Siyaseta Navnetewî ya Derbarê Navenda Rojhilata Navîn Kurdistanê de li Salên 1920î

Çi dema ku pirsa kurd têye rojevê her tim li ser çareseriyê tê rawestîn, derbarê çareseriyê de gotar têne nivîsîn. Ev helwesteke giştî ya kurdan e. Kurd her tim qala çareseriyê dikin, lê derbarê vê pirsa ku divê were çareserkirin de tiştekî ciddî nabêjin ka hela pirs bi xwe çi ye. Her tim dibêjin, “Dê çawan pirsa kurd were çareserkirin?”, “Ji bo ku pirsa kurd were çareserkirin divê çi bête kirin?”, “Rewş rê dide ku pirsa kurd bêye çareserkirin?”, “Ji bo ku pirsa kurd were çareserkirin divê dewlet destê xwe dirêjî kurdan bike, divê dewlet bi kurdan re aşt be”, “Heke dewlet pirsa kurd çareser bike, ew dê li Rojhilata Navîn, li Asyaya Navîn, li Qafkasyayê û li Balqanan bibe hêzdareke gewre”.

Taybetiyeke girîng a gotar û analîzên ku derbarê çareseriyê de têne kirin, ev e: Her tim qala çareseriyê têye kirin, ev têgeh her tim têye karanîn, lê pêşniyarên ku wek çareseriyê bêne hizirîn, dernakevin meydanê. Heke çereseriya wan hebe jî belam naveroka pêşnîyarên wan ne dîyar e.

Rastî ev e ku, divê beriya çeraseriyê, beriya pêşnîyarên çareseriyê yên derbarê pirsa kurd de, li ser vê babetê bête hizirîn, bête têgihaştin ku ka pirs bi xwe çi ye? Naveroka pirsê çi ye? Ev pirs ji kengî ve pirs e? Ev pirs bêyî ku were çareserkirin çima heta bi roja îro hatiye? Ev babet helbet divê bi metodeke zanistiyane werin vekolîn û têgihaştin. Îcar ev babetên hanê, divê li derveyî babeta çareseriyê werine vekolîn û analîzkirin. Heta ku pirs bi xwe neyête famkirin, heta ku naveroka pirsê diyar nebe, pêşniyarên ku ji bo çareseriyê çêdibin, gotarên ku têne nivîsîn, gelo dê qîymeteke wan a ciddî hebe? Heta ku çawaniya pirsê, bingeha pirsê neyête famkirin dê tu zelaliyek di axiftin û gotarên li ser çareseriyê de çêbibe?

Bûyereke girîng a ku pêwendiya xwe bi awayeke giştî ligel dîroka Rojhilata Navîn heye, ango pêwendiya xwe ligel dîroka Îraqê, ya Îranê, ya Tirkiyê û ya Sûriyê heye ku jihevdexistin, wek miletek parçekirin û parvekirina gelê kurd û wek welatek parçekirin û parvekirina welatê wan Kurdistanê ye. Li Îraqê, li Îranê, li Tirkiyê û li Sûriyê pêwendiya vê fenomenê ji nêzîkî ve li ser jiyana civakî û kulturî heye. Li van dewletan, li nav civakên fars û tirk û ereb, di nav wan faktorên ku bandorê li ser kultura siyasî dikin, îstîqameta jiyana siyasî diyar dikin de dîsan ev fenomen di serî de ye. Meriv dikare bi hêsanî di jiyana fîîlî de vê yekê bişopîne û îsbat bike. Digel vana, dîsan jî çavê xwe girtine, xwe li nezaniyê danîne da ku ev fenomen neyête zanîn. Li salên 1920î, digel ku gelek ji nêz ve pêwendiya Rojhilata Navîn ligel dîroka siyasî, ligel jiyana civakî ya van dewletên navborî hebûye jî belam dîsan ev fenomen tune hatiye hesibandin, ji nedîtî ve hatine. Ji ber ku tune hatiye hesibandin, lewre jî, serhişkiyeke ciddî pêk hatiye da ku bila ev fenomen hîç neyête vekolîn û neyête zanîn.

Piştî Şerê Cîhanî yê yekem, li dewra Yekîtiya Netewan neheqiyeke gelek mezin, gelek giran li kurdan hatiye kirin. Hêzên emperyal ên wê demê, Birîtanyaya Mezin û Fransayê ji bo ku daxwazên siyasî yên kurdan, têkoşîna wan a di vê riyê de bipelêxin, çi ji destê wan hetiye paş ve nedane. Wê demê li Kurdistanê di pêşengiya Şêx Mehmûd Berzencî de têkoşînek hebû ku armanca xwe Kurdistana serbixwe bû. Belam Brîtanyaya Mezin ji bo ku daxwazên kurdan bipelêxe di nav hewldaneke sext de bû. Hêzên Esmanî yên Kraliyeta Îngilîz li hemberî kurdan bi awayekî pêt û sîstematîk hatin karanîn. Hêzên Esmanî yên Îngilîz li herêmên ereban jî hatin karanîn lê zêdetirîn li hemberî kurdan û li Kurdistanê hatin karanîn. Wê demê gazên kîmyewî jî li hemberî kurdan hatin karanîn. Baweriya min ev e ku, li Rojhilata Navîn cara pêşiyê gaza kîmyewî ji aliyê Brîtanyaya Mezin ve li hemberî kurdan hate karanîn. Hêzên emperyal ên wek Brîtanyaya Mezin û Fransa, hûn dev ji Kurdistaneke serbixwe berdin, tew Kurdistaneke kolonî jî neanîne bîra xwe, rê nedane ku proseseke bi vî awayî dest pêbike. Ji aliyê teknolojiyê ve nuhtirîn çek û cebilxane li hemberî kurdan hatine karanîn da ku têkoşîna kurdan a di vê riyê de bête pelaxtin. Li dewra Şerê Cîhanî yê yekem û piştî wî, di encama polîtîkayên emperyal de, ereb jî hatin jihevdexistin, belam  parçekirina ereban wek dewletên serbixwe, wek dewletên manda yên di bin wesayetê de pêk hat. Ji van dewletan hinek jê li salên 1930î (Îraq), hindek jê piştî Şerê Cîhanî yê duyem (Sûriye, Urdun, Filîstîn, Lubnan) gihîştin serxwebûna xwe. Gelek dewletên din ên li Kendavê (Xelîcefars), ên li cezîreya Erebistanê piştî salên 1960î gihîştin serxwebûna xwe. Belam kurd, bi nav û nîşanên xwe ve, ligel zimanê xwe, ligel kultura xwe ji bo ku ji dîrokê bêne maliştin, ji bo ku bêne tunekirin hatin jihevdexistin, parçekirin û parvekirin. Li salên 1920î, li dema Yekîtiya Netewan (Cemîyetul-Eqwam), digel ku gelek dewletên manda li Rojhilata Başûrê Asyayê, li Afrîqayê, li Rojhilata Navîn hatin damezrandin lê digel daxwazkirina kurdan, digel îradeya kurdan dîsan jî polîtîkayeke bi vî rengî hate pêkanîn. Dewletên emperyal dema ku van polîtîkayên xwe yên derbarê kurdan de bi rê ve dibirin, hingê li Anedolê ligel kemalîstan, ligel rêvebiriyên ereban, ligel rêvebiriya fars, ligel rêvebiriya Yekîtiya Sovyetan heta radeyekê di nav pêwendiyan de bûn. Jihevdexistin, parçekirin û parvekirina welatekî encameke wisan bi xwe re tîne ku, her wekî mejiyê merivekî, îskeleta însanekî hatibe parçekirin. Ev neheqiya dîrokî ku li kurdan bûye, di heyama Yekîtiya Netewan de, ku piştî Şerê Cîhanî yê duyem hate danîn jî, her tim dewam kiriye. Li dewra Yekîtiya Netewan ev neheqiya dîrokî hê qewitîr û hêzdartir bûye.

