Bibona wergirtina Prof. Î.Beşikçî Xelata Osman Sebrî Hevpeyivîna kovara Pirsê bi Dilawerê Zengî re

Prof. Îsmaîl Beşikçî:

Di sala 1939an de, li bajarokê Îsklîpê (Tirkiyê) ji dayikê bûye. Xwendina xwe, ya seretayî û navîn li wir kuta kiriye. Piştre ew di sala 1962an de fakulta zanistiyên ramyarî li Erzeromê diqedîne.

Leşkeriya xwe di du gundên Kurdistanê -Bedlîs û Hekarê- de dike. Li van herdu bajarên Kurdan, wî demên xwe vala derbaz nekiriye, ewşa gundiyan, çanda Kurdan pir ji PROF. Î.Beşikçî re balkêş û hewaskar bûne. Şûnmayîna hemû aliyên jiyana Kurdan ji nêzîk ve naskiribû û bi êş û derdên Kurdan re dibû hevpar.

Di sala 1964an de pileya doktoriyê di civatnasiyê de, li ser irtûka xwe (Eşîra Elîkan ya koçer) wergirt.

Ji ber ku Prof.Î.Beşikçî li ser Kurdan lêkolîna xwe didomand, ew di sala 1969an de, ji zanîngehê tê qewitandin, lê dîsan, ew di sala 1971an de, di fakulta rêzaniyê de, li Enqerê dibe mamoste, lê vê care ji ber xebatên xwe yên zanistî, derbarê gelê Kurd, tê girtin, û 13 salan ceza dixwe, lê li gor biryara bexşandina giştî, ew azad dibe.

Di sala 1979an de, ji bo berhemin nû li ser Kurdan diweşîne tê girtin, û di 12ê Nîsana 1980î de serbest dibe.

Girtina wî, bandorek mezin li raya giştî kiribû, lewre, rêxistina (Emnestî Internasyonal) yekîtiya nivîskarên Siwêdî, Nerwêcê û Holandayê nikarî bûn bêdeng bimana, û karbidestên tirkiyê pirotêst kirin. Ji ber vê jî, dîsa polîsan ew di 30ê Tîrmeha 1981an de girtin û ew ta sala 1987an, di girtîgehê de dimîne.

Di navbera 1970-1990î de Prof.Î.Beşikçî li derdora (13) salan di zindanan de xew dike, û 27 caran-ji ber Kurdan ve- de’we lê hatine vekirin.

Di 14.08.1980î da, ji zindanê, nameyek dirêj ji UNESCO (Yonêsko) re dişîne, û têde ramanên M.Atatork û destlatên Tirkiyê, yên dijî Kurd û Kurdistanê, gelek bi ferehî û kûr dicersîne, her weha jî têde bervedêreke zanistî û rêzanî ji ber gelê Kurd ve dike.

Di 9ê Şibata 1993an de, dadgeha parastina dewletê li Enqerê, bi sedema (13)e lêkolînên wî li ser Kurdan, bi (26)Milyar Lîre ceza dike.

Di sala 1993an de, ji bo gotarekê (Jina Kurd û girîla) li dora (12) mehan dikeve zindanê.

Ji sala 1962-1999an de li dora bîst (20)salî ketiye zindanê.

Bi bona wergirtina Prof.Î.Beşikçî xelata Osman Sebrî, govara Pirsê ev hevpeyvîn bi Dilawerê ZENGÎ re çêkir:

1-Birayê Dilawer, em dixwazin tu hinekî ji me re li ser vê xelatê bipeyivî, kengî çêbû, û armanca wê çiye?

-Di destpêkê de, ez pir sipasiya we dikim, û hêviya pêşketinê ji karê we re dixwazim. Di 09.01.1998an de, sêmînerek ji aliyê hin wêjevan, rojnamevan, rewşenbîr, nivîskar û hunermendên Kurd ve, li mala nemir Osman Sebrî, li bajarê Şamê pêk hat, daku bûyera buhartina 93ê salan di ser roja bûyînê re, ya helbestvan, wêjevan, zimanzan û xebatkarê Kurd Osman Sebrî careke din were pîrozkirin, û avakirina şêwazekî rûmetiye ji bo kesayetiya Osman Sebrî bête gotûbêjkirin.

