ROMAN : rêya yar u miradê

Welî Sebrî

ji bo bîranîna Xalid Begê Cibrî u Newrozê

Di rêya yar û miradê de me serî danîyê rê..  Xalid Begê Cibrî

***
Roj, 21’ê Adarê bû.
Di sehera sibê de tirîja rojê, avêtibû kaş û kendalên çiyayê Çavreş.
Li Ezîzan, kal û pîrên gund êdî ji xew rabibûn. Di rabûna xwe de qîzên ezeb û bûkên destbihenekirî; xwe di cil û bergên rengîn de xemlandibûn. Ew nediçûn daweta bûk û zavê, lê di hîvîya Newrozê de dixwestin cejna xwe pîroz bikin. Ku di duh de bavên xort û qîzan, di diwana Mîrêmîran de li axaftina wî guhdarî kiribûn. Çîroka ku wan li ser rûpela Newrozê ji Mîrêmîran bihîstibû, di çûyîna êvarê de; li malên xwe ji zarokên xwe re anîbûn ziman.
Xort û qîzên Ezîzan, dixwestin 21’ê Adar’ê di şahîyê de derbasbikin. Yên ku rabibûn, çûbûn destê mezinan û di coşîyê de; Newroza wana pîroz kiribûn.
Jinên bi emir, di avêtina tirîja rojê de xwarbibûn erdê û axa welatê xwe di hezkirinê de kulmkiribûn. Kalên risipî, di rêzgirtinek de destê xwe vekiribûn û berî dabûn şewqa rojê û keleyên xwe lê birîbûn.
Mîrêmîran, di berbanga sibê de rabibû û dest bi têraşa xwe ve kiribû. Ku îroj ew, carek din dibû rêwî; ber bi gundê Melekan…
Xanima Sadîyê Telhe Cemîle, berîya ku mîvan rabibin, rabibû û dest bi hazirîya xurinîyê kiribû.
Di destpêka sibê de Hesenê Telhe, wî jî; berî dabû goma pez. Paşê jî di hembêza xwe de du berxên nûh yên zayî û du mîyên qerqaş bi xwe re anîbû. Wî ku berxên zayî, bi dayikên wan ve li alîyê malê danî şûnde, ji bo qefşek gîya berî da lodan. Di çûyîna tîyê xwe de Xanima Cemilê, satila xwe girt û her du mîyên xwe dot. Wê, dixwest ku di xurinîya mîvanan de firo bide ser sifrê.
Pêde pêde roj bilind dibû. Xanima Cemîle’yê, firo ku amade kir şûnde ji cîyê xwe rabû û berî da jûrê malê.  Sadîyê mêrê wê, qatên nivînan ji jûrî malê anîbû û dabû ser istêr û carek din berî dabû mîvanxanê.
Li jûrî malê; Mîrêmîran, Selîmê bira, Xelîlê Sebrî û Sadîyê Telhe rûniştîbûn. Xanima Cemîle ku derbasî jûrî bû, wê;
“siba we bi xêr…”got û bipeyre jî xwar bû çû destê Mîrêmîran.
Mîrêmîran;
“mala te ava Cemîle…”got, di xweşhalîyê de. Wî, dem nekir navberê û bi peyre jî;
“Newroza te pîroz û tu pir Newrozan bibînî, Cemîle.”got.
Xanima Cemîle’yê, di bedewîya xwe de;
“mala cenabê we ava, Mîrê min!”got. Bi peyre jî wê;
“xurinîya we hazir e. Heke ku hûn bixwazibin, ez ê niha ji we camêran re sifrê deynim…!”got û li benda bersiva Mîrêmîran ma.
Mîrêmîran, di giranîya xwe de;
“belê, heke ku hazire. Bînî baştirîn e..”got.
Li ser xwazîya Mîrêmîran, Xanima Cemîle’yê ji hevparê xwe Sadî re;
“Sadî! De rabe bi min re were û paşê jî sifrê dayne. Xwarin li alîyê malê û li ser sênîyê disekine…”got û di destûra Mîrêmîran de derketin.