Hindek lêkolîner, çi dema ku rewşa kurdan qiset dikin, dibêjin ku kurd di navbera Îran û Îraq û Sûriye û Tirkiyê de hatine parvekirin. Ev tesbît zor şaş e. Li salên 1920î dewletên manda, dewletên kolonî yên wek Îraq û Sûriye hene. Belam Îraq ji aliyê Brîtanyaya Mezin ve, Sûriye jî ji aliyê Fransayê ve têye rêvebirin. Ji lewre, li salên 1920î, li salên 1930î, li salên 1940î kurd rasterast ligel Brîtanyaya Mezin û ligel Fransayê rû bi rû ne. Li dîroka kurdan, di vê demê de emperyalîzm heye û gelek eşekera ye ku xwedî bandor e û mayende ye. Ji ber ku ev dewr di dîroka kurdan de nehatiye dîtin, nehatiye zanîn, ji lewre, hizra antî-emperyaîst û pratîka wê, ji analîzkirina vê pêwendiyê dûr ketiye. Di roja îroyîn de, li Tirkiyê antî-emperyalîzm wisan têye kirin, ku xwe dispêre Filîstînê, xwe dispêre Amerîkaya Latîn, wisan têye kirin. Belam divê bala xwe bidin ser rewşa kurdan, rewşa aşûriyan û ermenan û roman û êzîdiyan a li salên 1920î, hê analîz bikin. Helbet divê ev pirs jî bala me bikşîne ser xwe ku, bê hela teoriya li dijî emperyalîzmê û piratîka wê çima di vê çarçoveyê de têye kirin.

Ev neheqiya dîrokî ku li kurdan bûye, çawan dikare bi awayekî sabît were nîşandan? Îro li cîhanê 204 dewlet hene. 204 dewlet li sala 2004 tevlî Olîpiyatên Atînayê bûn. Dibe ku pêncî ji van dewletan, dibe ku zêdetirî pêncî dewletan serjimareya xwe ji mîlyonek kesî kêmtir bin. Dewlet hene ku serjimareya xwe ji 50 hezarî jî kêmtir in. Û firehiya axa hindek ji van dewletan dibe ku bi qasî bajarekî kurdan, bi qasî bajarokekî kurdan, heta bi qasî nehiyeyekî kurdan jî nîn be. Belam kurd, li navenda Rojhilata Navîn akincî ne û xwediyê erdnîgariyeke gewre ne. Heke em ji kurdan bipirsin, dê bibêjin “Serjimareya kurdan li Rojhilata Navîn bi qasî 40 milyonan e.” Hindek hene dibêjin, “Serjimareya kurdan li Rojhilata Navîn û li cîhanê zêdetirî ji 40 milyonan e.” Belam statuya kurdan nîne, li sazî û dezgeyên navnetewî navê kurdan nîne. Ne li Yekîtiya Netewan, ne li Konseya Ewropayê, ne li Yekîtiya Ewropayê, ne li Konferansa Îslamî, li tu derekê navê kurdan nîne. Carînan, çi dema ku behsa terorê were kirin, behsa kaçaxçîtiya tiryakê (uyuşturucu madde; mewadi muxedder) were kirin, behsa qaçaxçîtiya çekan were kirin, navê wan dibihure.

Luxemburg, yek ji wan dewletên endam ên Yekîtiya Ewropayê ye. Yek ji 25 endaman e. Heke em li seretaya damezrandina Yekîtiya Ewropayê ya li salên 1950î binihêrin, em dê bibînin ku Luxemburg yek ji wan 6 dewletan e, ku Komelgeya Aborî ya Ewropayê (Avrupa Ekonomik Topluluğu) dirust kiribûn. Di roja îroyîn de Luxemburg dewleteke wisan e ku îmzeya wê li binê hemû biryarnameyên Yekîtiya Ewropayê heye. Carînan Yekîtiya Ewropayê biryarin dide ku, tê de têye gotin, “Em li dijî dewleteke kurd a li Rojhilata Navîn in”, “Em li dijî guherîna sînorên li Rohilata Navîn in”. Yekîtiya Ewropayê ji bo ku bikarîbe bibêje “Bila kurd di nav sînorên dewletan de bibin xwediyê hindek mafên kulturî…” vê yekê dibêjin. Di binê van biryaran de îmzeya Luxemburgê jî heye. Serjimareya dewleta Luxemburgê 450 hezar e, û firehiya axa xwe jî 2 hezar û 500 km2 ye. Belam firehiya cografyaya Kurdistanê, ku li navenda Rojhilata Navîn e, zêdetir ji 500 hezar km2 ye. Dewleta Luxemburgê di pozîsyoneke wisan de ye ku bi awayekî fîîlî û huqûqî çarenusa 40 milyon kurdî tayîn dike. Ev yek, bi awayekî vekirî şanî me dide ku bê hela li dewra Yekîtiya Miletan pêwendiyên navnetewî çawan li dijî kurdan saz bûne. Ev nîzama ku li dijî kurdan saz bûye piştî Şerê Cîhanî yê yekem jî her wisan dewam kiriye. Ji aliyê din ve, bo numûne, li dîroka cîhanê dewleteke bi navê Luxsemburg nîn e, miletek ku bi navê luxemburgiyan were nasîn jî nîn e. Beli, di navbera Almanya û Fransa û Belçîkayê de mîrektîyek (prenslik) e. Li dîrokê têkoşîneke netewî ya luxsemburgiyan jî tun e. Serboriyeke wan a wekî “Em têdikoşin da ku zimanê xwe bi dest ve bînin, ligel kultura xwe bijîn” jî çênebûye. Belam kurd, ji destpêka sedsala 19. ve her di nav berxwedanê de ne. Ji wê demê bigrin heta bi roja me, di vê riyê de bi sedhezaran windayiyên wan hene. Digel vê têkoşîna biryardar, ji ber van şert û zrûfên ku di pêwendiyên navnetewî de li dijî kurdan saz bûne, tu qezenceke kurdan çênebûye. Ev yek di têkoşîna kurdan de babeteke balkêş e. Divê ev proses ji aliyê felsefeya siyasetê ve jî bête analîzkirin. Divê ev proses ji aliyê exlaqê siyasî ve jî bête analîzkirin. Luxemburgê ku xwediyê 450 hezar serjimareyî ye, ji ber kîjan zêdehiyên xwe dikare mafê tayînkirina çarenusa 40 milyon kurdî bi destê xwe ve bibe? Kurdê ku xwediyê 40 milyon kesî ye, ji ber kîjan kêmasiyên xwe mecbûr maye ku ji vê nîzama navtewî ya ku qet jî ne dadmend (adil) e, jê re îtaetê bike? Ji van gişan bi wêdetir, li salên 1920î ev proses çawan pêk hatiye? Polîtîkayên derbarê kurdan de çawan hatine tesbîtkirin? Çawan hatine bicihanîn? Encam çi ne? Divê evên hanê jî bi teferuat bêne zanîn, bêne vekolîn û analîzkirin.

