Awayên Dewletên Nûjen: Konfederal, Federal, Otonom, Unîter

Baran Rizgar

Li ser awayên dewletan em gelek caran sergêjîyê dibînin, ku têgînên wek konfederasonfederasyon,otonomî û unîter ên li ser awayên dewletên nûjen ji dewsa hev tên bikaranîn, tên tevlihevkirin, an jî naverokên çewt, ne eleqedar li wan tên barkirin. Dîsa hinek têgîn jî hene ku bi van têgînan re eleqedar in û ev têgîn bêyî wan nayên fahmkirin; em ê hewl bidin ku wan jî bidin naskirin. Bi vî awayî, hem bi rêya websîteyê û hem jî bi kanalên din, hinek pirsên ku ji me hatine kirin, ên wek cudatîya di navbera federasyon û otonomîyê de; unîterbûn,devolusyon çi ye û hwd, dê bên bersivkirin.

FEDERASYON, DEWLETA FEDERAL, FEDERALÎZM

Peyva federal bintara xwe heta bi 1640an diçe. Ji peyva Latînî ya foedus tê, ku ew bi xwe jî ji peyvên fides(bawerî, dilsozî) û dus (soz, peyman, teahutname) pêk tê. Wek ku ji etîmolojîya peyvê jî xuya dibe, bintara wê teolojîk anku olzanî ye.

Federasyon di wateya dewleta federal de, bi xwe dewletek e ku ji hejmarek herêmên xweger (xwebirêvebir) pêk tê û ev herêmên xweger bi xwe jî pirê caran wek dewlet tên nîşandan, an jî xwe wisa dibînin, wilo tên naskirin. Di federasyonekê de hikûmeteke navendî (merkezî) û dewlet/eyaletên xweger hene,  ku ev dewlet/eyaletên xweger hêmanên (unsûr) pêkhêner ên federasyonê ne, wan ew pêk anîye.

Ev dewlet an eyaletên xweger ji alîyê qanûna bingehîn an destûra federal ve hatine parastin û zexmkirin; ji lew re, hikûmeta navendî nikane bi biryareke yekalî wan biguherîne, guhertinan li wan ferz bike. Pirê caran ev eyelet/dewletên pêkhêner bi xwe jî xwedî qanûnên bingehîn in, ku dikanin tê de guhertinan jî çêbikin; lê belê ev guhertin divê ne li dijî destûra federal bin.

Awayê herî naskirî yê federasyonê ew e ku di bintara xwe de bi peymaneke di navbera hejmarek dewletên serbixwe tê damezirandin. Pirê caran, çawa hikûmeta navendî nikanibe li dijî yan derveyî destûrê guhertinan li wan ferz bike, her weha dewlet/eyaletên herêmî yên hêmanên pêkhêner ên federasyonê jî nikanin yekalî ji federasyonê veqetin; mafê wan ê yekalî veqetyanê tuneye. Lê belê wek ku di mînaka Komara Çek û Slovakya de dîyar bû, ku bi hev re Çekoslovakya pêk anîbûn û di 1993an de ji hev veqetîyabûn, ew dikanin bi lihevkirinekê ji hev cîhê bibin. Di nav federasyonên nûjen de, meriv dikane Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Swîsre,Kanada û Awûstralyayê bi nav bike.

Di federasyonekê de hinek desthilatî ji dewletên hêmanî yên pêkhêner re tên dayin, ku ji alîyê hikûmeta navendî ve nikanin bên bikaranîn. Ji ber vî alîyê wan, meriv heta bi derekê dikane wan wek serwer (hikumran) jî rave bike. Lê belê dîsa jî federasyonek ne hevpeymanîyeke sist a dewletên serbixwe ye. Hinek desthilatî jî hene ku tenê dikanin ji alîyê hikûmeta navendî ve bên bikaranîn. Wek mînak, ji alîyê sîyaseta derve ve qet desthilatîyên dewlet/eyaletên pêkhêner tunin; di hiqûqa navenetewî de ne xwedî statuya serbixwe ne û hema hema di hemû federasyonan de parastina netewî ji alîyê hikûmeta navendî ve tê birêvebirin.

Awayê herî belav ê pêkhatina federasyonê ew e ku hinek dewletên cuda tên ba hev ku hinek pirsgirêkên hevpar ên mişterek çareser bikin, an jî bi hev re parastina piralî pêk bînin. Wek mînak, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), SwîsreKanada û Awûstralya bi vî awayî pêk hatin.

Federasyon dikanin piretnîkî jî bin. Wê gavê hêmanên pêkhêner, mafê çarenûsî û nasanmeya çandî, civakî û etnîkî diparêzin; qanûna bingehîn cîh dide parastina van mafan.

