Oxir be oxir be; dilsozê dozê… Şêx Zihnî (Zeynel Abîdîn ÖZALP)

ZAbidin_OzalpDi 12’ê Îlon a 1980 yî de dema ko faşîzmê li Tirkî darbeya askerî çêkîr,şart û mercên xebate sîyasî li Kurdistanê êdi ne ma dihat domandin,weke gelek şoreşger tu jî ji welat derketî, Çûyî Ewrûpa bûyi peneber li Swêd. 20-25 salî bi xasrete welat jîyane xwe domand. Berî 5-6 salan te rê girt hati walatê bav û kalên xwe u dest bi xabete neteweyî kir.

Ez û te û birek havalên din bi hevûdû re me bi navê Însîyatîfa partîya Kurdîstanê  rêxistinek avakir lê mixabin 2 sal şûnde ji hinek sedeman  ev rêxistin bê encam bi dawî hat, Lê tevlî her şartên negatîf ji bona rêxistineke neteweyî tu di nava hawîldana da ber dewam buyi. Tu; mirovekî bêtirs bûyî, qat ji dijminên xwe xof nedikir. Ji bona serxwebûna Kurdistanê xebatekê bê sînor dikir. Tu dinava  çalakîvan de bûyî,Ji ti çalakîyên şoreşgêrî, neteweyî dûr nedima. Her dem doza rêxistinekê neteweyî a Kurdistani dikir. Li gorî te; “dem û wext bi lêz û baz diçe.Pêwîste ko zûke rêxîstîneke netew bête hunandin”. Şêx Zihnî,tu di virda pir xwedî maf bûyî lê şart û mercên cîvatê û rojevên ku dijminan derxistin qadê nedihiştin ko tu mabeste xwe a rêxistinî pêk bîne.

Tu mîrovekî evîn welat,perwerê Kurd û Kurdistanê bûyî, tu rewşenbîrekî têgehîştî,  dilsozê dozê bûyî.Tu ne kîndar û newêrek bûyî. Xwedî helvest û bîryar bûyî. Helbet weke herkesî kêmasîyên te hebûn lê alîyên te yên erênî pir bun, girantir bûn u alîyên qals têk dibirin.

Şêx Zihnî ; Min nizanîbu ko ezê ew qasî bi êşim û xemgîn bibim.Te mirin anî bîra her Kurdekî têkoşer.Mirine te mirinek trajedîk bû, lewra ji min re pir pir zor û zahmet hat.Bi rastî ez a nûha digirîm ez hew dîkarim binivîsînim.Oxir be!

Silava li serokên serhildanên Kurdistanê bike.Ez bawerim tê bibî mêhvanê wan,Ew jî dê pêşwazî li te bikin, hûn dînav rafê nemiran dene Kekê Şêx te, bi hisretê rêxistinekê netewe Kurdistanî giyana xwe ji dest da u çuyî ser dilovanîya  xwe û nav birê namiran. Rêz û şop û helwestên wa yên tekoşerî ji bona me wê bibin rêz zan.

Oxir be , oxir be…!

08.11.2009

Mehmet Emîn Kardaş

Amed

ZAbidin_Ozalp2Hevpeyvîn Ligel Zeynel Abidîn OzalpYaşar Karadoğan (www.peyamaazadi.org) – Amed, Tebax-2006

Pirs: Birêz kek Zihnî, ji kerema xwe re tu dikarî bi kurtayî qala zivirandina xwe ya ji Ewropayê bo welêt bikî? Piştî vegerê, jiyaneke çawa li benda te bû?

Bersiv: Piştî darbeya leşkerî ya di sala 1980 de, li Tirkiyê leşkeran dest dabû ser îdareyê, ez mecbûr mam ku derbasî Swêdê bim û ez 17 salan li wir jiyam. Di navbera van 17 salan de min bilî karê siyasî, komelî û çandî tu karekî din nekir. Heta ku me dest bi xebata Însîyatîfa Kurd li Swêdê kir û paşe jî ev xebata li Almanya û Danmark û li deverên din jî dest pê kir. Wek tê zanîn, sê beşen civata kurd; ango komelên demokratîk, Însîyatîfa Kurden Ewropa û partîyên kurdan ên veşartî hatin ba hev û di bin sîwanekê de kom bûn û Platforma Kurdên li Ewropa hat damezirandin. Ez jî yek ji damezrînerên wê bûm.