Pêşniyaza damezrandina xelatekê bi nave (xelata Osman Sebrî) yê nemir hat kirin. Ev pêşniyaz ji hemû beşdaran û rêvebirên şevînê hate pejirandin û biryar hate girtin, ko komîtek ji heft kesan, bi serokatiya Dr. Cemal Nebez bête avakirin. Dema ko komîtê pêwendî bi Dr. Cemal Nebez re, li Berlînê kir, ewî pêşniyaza me zor sipas kir û amadebûna xwe ji bo vî karê pîroz diyarkir.

Ev xelat dê her sê salan carekê ji bo kesekî ne Kurd we re pêşkêşkirin, yê ko xizmet û xebatên hêja û giring ji bo gelê Kurd, di warê ziman, wêje, dîrok, huner, şaristanî, polîtîk yan mirovatiyê de kirine.

Xelata me perçeyek zêr e, wêneya nemir Osman Sebrî û sîmbolek (Xelata Osman Sebrî ji bo dostaniya gelan) li ser e.

2-Çima we Îsmaîl Beşikçî hilbijart weku yekemîn kes vê xelatê wergire?

-Piştî şêwir û danûstendineke dûr û dirêj, komîta me, hêja dît, ko bi şanazî xelata xwe ya pêşîn pêşkêşî rewşenbîrê demoqrat û dostê gelê Kurd Prof.Î.Beşikçî bike. Çimkî ji biyaniyan, ew yekemîn mirov e, ko jiyana xwe, ji bo azadiya gelê Kurd û Kurdistanê terxandiye, û ji bo doza me, ya dadmend, gelek sal ji temenê xwe di girtîgehên destlata nijadperest de, bi pêdarî derbas dike. Tucarî Prof.Î.Beşikçî li hember hêrîş û çewtiyên Îdyolociya destlatên Turkiyê bêdeng nemaye, di zindan û dadgehan de, bê dudilî nemaye, û herdem ala peyva rastgo radike. Bi dehê lêkolîn û pertûkên zanistî li ser pirsa Kurd û Kurdistanê nivîsiye û dinivîsîne. Kar û xebata Prof.Î.Beşikçî di ber pirsa Kurd û Kurdistanê de, ne ji bo berjewendiyeke kesayetî an deraviyê ye. Piştgirê doza gelê Kurd, xêrxwazê gelê xwe ye.

Lewra jî, me hêja dîtiye ko em bi serbilindî xelata xwe ya pêşîn pêşkêşî têkoşerê mirovperwer, yê nasdar, û dostê gelê Kurd Prof. Î.Beşikçî bikin.

3-Wek hatiye naskirin, Prof. Î.Beşikçî xelat ji tu kesî wernegirtiye, baş e, çilo ev xelat ji we wergirt?

-Wek we got, berî vê xelatê Prof.Î.Beşikçî xelat ji tu kesî wernegirtiye. Ev xelata pêşîn e, ko werdigre.

Berî niha, xelatek ji komîta yekîtiya nivîskarên Emrîkiyan, digel pereyekî pir (şêkekî vekirî) diyarî wî hat kirin. Lê berêz Prof. Î.Beşikçî ev xelat nepejirand. Bersiva wî ev bû:(Hûn piştgiriya gelê Kurd nakin, û dewleta we dostaniya rijîmên zorkar dike, ew diyariya we ji pereyê vê dewletê ye).

Xelateke dî ji hêla rewşenbîr û nivîskarên Elmanan pêşkêşî wî bû. Lê ew jî ji ber rewşa me Kurdan nepejirand û got: (Ez xelata we wernagirim, ji ber, hûn alîkariya rijîma Turkiyê bi çekan dikin. Rijîma Turkiyê jî bi wan çekan li Kurdan dixin).

Xelateke din ji hêla serokê komîta (Weqfa bêjeya serbest) ‘Fund for free expression’ Gara Lara Marîş, di sala 1991ê de, pêşkêşî wî hate kirin. Lê bervedêrê mafê gelê Kurd, Prof. Î.Beşikçî ew jî ji ber zordariya, ko li gelê Kurd dibe nepejirand.

Xelata me, xelata pêşîn e, ko Prof. Î.Beşikçî werdigre û dipejirîne. Ev jî ji bo me û ji bo doza gelê me serketineke pir pîroz û mezin e.

