Hejmara Sêyem(3.) a Kovara Tevkurdê Derçû!

Tevkurd-3Ji Tevkurdê,

Gelî xwişk û birayan, hejmara kovara Tevkurd-ê ya sêemîn, derket. Weke me berê jî gotibû; Tevkurd, weşana Tevgera Yekîtiya Netewî ya Kurd/TEVKURD-ê ye. Tevkurd, kovarek makro siyasî û fikrî ye. Di her hejmarê de, wekî dosya li ser mijareke siyasî-stratejîk radiweste. Pirs-pirsgrêkên doza Kurd-Kurdistan bi hemû aliyên (heta ku mumkûn be) kurdan re nîqaş û muzakere dike. Em dixwazin kovara Tevkurd-ê bibe platforma tevgera azadiya netewî û hemî aliyên siyaseta kurd li kêleka hev bi azadî têde werin îfade kirin. Em bi perspektîfa yekîtiya neteweyî û bi hestên xwişk û biratiyê li hemû aliyên sîyaseta kurd dinêrin, ji mîrasa tevgera azadiya netewî re xwedî derdikevin û dixwazin kovara Tevkurd-ê bibe wesîla vê çandê.

Di vê hejmarê de mijara dosya me, “Di Doza Kurdistan de Nîqaşên Çaresiyê û Pirsa Yekîtiya Neteweyî” ye. Lewra ku îro ji her wextê zêdetir pirsa Kurd-Kurdistan hatiye rojevê. Ji cıvata navnetewî heta dewletên herêmê her kes bi mesela Kurdistan re mijûle û li serê xeber dide. Statukoya sedsala çûyîn mîada xwe tije kirye û li ber xerabûnê ye. Bi xweşî an nexweşî ev statuko mecbûrê guhartinê ye. Li Iraqê, bi mudaxela cıvata navnetewî Kurdistana Federe derkete pêş. Li parçeyên din û bi taybetî li Bakûr wê pêvajo çewa here serî nediyar e. Şertên der û hundur yên her perçeyî weke hev nîn in. Ne destek û mudaxela cıvata navnetewî (weke Iraqê) û ne jî temsîla îrada siyasî ya hevmuşterek li her perçeyî weke hev e.

Ji wê bonê, di vê pêvajoya ku “dinya alem” li ser mesela Kurd-Kurdistan mijûl dibe; bi navê “vebûnan” (“vebûna kurd”, “vebûna demokratîk” û nuha jî “vebûna tevgera yekîtiya mîlî”), gelek plan û senaryo têne ristin. Gelo li ser vê pêvajoyê hişmendiya raya kurd çi ye? Bîr û rayên siyaseta kurd çi ne, çi nîn in û pêwîste çi bê kirin? Di vê hejmarê de em li ser pêvajoya dawî û egerên wê rawestiyan…

***

Em weke Tevgera Yekitiya Neteweyi ya Kurd (TEVKURD-ê), vê pêvajoyê ji nêz ve belê bi îhtîyad dişopîn in. Her çiqas gotin û nîqaşên “çareserkirina” pirsa kurd zêde zêde ketibin rojevê û hin peyamên sembolîk û gavên pratîk têne avêtin jî, belê îrada damezrêner ya red û înkara kurda ya dijî aqil û bêehlaq di esasê xwe de hîç neguherî ye. Îrada damezrêner ya “yek dewlet, yek al, yek zman, yek milet”, ya jakoben û unîter bi hemî damû dezgeyên xwe ve desthilatdar e û yekgirtî ye.

Belê vê pradîgmayê mîada xwe tije kirye. Li ber guhartin an şikestinê ye. Ya ku nuha ji alî dewletê ve tê xwestin û kirin, bi rutûş û reformên piçûk cardin parastin û restorasyona vê sîstemê ye. “Tevgera yekîtiya mîlî”, planê xapandina kurda ye!

Ji alî me de ya herî metirsîn û bêehlaqî ewe ku, ev plan cardin bi piştgirî û manîpulekirina “hin” kurdan tê bi cîh kirin. Em bala hemû kurda dikşînin ser vê yekê! Doza azadiya netewî di şikêrek pir kirîtîk de derbas dibe. Netewa kurd nuha bi prosesa Lozana duwemîn re rûbirû ye! Ya ewê kurd weke netew li ser zemîna welatê xwe û di çerçeva mafê çarenûsî de cih bigrin û bêne qebûl kirin, yan jî aqûbetek wek ya Lozanê li pêşiya kurda ye!

Nuha çavê dinyayê li kurda ye ku, kurdê rolekî çewa bileyîzin. Lê mixabin! Vîzyona siyaseta kurd gelekî qels e. Doza Kurdistan li ser rastiya xwe ya tarîxî û siyasî nayê muzakere kirin. Çap û çerçeva daxwazên kurda û tawrê xwestina wan gelekî “nizm” ketî ye. Kurd, ji temsîla yekîtiya neteweyî ya siyasî dûr, bêserûber û bê liyaqat in. Ev jî grûra mirov ya netewî û însanî dişkêne.

Ji bo me pirsa Kurd, pirseke netewî, pirsa kurd û Kurdîstan e. Pirsa parçekirina welat û miletekî 40 mîlyon e. Pirsa kolonyalîzmê ya asîmîlasyonê, nijadperestî, koçkirin, qirkirin û ji dest girtina hemû mafên netewî û însanî ye. Bi gotinekî din pirsa kurd; pirsa aqil, ehlaq, edalet û wijdanê mirovatiyê ye.

***

Li ser van mijaran gelek nûnerên siyasî, siyasetmedar û ronakbîrên hêja bîrûrayên xwe bi me re perve kirin. Wefadarê doza Kurdistan, entelektuelê cefakar, mamosta Îsmaîl Beşîkçî êdî weke nivîskarê daîmî di her hejmarê de bi me re ye. Em bawerin ku emê/hunê ji van şîrove, analîz û pêşniyarên sûdekî mezin bigrin. Ji nuha de em destxweşî û spasiya wan dikin.

Wekî din di vê hejmarê de hunê hin belgenivîs û banga TEVKURD-ê ya li ser “Kampanya Zmanê Kurdî” bixwînin. Em ne bi gotinê, bi şiûr û hemû giyana xwe grîngiyekî mezin didin zmanê kurdî. Yekîtiya zman, dikare yekîtiya neteweyî jî bi xwe re bîne. Ji wê bonê, me amadekariya kampanyayekî piralî û demdirêj daye destpêkirin. Di nêz de ewê li serê zêde agahdarî werin belavkirin. Nuha em metnê kirdkî û kurmanci ya vê kampanyê -ku em wê weke seferberiya zmanê kurdî bi nav dikin-, dixwazin bi we xwendevanên Tevkurd-ê re parve bikin.

Heta hejmareke din, bimînin di nava xêr û xweşiyê de…

20 Cotmeh 2009-Diyarbekir

Heyeta Weşanê

Did you like this? Share it:
Hîn tu şîrove giredayê gotarê nîn e
Bersivê bide vê şirovêye
Pêwîst e
Pêwîst e