Sîstema Hukimranîya Tirk, Gelên Anadolîyê-Gelên Xwecihî, Sîstema Devşirmetîyê

Çawahîya Bingehîn ya Rejîmê – VI

Oguz di sedsala 11. de ji Asyaya Navîn hatin Xoresan, Îran û Rojhelata Navîn. Êrîşên oguzan di sedsalên 12., 13. û 14. de jî dewam kirin. Ev ne êrîşeka bi întîzam bû. Ev ne êrîşên bi plan bûn ku bo deverên hatine dîyar kirin çêdibûn. Tirkman bona ku jîyana xwe dewam bikin li deverekê digerîyan daku bikanibin debara xwe temîn bikin. Ev dîtina pisporan e, di maweya çar qirnan de oguzên ku hatine Anadolîyê û derdorên gola Wanê, di navbera 200 û 600 hezaran de ne.

YIBODema ku tirkên oguz hatin van herêman, gelên xwecihî ku li van erdan dijîyan kî bûn? Wekî mînak, li Mezopotamyaya jorîn, li derdorên gola Wanê û gola Urmîyeyê, kurd, asurîsuryanî, keldanî, ermenî, yahudî, ereb û hîn li bakûr jî gurcî hebûn. Li Mezopotamyaya jêrîn, li Îraq û Sûrîyeyê ereb hebûn. Li kevîya deryaya Reş laz û pontus, li Egeyê û derdora deryaya Sipî, li deltaya Qizilirmakê rûm û ermenî hebûn. Gelên xwecihî ev bûn. Dema ku tirkên oguz di sedsala 11. de hatin van herêman, li van erdan nufûsa gelên xwecihî li dora 10 mîlyonan bû.

Di împaratorîya Selçûkîyan de û hîn paşê di dewra împaratorîya Osmanî de em fehmeka wisa dibînin, kadroyên ku rêvebirîyê pêk tînin, ji gelên xwecihî nayên hilbijartin. Sîstema devşirmetîyê heye. Kadroyên rêvebirîyê, dezgeyên hukimranîyê, ji devşirmeyan tên pêkanîn. Ji gelên xwecihî kadro nayên pêkanîn, hewl didin xwe da ku bi awayekî giştî gelên xwecihî li derveyî sîstemê bimînin.

Li gorî qenaeta min sedemê bingehîn yê vê fehmê meseleya milkîyetê ye. Gelên xwecihî, pêşewayên gelên xwecihî li derdora xwe xwedîyê milk in. Wekî mînak, xwedîyê erdên fireh in. Ji vê çendê li ser gel heta radeyekê karîgerîya wan heye. Yekî ku li herêma xwe xwedîyê milkekî axê yê fireh be, wekî mînak, wisa difikirin ku begekî dikane di paşerojan de bo rêvebirîyê muşkileyekê derxîne, em bibêjin, dikane bikeve dû otonomî yan serxwebûnê. Bona ku pêşî li viya bigrin, bi hemet tevdigerin ku dezgeyên rêvebirîyê, kadroyên rêvebirîyê ne ji gelên xwecihî, ji devşirmeyan pêk bînin. Hemî peywirdarên payebilind ên di rêvebirîyê de, hemî mewqî, ji sîstema devşirmetîyê têne bicihanîn. Zarokên rûm, sirb, xirvat, romen, bulgar, pomak û hwd. ên ku di temenekî ciwan de ji Balqanan hatine berhevkirin, li gorî îdeolojîya Osmanî têne perwerdekirin û wan hildidin qedemeyên jor ên rêvebirîyê. Ev zarokên ku ji malbatên xirîstîyanan têne hildan, ji koka xwe têne veqetandin, ji hawirdora xwe ya xwezayî, ji malbat û civata xwe têne veqetandin, di hawirdoreka gelek cihê de têne mezinkirin. Êdî ne mumkin e ku bi hawirdora xwe ya xwezayî re peywendîyê daynin. Ev êdî bi hemî hebûna xwe girêdayê dewletê ne. Bi saya dewletê hene. Hebûna wan tenê bi hebûna dewletê ve girêdayî ye. Zîhnyeteka wisa mewzû behs e. Ji vê çendê, ev kategorî, parastin û berevanîya dewletê wekî peywireka gelek ciddî têdigihê.