Ew dewra ku ji dawiya sala 1919 dest pêdike û heta bi pêşiya sala 1921î tê, ew dewra ku bi qasî 18 mehan e, li dîroka kurdan gelek girîng e. Ez di vê baweriyê de me ku, çarenusa kurdan di wê komcivîna ku Wezareta Şer û Wezareta Karûbarên Hindistanê û Wezareta Koloniyan ên Brîtanyaya Mezin ku li Qahîreyê pêk hatibû de hatiye reşkirin. Ev jî babeteke girîng e: Ew miletê ku ji polîtîkaya “parçe bike-îdare bike” re bûye armanc, miletek xwedî zeafîyet e. Neyarên vî gelî, li gorî berjewendiyên xwe, li gorî armancên xwe van zeafîyetan kar tînin. Hingê divê ev zeafîyetên kurdan jî bi awayekî antropolojîk bêne vekolandin. Ev hemû, meriv dikare bibêje ku kêmtir dikarin bibin babeta meraqê. Ev nîzama cîhanî ya ne dadmend (bêedalet) çawan rê dîtiye ku li dijî kurdan were sazkirin? Çawan bi rê ve çûye? Li salên pişt re, digel hemû daxwaz û têkoşîna kurdan ev pêwendî çawan li dijî kurdan hatine tekuzkirin? Ji bo bicihanîna vê meraqê divê ev hemûyê pêwendiyan beriya her tiştî bi têgehên (term) zanistî bêne vekolîn.  Ev vekolîn, ne bi wê armanca ku ji siyaseta heyî re bibe bingeh bêne kirin, na, divê ji bo zêdekirina agahiyên zanistî (zanîna îlmî), divê ji bo bicihanîna vê meraqê ev vekolîn bêne kirin.

Bêguman ev zeafîyeteke girîng e ku kurd, eşîretên kurdan guh nadine hevdu, her kes, her eşîret bi tena serê xwe tevdigere. Rewşa wan kurdên ku piyê wan neketiye bi ser axa xwe ve, rewşa kurdên ku li dûrgehan (surgûniyê) e, ewên ku li derveyî welatê xwe dijîn jî girîng e. Heke linga meriv ne li sar axa xwe be, pêwendiyeke organîk di navbera meriv û gelê xwe de nîn be û meriv rabe têkoşînê organîze bike, dê ev yek bibe keftûlefteke bizeafîyet. Dibêjin Şerîf Paşa li Konferansa Parîsê (1919-1920) nûnerê kurdan bûye, belam tu pêwendiyeke organîk a Şerîf Paşa ligel gelê kurd nîne. Şerîf Paşa bi eslê xwe kurdekî Silêmaniyê ye. Belam Kurdistanê nas nake. Ew her du nûnerên ku Şêx Mehmûd Berzencî bo Konferansa Parîsê hinartibûn jî, Brîtanyaya Mezin û Fransayê nehiştin ew xwe bigihînin konferansê. Her du kurd, ên ku nûnerên Şêx Mehmûd Berzencî bûn, nikarîbûne ku ji Sûriyeyê wêdetir biçin.

Çi dema ku diyardeyeke dîrokî têye vekolîn, girîng e ku pirsên wek “çi bûye?”, “kê kiriye?”, “çawan kiriye?” bêne pirsîn û meriv li bersivên wan bigere. Lê ji vana jî girîngtir divê meriv pirsiyara “çima çêbû?”, “çawan çêbû?” bike. Di pirsiyarkirinên derbarê kurdan de ev pirsa dawîn hîç nayê pirsîn. Nexwe, ew pirsa ku zanistiyê tevlî analîzê dike, zanistiyê bi pêş ve dibe, zanistiyê kûrtir dike, ev pirs bi xwe ye. Gelek girîng e ku meriv vê pirsê bike û li bersivên wê yên maqul bigere. Bo numûne, tenê têye zanîn ku sînorên Îran û Îraq û Sûriyê hene û van sînoran kurd parçe kirine. Lê qet li ser nayê hizirîn ku bê hela ev sînor çima bi vî awayî ne, çima bi vî awayî hatine danîn. Min diyar kiribû ku di lêkolînên kurdan de pirsên wek “çima çêbû, ji ber çi çêbû?” hîç nayêne pirsîn. Di rastiya xwe de, her sê pirsên pêşîn jî nayêne pirsîn, yan jî bi awayekî nîvco têne pirsîn, bi awayekî şaş têne pirsîn.

