Newroza 2010’an Pîroz be !
| Yorgo Baca | Değerli arkadaşlar! Newroz bayramınızı en candan kutlarım Daha nice sağlıklı barışçıl newrozlara! Biji Newroz! Biji Kurdistan! Saygılarımla |
| Tahsin Sever | Newroza 2010’an Piroz be
Newroz, roja serhildanê û berxwedanêye. Newroz, ji bo azadiya gelê me rojekî dîrokîye. Em hevî dikin newroza 2010’an ji bona berfırekirina netewîya Kurd û rexistinbuna tekoşina azadiyê, çareserkirina pirsgirêka Kerkukê bibe gavekî pîroz. Bi slavê germayi cejna weya netewi piroz dikim. * * * * * ** * ** * * |
| Metin Esen |
2010 Yıl Neroz bayramının, başta Kürt ulusu olmak üzere tüm ezilen mazlum ulusların bağımsız ve özgür olmalarına vesile olması dileğiyle Newroz bayramınız kutlu olsun. * * * * * ** * ** * * |
| K. Simo Hedilî | Cejna berxwedan û coşa hestên netewi, Cejna newrozê bi dil û can li we pîroz dikim
Bi daxwaz û hêviya rojên serkeftin û azadiyê Bi hêviya ku gelê me bi hezar newrozên Weha şad û bextewar bibîne Guleke ji dayîk, jin, keç û xwîşk pakrewanên nemir re Yekê ji bav, mêr, kur û biran re Û yek jî ji girtiyên zîndana re diyarî dikim * * * * * ** * ** * * |
| Raif Yaman | Bi heviya di sala nû da her tişt bi dilê we be,
cejna we a Newrozê pîroz dikim. * * * * * ** * ** * * |
| Mecîdê Heso |
Newroza we pîroz be Ez cejna gelê kurd ya neteweyî NEWROZ ê li we pîroz dikim, bi hêviya ku sala nû ashti û aramiyê bi xwe re bîne û bibe sala azadiya Kurd û kurdistanê. * * * * * ** * ** * * |
| Nejîb Balayî |
Newroza 2010an, li we hemûyan û tevaya gelê kurd pîroz dikem li her ciyê hebin, hemî roj û demên we Newroz û Sersal bin. * * * * * ** * ** * * |
| Suleyman Çevik/Nûbihar | Ez jî Newroza we tevan pîroz dikim.
* * * * * ** * ** * * |
| Qadir Baran |
Amed û Newroz Cejna Newrozê, bi tevayî, cejna hemî Gelê Arî ye, bi taybetî, di nav Gelê Arî de, ji bo kurdan naverokeke sîyasî wergirtiye û bûye roja Neteweyî ya Gelê Kurd. Li her aliyê Kurdistanê bûye roja derbirrîna hestên neteweyî û hilgirtin û bilindkirina Alaya Kurdistanê ku yek Ala bi tenê ye ew ji Kesk û sor sipî, di nav sipî de roja zer ku tîrêjên xwe dide her aliyê Kurdistanê ye. Îro di ahenga pîrozkirina Cejna Newrozê ya Li Amedê de jî wek li her aliyê Kurdistanê bi coşeke mezin agirê Newrozê hestên neteweyî yên hemî Kurdên dilsoz û dildarê doza miletê xwe bilindtir dikir. Ji katjimêr 1100 heta 1300ê nivro vê ahengê dengê beşdaran bi asimanan dixist. Lîrilîr û govend û qêrîna gencan erd û ezman bi xwe ve hiltanî. Lê di dema axaftina Leyla Zana de ku destanheva kurdan di rojevê de germ dikir, daxwaza tahamul û bêhnfirehîyê dikir de, mixabin erîşeke ne rewayî Cejna Newrozê, hate ser hildêrên Alaya Kurdistanê. Dîsa sed mixabin desteyek ku xwe bitenê xwediyê Newrozê dibînin , êrîş birine ser wan kesên ku Alaya Kurdistanê hildane. Lê hilgir û hildêrên Alaya Kurdistanê ji ya xwe nehatine xwarê û gef êrîşên hatine ser wan ji xwe bi dûr xistine. Gelê Kurd yên beşdarên Newrozê ev êrîşa nerewa qebûl nekirine û piştgirîya hilgirên Alaya Kurdistanê kirine. Pevçûn û destlepkîya di navbera beşdaran de ku negihaştiye asteke diltezîn cîhê şanaziyê ye. Lê belê Ew Alaya ku li her aliyî Kurdistanê dihête hildan êdî sembolên lokal û remzên rêxistinan di bin sîdana xwe dihêle. Qedrî Baran û gelek gêncên milê xwe dabûn hev û Alaya Kurdistanê hildane jor, hestên neteweyî li Bakurê welêt jî bilind dikin. Cejna Newrozê Pîroz be! 21 Adar 2010 |
wêne: Komel Ressamlar Birliği /Tekin Firat/newroz_piroz_be