Hesenê Telhe, ji lodê gîya anîbû û dûvre jî derbasî jûrî malê bibû. Giregirên ku şeva xwe li Ezîzan derbeskiribûn, xwe li mala Sadî vê girtibûn û pêde pêde dihatin. Şêx Evdillahê Melekanî û Arifê Farisî, bihevra ketin hundir. Bi peyre jî Şêx Evdillahê Melekanî û Arifê Farisî, dor bi dor;
“helal û xeş be…”gotin.
Mîvan li ser xwarinê bûn.
Sadîyê Telhe, li sifrê xwe da alîyek û cîh vekir. Bi peyre jî wî;
“de kerem bikin, derbasî sifrê bibin…”got.
Şex Evdillahê Melekanî, peyva xwe dubare kir û;
“li we helal û xweş, me xurinîya xwe kirî ye…”got.
Şerîfê Xelîl jî hatibû.
Di hatina xwe de wî, ji bo mîvanên ku xwe li Mîrêmîran ve digirtin û dihatin, di xizmeta wan de; ji wan re çay dadigirt û dida ber. Zaza Hûso, bibû mîvanê Mihemedê Xelîlê Xeto. Bi wî re ket hundir. Paşê jî Kolos Axayê Ziktê, bi M. Reşîtê Xeto re hat. Yên ku dihatin, di silavên xwe û pîrozîya cejna Newrozê de cîyê xwe digirtin û dihatin ser jûnîyan.
Wana xurinîya xwe kiribû û sifre jî hatibû rakirin.
Li ber camêran çay û li wecê hemûyan, şahîya rojê disekinî. Li berderê qonaxa Sadîyê Telhe, pêde pêde deng bilind dibû; di qelebelixîya canik û camêran de.  Di kebera sibê de ji gundên devera Ezîzan, gelek ciwanik û camêran xwe li Ezîzan vê girtibûn û hatibûn. Qelebelixîya ku lihev civîya bû, ji êl û malbatên curbicur bûn. Di piranîya xwe de jî; mirîdên Şêx Evdillahê Melekanî…Lêbelê ew, ji bo Mîrêmîran hatibûn û li berderê qonaxê jî ketibûn govendê.
Mîrêmîran, vegerîya ji camêrên runiştî re;
“dem hat. Divê ku êdî em jî rabin. Ne weha ye Şêx…?”
Şêx Evdillah, di rêz û giranîya xwe de;
“destûr a cenabê we ye…”got.
Îcarê jî Mîrêmîran, vegerîya ji Sadîyê Telhe re;
“Sadî! De bila êdî hespên me jî bên amade kirin.”got.
Lê li derva qelebelix giran bibû û di ken û şahîyê de deng; li her derê vê girtibû û belav dibû. Mîrêmîran, rabû da pêşî û xwe li qelebelixîya derva vê girt. Li du wî jî; camêrên rêzdar. Di derketina wî de camêr û ciwanikên ku hatibûn, ji cîyê xwe livîyan û di yekdengîyê de;
“Newroz pîroz be! Newroz pîroz… New…”got in.
Bedew û delalên deverê; jin, qîz, xort û kal û pîrên gundan bûn. Di şahîya rojê de hemûyan, diyekdengîyê de bihevra; dirêj û dirêj lîland… Mîrêmîran, di şeng û şahîya wan de destê xwe rakir û qelebelix, yekser bêdeng ket. Wî, li qelebelixa civyayî vê çavên xwe girt û peyre jî;
camêr û ciwanikên birûmet!
Îroj, 21’ê Adarê û Newroz e.
Newroz; hezkirin, parvekirin, biratî û dostanî ye. Newroz; yekitî, berxwedan û azadî ye. Rojeke weha; di kêf û şahîye de derbes dibe. Lewma jî Newroz, ji dema bav û kalan vê bigre heta îro, wek cejnek; di nav me Kurdan de dijî neheqîyan hatîye zanîn û pîroz kirin.
