Li dijî sîyaseta dewletê qempenye..

KARESETA PEYMANA LOZANÊ DUBARE DİBE…

(M.Emîn Kardeş/Zahîd Bozarslan/Hasan Çakir/Hasan Beksek/Îbrahîm Guçlu/Zeynel Abîdîn Ozalp(Şêx Zeynî)/M. Emîn Dîcle…)

DiyapAga_KemoDi van demên dawî de, piştî ku dewleta tirk biryar da ku plâna xwe ya 40 salî ku bi destê PKKê dimeşand û bi riya Ocalanî di Îmraliyê de zelalkiribû, bixwe jiyanê: Hinek civîn xwedê giravî bi navê “Kürt Açılımı” têne çêkirin. Civîna yekem bi navê “Kürt Çalıştayi” di aqademiya polîsan de li Enqereyê hat çêkirin. Li gorî hinek agahdariyên ku em bi riya çapemeniya tirkan dibihîzin wê di pêşerojê de jî li Amedê bi navê “Kürt Açılımı” civîneke din, ku dişibe Kurultaya Erzoromê û Siwasê dê ji aliyê wezîrê karên hundir Beşîr ATALAY ve bête bidarxistin.

Ev delîla dubarekirina Peymana Lozanê ye. Di Lozan a 1923-an de li dijî netewe kurd biryar derketin. Kemalîstan ji dewletên îtîlaf û raya giştî ya dinyayê re diyar kirin ku “xwedê giravî miletê kurd bi temsîlkarî beşdarî Kongreya Siwasê û Erzoromê bûbûn û ev roj li Lozanê jî kurd têne temsîl kirin. Kurd doza cudatiyê nakin, xwe wek hemwelatiyên Tirkiyeyê dibînin û ku daxwaza wan bi tirkan re bi awayê biratî, di nav aramiyê de bijîn. Ew xwe ji ola îslamê dipejirînin, ew ne kêm netew in, ew ‘aslî unsur’ in. Heger hinek pirsgirêkên ku dewletên biyanî qal dikin hebin jî, emê wan pirsgirêkan di pêşerojê de di nav xwe de çareser bikin.”

Lê ji wê rojê û heta îro ew pirsgirêkan çareser nebûn. Lê çi hat kirin?

Dewleta tirk fikr û ramanê “yek dewlet yanî dewleta tirk, yek milet yanî miletê tirk, yek al yanî al a tirkan û yek welatbûyîn yanî tirkîstan” xistin serê kurdan. Kurd wek miletekî hat înkarkirin û gotin ku “kurd, tirk in.” Hemû mafên neteweyî yên kurdan xesip û zimanê kurd qedexe kirin. Ji bona ku neteweya kurd ji holê rakin, kurd asîmîle kirin û bi zorê helandin. Li hemberî kurdan siyaseteke qirêj meşandin. Qetlîam û jenosîda fizîkî û çandî û sosyolojî domdar kirin. Tevgerên rewa yên milî yên Kurdistanê bi zilm û zora leşkerî şikandin. Serok û têkoşerên kurdan kuştin. Gund û bajarên kurdan şewitandin. Kurd bi awayekî kîtlewî koçber û sirgûn kirin.

Dewleta tirk, ev kiryaran, tev bi saxiya serê hinek ji wan kurdên ku ne kurdperwerbûn, lê hevalbendê dewleta dagirker bûn, pêk anî. Ew kesan bûn qatilê neteweya kurd.

Îro jî metirsiya me kurdan ew e ku bi hebûn û daxwaza Ocalanî, DTPê û hin kesayetên ku xwedê giravî mîna wan rojên Lozanê, wek a temsîlkarên kurdan di nav civînan de xwe didine nîşandan û mafê dewletbûyîna miletê kurd binpê bikin. Lê dinye û alem jî xweş pê dizane ku ev sazî/dezgeh û kesan li gel dewletê cîh girtine, aramî û serbilindiya xwe li kêleke dijminê kurd dibînine. Hewildan, fikr û ramanên wan ev e, ku neteweya kurd bi dewleta kolonyalîst ya tirk re entegre bikin, hinek mafên demokratîk yên kesayetî, wek mînak: bi zimanê kurdî perwerdehiya dersa bijartayî, afûyeke giştî derxistin; pêk bînin. Hebûna kurdan û mafên meteweyî  ji bona ku di zagonên bingehî de jî cîh bigre jî, daxwazek tune ye. Yanî ew mafên ji xwe di roja îroyîn de ku li dinyayê nebê nabe, ev mafê her meriviyî, ev tenê têra neteweyekê nake; Ocalanî û DTPê û dewlet û beşdarvanên van civînan, daxwaz dikin.

Ev siyaseteke Tirkiyeyî diparêzin. Di encamê de ev qas kuştinbûna 10 hezaran kesên kurd, koçberî, xerabûna bi sedan gund û bajarên Kurdistanê, ev tev bûne berdêlên berjewendiyên hin kesên xwe ne nas.

Lê miletê kurd ev heq nekiriye.

Ev mafên kesayetî, ne daxwazên kurdên kurdperwer û kurdistanî ne. Daxwaza kurdan, mafê dewletbûyîna Kurdistanê ye. Kurdistan bi axê ve girêdayîye. Miletê kurd ji vê mafê xwe tu tavîzê nade.

Ji bona vê yekê jî, em dibêjin ku mafê kurdan, wekê her neteweyekî li dinyayê heye ku dewleta xwe ava bike. Li ser axa xwe, bi ax, av, çand, dîrok û bi netewe xwe ve xwe bi xwe îdare bike. Di vê qonaxê de kêmtirin daxwaza kurdan jî, divê Kurdistaneke federe be.

Em dixwazin ku ev nerînên me û teksta bibe belge, ji bona ku ji aliyê raya kurd û dinyayê ve bête zanîn ku, ev civîn û peymanên li dijî DOZA KURDİSTANÊ pêk tên, ne di berjewendiya neteweya kurd de ne.

Ew mafên neteweya kurd bin pê dikin. Neteweya kurd, van kiryar û encaman li dijî xwe dibîne. Bi tundî li dijî van helwestan pêşberî dike û ev helwestan red dike.

Kî dewlet, rêxistin, sazî, kes çi biryarên ku mafên neteweya kurd înkar û binpê bikin bigrin û bipejirînin, gelê kurd bi tundî li dij derdikeve. Ew mafê xwe yê netewe ku xwe bi xwe (mafê çarenûsî) îdarekirinê dipejirîne. Lewra ew maf, mafekî rewa û xwezayî, heta xwadayî ye jî, Wê rojekê her pêk we re.

TEBAX 2009

1- M.Emîn Kardeş

2- Zahîd Bozarslan

3- Hasan Çakir

4- Hasan Beksek

5- Îbrahîm Guçlu

6- Zeynel Abîdîn Ozalp (Şêx Zeynî

7- Zilkuf Ozel

8- M. Emîn Dîcle

Did you like this? Share it:
Hîn tu şîrove giredayê gotarê nîn e
Bersivê bide vê şirovêye
Pêwîst e
Pêwîst e