Piştî ev xebatina, ez gihîştim vê qenaetê ku ez vegerim. Bo kesên ku wek min di kar û barê siyasî de xebitîbûn û hêvî dabûn milletê xwe.

Ez mehkûm bûm. Mehkûmîyeta min ji bo min ne mahkûmîyet bû. Me tiştekî gunehbar nekiribû, me mafê gele xwe; mafê çandî, siyasî û însanî û xweîdarekirina xwe, me diparast. Dagîrkeran ji bo van sedeman me mehkûm kiribû. Bes ev mehkûmîyet li cem me tiştekî pîroz, vicdanî û însanî bû. Me karê xwe bi serfirazî dikir û îro jî em bi serfirazî didomînîn. Wê demê ez gihîştim vê encamê ku veger ji bo welêt baştir e. Pêşîya ku ez vegerîm, min belavokek ji bo raya giştî belav kir.

Rewşa dinyayê diguheriya, guherînên teknîkî û ragihandinê, şoreşa zanîngerîyê ku li dinyayê rû daye, mafên mirovatî piştî tekçûna Sovyetan dihat ziman û min wê demê biryar da ku ez bizivirim ser axa xwe.

Ji ser mehkûmîyeta min sal derbas bibûn, wek ji hole rabibû. Min dixwest li welatê xwe di warê nasnameya kurd de, ji bo mafên netewî, ji bo tayînkirina qedera xwe bi awayekî legal û demokratîk, bi xebateke eşkere bixebitim. Min ev daxuyanîya belav kir û vegeriyam.

Pirs: Kînga?

Bersiv: Di sala 2000an de ez vegerîyam. Du roj ez li bin çavan (di nezaretê de) mam. Piştî du rojên di bin çavan de ez li Stenbolê mam, ez hatim Amedê.