Awayê hikûmetê yan bastûra (avayî) qanûna bingehîn a federasyonê wek federalîzm tê binavkirin. Bi vê ravekirina xwe federalîzm cîhekî di navbera veqetxwazî (cudaxwazî) û unîterîyê de disitîne û dihêle ku hêmanên cuda bêyî wendakirina xwegerîya xwe û heta bi derekê xweserî û serwerîya xwe, bi hev re bimînin, pêşî li veqetyan û êş û zirarên ku dibe ku ew pêk bîne (wek şerên giran ên navxweyî) bigire; ji alîyê din ve jî nehêle ku hêmanek xwe li yeka din ferz bike, yan jî hikûmeta navendî hemû desthilatîyan hilgire û unîterîyê li hêmanên cîhêreng ferz bike.

KONFEDERASYON

Divê meriv federasyon û konfederasyonê tevlihev neke; ji hev cuda ne. Konfederasyon jî ji dewlet/eyaletên pêkhêner çêdibe û bastûra (avayî) wê dişibe ya federasyonê, lê belê di konfederasyonê de hikûmeta navendî qelstir e, desthilatîyên wê kêmtir in. Tê de mafê yekalî veqetyanê heye û dewletên pêkhêner xwedî serwerîya giştî ne. Bi vê taybetîya xwe konfederasyon dişibe hevpeymanîyeke sist, lê belê di hin rewşan de cudatîya di navbera federasyon û konfederasyonê de dikane zêde şêlî bibe. Wek mînak Swîsre, di qada fermî (resmî) de ew ‘Konfederasyona Swîs’e, lê belê bastûra wê bêtir dişibe ya gelek dewletên federal.

DEWLETÊN UNÎTER, DEWLETÊN UNÎTER Û HERÊMÊN OTONOM, DEVOLUSYON

Dewletên unîter pirê caran xwedîyê tenê yek hikûmeteke navendî û netewî ne. Dewlet, eyelet an herêmên xweger ên xwebirêvebir tunin. Di nav felsefeya dewleta unîter de ev heye: statuyên rasteqînî yên perçeyên wê her çi bin jî, tevaya xaka wê (welat) tenê yek hebûna serwer an dewleta netewî pêk tînin, û ji ber vê yekê hikûmeta navendî li ser hemû xakê xwedî mafê deshilatîyê ye; dîsa ji ber vê yekê jê re netew-dewlet jî tê gotin. Cudatîya herî mezin a di navbera federasyon û dewleta unîter de ev e. Di federasyonê de serwerî (hikumranî) di navbera dewlet/eyaletên pêkhêner û hikûmeta navendî de tê parvekirin û pirê caran ji alîyê teorîk (nazarî) ve aîdî hêmanên pêkhêner tê dîtin.

Lê belê ev nayê wê wateyê ku dewletên unîter li hemberî netewe û komên etnîkî yên di nav xwe de, her tim wilo hişk û tund in; ne jî di her rewşê de desthilatîyên herêmî ji sedî sed înkar dikin. Dewletên unîter jî dikanin hinek desthilatîyên xwe bi herêman re parve bikin, an jî di nav dewleteke unîter de yek an hinek herêmên xweger saz bikin. Di nav dewleteke unîter de, herêmên xweger (otonom) dikanin bi rêya devolusyonê bên afirandin; devolusyon ew e ku hikûmeta navendî ya dewleteke unîter qebûl dike ku otonomîyê bide herêmeke bi tevayî di bin hakîmîyeta xwe de. Bi vî awayî di nav dewleteke unîter de herêmên otonom tên afirandin.

Cudatîya dewleteke federal û yeka unîter bi herêmên otonom

Li vir pirsek dimîne, heke di nav dewleteke unîter de jî herêmên xweger/otonom tên afirandin, wê gavê çi cudatî di navbera dewleteke federal û yeka unîter bi herêmên otonom de heye?

Cudatîya di navbera dewleteke federal û yeka unîter ku bi rêya devolusyonê herêmên otonom pêk anîne ew e ku di dewleteke unîter de statuya herêmên xweger ên otonom bi dayina mafan an parvekirina mafan ji alîyê hikûmeta navendî pêk tê, ji ber vê yekê, hikûmeta navendî dikane wan yekalî betal (îptal) bike. Ji alîyê din ve bi gelemperî federasyon bi peyman û lihevkirina hejmarek dewlet/eyaletên berê serbixwe/xweger pêk tê; ji lew re, alîyek nikane bi serê xwe statuya alîyekî din betal bike; anku federasyon pirê caran ji jêr ve û bi dilxwazî pêk tên, lê belê devolusyon mafê xwebirêvebirîyê ji jor ve dide.

