Kovara Tevkurdê hejmara 2. derket
Ji Tevkurdê
Gelî xwişk û birayan, em bi hejmara xwe ya duwemîn nuha li pêşberî we ne. Navê kovara me Tevkurd e. Tevkurd, weşana Tevgera Yekîtîya Neteweyî ya Kurd (TEVKURD) e. Tevkurd, kovareke siyasî û fikrî ye. Ji sê mehan carekî derdikeve. Navenda xwe Dîyarbekir, zimanê xwe yê esasî kurdî (bi hemû lehçeyên xwe ve) ye. Tevkurd, paradîgma doza Kurd-Kurdîstan, pirsên yekîtîya neteweyî; modêl, şêwe û rêbazên xebatê; meselên stratejîk yên siyasî û sedemên wan yên eskerî, aborî, kulturî û guhartinên li dunyayê bi hawakî makro-sîyasî nîqaş û şîrove dike.
Ji berê de pirsa weşaneke perîyodîk di nava me de dihat xeberdan. Ya rast me hemû weşanên kurda-kurdî weke weşanên xwe didît û nuha jî em wisa dibîn in. TEVKURD proja yekîtîyê ye ku dixwaze hemû reng û dengê kurda bigihîne hev. Ji wê bonê; malperek, kovarek an weşanek kurd-Kurdistanî çiqas aîdê grûb, partî an “xwedîyê” xwe be, em jî hewqas wana yên xwe dibîn in. Ji wê bonê, me îhtîyac pênedidît ku em kovarekî biweşîn in.
Belê di xebata siyasî de weşan, ne bi tenê rola ragihandin û enformasyonê; herweha dikare rola rêxistinkirinê û perwerda kolektîf jî pêkbîne. Di nav vê dema buhurî de, îhtîyacên xebata yekîtîyê yên pratîk, biryara vê kovarê derxist e holê.
Piştî ku me biryara kovarê da û dest bi xebatê wê kir; me dît ku weşandina kovarê û bi giştî weşangêrî karekî hêsan nîn e; profesyonalî, îmkanat û pisporîya teknîkî dixwaze. Xwiya ye ku wê kêmasîyên me çêbibin. Lê em bi hêvî ne û emê lê bixebit in ku kovareke bi rêkûpêk, balkêş û berhemdar bigihînin we xwişk û birayan. Heger wilo nebe, ji xwe ne pêwîst e ku kovareke nuh û cuda were weşandin.
Di hejmara ewil de me bi tenê cîh da nivîsên rêvebirên TEVKURD-ê. Belê di vê hejmarê û hejmarên bê de emê cîh bidin nivîsên sîyasetmedar, lêkolîner, stratejîst û nivîskarên din jî. Armanca me ne ewe ku “emê bêjin û bila hinek gohdarîya me bikin” an “emê ji xwe bi xwe re bêjin.” Naxêr, emê ji hev re bêjin, bi hev re bêjin û gohdarîya hev bikin. Ji wê bonê, di Tevkurd-ê de wê nîqaş û “polemîk” jî çêbibin. Azadîya fikrê û mafê bi serbestî xwe îfade kirinê (welew ku ew fikir, sedî sed dijî fikrên me bin jî) ji bo me esas e. Ji dervayî heqaret, tehdît û tohmetên bê bingeh, sînor kirina fikr û nivîsan em weke sûc, “sûcê fikrê” di pejirîn in. Di vê xusûsûyetê de emê hesasîyetekî azamî nîşan bidin û standarta fikra azad bilind bikin.
Weke dosya ne be jî, belê di her hejmarê de emê mijarekî esas bigrin û bi giranî li ser wê mijarê nîqaş û şîroveyan tomar bikin. Di hejmara ewil de (jiber ku teqabulî hilbijartinên herêmî kir), dosya me li ser ”Tevgera Yekîtîya Neteweyî û Hilbijartinan” bû. Di vê hejmarê de, wekî dosya em li ser pirsa “Trajedya Parçebûna Kurdîstan û Yekîtî/Kongra Neteweyî” rawestîyan. Sedem û encamên perçebûnê yên sosyolojîk, sosyopolîtîk, sosyopsîkolojîk û wekî antîtêza vê travmayê jî, tehayula Kurdîstana yekbûyî û “yekîtî/Kongra Neteweyî” tête nîqaş û şîrove kirin.
Di vê mijarê de me ji gelek partî, grûb û şexsîyetên nasraw fikir û dîtinîyên wan pirsîn. Hinekan ji wan fikr û rayên xwe gîhaştin me, yên hinekan jî negihîşte destê me. Xwestina me ewbû ku, em heta mumkûn be di vê derheqê de fikrûrayên temamê rêxistinên sîyasî bistîn in. Belê ev yek mumkûn nebû. Hinek jê em negihîştin wan, hinekan ji wan bersîva me nedan û hinek jê jî, bersîvên wan negihîştin destê me. Belê xwiyaye ku ev dosya wê zûbizû neyê girtin û em nagirin…
Dostê miletê Kurd, mirovê wefadar, mamostayê me, kekê me, mirovperwerê mezin Îsmaîl Beşîkçî di serî de me fikrûrayên gelek şexsîyetên hêja jî wergirtin. Em hêvî û bawer dikin ku hunê/emê bi hev re ji van fikrûrayan bi giştî îstîfade bikim. Lewra pirsa ji hev perçekirin, armanc û encamên wê yên travmatîk û muqabilî vê trajedyayê antîtêz û paradîgma Kurdîstana yekbûyî ji hêla fikrî, bawerî, parametreyên tarîxî û ehlaqî de têne krîtîk kirin.
Ji xeynî mijara dosyayê hunê li ser pirsa netew, netewayetî û bizava azadîyê hin meqaleyên balkêş û belgenivîsên TEVKURD-ê jî bixwînin.
Bi hêvîya dinyayek aştîyane û aram, û welatek azad, adil, ava û demokrat..heta hejmareke din bimînin di nava xêrê de.