Ez di sala 1972an de li Amedê wek memûr dixebitîm. Ji navbera çûyîn û hatina min gelek wext derbas bibû. Piştî ku ez hatim, min dît ku guherînên pirr mezîn çêbûne. Him ji aliye malbatî, him jî ji alîyê civakî de serûbinî heye. Ev pîvan, ne ku em pê mezin bibûn, di nav civat de aloz hebû. Malbatiya kurdî ji hevûdu ketiye. Weke ev pîvanên siyasî ku kurdan serê sedan salan e bo serxwebûna xwe û desthilatdarîya xwe ya siyasî dixwest, têk çûbûn. Ev pîvanina hatîbûn ketibûn nav çarçeweya komara demokratîk û Kemalîzmîyê. Însanên me macir bibûn, şehîd ketibûn. Lê dîsa jî me hêdî-hêdî însanên xwe yên ku li ser pîyan mabûn, dîtin. Me dît ku pêwîst e partîyeke demokratîk û eşkere, bi nasnameya kurd û cografyaya Kurdistanê bide pêş xwe, kar û bar li gor wê bike. Ev jî divê li ser axa xwe, mafê xwe, milletbûyîna xwe, tayînkirina qedera xwe bibin mişterekên me yên esasî. Ji sosyalîstên kurdan heta oldar dikarin di bin çarçeweyeke netewî de ligel hev bixebitin. Me bi navê Însîyatîfa Partîya Kurdistanî dest bi xebatê kir û hîn jî em vê xebata xwe didomînin. Her wisa çalakîyên ku li HAK-PAR û Kurd-Derê ji bo kurd û Kurdistanê çêbûne, em beşdarî van xebatina jî bûne. Ez bibêjim li Kurd-Derê me pîrozbahîya serokatîya Başur çêkir. Me 55 hezar îmze kom kir ji bo federasyonê û teslîmî berpirsîyarên Yekîtîya Ewropayê û Meclîsa Tirkîye kir. Bîranîna Komara Mihabadê çêbû. Ji bo Şex Maşuq li Nisêbînê meş çêbû. Em beşdarî van hemû xebatan bûn. Ez  dikarim bibêjim ku di nav van 4-5 salan de ew yekdengîya di navbeyna dewletê û PKK de hebû û anîbûn ser civatê, hatiye şkestin. Aniha pirdengîyek û germîyek heye. Em ev yeka wek serkeftinekê dibînin. Vê gavê şertên nuh hene. Hûn jî dizanin ku piştî şerê yekemîn û duwemîn ên cîhanî kurd tekuz nebûn, nedikarîbûn tiştekî çêbikin û bibin xwediyê dewletekê. Ev cara sêyemîn e ku di Rojhilata Navîn de guhertîn çêdibin. Gelek tişt tên guhertin û serûbinî hev dibin. Tiştên ku diqewimin û şekildayîna dinyayê li ser axa me û li ber deriyê me çêdibe. Ev jî keyseke mezin e. Tiştekî piçûk jî hebe, divê meriv bide ber hev û projeyeke netewî çêbike. Her tiştekî derkeve, bila ne ew tiştê be ku em bêjin ji bona teqdîmkirin û memnûnkirina sîstema dagîrker be. Gerek tiştekî ji boyî mafê kurdan karibe cih bike. Ev jî, bi kêmasî ew federasyona ku li Başur heye, ji bo Bakur jî pêwîst e. Pêwîst e ku Tirkîye dev ji iddîaya ‘yek milet, yek dewlet û yek ala’ berde û hebûna kurdan bipejirîne. Alaya Kurdî jî çêbibe, kurd jî îdareya xwe ya çandî û aborî û siyasî li ser axa xwe çebîke û bibe desthilatdar.

Pirs: Navê grûba we çi ye?

Bersiv: Însîyatîfa Partîya Kurdîstanê.

Pirs: Ango bi vî navî naskirin ji bo we mişkuleyek çênake? Niha hûn çi dikin û mişkuleyên we çi ne?

Bersiv: Em wek çend kadroyên lihevkirî ne. Lê me şiklê dawî nedaye xebata xwe, ji bo ku em bibêjin tiştê îdeal ev e ku, em bi hev re ne. Ango hemû kes. Hemû kesên ku neketine bin bandora polîtîkaya dewletê û Kemalîzmê. Ewên ku kurd û Kurdistanî difikirin, bigre ji sosyalîstan heta bi oldaran, em bikaribin partîyeke Kurdistanî bi hev re çêbikin. Hejmar û navê me zêde ne xurt e. Însanên me ku hene ev 30-40 sal in bi sîyasetê re mijûl dibin. Em bi lez kar nakin. Em dixwazin bi kesên din re jî bigihên hevûdu û şiklê dawî bidin bernameya xwe. Em nabêjin ku bila grûbeke me hebe û tenê a me be! Em hez dikin bigihên hevûdu. Em çadirek çêbikin û li gor rewşe biryar bidin. Êdî wê demê em ê biryar bidin, ka nav bibe partîya cebheyî, partîya kongreyê. Li gor rewşe dê navekî siyasî bêye tesbitkirin.

Pirs: Dihat gotin ku birêz Derwêşe Sado jî ligel we bû û wî jî dixwest ku partîyek bi navê Kurdistanî ava bike?

Bersiv: Derwêşe Sado însanekî welatperwer e, ji berê de kar kirîye û xizmeta xwe heye. Dema ku di destpêkê de ew jî yek ji wan bû ku dida gengeşîkirin, dixwest tê de be. Lê vê gavê, vê demê em ji hev veqetîyane û em ne bi hev re ne. Ne ew me girê dide, ne jî em wî girê didin. Ji ber çî? Di derbasbûyîna me de tişt çebûne, îro jî dibe, sibê jî dibe. Berê me hevûdu sûcdar kirîye, îtham kirîye, embargo danîye ser hevûdu. Em dixwazin vê çandê jî ji holê rakin.