Dîsa jî her çiqas ji alîyê hiqûqa navxweyî û ya navnetewî ve wisa be û cudatî pir zelal û girîng be jî, di pratîk û rasteqînîyê de dewletên unîter ên xwedî herêmên otonom jî pir dişibin dewletên federal û cudatîya wan şêlî dibe. Her çiqas ji alîyê hiqûqî ve û di teorîyê de mafê hikûmeta navendî yê betalkirin an kêmkirina desthilatîyên herêmî hebe jî, di pratîkê de kirina vê yekê ji alîyê sîyasî ve dikane yekcar dijwar be.

Dewleta Unîter Wek Federasyona de facto

Peyva ‘de facto’ ku Îngîlîz wê wek ‘dey fakto’, Amerîkî jî wek ‘dî fakto’ bi lêv dikin, -bi Kurdî devê meriv bêtir ber bi ‘dê fakto’ diçe; tê wateya tiştekî ku di pratîkê de wek rasteqînîyekê heye, lê belê ji alîyê hiqûqî û fermî ve nehatiye naskirin an qebûlkirin. Wek mînak, li Lubnan û Fasê zimanê fermî (resmî) Erebî ye, lê belê Fransî jî wek zimanê wan ê de facto tê dîtin.

Îcar li hin deran, dewleta unîter maf û desthilatîyên ewqas fireh dide herêmên otonom û rasteqînîya van herêman ewqas xurt e ku her çiqas hikûmeta navendî di teorî û hiqûqê de xwedî mafê betalkirina otonomîyê be jî, ji alîyê sîyasî ve nikane vî mafî pêk bîne, an jî dê yekcar zehmet be, berdêla wê giran be; û her weha herêmên otonom ji alîyê xwebirêvebirîyê ve ji hinek federasyonan bêtir xwedî desthilatî ne, ji dewletên nûjen ên unîter ên bi vî rengî refederasyonên de facto tê gotin.

Wek mînak, Îspanya wek federasyoneke de facto tê dîtin. Ji ber ku ew ji piranîya federasyonan bêtir mafên xwebirêvebirinê dide civakên xwe yên otonom. Her çiqas ji alîyê hiqûqî ve xwedî maf be jî, hema hema ne mumkin e ku parlamenta Îspanyayê kanibe herêmên otonom ênGalîsîyaKatalonya yan Welatê Bask betal bike. Zanyar naveroka federal a hikûmeta Îspanî ku ji alîyê fermî ve unîter e, wek trendeke ku kesek înkar nake dibînin, lewra jê re federasyoneke de facto dibêjin. Ne bîleheq e ku dewleta Tirk û berdevkên wê yên di çapemenîya Tirk de ji mînaka Îspanî ewqasî aciz dibin, qet naxwaz in qal bikin!!

HERÊMÊN OTONOM

Peyvên wek otonom, otonomî ji peyvên Grekî (Yûnanî) yên ‘autos’ (xwe, eynî) û ‘nomos’ (qanûn) pêk tên û ‘peyv bi peyv’ wergerandina wê dibe wek ‘yê ku qanûna xwe bi xwe pêk tîne’, ji lew re wateya xwe ya orîjînal ‘serbixwe, xweser, xweger’ e. Lê di dema nûjen de wateya xwe ya nûjen sitendiye û bi vê wateyê wek têgîneke hiqûq û sîyaseta navnetewî ji bo xweserî û xwegerîyên sînorkirî tê bikaranîn.

Herêmên otonom li welatekî herêmên wisa ne ku heta bi dereceyekê xweser in, mafên xwegerîyê hene, di hinek waran de ji mudaxeleya desthilatîya derve azad in. Lê belê ji derecekê wê de jî qet desthilatîya wan tuneye û pêgirtîyên hikûmeta navendî ne.

Awayên wan ên tîpîk wisa ne ku yan ji alîyê cografîk ve cuda ne, yan jî li wê herêmê bi piranî hindikahîyeke netewî dijî. Ya herî naskirî jî alîyê wê yê hindikahîya netewî ye. Li herêmeke taybetî ji bo hindikahîyeke netewî mafên xwegerîya mijarên navxweyî, çandî, zimanî û hwd tên dayin. Lê belê ev maf û deshilatî ji alîyê hikûmeta navendî ve tên dayin û li gora hiqûqa navxweyî û ya navnetewî hikûmeta navendî dikane wan mafan biguherîne yan ji binî ve betal bike. Qet nebe di teorîyê û qada fermî de wisa ye.

