Hember hişarbûna jinan çeper in
Jina kurmanc bi cizlawita reş, bi çîtîka belek diqire
Zaroke ku ber sing da ye heway nagire
Bi bêçîyên qillêr serê çiçik jêr va dikişîne
Tîbûn zimani pidîyan dizeliqîne
Dudanan li dora lêvan digerîne
Dayik bi helki helka xa çiçik tandide nav pidiyan
Mêrên ser bi kefî bê deng man
Çavên bek dirijîyan
Pildi pilda wane, bi gavên sist fitilîyan
“Li, lo jin ketine riyan
Ev ramanên xirab li ku hatin, ketin serên wan ?
Me çutan famnekir, em xewa mirinê da man?
Qey weki berê mêranî ma!
Em ku hevdu neparêzin camêrtî li me dûr dikeve
Çanda çokirinê sudikeve
Meri vir şun va nikanî rehet rakeve!
Şaşikê serê me badikeve
Jinan gem revandin
Îro wekî mehînên rehwan in
Kele dibirin, destên hevdi digirin
Naha destpêkirine, nû nû fêr dibin
Gilîi gazînan dikin
Devên kîsîkan vedikin
Yên kiniki dirêj li tenişta hev meydanê gav dikin
Li hêrsan baskan radikin
Lo, lo tedarîka xa bikin
Tev da xa pêçane, dest bi dar in
Îro pir eşkereye ku ew li me qaîl nabin
Ducanî ne, pişt bi bar in
Bi çi xişimê rudinin radibin!
Sêrkin, sêrkin westanê nizanin
Pili pirtî li daran pêçane
Tarîya sibê va li meydana ne
Aş gênim, jina kurmanc hêrsê dihêrî ne
Çanda dagirkerîyê tenê îro dibî ne !”
Kî dikane wan çavînî bike
Mêrê ku diqarê, ranagire bi çavên pirsek sêrdike
Taketî xa li komê dûr dike
Hêla qonaxa xa va dibeze, belengazo lezke!
Nîrkutik bi qehra jinên meydanan tên teqandin
Helpung di pişikan de cîh digirin
Wekî gurîyan xa dixurînin
Bêçîyan ser qefsingan da digerînin
Êşên bîrovan wan dilerzînin
Pilipirtiyên jinan li birînan dipêçînin
Xuraşa destan re melemê nabînin
Teba tune, li qaran, li hersê mînderan dikişînin
Îşlîgên pêsîr bi qilêr didirînin
Bi tevşîyan goncan dikutin, vir va we va tandidin
Yên ku terin hêla axpînan wekî cangeyên qersê bazdidin
Zibil pîndikin, hildavên, diweşînin
Xa wekî gayên bendsamiyê dibînin
Dor hindik, hindik tê jinan pêşan diweşînin
Loma mer dîwaran hildiweşînin
Jin dibê “ez vî derdî nakişînim, nasekinim, terim
Nîv mirî me, vir şun va venagerim
Bese, dibaycim, ranagirim
Nav malê de wekî xadimim, bi rastî hêsîr im”
Mêr bi agirê hêrsê nizanî çi bike!
Li qehran nav malê de tere, tê, dibeze, gav dike
Gora wî, jina xirab yên din re çixirê vedike
Bûyeran pir pir mezin dike
Qîza xeşîm çavên girtî vedike
Ew pêşvaçûyîn mêr li heştê avdarê bêzar dike!
Ew dixazin seet pir zû rabirin
Bi tariya danê êvarê qîrîniya jinan tê birrîn
Tevzîriya camêrên polîtîk nayê dîtin
Milleyên jin xa bi dîroka jinan dipêçin
Ramûsandina mêrên xaraxastvan wekî xizara li hesin dihesibînin
Li bin bandora hestên derew da namînin
Heştê avdarê jin wekî huriyên waran in
Bi piştên xûzik dayîk buyîniya xa nîşan didin
Zarikên ber singan paşilên xa da digerînin
Yên du salî paş husti da rudinin
Hin bi hêrsên salan li ber teqandinê ne
Dixazin koma mêran biqewitînin
Jin hilpekîn, hilkişîn, daketin
Mêr ditirsin, dibên “ew xastvanên civata maderşahin
Zêde nare rêveberiya me dihelişe, em belav dibin”
Jin dixaze bibe necar, hîmên malê gora pêwîstîyên xa dayne
Mozan bi mêran girtîye, tiki tenê mane
Serê hespên belek çîyan va badane
Buka salê pîrikê por hunnekirî ra dibê
“Dapîr pevçunê neke, cîbêyle
Îro mêran aqil qelibandine
Demsala me nêzîk dibe
Xastinên me, şimşata me, ew gêj kirine
Seqem li wan teng bûne
Ramanên rizî mêjîyan da zîl dane
Ew nav baxên Kurdistanê da darên axû yêne
Mafdarî dest wan de nîn e
Xadî guman, bi dudilî ne
Ew ê xa ra hilçinin, daynin loma bêdengi ne
Camêrê kurmanc îro xa sîyarê hespê nabîne
Navbera xa da gotibêjêda ne
Ewê qeydeyên xa, sincên xa cîbeylin
Li quretiyê, kevnjeniyê dûr bimînin
Her ku em gav davên hildikevin
Ew bin barê gunîyan da hildipekin
Li ser darên quretîyê da qij dibin, dadikevin
Nikanin rabin, ser xa da dikevin
Çixa, aşîta agirîyê gildêrî ser wan bîye
Mêrê kurmanc nav kevanokê de maye
Dagirkeran çav kurkirine, sîsik rijîye, teba nemaye
Mêrik der da bin zilmêda ye, mal da axa ye!