Ez gava ku merivek sûcdar bikim, pêwîst e ku ez li ser delîl û numûneyan wî sûcdar bikim. Ne li ser “Wî çi got, min çi got?” Pêwîst e em fersend bidin hevûdu. Îro dewleta dagîrker piştî demekê dibêje “Sûcê we ketiye ber zemanê.” Ev yek ji kurdan re jî pêwîst e. Carna divê meriv li hemberî şaşîyan bi tolerans be û rê li xebata welatperwerîyê negre.

Pirs: Di meha gulana çûyî de, tu û birêz Îbrahîm Guçlu û birêz Ahmed Sedat Ogur, we xwest ku li hemberî êrîskarîya dewleta tirk a li dijî başurê Kurdîstanê protestoyekê çêbikin û dû re jî hûn ketin girtîgehê. Ev tevgera we çawa dest pê kir? Her çiqas we civînen fireh jî pêk anîn, sedem çi bû ku ev protestoya we tenê bi 3 kesan ma?

Bersiv: Rewşa Bakur, bi rastî jî Bakur rewşeke pirr xirab de ye. Ji alîyê aborî bigre heta ji alîye sîyasî ve krîzeke pirr mezin heye li ser civata kurd.

Me xwest ku em bi hev re tiştekî fireh çêbikin. Gelek caran gava ku birayê me yên Başur mafek bi dest dixin, dewleta tirk jê pirr aciz dibe û ne bi exlaqê siyasî ne jî bi exlaqê dewletî lê dinêre. Û kurdan bi ‘eşîrtî’ binav dikin. Dixwazin ku ev destkeftîyên me yên Başur têk biçin. Û her tim jî li hemberî sîyaseta wan em bêdeng mane. Me xwest ku em tiştekî bikin vê carê, ew bizanibin ku însan ji vê tiştê ne razî ne. Û em dikarin dengê xwe bilind bikin û bêjin ‘NA!’ Bes bilî 3 kes, kes amade nebû. Heke kesên din jî amade bûna, me dê li gor pilanekê dest pê bikirana. Li gor me ev tevger mafê me yê siyasî û demokratîkî bû û meşrû bû. Her çiqas di destpêkê de em bi 3 kesan man jî dû re gelek kesan piştgîrîya me kir. Dora 30-40 parêzer (ebûqat) ên herêmî xwestin me biparêzin û beşdarî doza me bûn û di nav wan de hinek kes hebûn ku me wan nas nedikir. Ji Swêdê jî parêzer hatibûn. Konsolosa Swêdê jî hebû. Gelê Amedê li me xwedî derket. Nêzîkî 500-600 kes hatin, bes nehiştin hemû bikevin hûndir, ji bo vê yekê encax 200-300 kes dikaribûn bêne hundir.

Me jî parastina xwe li ser Kurdistanê, li ser hebûna Kurdistanê û mafên Kurdîstanîyê bi zimane xwe yê zikmakî, bi kurdî pêk anî.

Pirs: Kek Zeynel Abidîn, tu jî beşdarî civîna birêz Şerafettîn Elçî bûyî, ya li Anqere di roja 8.07.2006an de.

Bersiv: Belê.

Pirs: Ew civîn çima li otêla Hîltonê çêbû, kî mesrefê da?