Serokê wezîran ê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan, sal û nîvek-du sal berê ji bo geşteke fermî çûbû Federasyona Rusyayê. Di bêhnvedana Moskowayê ya vê geştê de, kurdan pirsekê ji serokê wezîran kirin ku “Pirsa kurd dê çawan bête çareserkirin?” Serokê wezîran bersivê wisan da: “Heke hûn li ser van babetan nehizirin, hûn hişê xwe li ser van babetan newestînin, hingê dê pirseke wisan ji bo we jî nîn be”. Serokê wezîran, li wan rojan geştekê bo Norwêçê jî kiribû. Kurdên ku li Norwêçê dijîn, wan jî heman pirsê ji serokê wezîran kir. Hate pirsîn ku, “Derbarê çareserkirina pirsa kurd de hûn çi difikirn?” Serokê wezîran li wir jî heman bersivê da, got “Heke hûn li ser nehizirin, dê pirseke wisan ji bo we jî nîn be”. Ev helwesta serokê wezîran li cîhana hizrî ya Tirkîyê piçekî xerîb hate dîtin. Rastiya wê, ev xerîbdîtin, ecêb e. Bo numûne, ev babeta ku li jor ez çêlî wê dikim, babeteke wisan e, ku qet li ser nehatiye hizirîn. Bûyereke bi vî rengî, babeteke bi vî awayî tune têye hesibandin. Ji ber ku tune têye hesibandin jî, di vî warî de awirê îdeolojiya fermî serdest dibe. Ne tenê ji bo cîhana hizrî ya tirk, belkî ji bo cîhana hizrî ya ereb, ji bo cîhana hizrî ya fars jî pirseke bi vî rengî nîne. Di vê babetê de lebateke beyhude ye, ne pêwîst e, ku meriv li cihêtiyên di navbera rastgîr û çepgîran, marksîst û lîberalan, şerîetparêz û laîqan de bigere. Ev babet ji bo kurdan jî her wisan e. Kurdên ku her tim dibêjin “çareserî, çareserî” jî qet têkelî van babetan nabin. Kurd jî, bo numûne, tenê dizanin ku sînor hene, van sînoran kurd parçe kirine belam li ser vê yekê munaqeşe nakin, venakolin, nanivîsin ku bê hela çima ev yek wiha ye. Ji bo lêkolîner û lêgerînerên rojavayî, bo numûne, ji bo yên îngilîz û fransiz jî her rewş ev e. Ev lêkolîner jî gelek bi îtina tevdigerin da ku bala kesî neçe bi ser van babetan de.

Awira îdeolojiya fermî bi ser van hemû cereyanên hizrî de her zal e, tayînker û diyarker e. Ev babeta ku ez behsa wê dikim, ji ber vê yekê, ne ew babet e ku hatiye vekolîn û analîzkirin. Ev babeteke wisan e ku qet nehatîye dîtin, nehatiye zanîn. Ji bo ku ev babet neyête zanîn, ji bo ku pê nizanibin jî gelek hewl dane xwe, bi baldarî tevgeriyane da ku qet pê nizanibin. Lêbelê ev jî tiştekî zor balkêş e, ku lêkolînerên rojavayî jî derbarê vê babetê de her tim di nav reftariyeke bi vî rengî de bûne.

Dê gelek girîng be ku reftariya Lenîn, Stalîn û Troçkî ya derbarê kurdan de ku piştî sala 1917 rêvebirên Yekîtiya Soveyatan bûn, bête vekolîn. Mafê tayînkirina çarenusa netewî, pirensîbeke wisan bû ku, her tim ji aliyê rêvebirên Yekîtiya Sovyetan ve dihate gotin. Mafê tayînkirina çarenusa netewî, ji pirensîbên bingehîn bû ji bo Yekîtiya Sovyetan. Her wiha, têgeha “Şerê li dijî emperyalîzmê” jî prensîbeke wisan e, ku ji aliyê rêvebirên Yekîtiya Sovyetan ve, ji aliyê Lenîn û Stalîn û Troçkî ve gelek dihate gotin. Li Rojhilata Navîn grîngtirîn polîtîkaya ku emperyalîzmê bi pêş ve dibe, emperyalîzmê mayende dike jihevdexistin û parçekirin û parvekirina Kurdistanê û gelê kurd e. Çunke tu miletek dev ji mafên xwe yên netewî û ziman û kultura xwe bernade. Her milet ji bo mafên xwe yên netewî, ku jê hatine dizîn, da ku bi destê xwe ve bîne, li hemberî polîtîkayên zordest li ber xwe dide, serî hildide. Ev yek jî, li herêmê bêaramiyêkê bi xwe re tîne. Prosesa serî hildanê û serkutkirina wê, wek faktoreke girîng li herêmê rewşa bêîstikrariyê bi xwe re tîne. Bo numûne, li salên 1920î, li salên 1930î, li salên 1940î, li Îraqê her serîhildana kurd a ku li dijî rêvebiriya ereb dihate destpêkirin, bi mudaxeleya hêzên bejayî yên îngilîz, bi bombardûmanên Hêzên Esmanî yên Kralîyeta Îngilîz hatiye bêtesîrkirin. Di babeta serkutkirina serîhildanên kurdan de pêwîstiya ku bi yarmetiya Brîtanyaya Mezin, wate pêwîstî bi hêzeke emperyal têye dîtin, ji bo ku emperyalîzm li herêmê her tim bimîne û xwe ji nû ve biafirîne, ji bo emperyalîzmê rewşeke musaît pêk aniye.

Piştî gulana sala 1919 li Kurdistana Başûr di pêşengiya Şêx Mehmûd Berzencî de raperîneke gelek ciddî dest pêkir. Di kitêba Hasan Yildiz a bi navê Sevr-Lozan-Musul Üçgeninde Kürdistan (Doz Yayınları, genişletilmiş 4. bs., 2005) de derbarê vê raperînê de belgeyên (dokumant) gelek girîng hene. Îcar, Hasan Yildiz di pirtûka xwe ya bi navê 20. Yüzyılın Başlarında Kürt Siyasası ve Modernizm (Doz Yayınları, Genişletilmiş ikinci bs., Eylül 2006) de jî, îddîa dike ku Şêx Mehmûd Berzencî ji siyaseta wê demê ya îngilîzan, ji ya kemalîstan tênegihiştiye. Armanca vê berxwedanê serxwebûna Kurdistanê bû. Hêzên emperyal ên wek Brîtanyaya Mezin û Fransa, hûn dev ji Kurdistaneke serbixwe berdin, tew li ser Kurdistaneke kolonî jî nehizirîne. Her cure talebên siyasî yên ku ji kurdan hatine, red kirine, ji bo ku pêşî li daxwazên kurdan bigrin, her rêyê ceribandine, her tiştî kirine. Ji bo ku Kurdistanê parçe bikin û parve bikin, çi ji destê wan hatiye paş ve nedane, her metodî kar anîne. Gelekî vekirî ye, ev hêzên emperyal dema ku polîtîkaya kurd tesbît kirine û bicih anîne, ligel rêvebiriya fars, ligel rêvebiriyên ereb, ligel rêvebiriya kemalîstan, ligel Yekîtiya Sovyetan, çi eşkera çi veşarî, di nav pêwendiyên cur bi cur de bûne.

