Hejmara 109 an ya Kovara Nûbiharê Derçû!

Nubihar-Payiz09-1Kovara Nûbiharê ya çandî, edebî û hunerî bi hejmara xwe ya 109an derket.

Nêzî 50î nivîskarî bi gotar, helbest û ceribandin xwe beşdarî li vê jimara Nûbiharê kirine.

Gerînende û sernivîskarê kovarê  Süleyman Çevik jî di nivîsa xwe ya bi navê “Heke biratî ye bila bi rastî be” de balê dikşîne ser nakokiya polîtikayên pergalê û nejildilbûna rayedarên dewletê.

Abdulkadir Gök di nivîsa xwe ya bi navê “ Feylezoyê felsefeya Tesewwifê Mela Ehmedê Cizîrî” de kûrahiya bîr û ramanên Melayê Cizîrî tehlîl dike.

Îbrahîm Kendalî bi nivîsa “Felsefeya Ziman (2)” mantiqa zimanan û ji hêla me’nayê ve ‘emilandina wan dinirxîne.

Abdurrahman Cûdî di berdewamiya rêzenivîsa xwe ya sêyemîn û dawî de, serdema Îbrahîm Heqiyê Basretî û rewşa Basretê ya niha vekolaye.

İbrahim Seydo Aydoğan li ser Alfabeya pêşî ya ku li Sovyetê bi navê Maragûlov hatibû çêkirin û têkiliya Erebê Şemo ya bi wê Alfabeyê re lêkolînek hêja pêk aniye û li ser vê mijarê bi Celîlê Celîl re jî hevpeyvînek kiriye.

Naci Kutlay li ser Mela Mehmûdê Bazîdî nivîsek hêja nivîsandiye.

M, Reşîdê Hirîtî li ser pend û şîretên ku ji aliyê ‘alimên kurdistanê ve hatine kirin, gotarek gelekî sûdewer nivîsandiye.

Ehmed Akin di nivîsa xwe ya bi nav “Li ser şopa Bedirxaniyan” de ketiye pey şopa malbata Mîr Bedirxan û digel Sînemxan Bedirxan xanimê li ser Mîr Celadet, Rewşen Xanim û jiyana wan ya malê hevpeyvînek çêkiriye. Piştre daye pey şopa neviyê Mîr Celadet, kurê Cemşîd Bedirxan Dr. Curd-Davir Bedirxan û li ser Cemşîd Bedirxan pê re gotûbêjekê dike..

Hevpeyvîneke din jî ji hêla Ayhan Meretowar ve bi neviyê Seyyid Riza, Rustem Polat re hatiye kirin. Rustem Polat, di hevpeyvînê de qala hewldana xwe ya ji bo dîtina gora kalkê xwe dike û dibêje: “Ez li pey dîtina gora kalê xwe me.”

Mûrad Celalî di nivîsa xwe de li ser me’ne û rastiya Cîhadê sekiniye û şîroveyên xwe yên li ser pirsa Cîhad çi ye? Aniye ziman.

Felat Dilgeş li ser wefata Şêx Evdilmelîk hin bîranîn xwe yên ku gelekî bandor li serê kirine û  musîbetên giran yên ku hatine serê Şêx Evdilmelîk nivîsandiye.

Mihemed Jiyan jî bi munasebeta wefata Şêv Evdilmelîk li ser malbata Şêx Seîd vekolînek kiriye. Di nivîsê de jiyan û têkoşîna Şêx Haşim, Şêx Eliyê Sebtî, Şêx Seîd û Evdilmelîk Firat hatiye vegotin.

Melayê Batê/ Macin/Axaukê Bêdarî/Rojan Barnas/ Arjen Arî/Berken Bereh/ W. K Merdimîn/ Kamran Simo Hedilî/Sidîq Gorîcan/Mûrad Dildar/Hasan Huseyin Çevik/H. Mistefa Dilxêrî û Şivan Ar helbestvanên vê jimarê ne.

Wergerên helbestên Mewlana Celaleddînê Rûmî/Cahit Sıtkı Tarancı/Cahit Koytak/ Şêx Galib/Goethe û Ahmet Arif  û wergera çîroka T. S. Arthur ya bi navê Pirsa Amyê wergerên

vê jimarê ne

Zilkîf Xweşhêvî û Receb Dildar bi çîrokên xwe  û Selman Dilovan/Aziz Samûr/ Huseyn Şemrexî/Hatice Mollakendi/ Rahmetullah Karakaya û Paşa Amedî jî bi ceribandinên xwe di vê jimarê de cih digirin.

Di beşa nirxandina kitêban de  Xelîl Îbrahîm Mertal li ser wergera kitêba bi nav Riyadus’ Salihîn”, Hesen Polat jî li ser kitêba Fırat Cewerî ya bi nav “Ez ê yekî bikujim” nivîsandine.

Bedelê Boselî li ser hunermendê kurd yê di dinyayê de navdar Şehram Nazerî nivîsek nivîsiye.

Nûbihar Biçûkan jî wekî her car deriyên xwe li xwendevanên biçûk vedike û wan vedixwîne dibistana zarokan..

Did you like this? Share it:
Hîn tu şîrove giredayê gotarê nîn e
Bersivê bide vê şirovêye
Pêwîst e
Pêwîst e