Birastî, dema me xelata xwe pêşkêşî wî kir, bersiva wî ya pêşîn ev bû: (Min biryar daye, ko tu xelatan wernegirim, ez pir hirmeta xebata mamoste Osman Sebrî digrim û vê gava we pîroz dikim. Lê tu diyariyan wernagirim).Min lê vegerand: (Ez benî! Ya me xelat e, ne diyarî ye. Ev cara pêşiye, ko bi navê xebatkarekî nivîskarekî Kurdan xelatek weha çê dibe, û tu yekemîn mirovê biyanî ye, ko di ber pirsa gelê Kurd û Kurdistanê de êşiya ye, û pir cefakêşî, dijwarî û zor dîtî ye. Em pir hirmeta vê xebata te digrin, û di riya vê xelatê re, em dixwazin vê rêzgirtin û heskirina xwe ji te re diyar bikin, û tu kesî pêvî te hêjayî vê xelata xwe yî pêşîn nabînin. Tu di dilê gelê Kurd deye. Heger tu naxwazî xelata me wergirî, tê dilê gelê Kurd bihêlî, heger ev yekan lit e hêsan be, xelata me wernegre).

Birastî, piştî min gotina xwe birî, bi riwekî geş û dilekî şa bersiva min da û got: (Ez xelata we werdigirim, û bi dilekî şa dipejirînim. Ez her serkeftin û pêşveçûnê ji we re dixwazim. Karê we, karekî pîroz e. spas ji we re, û silavên min bigehîne hevalên xwe).

4-Kak Dilawer, cara yekemîne tu bi Prof. Î.Beşikçî re rûdinê, tu çi dikarî ji me re li ser kesayetiya wî bipeyivî?

-Dema komîtê ez dame pêş, û ji min xwestin ko xelatê bigînim destê Prof.Î.Beşikçî, birastî ez pir şabûm û min xwe bextewar dît. Lê ya hîn bi min xweştir, dema xelat ji destê min wergirt. Ew roj, ji bo min, rojeke dîrokî bû. Ji ber wê dîtinê serbilind im.

Prof.Î.Beşikçî lêkolînvan, nivîskar, peya û zanayekî zanistî ye. Yekemîn mirovê biyanî ye, ko jiyana xwe ji bo doza Kurd û Kurdistanê terxandiye. Ji sala 1962an ta bi sala 1999an de, li dora bîst salan di girtîgehên destlatên Turkiyê de girtî maye. Bi bîstên pertûkên zanistî û gotarên hêja li ser pirsa gelê Kurd û welatê wan Kurdistanê nivîsiye.

Mirovekî pir xwedî bawer û rastgo ye. Rûgeş, zimanxweş, kêmpeyv, dilovan, nerm û pir zelal e. tiştê di dilan de, di çavan de diyar in.Ew çavên zer, mizgîniya pêşerojê tê de dibînim. Rûken û şabûna zarokên sade, perîşan û xizan tê de diyar in. kovan û derdên gelê Kurd di keser û peyva wî re agadar dibim. Mirovekî demoqrat û aştîxwaz e. Bi hizr û hişê xwe, can û dilê xwe, bervedêrê pirsa gelê Kurd û Kurdistanê ye. Mirovekî pir mêrxas û dilsoz e. Em gelê Kurd, deyndarê vî lehengî ne. Bila diya wî ya Turk serbilind be, ko mirovekî mina wî aniye.

5-Di danûstendina te bi Prof.Î.Beşikçî re nerîna wî li ser Kurd ên Sûriyê çi bû?

-Ez bawer im mirovekî mina Prof.Î.Beşikçî ne dûrî rewşa gelê Kurd û Kurdistanê ye. Lê tiştê balkêş, pireya Kurdên bakur, wêneyeke şaş û nerast li ser rewşa Kurdên me wergirtine; ko em li welatê xwe azad û serbest dijîn. Tu êş û derdên me tune ne. Rijîm ji me re baş e. daxwaz, xwestek û mafên me parastî ne. Birastî, ev nerîna şaş ne ji ber xwe ve hatiye, û ne jî dijminê gelê Kurd belav kiriye. Mexabin ew partiyên ko têkilî û girêdanên wan bi rijîma Sûriyê re hene, heta ji wan hatiye, ew bêbextî û nîfaq kirine, û di nav Kurdên bakur de belavkirine. Ev jî tiştekî pir xerab e. Prof.Î.Beşikçî hayê wî ji rewşa me hebû, lê gelek tişt jê ne zelal bûn. Gelek tiştên şaş jî jeer hatibûn gotin. Lê ez bawer im hayê wî ji wan munafiqan hebû.