Dema ku Şêx Mehmûd Berzencî di sala 1923 de li hemberî îngilîzan li ber xwe dida, wî sê caran hawara xwe gihande Yekîtiya Sovyetan. Di sê nameyên ku bi mêjûya 23 çile 1923 û 10 hezîran 1923 û 23 temûz 1923 nivisîne û bo rêvebiriya Yekîtiya Sovyetan hinartine de prensîba şerê li dijî emperyalîzmê û li nik viya, prensîba tayînkirina mafê çarenusî ya netewan, di vê rêyê de hizirîn û tetbîqkirina Yekîtiya Sovyetan hatiye qisetkirin, têgeha neteweyên mezlûm hatiye bibîrxistin, çêlî neheqiyên ku li kurdan bûye hatiye kirin. Têye gotin ku nameya bi mêjûyê 23 Hezîran 1923 li rojnameya Pravda jî hatiye weşandin. Divê li ser vê babetê jî baş bête hizirîn ku li Yekîtiya Sovyetan ewçend pirensîbên tayînkirina çarenusa netewî û pêwîstiya şerê li dijî emperyalîzmê hatiye vegotin, lê di navbera teorî û pratîzekirina van dîtinan de çima ewçend berovajîbûn hebûye, Yekîtiya Sovyetan çima vê aliyê xwe nedîtiye? Meriv dikare wiha bibêje: Polîtîkaya kurd a li salên 1920î, polîtîkayeke li dijî kurd e. Ev polîtîka, ji polîtîkaya Brîtanyaya Mezin û Fransayê ne cihêtir e. Polîtîkaya Moskowayê jî, wek plîtîkaya Londonê, wek polîtîkaya Parîsê li dijî kurd e.

Lêbelê ev pêwendiyên derbarê kurdan de, wate ev reftariya Yekîtiya Sovyetan a li hemberî kurdan ji aliyê hizirîna tirk ve, ji aliyê hizirîna ereb û fars ve nayête vekolîn. Di dewra Yekîtiya Sovetan de ji aliyê lêkolînerên Sovyetan ve jî nehatiye vekolîn. Ji aliyê lêkolînerên Ewropî jî, bo numûne, ji aliyê lêkolînerên îngilîz û fransiz ve, ji aliyê lêkolînerên DYA (USA) ve jî nehatiye vekolîn. Digel ku rewş ewçend vekirî ye, kurdên ku têdikoşin da ku xwedî li mafên xwe yên netewî derkevin lê wek “ajanên emperyalîzmê”, wek “hevkarên emperyalîzmê” têne tawanbarkirin, têne piçûkxistin ku ev dibe reftariyeke îbretê. Divê ez careke din îşaret bikim ku ev reftariyeke giştî ye, çi marksît û çi lîberal, çi muhafezekar û çi pêşverû, çi laîq û çi şerîetperest, gişan digre nava xwe de. Tu çawaniyeke vê refatriyê ya ji bo pirsa kurd jî nîne. Berovajiya texmînê, tu çawaniyeke îzehkirina raman û tevgera emperyalîzmê jî nîne. Bîlekis, dike ku vana veşêre, bide şaşkirin. Lêbelê, rastî ev e ku ramana emperyalîzmê û pratîzekirina wê di serî de li hemberî kurdan hatiye geşkirin. Ne mumkûn e ku van pêwendiyan ji ber çavan bidine dûrxistin, bala meriv ji ser bidine alî.

Derbarê têgeha “şerê li dijî emperyalîzmê” de jî, divê meriv balê bikşîne ser helsengandinên cotestandard ên rêveberên Sovyetan. Bo numûne, berxwedana mîrê efganan Emanullah Xanê ku di salên 1920î de li ser bingeha îslamiyetê li dijî Brîtanyaya Mezin pêk hatiye, hem wek têkoşîneke netewî û hem jî wek şerê li dijî emperyalîzmê hatiye têgihaştin. Li salên 1890î, li Sudanê, dîsan li ser bingeha îslamiyetê, tevgera Mehdî ya li dijî Brîtanyaya Mezin bi heman têgehan hatiye têgihaştin. Her wiha, li heman dewrê, li Lîbyayê tevgera Omer Muxtar a li dijî Îtalyayê jî bi têgehên bi vî rengî hatiye helsengandin.

Di têgihaştina van diyardeyan de hizirîna tirk jî her wisan xwediyê cotestandardiyê ye. Ew berxwedanên ku li jor navê wan hate birin, ku li ser bingeha îslamiyetê rû dabûn, hem wek têkoşîna mîllî û hem jî wek şerê li dijî emperyalîzmê têne têgihaştin. Belam têkoşîna Şêx Mehmûd Berzencî, ya ku bo xwe Kurdistana serbixwe kiribû armanc, wek tevgereke mîllî nayê dîtin, her wekî ku li ser bingeha şêxayetiyê hatiye dîtin, ji bilî ku berevaniya tekiyeya şêxayetiyê bike, her wekî ku tu armanceke din ya wê têkoşînê nîn be, wek tevgereke bi vî rengî têye têgihaştin. Şerê ku li dijî Brîtanyaya Mezin hatiye kirin jî tune têye hesibandin.

