Daxuyaniyek kurt, di derheqê nivîsarekê de – Cemal Özçelik

Di sîteya „Peyama Azadî“de bi tesadufî ez lê rast hatim ku nivîsareke birêz Fevzi Namli(17.09.2009) hatiye veşandin ku tê de şiroveyek di derheqê nivîseke min jî cî girtiye. Ez bawerim birêz Namli li ser esasê şaş têgihiştinekê ev şirove û nirxandin kirine û di encamêde jî hin gotinên xav û ne di rê de bi kar aniye.

Ev nivîsara min di 3’ê ìlona 2009’an de berê di çarçowa hevpeyvînekê di sîteya Newrozê de hat weşandin û paşê jî di kurdinfo.com ê de derket. („Demokratık Açılım’’ Hakkında Birkaç Tespit/Di derbarê ”Vebûna Demokratîk’’ de Çend Tespît))

Fevzi Namli di nivîsa xwe de berê „Jêderekê“ ji nivîsa min dike û paşê jî li gor vêya şirove dike û bi gotinên ne xweş û ne dicî de „Rexne“ dike.

Rexne mafekî pîroz ê her mirovî ye. Ù min tim ev maf parastiye. Ango wek Fevzi Namli dibêje min devê raya Kurdî gem nekiriye û ez li dij mafê tu kesî ê rexneyê derneketim e.

Ji xwe tiştên min nivîsandine jî di çarçoweya rexneyê dene.

Jibo dilê kesî neşkê min bi zaneyê navê tu kesayetî û rêxistinan nedabû. Ne jibo ku ez herkesî di bin tohmetê de bihêlim. Li gel hin nuqteyên din, mijareke ez di nivîsara xwe de li ser sekinî bûm, ne rast bikaranîna bêje û têgeyan bû. Lê ji ber ku mijara hevpeyvînê cuda bû, min nexwest ez mînakan bidim. Ji xwe di nivîseke xweya kevn de ez liser vê mijarê sekinîbûm min ne xwest ez dubare bikim. Û ya din ez di hevpeyvînê jî de dibêjim ku wê nîqaşên di derheqê vê mijarên de her berdewam be.

Fevzi Namli jêdereke bi vî rengî ji nivîsara min dike: „Hinek bi awayekî ortodoks xwe bi têgeyên berê girê didin û hundirê xwe vala dikin“..

Ji ber ku siteya Newrozê pirsên xwe bi zimanê Tirkî kiribû, min jî bi Tirkî bersîv dabû. Ev jêdera jor, wergera birêz Fevzi ye. Û paşê nivîsa xwe weha berdewam dike: „Birêz Cemal rêxistin û kesayetiyên Kurd bi van îddîayan tawanbar dike û dibêje ‚hundirê xwe vala dikin’.’’

Jıbo ku şaşıya Fevzi Namli baştir bê dîtin ezê berê tirkiya orîjînal pêşkêşî xwedevanên we bikim: „ .. Çelişkilerin çoğunun da kavram kargaşasından kaynaklandığını düşünüyorum. Eski dengelere dayalı kimi kavramlar çöktü, ancak bunların yerine uygun düşecek gerekli yeni kavramlar tam olarak geliştirilemedi. Kimileri eski kavramlara ortodoksça bağlı kalıp belli oranlarda içini boşaltırken, kimileri de eski kavramları terk etmeye çalışırken yeni kavramlara sarılmaya veya eski kavramlara yeni anlamlar yüklemeye, onları farklı bir şekilde yorumlamaya çalışmaktadırlar. Bunu yaparken yer yer standart sapmalar yaptıkları da oluyor..’’

Fevzî Namli nirxandinê di derheqê gotinên min de weha didomîne: „ Bêrêztiyê li yên bîr û raya xwe gotinê dike û wan bi ‚Ortodoksî’ û ‚hundirê xwe valakirinê’ tawanbar dike’’.

Di nivîsa min de gelek eşkereye ku ez tu kesî, tu rêxistinê tawanbar nakim û nabêjim ew „Hundirê xwe vala dikin“. Tiştê ku ez dibêjim, ne di cî de bi karanîna têgehan û bi vî rengî cî bi cî valakirina naveroka wan e.

