TV NET’TE Açık Oturum
Kitap – Tanıtım

Peyama Azadi Manset

Get Adobe Flash player

Xulamên Îmraliyê

Di van rojên dawî de Îmralî û xulamên Îmraliyê di nav xebateka bi agir de ne. Şev û roj bê sekan dixebitin. Tevr û bêrên wan di destê wan de, ji bo neteweya kurd mezelekî kûr dikolin. Xulamên Îmraliyê, fermanên Îmraliyê bê îtîraz dipejirînin û rasterast bicîh tînin.

XulamenImraliyePlan û program li Îmraliyê çêdibin. Divê şaş neyê fêmkirin, Îmralî ne tenê A. Öcalan e. Îmralî, biryargeha serekanîya giştî ya dewleta tirk e, Öcalan jî yek ji kadroyên serekanîya gişti ye. Wisa xuya dike ku di van demên dawî de çirayên Îmraliyê bi xew ve naçin. Û paşê jî xulamên Îmraliyê, ji bo ku biryarên ku li biryargehê hatine stendin bicîh bînin di nava xwêdanê de dimînin. Civînan organîze dikin, mitîngan li dar dixin, bi rojnamevan û siyasetvanên tirk yên nîjadperest û kemalîst re hevdîtinan çêdikin, dîtinên wan digrin, panelan, bernameyên televizyonê çêdikin, meqaleyan dinivisînin…

Rojname û televizyonên tirkan jî betal nasekinin.Yên ku heta niha Öcalan wekî „kujerê zarokan“ bi nav dikirin, niha wî “serokê kurdan”, “temsîlkarê kurdan”, “muxatabê dewletê” nîşan didin, bi rêz û hurmet jê behs dikin û jê re silavên xwe yên germ dişînin.

Îmralî dibêje, “Ez temsîla milletê kurd dikim. Ez ê heta 15´ê tebaxê plana çareseriya “pirsgirêka kurd” amade bikim. Çareserî di kemalîzmê de ye. Çareserî di Zagona Bingehîn ya 1921´î de ye. “Xulamên Îmraliyê yên çiyan û bajaran bi devekî gotinên Îmraliyê dubare dikin û dibejin „Îradeya me Îmralî ye!“ “Îmralî çi bêje, em binê wî îmze dikin!” Milletê kurd -yê ku ji bo azadiyê ewqas berdêl daye û ji dewleta kemalîst tenê zilm û zordarî dîtîye- di kolanan de dimeşînin û jê re çîrokên kemalîzmê dibejin. Posterên Öcalanî didin destê ciwanên kurdan û slogana “Bijî serok Apo” didin avêtinê. Navê Mistefa Kemal kirine „Atatürk“. Dibejin „Atatürk mafê kurdan dabû.“ Bi vî awayî ji bav û kalên me re çêran dikin. Bi vî awayî ji kurdan re dibejin „Atatürk mafên kurdan dabû. Lê belê bav û kalên we ajanên îngilîzan bûn. Hatin lîstika îngilîzan û li hemberî rejîma Atatürk ya demokratîk serî hildan û her tişt lewitandin…“

Öcalan hertim mijarê tîne ser axaftina Mistefa Kemalî ya Îzmîtê û dibêje, „Mistefa Kemal di axaftina xwe ya Îzmîtê de mafê kurdan daye û gotiye ‚ev meclîs ya tirkan û kurdan e.’“ Rast e. Kemalîstan heta ku peymana Lozanê were imzekirin nedixwestin kurdan ji destê xwe berdin. Îsmet Înönü li Lozanê digot, “Ez temsîlkarê tirkan û kurdan im.” Mistefa Kemal ji mebusên kurdan daxwaz dikir ku, ew bi lîbasên neteweyî yên kurdan biçin meclisê. Înkara kurdan tune bû. Lê ev dek û dolab heta ku peymana Lozanê hate imzekirinê bûn. Piştî ku Lozan hate îmzekirin, kemalîstan rûyê xwe yê qirêj derxistin holê û êdî veneşartin. Bi navê kurdeyatiyê çi heye qedexe kirin. Navên kurdan, zimanê kurdan, çanda kurdan, welatê kurdan “tune” bû. Êdî tenê milletekî hebû û ew jî milletê tirk bû. Û kurd jî êdî “tirk” bûn. Hesen Xeyrî, ji ber ku bi gotina Mistefa Kemal kiribû û bi lîbasên millî yên kurdan çûbû meclîsê, hate darizandin û dardekirin.

Lê belê tiştek hebû; neteweya kurd tu demê Lozan nepejirand. Ev 86 sal in li dijî statuya Lozanê di nav şer de ye.

Îro, Îmralî û xulamên Îmraliyê dixwazin Lozanê bi kurdan bidin qebûlkirin. Ji ber vê yekê jî, berê her tiştî bi dîrokê dilîzin û bûyerên dîrokê ser û bin dikin. Naxwazin milletê kurd xwedî bîr be. Pir baş dizanin ku milletekî bê bîr nikare ji xwe re paşerojeke azad ava bike. Lewma jî, destê wan yê genî di nava mejiyê milletê kurd de ye û ji mejiyê kurdan bîr û baweriyê didizin.

Xulamekî Îmraliyê, ji bo vê yekî pir bi hêsanî dibêje, “Em amade ne ku, her tiştî ji bîr bikin!” Mirov “her tiştî ji bîr kir” dawiya xwe nabîne. Xulamên Îmraliyê divê dawiya Hesen Xeyrîyan, Rayberan û Emînê Perîxanan ji bîr nekin!

30.07.09

Niha 2 şîrove girêdayê gotarê ne

    Di naveroka nivîsa we de çi hebe bila hebe, ên ku em tev lê dibin an jî nabin; ew ne girîng in. Wekî gotina hêja Roşan Lezgîn, divê em bi zimanê xwe binivîsîn û bixwînin û gelek xebatan bikin.

    “Bi kar anîna Kurdiyeke şaş
    Ji zimanên din ên baş
    Baştir e, şiyar bin, roj baş!”

    Roşan Lezgîn says:

    Merheba Dara,
    Sê sal berê te soz dabû min, te gotibû ez ê bi zimanê neteweya xwe, bi kurdîya kurmancî ya şîrin û xweş binivîsim.
    Ev e te sozê xwe anî cih. Ez te pîroz dikim.
    Tu çi dinivîsî, yanî naveroka nivîsên te çi dibe, ew fikrê te ye, lê ez hêvîdar im ku tu hertim wisa bi zimanê neteweya xwe binivîsî.
    Min soz ji kek Tehsîn jî girtibû. Ez hela binihêrim ew kengî dest pêdike.
    Bi rastî, gelek kesan soz daye min ku dê bi kurdî (zazakî û kurmancî) binivîsin. Lê yê ku pêşî sozê xwe bi cih anî, tu yî.
    Tu her bijî.
    Ez ji Diyarbekira şîrin gelek silav dikim, bi heskirin te hemêz dikim, ti kar û xebata te ya hêja de serketinê hêvî dikim…
    Roşan Lezgîn

Bersivê bide vê şirovêye
Pêwîst e
Pêwîst e