Ger em piçekî din ji nêz ve li reftariya Yekîtiya Sovyetan binihêrin, dê çêtir be. Em dawiya salên 1970î û 1980yî bînin bîra xwe. Li dora sed pisporên sovyetan li Îraqê dixebitîn. Van pisporan derbarê çekên kîmyewî û biyolojîk de bo rêvebiriya Baas, bo rejîma Sedam Huseyn şêwirmendiyê dikir. Di babetên wek çekên kîmyewî û biyolojîk de ku çawan têne hilberîn, çawan têne karanîn, di kîjan rewşa hewayî de bêne karanîn hingê tesîra wan dê zêdetir bibe?… Gelo derbarê çekên kîmyewî û biyolojîk de şêwirmendî kirin, tê çi wateyê? Bo numûne, ger meriv wek şêwirmend yekî fêr bike ku, heke tu ewqas gaza taun di vê rewşa hewayê de kar bînî, ger tu biavêjî bi ser gundekî de dê li dora sed kesî pê bimirin, yan jî, ger tu bi heman pîvanî gaza serîn, di heman rewşa hewayê de kar bînî hingê dê li dora sê sed kesî pê bimrin… Ji aliyê exlaqî ve nirxa vê şêwirmendiyê çi ye? Ev awa şêwirmendî çawan li îdeolojiyên wek Marksîzmiyê, wek komunîzmiyê dikeve? Li salên 1980yî hemwelatiyên Yekîtiya Sovyetan gelo pê dizanîbûn ku muhendis û pisporên wan ji rejîma Sedam Huseynî re şêwirmendiyê dikin? Ew gotina serokê wezîran Receb Teyîb Erdoganî li vir jî tê bîra meriv ku: Heke hûn li ser nehizirin, bûyereke wisan, pirseke wisan nîne. Ne li Tirkiyê, ne li Rojhilata Navîn, ne jî li cîhanê sosyalîst û komunîst li ser vê bûyerê ranewesiyane, li ser nehizirîne, venekolane. Ji aliyê exlaqî/etîkî ve lê nenihêrîne. Çavê xwe, guhên xwe ji vê meseleyê re girtine, xwe li nezanînê danîne. Her wekî viya, ew operasyonên hovane yên li derveyî mirovayetiyê ku ji aliyê rejîma Sedam Huseynî ve bi ser gelê kurd de dihatin meşandin, wê demê jî wan hawara gelê kurd nebihîstibû. Kurd ji bo ku nemirin, ji bo ku li jiyanê bimînin, çi dema ku dixwestin hawara xwe bigihînin cîhanê, piçek eleqe bibînin, hingê wê demê jî wek ku “Kurd ajantiya emperyalîzmê dikin” hatine dîtin, bi vî awayî hatine îthamkirin. Cardin, li navîna salên 1970yî, li dema berxwedana di pêşengiya Mela Mistefa Berzanî de jî gundên kurdan bi balafirên MIG yên Sovyetan hatin bombardûmankirin. Gelek caran hatibû tesbîtkirin ku pîlotên van balafiran kesên ji Sovyetan bûn.

Li Helebçeyê, 16 adar 1988, dibêjin zêdetir ji pênc hezar kurdî jiyana xwe ji dest daye. Lêbelê heta ku dor were ser Helebçeyê, kîjan gaz zêdetir dikuje, kîjan çeka biyolojîk bêhtir mezin e, bi kîjan gaza kîmyewî dê hîn zêdetir mirov bêne kuştin, belê, di van waran de gelek temrîn hatine kirin, gelek zanîn hatine tomarkirin, gelek tecrube çêbûne da ku bigihên vê encamê. Ev temrîn her tim li ser gundên kurdan pêk hatine. Li ser kurdên ku dihatine desteserkirin, li ser wan kurdên ku dihatine zindanîkirin pêk hatine. Li gelekê welatan di laburatuwaran de li ser hindek ajalan, li ser mişkan hatine temrînkirin belam li Îraqê li ser gundên kurdan, rasterast li ser kurdan hatine ceribandin. Li salên 1980 hejmara kurdên ku di van temrînên kîmyewî de hatine kuştin zêdetir ji kuştiyên Helebçeyê ne. Di operasyonên Enfal de kurdên ku hatine kuştin, ewên ku hatine windakirin, ewên ku derbarê aqubeta wan de tu agahiyek nîne, hejmara wan zêdetir ji 180 hezarî ye. Belam digel ku pê dizanîbûn, bo numûne, digel ku roşinbîrên ereb pê dizanîbûn ku rejîma Sedam Huseynî li hemberî kurdan polîtîkayên bi vî rengî yên li derveyî mirovayetiyê pêk tîne, polîtîkayeke komelkujiyê li hemberî gelê kurd pêk tîne jî, belam dîsan piçûktirîn rexne li vê rejîmê nehatiye kirin. Kenan Makiya, di nav roşinbîrên ereb de yekî tekane ye ku li hemberî vê rejîmê dengekî rexneyî derxistiye ku pirtûka wî ya bi navê Vahşet ve Sessizlik, pirtûkeke wisan e ku divê bi îbret were xwendin. Di vê mijarê de sernavê gotara di pirtûka wî de bi navê “Savaş, Diktatörlük, Başkaldırı ve Arap Dünyası” ye (Çev. Arif Karabağ,  Avesta/Acil kitaplar, 2002).

Kenan Makiya derbarê Enfalê de dibêje:

“Dewletên Rojavayî û roşinbîrên ereb derbarê Enfalê de xwediyê agahiyên tekuz bûn, ku Enfalê li nav Îraqê bi salan berdewam dikir. Ev kirin ji serî heta binî bêmantiq û di radeya hovîtiyê de bû. Dewletên rojavayî çek didan tîranî û roşinbîrên ereb jî jê re dibûn payende. Niha hovîtî destê xwe dirêjî her kesî kiriye.

Ji bo cih ji dewleta Îsraîl re vebibe bi sedan gundên Filîstînê hatin xirakirin, li ser viya bi milyonê milyonan peyv hatin nivîsîn. Divê ev yek wisan bûya jî. Belam heman roşinbîrên ku vana dinivîsîn, pirraniya wan, çi dema ku gotin dihate ser wan hezaran gundên kurdan ku ji aliyê dewleteke ereb ve dihatin tunekirin, tercîha wan bêdengî bû. Em, tenê, tiştê ku em dixwazin bizanibin, em pê dizanin (r. 242-243).

Edward Said, di roja îroyin de ne tenê entellektuelekî girîng ê ereb e, belkî li cîhanê jî her wisan e. Edward Said dibêje ku, Sedam Huseynî gaza kîmyewî li hemberî kurdan li sala 1988 û pişt re li Helebçeyê kar neaniye. Bo polîtîkaya vê rejîmê ku li hemberî kurdan di pileya komelkujiyê de pêk dihat, wî piçûktirîn rexne jî nekiriye. Li gorî Edward Said, pirseke wek Pirsa Kurd nîne. Sedam Huseyn jî erebekî ye ku li hemberî emperyalîzmê li ber xwe dide (Kanan Makiya, r. 314).