Di dawiya danûstendina me de, min jêre got: (Berî demekê, pertûka te (Kurdistan mêtingeheke navnetewîye) bi zimanê Erebî linik me(Sûriyê) belav bû. Cihê şanaziyê bû. Lê gazinek me heye, tu di pertûka xwe de, li ser rewşa me bi firehî nepeyivî ye. Pir bi kutî di ser pirsa me re derbas bûyî). Bi riwekî xweş girnijî û got: (Dema min ew pertûk nivîsî, ewha min dizanî bû. Lê ez sozê didim, di rojên bên de, bi rengekî fireh, ezê li ser rewşa we binivîsînim).

6-Pêwendiyên Prof.Î.Beşikçî bi nivîskarên Kurd û Turk re çewa ye?

-Ez bawer im, wê pêwendiyên Prof.Î.Beşikçî bi hemû nivîskarên Kurdan re xweş bin. Beşikçî cihê rêzgirtina her kesî ye. Lê pêwendiyên wî û hin nivîskarên Turkan wê ne cihê xweşiyê bin. Ji ber ko nivîskarên mina Prof.Î.Beşikçî azad û serbest pir di nav Turkan de kêm in, heger em nebêjin tune ne. Li gorî baweriya min, her kesê dostê gelê Kurd be, demoqrat û aştîxwaz be, wê hevalbendê wî be. Li vir ez dixwazim bûyerek di navbera wî û çîroknivîs Ezîz Nisîn de çêbibû bibêjim: (Di kongirekî ji kongirê nivîskarên Turkan de, Prof.Î.Beşikçî gotinekê li wir dixwîne, û di wê gotinê de, pirsa gelê Kurd dide pêş. Çîroknivîs Ezîz Nisîn li hember radibe û jeer dibêje: (Beşikçî çima tu her carê pirsa Kurdan tînî zimên, diyare tu nokerê Ingilîza ye!!). Prof.Î.Beşikçî lê vegerand û got: (li hemberî rijîma zorker, ez bervedêrê gelê bindestim, lê tu li hember gelê Kurdê bindest, bervedêrê rijîma zorkarî. Vêca tu nokerî yan ez).

7-Dema ku te xelat pêşkêşî Prof.Î.Beşikçî kir, tu çawa dikarî, ji me re, li ser rojname û kovaran bi peyivî, yên ko beşdarbûn ji bo belavkirina vê bûyerê?

-Wek hûn dizanin, Prof.Î.Beşikçî, ji demek ne dûr, ji zindanê derketiye. Lê ew bixwe, ji girtiya ye. Dibin çavê polîs de ye. Jiyana wî ne serbest û azad e. Ji hêlekê din, ew dused sal ceza li ser heye. Vêca, dema min xelat li bajarê Enqerê pêşkêşî wî kir, me nikarîbû xwediyê kovar û rojnameyan başdarî wî cihî bikra. Di rewşeke awarte de dijiya.

Li bajarê Istenbolê rûniştineke rageyandî hate girêdan, gelek kovar û rojname, nivîskar û rewşenbîr beşdar bûn, û hevpeyvîn û dîtin li ser xelatê bi min re çêkirin.

Birastî, hemû kovar û rojnameyan guhdaneke pir mezin dane vî karê me, û pireya nivîskar, rewşenbîr û siyasetvanên Kurdan rêzgirtina xwe ji karê me re diyar kirin. Bi navê xwediyê kovar û rojnameyan, rewşenbîr û siyasetvanan gelek birûskên pîroz-nameyê ji Prof.Î.Beşikçî re rêkirin.Ji wan kovar û rojnameyan ko hevpeyvîn bi min re çê kirin û beşdar bûn:

-Rojnameya 2000yenî gundem. Rojnameya Roja Teze. Rojnameya Azadiya welat. Kovara Jiyana Rewşen. Kovara Zend. Kovara Nûbuhar. Rojnameya Pîne….hwd.