Di eslê xwede ez dixwazim nîşan bidim bê çawa kesayetî û rêxistinên Kurd hevdu şaş fêm dikin û pirsgirêk û nakokiyên di nava wan de peyda dibin jî bi piranî ji ber vêya dertên. Û ne tenê yên „Ortodoks“, lê yên ku duxwazin têgehan ji nû de şirove bikin jî cî bi cî şaşitiyan dikin. Ango ez kesên ku bîr û rayên xwe ifade dikin bi „Naveroka xwe valakirinê“ tawanbar nakim.

Ev mijar, ango guherînên naveroka têgeyan ne tenê di nav kurdan de, lê li temamê cîhanê bûne mijara nîqaşan. Û divê bê gotin ku, bêjeya „Ortodoksî“ ne heqaretek e. Hin kes hene ku bi zaneyî xwe wek „Ortodoks“ didin naskirin. Ji ber vê şaş têgihaştinê Fevzi Namli xwe gelek aciz kiriye û nivîsa min jî di çarçowa „Helwest û tendensa teslîmiyetê“ nirxandiye. Ez ne li dij rexneyan, lê li dij tawanbarkirinê derketibûm. Fevzi Namli dikare di derheqê min û kesayetiyên din de ramanên xwe bîne zimên, eva wek her kesî mafekî wî yê xwezayî ye. Lê ew, kadroyên Kurd ku bi dehan salane di ber daw û doza miletê Kurd de xizmet kirine û hîn jî dikin, bi dendensa teslîmiyetê tawanbar dike. Gelo vaya ne bêrêztiya esasiye?

Mebesta nivîsa min di paragrafa herî dawî de xwe nîşan dide: „En güzel yol, yürekten yüreğe giden yoldur. Yol haritaları oluşturup hep birlikte yola koyulmak için, öncelikle Kürt çevrelerinin yürekten bir birlerinin elini sıkmaları gerek’’. (Rêya herî xweş; rêya ji dil digihê dil e. Jibo ku nexşerêyan çêbikin û bi hevre derkevin ser rê, divê beri her tiştî der û dorên Kurd ji dil destê xwe bidin hev).

Ez bawerim gelek kes ji we bi salan e min nas dikin û dizanin ka bê helwest û tendensa min di mijara Kurd û Kurdistanî de çiye. Ji ber vê yekê ez naxwazim mijarê dirêjtir bikim.

Min xwest ez bala we û ya xwendewanên we bikşînim. Bi silavên biratî û welatperwerî ji wer e serkevtinê dixwazim.

23.11.2009

Çend gotin derheqê helwest û tendensa teslîmîyetê – Fevzi Namli

——————–

Bersîv ji Cemal Ozçelik re.

Silav ji te re Cemal Ozçelik.

Min têbînîya te ya der heqê nivîsa xwe ya di Peyama Azadî de derketiye xwend. Ez ji bo cumleya “Kimileri eski kavramlara ortodoksça bağlı kalıp belli oranlarda içlerini boşaltırken …” xelit tigîhişti me û min şîroveyek neheq li ser wê kiriye lêborînê dixwazim. Sedem çi dibe bila bibe divê min bêtir bala xwe daba vê cumlê û li gor wê rexneya xwe kiribaya. Ez li tevaya nivîsê û naveroka wê xwedî derdikevim. Mirov kare bi dehan salan xebatek siyasî kiribe û ji bo doza gelê xwe xebat kiribe, ji bo wê tiştekî ez bêjim tuneye.

Min nivîsa xwe ne li ser kesayetiya mirovan nivîsiye. Nivîs derheqê nivîsa Murad Ciwan û hin fikir û helwestên derheqê pirsgirêka neteweyî-kurdî de hatiye nivîsandin. Ez rast nabînim tu helwestek wenî wek bêrêztî li dijî xebata mirovan binerxîne. Jiber ku min di nivîsê de behsa kesayetî û xebata kesekî nekiriye û herweha min diyar kiriye ku nivîs derheqê helwest û fikrê de ye.

Bimîne di xweşiyê de.

Fevzî Namli

25.11.2009

Did you like this? Share it:
Hîn tu şîrove giredayê gotarê nîn e
Bersivê bide vê şirovêye
Pêwîst e
Pêwîst e