Piştî êrîşa/mudaxeleya DYA ya bo Îraqê ku li adara 2003 pêk hat, gotina ku zêdetir hate bihîstin, “li Îraqê çekên kîmyewî tune ne!” û her wiha “hatiye famkirin ku di destê Sedam Huseynî de çekên kîmyewî tune ne.” Çapemeniya/masmedyaya navnetewî, ya ereb, ya tirk, ya fars her tim vê nihêrînê îddîa kirin. Lêbelê vê çapemeniyê qet negot ku wextkê, li salên 1980yî, li Îraqê di destê rejîma Baas de ev çek hebûne, ev çek bi awayekî sîstematîk li hemberî kurdan hatine karanîn. Wek kesekî, min hîç nedîtiye ku kesî vê hevoka dawîn nivîsiye, yan jî gotiye. Serokê DYA Bushî jî qet vê hevokê bilêv nekir. Têye îddîakirin ku serokê DYA Bush û serokê wezîran ê Brîtanyaya Mezin Tony Blairî ji ber ku “di destê Sedam Huseynî de çekên komelkojiyê hene”, ji vê çendê wan li hemberî wî şer daye destpêkrin. Her wiha, ji ber ku di encamê de “Çekên komelkujiyê di destê Sedam Huseynî de tune ne” serokê DYA Bush û serokê wezîran Blair têne rexnekirin. Li hemberî ewçend rexneyan jî dîsan van rêvebiran negotin ku “… ma wextkê di destê Sedam Huseynî de ev çekên komelkujiyê hebûn û wî van çekan li hemberî gelê xwe bi awayekî sîstematîk her kar anîbûn!” Bi tenê cigîrê serokê DYA Dick Chaney di axiftinekê ya derbarê Îraqê de gotibû ku “Li Îraqê çekên komelkujiyê nehatin dîtin, belam têye zanîn ku Sedam Huseynî hilberîna van çekan kiriye û li salên 1980yî li hemberî gelê xwe kar anîne.” Di vî warî de ji bilî viya, tu axiftin an gotareke din nayê bîra min. Ev yek, gelek vekirî ye ku, reftariyeke li dijberî kurd e. Nixaftina/veşartina hilberîn û karanîna çekên kîmyewî, têye wateya veşartina rewşa kurdan, da ku bila însaniyet pênehese ku ev tişt bi serê kurdan de hatine.

Gotareke rojnamegerê îngilîz Robert Fisk, boz imanê tirkî hatiye wergerandin û li rojnameya Radikal a roja 12ê kanûna pêşîn a 2006 hatiye weşandin. Sernavê vê gotarê “DYA Hevparê Tawanên Sedamî bû” ye. Di vê gotarê de têye gotin ku, “Birayara dardekirina Sedamê ku wextkê mutefîkê DYA bû, tam numûneyeke dirûtiyê ye. Hêzên dagîrker ji ber ku zorê li Sedamî dikin da ku ew behsa pêwendiyên di navbera xwe û DYA de neke, ji ber ku Sedamî bi wê gaza ku wî ji DYA û Brîtanyaya Mezin peyda kiribû li Helebçeyê kurdan kuştiye, ji lewre wan newêrîn Sedamî bidarizînin.” Bi vî awayî têye eşkerakirin ku, serok Bush û serokê wezîran Tony Blair bi vê reftariya xwe naxwazin bête zanîn ku zemanek çekên komelkujiyê hatine hilberandin û li hemberî kurdan hatine karanîn. Robert Fisk di gotara xwe de dide zanîn ku piştî wê tawana şerî ya li Helebçeyê, CIA di talîmatên xwe de pend li dîplomatên xwe yên li Rohilata Navîn kiriye ku bila karanîna gazên kîmyewî nekin ser Îraqê, bila bixînin stûyê Îanê de. Di vê babetê de raporteke derewîn a CIA jî heye. Ev e, Edward Said xwe dispêre vê raportê û dinivîse ku ne Îraqê, Îranê kurd kujtine.

Analîzeke Piçûk Li Ser Polîtîkaya Dewletên Mezin Derbarê Kurdan de li Salên 1920î

Li salên 1920î, di pêwendiyên Tevgera Kemalîst ên ligel Brîtanyaya Mezin û Fransa û Îtalyayê de di pileya yekem de kurd hebûne. Di wan pêwendiyên ku ligel Brîtanyaya Mezin û Yekîtiya Sovyetan çêbûne de jî, her tim bi îtîna li ser babeta kurd hatiye rawestîn. Ji wan rojên ku kongreyên li Sêwasê pêk hatine û bi vir de Fransa û Îtalya bi rêveberiya kemalîst re pêwendiyên xwe saz kirine û rê xweş kirine da ku bi kemalîstan re li hev bikin. Li vir, vekirî ye ku para neliheviyên (çelişki) di navbera Brîtanyaya Mezin û Fransayê de jî tê de hene. Daxwazên Îtalyayê, yên li ser Anadolê jî tu car ne daxwazên ciddî bûne. Ji sereta ve, ji dewra Mutarekeya Mondrosê bigrin û bi vir de Îtalya her tim yarmetiya maddî û manewî dide tevgera Quwweyê Millî ya li Anadolê. Brîtanyaya Mezin, neyareke girîng e. Û Yekîtiya Sovyetan jî, ji ber wan pirensîbên ku li cîhanê belav kiriye, ji ber prensîba mafê tayînkirina çarenusa netewî, di pozîsyoneke wisan de ye ku divê bi baldarî li ser bête rawestîn.

Şêx Memûd Berzencî li Başûr di nav têkoşînê de ye ku Kurdistana serbixwe bo xwe kiriye armanc. Li hemberî Brîtanyaya Mezin ku herêmê xistiye jêrî serweriya xwe, di nav pevçûnê de ye. Armanca tekane ya tevgera Kemalîst jî ew e, ku nehêle kurd û îngilîz bigihêne hev û li hev bikin. Çunke, dibe ku ev bihevrebûn, ev lihevkirin bibe sedem ku daxwazên kurdan bêne cih. Di vê rewşê de tevgera Kemalîst polîtîkayeke wisan bi rê ve dibe da ku neliheviyên/nakokiyên di navbera Şêx Mehmûd Berzencî û Brîtanyaya Mezin de hîn zêdetir û kûrtir bibin. Kemalîstan bi vê niyetê yarmetiyên maddî jî dane Şêx Mehmûd Berzencî. Bêguman ev yarmetî, ne ew yarmetî ye ku encam jê hasil bibe. Ev yarmetiyeke wisan e ku, nakokiyên di navbera kurdan û Brîtanyaya Mezin de zêdetir dikin, pêşî lê digrin da ku ew bi nêzîkî hev nebin û li hev nekin. Tevgera Kemalîst bi vê niyetê yarmetî daye tevgera Simko ya li Îranê jî. Armanca bingehîn ev e ku, kurd û Brîtanyaya Mezin nêzîkî li hev nekin, di navbera wan de lihevhatinek çênebe, pêşî li viya digrin. Ev jî, tenê dikaribû bi yarmetiyeke bêqîymet pêk were. Mistefa Kemal baş têgihaştiye ku Brîtanyaya Mezin ji binî ve li hemberî avabûna Kurdistaneke serbixwe ye. Di wan pêwendiyên ku ligel Brîtanyaya Mezin pêk hatibûn de wî vê agahiyê bidest xistiye. Ev yarmetiyên kemalîstan encameke wisan bi xwe re aniye ku pevçûn û nakokiyên ligel Brîtanyaya Mezin hîn kûrtir bibin. Û bi vî awayî pêşî lê hatiye girtin ku kurd negihên encameke erînî. Debarê tevgera Simko de ligel pirtûgên Hasan Yildiz ên ku navê wan li jor hate birin, meriv dikare li pirtûga Faîk Bulut a bi navê Dar Üçgende Üç İsyan, Kürdistan’da Etnik Çatışmalar (Evrensel Basın-Yayın, genişletilmiş 2. bs.  Haziran 2005,  s.77 vd.  s.183 vd.) jî binihêre.