Bersiv: Ew civîn ji alîyê kek Şerafettîn Elçî ve hat amadekirin. Ji me jî xwestin ku em beşdar bibin. Gelek heval hebûn ku wan jî dixwestin ku em beşdar bibin. Wek grûb kesî nedixwest, wek şexs dixwestin. Em jî wek şexs beşdar bûn. Me li civîne bîr û rayên xwe anîn ser ziman. Civînekî bi rêk û pêk bû. Hîsên kurd û Kurdistanî pirr bilind bûn. Pirr bi hurmet bûn. Her kesî hurmetî hevûdu dikir. Her kesî fikrê xwe got. Lê ev tiştên ku em difikirin, me bi xwe rengê xwe tê de nedît. Me nedixwest em mudaxeleyekê bikin û bibin sedemê tekçûyîna civînê. Me ev tişta nekir. Me pîrozbayî ji wan re xwest û em vegerîyan. Tiştê xweş ev e ku her kurd xwe birêxistin dike. Rêxistinî kirin ji nerêxistinbûyinê çetir e. Ew jî wek kurdekî welatperwer rêxistinekê ava dikin, biryaran digrin, ev li gor me tiştekî pîroz e. Em gava ku dibêjin pîroz e, ev nayê wê manayê ku em tê de bin. Dema ku em xwe tê de bibînin, wexta ku programa wan derkeve û fikrê me tê de hebe, wê demê hewce nîn e ku em rêxistineke din çêbikin. Ew, an Hak-Par, tiştên ku em dibêjin bînin ser ziman, em ê xwe tê de bibînin. Bes aniha na.

Mesrefê xwe me bi xwe daye, heqê razanê, ew jî ji kîsê me bû. Salon kire kirine, çay û qehwe li ser wan bû.

Pirs: We xwe tê de nedît û we ligel kek Şerafettîn cih negirt û we daxuyaniyek jî li ser vê yekê belav kirîye…

Bersiv: Me di daxuyaniya xwe de got ku em beşdarî civînê bûne, bes me rengê xwe tê de neditîye û em hatine mala xwe û karê xwe didomînin.

Pirs: Hûn di daxuyaniya xwe de behsa ‘pîvanên şexsî’ dikin. Manaya wê, pîvanên kek Şerafettîn e?

Bersiv: Şexsê wî û hevalên wî, wê civînê lidar xistin. Helbet şexsek û hevalên xwe civînekê çêbikin, dê li gor xwe çêbikin. Bes % 85 beşdarvanên civînê wek me xeteke Kurdîstanî dipejirand. Ango federasyon ser axa xwe desthilatdar bûyin, parlamena xwe. Wek li Başur.

Heger van tiştên ha çêbikin, wê demê em ê xwe tê de bibînin. Lê em kêfxweş in ku kurd birêxistin dibin. Tiştê girîng ev e, ku kurd rêxistinî bibin, zelalîyek çêbibe û dû re di nav xwe de tiştekî ava bikin û keysa ku ketiye destê kurdan em jê istîfade bikin.

Pirs: Birêz kek Elçî daxwaza federasyonê dike. Gelo tu ji daxwaza wî ya federasyoniyê çi  fam dikî?

Bersiv: Tiştekî baş e. Dema ku fikir ji ‘otonomîya çandî’ derkeve û bigihe sewîyeya federasyonê, îro li Bakur xeynî PKK û Hadepê (mebest DTP), bi kêmasî federaliyê dixwazin. Ev pîvan ji bo mafê civata kurd tiştekî pîroz e. Lê kî ji federasyonê çi  fam dike, ewqas ne zelal e. Em eşkere dibêjin, pêwîst e ku parlamena kurdan, alaya me jî hebe. Ango wek Başur. A wan (mebest tirk) çi hebe, divê ya me jî hebe.

Pirs: Ango tirk xwedîyê çi ne, divê kurd jî xwedîyê wan tiştan bin?…

Bersiv: Belê. Ev yeka, me di dadgehê de jî anîye ser ziman. Me got, “Hûn dibêjin ‘Guneydogu’, em dibêjin, Kurdistana bakur. Alaya we, zimanê we heye, em jê re hurmetê dikin. Ala û zimanê me jî heye, divê hûn jî hurmet bikin…”

Pirs: Aniha di nav rewşenbîran de tê daxwazkirin ku navenda HAK-PAR, DTP û xebata Elçî li Amedê bêye sazkirin. Li Anqere, li gor berjewendî û pêwîstîyên şexsî siyaset domandin, û li gor  berjewendî û pêwîstîyên şexsî li ser mafê kurdan siyaset kirin tê rexnekirin. Gelo ev rexneyana di cih de ne?