Loma xalî li serê me ye
Mêrên me bûne cureyên deşti mêrgan
Bêkesên me yêlxiyên zozanan bûn tikitenê man
Xew nakeve çavên van heta berbanga siban
Gevrîyan da nare parîyên nan”
Camêrê me dibê “Lilo paş va jine
Pêş va xalî li serê mine
Hêrsa çavan min ditirsîne
Îro jinan kitani sako avitine
Ar ketîye wana har bûne
Derketine kûçan, qet şerm nakin
Nav rehetîyê da xa ra pirsgirekan amadedikin
Edeti toreyên sed salan serên wana şil nakin
Derdên bê melem pêyda dikin”
Dixwazim bibêm
Apino, birano, pismamino, pisxaletino, mêrino
Dayîkan, dapîran, bavi kalan himik vadivartin
Ambaranda, nav çalan da vêdişartin
Tasên hinguv, tîkeyên qawirandî, hêla we va tandidan, dikişandin
Serên şîr seba we hildiçinandin
Qîz temeşevanbûn, rewşê em diqarandin
We parî du hevda daduqilandin
Wan em bi nanê run, dewê tirş dixapandin
Camêrino, wan himik tandidan nav lêvên weyên rasti xar
Jini qîzan dipat, dikeland we dixar
Tama nanê tisî nav gepên me da dibû veki xalîya li ar
Mastê kevn rivî dikirin mar
Bermaîyên mêran me ra dibûn xarinên tamsar
Qîzan xa nekir, dayîkan law xemilandin
Dapîran tev de heq dan we, keçan deng nekirin
Hûn qayîl bûn, qîz dilneketî zevicandin
Mezinan xastinên we bi şahî, dengên bilind pejirandin
Seba dili hestên me xa keri lal kirin
Em qîz heqnezan bûn wer nine!
Bê hezkirin vavartin, zevicandin bixaşî mirine
Mezinê malê kefenê qîza xa bi destê xa distîne tîne
Li ser hespa xemilandî mirinê ra dişîne
Birano, sebebê bindestîya me edeti tore ne
Em bê çav, bê dili bê canine
Birayo, pismamo, pisxaltîyo buka ki hezi mêr neke
Derva li hezkirinê digerî, çavan bel dike
Xastina zava nabîze xa ker dike
Hêvîya hezkirinê dimîne singi beran li zozani deştan vedike
Bin sîya tirsê da şevi ro ferq nake
Taldanda, neqeban da mêr dixapîne doxinê sistdike
Li seran serê Kurdistanê hal ew e rind fam ke
Kurmanc rastîyên jîyanê dizane xa nebîstî dike
Her yêk hêsîrê civata girtîye dengê xa bilin nake
Xapandina buki zavayan nayne ziman, dengnake !
Ew çanda kevnperest zevîyên me dajo wî halî amade dike
Buk hezi zava, zava hezi bukê nake
Civat merîyan hêsirdigire derîyan kozdike
Buki zavayê bê evîn ser pireyên hevidi xapandinê da demê anda dike
Li vî welatî çend kes bûn gorîyên birai bavan
Çend qîz bûn sewiyên, berdestên, berdêlên malan
Mezinan rê dani we, azadiya aborî bû heqê lawan
Loma ûn bûn berdevkên malan
We gora xastina xa nivîsand
Me belavok pişt kirin, bû ne belavvan
Em bûn barkêş, qewrêş, hûn bûn xadî karwan
Em ducanî man, me law anîn
We got “me zeviyên xa rind avdan, ajotin
Genimê îsal pir rinde, libên zêrînin
Berxên ber kozê agirê ocaxa me dişevitînin”
Me qîz anîn we got “dêlik teliqiyan, ya me mê hanî”
Em hev re girbûn, şixulîn, birayên me ûn bûn xadî!
Law meriyên malê bûn, em yên jinbavê, me teba nedî
Her dem em fitilîyan bi hestên biyanî
Edeti tore nav xangi biranda neqeban datînî!
Hûn nêrin, azad in
Em mê ne, her yek serîk pîvaz in
Ew azadiya çewt serê we bixe ûn bê nîyazin
Em girtiyên we ne
Lê bi dengê bilind bibên ka ûn yên kê ne?
Em darên maziyê ne
Ûn sipîndara ber herxê ne
Her ku dagirker me qir dikin
Em bi hêrs dizên, zêdetir şaxan didin
Le ûn !
Bin barên giran de moriyên piştên we xar dibin, difirin
Pirsên cihanî bi çavên vekirî nabînin
Rind sêrkin, li ezman hîvi tav li hevdu pir dûr namînin
Pêwîstî wan dikişînin
Pirsgirêk ew e, em wekheviyê nizanin
Bi nezaniya salan hevdu dêşînin, dipelixînin
Loma ez heştê avdarê pîroz nakim
Wê ro mêrên zordar ra dîyarî dikim
8 Adar 2010