Min gelek dîtin û rûniştin bi xwediyên dezgehên Kurdî re çêkirin, ji wan:

Serokê Ensîtûta Kurdî li Istenbolê. Cîgirê serokê HDPê. Seroka Navenda Çanda Kurdî li Istenbolê. Nûnerê Weqfa Kurdî….hwd. Digel dîtina çend nivîskar û rewşenbîrên Kurd, ji wan: Mele Ebdulla Varlî, Feqe Husên, Mele Îsmet, Mele Reşîd, Mele Ebdirehman, Mele Silêman, Mele Ehmed, Hesen Kaya, Salihê Kevirbirî, mamoste Selah, nivîskar Mihemed, nivîskar Yaqûb karademîr, mamoste Xenî bavê Şoreş, mamoste û lêkolîner Malmîsanij û Gulbuhar Bedirxan…hwd.

Di riya kovara we re, hêjaye, ko ez spasiya van biraderan tevan bikim û bi taybetî Mele Îsmet, ji ber ew pir bi min re westiya û ji bo min pir zor û dijwarî dît. Li hêlekê din, ew karê wergêriyê di navbera min û Prof.Î.Beşikçî de, xweş dikir.

8-Baş e, kak Dilawer, di serdana te de li Kurdistana bakur, em dixwazin tu hinekî li ser tevgera rewşenbîrî ya Kurdan bipeyivî?

-Wek hûn dizanin, ta bi vê rojê, rijîma destlatên Turkiyê li sere xwe siwar e, û bi hebûna Kurdan û Kurdistanê rûneniştine. Rewşa gelê Kurd bi şêweyekî awarte derbas dibe. Her tiştê bi nave Kurdan qedexe ye. Rewşa tevgera rewşenbîriya Kurdan jî bi rewşa tevgera ramyariyê ve girêdayî ye.

Di roja îro de, û ji bo derbasbûna dewleta Turkiyê di bazaar Ewropiyan de, jê tê xwestin hin guhertinan di rêdan û qanûnên dewleta xwe de bikin, û gava ber bi demoqrasî û aştiyê de bavêjin. Lê, ta bi vê rojê tu gav nehatine avêtin. Tenê çavên xwe ji weşandina hin kovar û rojnameyan, pertûk û nivîsan digrin, lê bi awayekî serbest û azad tu tişt dernakevin. Zimanê Kurdî qedexe ye. Tevaya Kurdên me bi zimanê Turkî di mal û li serserê karê xwe de dipeyivin. Tiştê pir xerab xwendevanên zimanê kurdî tune ne. Kurd jî guh nadin zimanê xwe. Rojnameya (2000 yenî gundem) bi zimanê Turkî li dora- 15000-hejmar tê çapkirin. Lê rojnameya (Azadiya welat) an (Roja Teze) yên ko bi zimanê Kurdî derdikevin, ne pirtirî-2000-hejmar tên çapkirin. Ew jî bi tevayî nayên firotin. Ev tiştekî pir xerab e. Ji hemû nivîskar û rewşenbîran, partî û rêxistinan tê xwestin ko li ser vê rewşa ne durist bisekirin, û destên xwe li ser birînan deynin, û derman bikin.

Ev rewşa ne durist pir girêkên ne saxiyê di laşê tevgera rewşenbîriya Kurdî de çêdikin. Yek ji van girêkan, rewşa abûriyê. Çaxê pertûk, kovar û rojname têne çapkirin, xerciyek pir mezin li wan dibe. Heger ew weşan xerciya xwe dernexe, piştî çend hejmaran, ez bawer im, wê bisekine. Herweha rewşa tevgera rewşenbîriyê jî qels dibe. Ango têkiliya di navbera xwendevan û berhem de namîne. Ango rola rexnegîr namîne. Wê gavê awayê nivîsandinê, celebên nivîskariyê, naveroka berheman û asoyê rewşenbîriyê diçilmise, pûç û bê ber dibe.

Li bajarê Istenbolê, tevgerek nûzayî dest pê bûye. Li dora neh-deh kovar û rojname tên weşandin. Pênc çapxaneyên Kurdî hene. Du-sê dezgehên Kurdî, ji bo rageyandin û weşanên Kurdî hene. Lê mexabin, herêmên Kurdistanê ji van tevgeran tevan bêpar in. li van weşanan qedexeye derbasî Kurdistanê bibin. Heger derbas dibin jî bi awayekî pir kêm û ne penî ye.

——————————————————————–

*Kovara Pirs-hejmar:20,sal:7,zivistan 2000.Li binxetê tê weşandin.

dilawerzengi@nefel.com

Did you like this? Share it:
Hîn tu şîrove giredayê gotarê nîn e
Bersivê bide vê şirovêye
Pêwîst e
Pêwîst e