Bersiv: Pêwîst e ku em sûretê dewleta dagîrker û îdareya wê, zagonên wê, çand û pîvanên wê ku 80 sal in li me hatiye perwerdekirin, em ji serê xwe biavêjin. Kurd û Kurdistanî bifikirin. Ji ber wê jî wek manewî hatiye pejirandin, Amed wek payîtexta Kurdistanê hatiye pejirandin, divê Amed bibe navend. Em dest dirêjiya maf û huqûqê tirkan nakin, divê ew jî ji bo me nekin. Divê em bi nasnameya xwe, li cografyaya xwe, çand, ax û zimanê xwe xwedî lê derkevin û doza îdarekirina xwe bikin.

Mafê rewşenbîr û sîyasetmedarên kurd nîn e ku, ne xwe bixapînin ne jî miletê xwe bixapînin. Pêwîst e di sedsala 21. de divê milletê kurd bi maf û navê xwe di nav milletên cîhanê de hebin û bi şiklekî serfirazî û serbilindî û bi dengeki bilind bibêjin ku “Em jî hene. Milet û axa min heye û ez miletekî li ser axa xwe bi hezar sala ye dijîm…”

Pirs: Gelo gotinekî te ji bo rewşenbîr û welatperwerên ku li Ewropa dijîn heye?

Bersiv: Ez jî bi salan li Ewropayê bûm. Ez xerîbîyê baş dizanim. Ez dizanim çi ezîyet û çi keder û çi hesret li wir tê kişandin. Ez wana piçûk nabînim, ew mezin in û xizmeteke baş dikin. Lê pêwîst e ku hê baştir bibe. Li Ewropayê îmkan hene ku kurd bêhtir birêxistin bibin. Ji aliye aborî ve bêne ser xwe û piştgiriya welatê xwe bikin. Û tiştê herî muhîm, li wir xwedî li malbat û zarokên xwe derkevin. Edet, ziman û çanda xwe ji bîr ve nekin. Ez dixwazim bêjim ku bila girêdana wan û welat germtir bibe.

Pirs: Wek şexs, ez bawer im, baweriya te ji xebata veşartî û şerê çekdarî nemaye?

Bersiv: Ez dikarim viya bibêjim, mafên bo xwe parastinê yên însanî tiştekî meşrû û muqedes e. Bi her şiklî însan mafê xwe heye ku xwe biparêze. Ji ber wê ez tu rêyê nagrim û dernaxim ji pêş ve. Heger şert û merc dest bide, xebata eşkere çêtir e, ji bo ku bi hezaran kadro li îllegalîteyê ziyan dibin. Dagîrker mecbûr dike ew illegal bibin. Min ji wexta xwe de bernameya xwe bi îllegalîteyê parast û şerê çekdarî ji dema xwe re rast dîtiye. Piştî ku ev guhertinên li dinyayê pêk hatine û têkçûyina sîstema sosyalîst, pêşketina teknolojî û ragihandinê, şoreşa zanyarî ku li dinê çêbûye û şiklê hêzên şerê yekemîn û duwemîn ên cîhanê de guhertin çêbûye û mafê tayinkirina qedera gelan derketiye pêş û cihkirina demokrasî bûye noqteyeke esasîn ji bo dinyayê. Ez dibêjim ku menfîeta kurdan di xebata legal û demokratîk de ye û divê em mafê xwe li gor zagon û pîvanên navnetevî biparêzin.

Did you like this? Share it:
Niha şîroveyek girêdayê gotarê ye
    argeş says:

    em te jıbırkanım mamo ez pır jıte has dıkırım mamo tı dılemındeyi ezte dıçari te jıbırkanım tınemiriyi tı canemedeyim mamo zeyni (şex zihni)nin yegeniyim

Bersivê bide vê şirovêye
Pêwîst e
Pêwîst e