Babeteke girîng a ku pêwendiya wê bi kurdan re heye, meseleya Mosilê ye. Wê demê ji bo tevahiya Kurdistana Başûr, wate ji bo bajarên Kerkûk û Silêmaniye û Hewlêr û Duhok û hwd. bi giştî “Wîlayeta Mosilê” dihate gotin. Kemalîst îddîa dikin ku mafê wan li ser vê wîlayetê heye û dibêjin, “Divê Mosil ji rêvebiriya osmanî derbasî jêrî rêvebiriya tirk a nuh bibe.” Wan digot ku Mosil di nav sînorên Mîsak-î millî de ye. Daxwazên Brîtanyaya Mezin jî li ser Mosilê hebûn. Îngilîzan îddîa dikir ku, divê Mosil bi ser dewleta Îraqê ya ku nuh têye avakirin ve bête berdan û digotin, “Heke ne ji wîlayeta Mosilê be dewleta Îraqê dê nikarîbe bijî.” Di babeta wîlayeta Mosilê de di navbera kemalîstan û Brîtanyaya Mezin de nelihevî û hevdukişandineke mezin hebû. Di vê navberê de, têkoşîna Şêx Mehmûd Berzencî ya bo Kurdistaneke serbixwe jî her ku diçû geştir dibû. Di binî re jî pêwendiyên li navbera kemalîstan û îngilîzan her berdewam bûn. Ev alozî di dawiyê de bi lihevhatinekê biencam bûn. Wê demê babeta ku rêvebiriya kemalîstan zêdetir li ser disekinî ev bû ku, divê li Başûr hîç qezenceke kurdan çênebe; te divê bila wek otonomiyê be, te divê bila xodmuxtarî yan jî federasyon be, bi dest kurdan ve hîç tiştekî neyête berdan. Li gorî qenaeta min, li wê dewrê, wate li salên 1920î ew proses wiha biencam bû ku, rêvebiriya kemalîstan dev ji îddîakirina mafên xwe yên li ser Mosilê berdan, li hemberî viya, Brîtanyaya Mezin jî, çi daxwazên ku ji layê kurdan ve bêne kirin diviyabû pêşî lê bigre. Te divê bila otonomî be, te divê bila xodmuxtarî yan jî federasyon û hwd. be, her cure talebên siyasî yên kurdan diviya bêne pelixandin. Te divê li wan salan be û te divê bila salên li pişt re be, çi daxwazeke siyasî ya kurdan hebûye hatiye redkirin, Brîtanyaya Mezin ji bo ku van daxwazan bipelêxe, hemû tedbîrên xwe girtine, di vî warî de xwe ji tu hewldanekê bi paş ve nedaye.

Ev rewşa hanê li wan prensîbên rêvebiriya koloniyan ên Brîtanyaya Mezin jî nagunce. Çunke, Brîtanyaya Mezin li tevayî koloniyên xwe rêvebiriyên xodmuxtar dida avakirinê. Li Hindistanê, li Afrîqaya Başûr, li Tanzanyayê, li Ugandayê û hwd. li her derê rêvebiriyên xodmuxtar ava kirine. Digel ku di vê babetê de daxwazeke gelek mezin a kurdan hebûye jî belam tekane devera ku Brîtanyaya Mezin tê de rêvebiriyeke xodmuxtar ava nekiribe, Kurdistan e. Hasan Yildiz di wan pirtûkên xwe yên ku me navê wan li jor biriye de dide xuyanîkirin ku meseleya Mosilê ne meseleya axê û neftê ye, ev mesele di çarçoveya munaqeşeyên derbarê kurdan de derketiye meydanê ku kurd negihên tu statuyekê.

Ev jî babeteke balkêş e ku bê hela Kemalîst çi wateyê didine tevgera Şêx Mehmûd Berzencî. Çunke, Berzencî pêşengeke wisan e ku li ser axa xwe serî hildaye. Ev taybetmendî tevgerê hêzdar û bibandor û mayende dike. Li Bakur jî hindek tevgerên ku li derdora Seyîd Evdilqadir û Bedirxaniyan pêk hatibûn, hene. Ev hindek malbat in ku li Stenbolê, li dûrgehan (surgunîyê) dijîn. Û vegera van malbatan ya bo Kurdistanê, jiyîna wan a li Kurdistanê qedexe ye. Pêwendiya van malbatan, van kesan bi gelê kurd re gelekî lawaz e, bi sînor e. Bi gelê xwe re di nav pêwendiyên organîk de bûyîn, gelek girîng e. Li ser axa xwe hilberandin, parvekirin, avadanî, kontrol, rêvebirî awantajeke gelek mezin e. Kurdên ku li derveyî welatê xwe ne, kurdên ku li dûrgehan in, kurdên ku ji kerema dilê xwe li dûrgehan dîmînin ne xwediyê vê awantaja mezin in. Xaleke girîng e, heke di vê çarçoveyê re li raman û çalakiyên Berzaniyan bête nihêrin, ev yek bête helsengadin, hingê dê encamên baş jê derkevin.*

Sermawez 2006

Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn

_____________

*Ev gotar li konferansa ku ji aliyê Kürt Demokrasi Forumu ve Akademik Araştırmalar Derneği ve bi sernavê “Kurd Çawan li Pirsa Kurd Dinihêrin?” hatiye pêşkêşkirin ku wek metn li www.peyamaazadi.com hatibû weşandin, ji wir hatiye girtin û bo kurmancî hatiye wergerandin (R. L.).

Did you like this? Share it:
Hîn tu şîrove giredayê gotarê nîn e
Bersivê bide vê şirovêye
Pêwîst e
Pêwîst e