Herêmên otonom di nav xwe de dibin sê beş:

–         otonomîyên xakî (teretoryal)

–         otonomîyên xakî yên jêr-deverî

–         otonomîyên herêmî

Ji van cureyan ên xakî (teretoryal) bi rastî ji alîyê dîrokî û civakî ve welatên cuda ne, ji ber ku xakên cuda ne. Yênjêr-deverî di nav welatekî de deverên piçûk ên di nav deverên mezin de ne û yên herêmî jî tenê beşên welatan ên wek bajar, eyalet û hwd dihundirînin.

Bi gelemperî dewletên unîter bi rêya devolusyonê herêmên otonom pêk tînin, wek Kralîyeta Yekbûyî (UK). Carinan jî dewletên federal an bi hikûmeta navendî ve girêdayî yan jî bi yek ji dewletên pêkhêner ve girêdayî herêmên otonom jî saz dikin û bi vî awayî di nav dewleteke federal a mezin de li gel herêmên federal, herêmên otonom jî pêk tên.

Cudatîya di navbera van herêman de me li jor di beşa federasyon û dewleta unîter de bi mînakan rave kir; lewra li vir pêwîst nake ku em ducar bikin. Tenê mijarek-dudu heye ku ji ber kêm fahmkirina têgînên otonom û federal, û nezanîna têgînên unîter û devolusyon, gelek caran ji nezanî, carinan jî bi zaneyî (bêtir çapemenî û berdevkên dewleta Tirk) çewt tên bikaranîn, ji dewsa hev tên bikaranîn, tên tevlihevkirin. Pirsên ku ji me hatin kirin û bûn sedem ku em vê nivîsê amade bikin jî bi van tiştan ve girêdayî ne. Lewra divê meriv van çewt agahî û desînformasyonan zelal bike.

–         Hebûn û nebûna parlamenteke herêmî ne pîvan an cudatîya di navbera herêmên federal û herêmên otonom de ye. Parlamenta herêmî yê xwedîyê çi desthilatîyan be, pîvan ew e; anku pîvan dereceya hikum, qudret û îqtidarê ye. An na parlamentên herêmî dikanin li herêmên otonom jî û li yên federal jî hebin.

–         Mafên xwegerî û birêvebirîya çandî, zimanî, her weha parastin û pêşdexistina çand, ziman û hwd, bi vê xalê ve girêdayî perwerdeya bi zimanê dayikê/zikmakî di her du awayên xwegerîyê (otonom û federal) de jî hene.

–         Dewletên unîter dikanin heta bi dereceyekê maf û desthilatîyên xwegerîyê bidin herêman, desthilatîyên xwe bi wan re parve bikin, li herêman parlament pêk werin; ziman, çand û kevneşopîyên herêman bên parastin û hwd. Dewletên unîter misoger nayên wê wateyê ku wek ku Tirk îdia dikin her tişt ê yek/tek be. Dewletên unîter hene ku ji federasyonan bêtir maf û desthilatî dane herêman/netewên hindikahî. Mînakên herî balkêş ên dewletên unîter ku van maf û desthilatîyan didin herêman Îspanya û Kralîyeta Yekbûyîne. Wek mînak Kralîyeta Yekbûyî (UK) dewleteke unîter e, lê belê di nav xwe de Skotland, Wales (Galer) û Bakurê Îrlandê wek welatên pêkhêner nas dike û bi rêya devolusyonê hinek ji desthilatîyên hikûmeta navendî bi parlamentên van welatan/herêman re hatine parvekirin, da ku xwebirêveberîya herêmî pêk bînin, bibin herêmên otonom, karûbarên xwe yên çandî, zimanî, kevneşopî, hiqûqî, îdarî û hwd ên herêmî bi xwe bikin.

Hêvî dikim ku ev nivîs bibe alîkar ku ev mijar çenekî ronî bibe.

Baran Rizgar

London – Îlon 2010

Jêder: http://sites.google.com/a/baranrizgar.co.cc/azadiya-kurdistane/

Did you like this? Share it:
Niha şîroveyek girêdayê gotarê ye
    Deza says:

    Dest xwesh, bi rastî nivîsên wilo bi kalîte û bi Kurdî kêm in. Ev nivîs zehf bi fêde ye, mijarên girîng in ji bo me. Pir sipas, mamoste Baran Rizgar. Hêvîdar im ku xebat û nivîsên we her dewam bikin. Sîteya we jî ser xêrê be, cîhê kêfxweshîyê ye.
    Rêz û silav
    Deza

Bersivê bide vê şirovêye
Pêwîst e
Pêwîst e