Newroz, rûmeta jîyanê ye. Li van çiyayên qedirzan vê çavên xwe bigrin û mêze bikin, xweza; bi gul, rihan û berfînan vê dixemile. Şênî dikeve nav xilxil û baxiran. Jîyan, reng bi reng di nûh de xwe ava dike.
Di meh a Adarê de; hêvîya pêşerojê dikeve dilan.
Camêr û ciwanikên birûmet!
Hûn, her tim bihêvîya xwe bimîn in.
21’ê Adarê, cejna berxwedan û azadîyê, li we û hemû Kurdan pîroz be…”
got, di lîlandina jinan de.
Wî, nedixwest axaftina xwe dirêj bigre. Lewma jî hevokên xwe di kûrtîyê de hîştibû. Hespên wan zînkirî û li benda wan bû. Mîrêmîran, ber bi hespê xwe ve çû û li bozê xwe siwar bû. Û wî, ji bêşdarên amade re;
“de bixatirê we hemûyan…”got û dizgîn li hespê xwe xist. Bi peyre jî camêrên din, hefsarên serê hespên xwe girtin û dan dû Mîrêmîran.
Ji Ezîzan Mihemedê Xelîlê Xeto, M. Reşîtê Xeto, Hesenê Telhe, Şerîfê Xelîlê Xeto, Hecî Usifê Solaxî, Xalitê Qazî, Sadîyê Telhe û xanima wî Cemîle û yên din, li hespên xwe siwar bûn; di rewîtîya Mîrêmîran de. Siwar birêketibûn; ber bi gundê Melekan. Lêbelê camêr û ciwanêkên ku ji devera Ezîzan hatibûn, belav nebûbûn û xwe li êl û gundên xwe vê negirtibûn. Dilberên Ezîzan, reng bi reng di cil û bergên xwe de serî dabûn dû siwaran; rêz bi rêz, qor bi qor…
Herçiqas ji wana re;’ de êdî vegerin û beri bidin êl û êşîrên xwe, gundê xwe…’ hatibe gotin. Ew, bi a xwe mabûn û xwe vêşûve nekişinadibûn.
Siwaran, di rêgehê de xwe li Girê Warê Axê vê girtibûn. Qîz û xortên devera Ezîzan, li wî girê man; heta ku Mirêmîran ji ber çavan dûr bikeve. Li wêderê wana agirê Newrozê dada û bi peyre jî govend girê da.
Siwar, ji Girê Warê Axê daketibûn.
Sadîyê Telhe, deng li Şerîfê Xelîlê Xeto kir. Di hatina Şerîfê Xelîl de, wî;
“Şêx Evdillah, dixwaze ku xortek xwe li Melekan vê bigre û hatina Mîrêmîran, li gundîyan belav bike. Tu zû xwe bigihîşîne Melekan û vî agahdarîyê bide camêr û ciwanikan…”got.
Şerîfê Xelîl, di fermana Sadîyê Telhe de; wek qertalek da pêşî û derbasbû.
Li dû siwaran di fistanên rengîn de qîz û bûkên li ber miradan mabûn. Wana li wî girê dest bi stranên folklorî kiribû. Dengê wan, li pişta çiya dengvedida. Di rêgehê de warê Melekan; warê Mergezerîn… Ji berfê rêgirtin zehmet, lêbelê di bîryarê de rewîtî disekinî. Li du Mîrêmîran şahî û şengîya Newrozê ketibû para çiya û banîyan. Li ser çûyîna Mîrêmîran jî, xemgînî ketibî dilên camêr û ciwanikan.
Siwarê hespê boz, di rêgirtinê de ji Ezîzan dûr ketibû.

***
TÊBINÎ:

• Parek ji xebata romanê ye.
• Mîrêmîran di romanê de Xalid Begê Cibrî ye.

Did you like this? Share it:
Hîn tu şîrove giredayê gotarê nîn e
Bersivê bide vê şirovêye
Pêwîst e
Pêwîst e