Merivek yan takekesek ku li devera xwe xwedîyê axeka fireh be, dibe ku ne xwedîyê zîhnîyeteka wisa ya parastin û berevanîyê be. Ji alîyê din, dibe ku ew bi xwe bixwaze hinek karên hukimranîyê bikar bîne. Şeklê milkîyeta li wê herêmê, têkilîyên ku ji ber vî şeklê milkîyetê bi gel re saz bûne, peywendî, dibe ku bikanibin îmkanekî wisa pêk bînin. Ji alîyê din, zarokên xirîstîyanan ku ji hawirdora xwe ya xwezayî û ji malbata xwe hatine veqetandin, perwerdekirina wan a li gorî armancên xwe gelek hêsantir e. Lê perwerdekirina zarokên muslumanan ku bi malbatên xwe re di têkilîyê de ne, ewqas ne hêsan e.

Navê wê xwendegeha ku ev zarok têde dihatin perwerdekirin Enderûn e. Lê tu agahîyek nîn e ku nîşan bide di dema Osmanî de, em bibêjin, zarokên tirkmanan yan yên kurd û ereban bo Enderûnê hatine qebûlkrin.

Zarokan bi darê zorê ji hawirdora wan a xwezayî, ji malbata wan veqetandin û li mekanên dûr li gorî pêwîstîyên civakeka din perwerdekirin, taybetîyeka girîng ya sîstema devşirmetîyê ye. Xwendegehên Nivistî yên Herêmê ku li salên 1960î ava bûn, ji ber pêwîstîyeka di şibhê viya de derketin meydanê. Ev xwendegehên ku asîmîlekirina kurdan bo xwe kirine armanc, îro bi navê Xwendegehên Sereta yên Nivistî yên Herêmî (YIBO) jiyana xwe dewam dikin. Di nav hewldanê de ne ku eynî armancê bi rêxistinên wekî Komeleya Piştgirîya Jîyana Nûjen û Weqfa Perwerdeya Nûjen re, bi dezgeyên mîna komeleyên civaka sivîl re pêk bînin. Peymana Cenevreyê ya 1948, prosesa zarokan ji malbata wan veqetandin û li gorî pêwîstîyên civakeka din perwerdekirin, bi vî awayî mudaxelekirina hawirdora xwezayî, hawirdora malbata wan, sûc dihesibîne. Ev yek ji wan prosesan e ku sûcê jenosîdê pêk tîne. Lê fikrê tirk bi awayekî giştî bi sîstema devşirmetîyê dipesife. Ev jî nîşan dide ku di navbera fehma nûjen a demokratîk û fikrê tirk, awirê resmî yê tirk de nakokîyeka ciddî, ferqeka ciddî a têgihîştinê heye.

Ev rastîyeka vekirî ye ku di dema Îttîhad we Tereqqî de, bi taybet di dema Komarê de, kadroyên ku rêvebiriya dewletê pêk tînin ne ji gelên xwecihî, ji gelên ku ji derve hatine Anadolîyê hatine pêkanîn. Di her du deman de jî tê dîtin ku çerkes di rêveberîya dewletê de di kadroyên jor de rolên girîng girtine. Tê dîtin ku macirên Balqanan, macirên ku ji Qirimê, ji Qafqasyayê, ji Asyaya Navîn hatine, di dewra komarê de, li rêvebiriya jorin a dewletê peywirên girîng, mewqîyên girîng dane wan. Ev derdor bêyî ku xwedîyê tu tiştekî bin hatine Tirkîyeyê, ji êrîş û zilmê revîyane hatine. Jîyana wan a li Tirkîyeyê bi tevayî bi dewletê ve girêdayî ye. Dewletê beşeka girîng ya mal û milkê ku li dû surguna rûman û komelkujîya ermenîyan maye bo van malbatan hîbe kirîye û bi vî awayî ew ji alîyê îdeolojîk û polîtîkî bi dewletê ve girê dane. Ji vê çendê, ev macir bûne grûbeka wisa ku bi şêweyeka pêt bi dewletê, bi îdeolojîya dewletê û bi îdeolojîya resmî ve hatine girêdan. Ji gelên xwecihî, em bibêjin, kadroyên ku ji tirkmanan, ji kurdan bêne pêkanîn dibe ku bi vê pêtbûnê bi dewletê ve girêdayî nebin. Bawerîya vê dewletê herdem bi çerkesan, bi tirkên macir ên Qirim, Qafqasya û Asyaya Navîn mezin bûye, ji wan, di qedemeyên bilind ên rêveberîya dewletê û brokrasîya dewletê de wan anîna mewqîyên bilind, ji ber vê pabendîya wan, tu fikareya dewletê tune bûye. Lê ji pabendbûna tirkmanên elewî, bi taybet ji kurdan, hertim şubhe hatiye kirin.

Di çaryeka dawîn a sedsala 19. de, piştî şerê Osmanî-Rûs yê li sala 1878, koçberîyeka gelek pêt ji Balqanan û Qafqasyayê bo Anadolîyê çêbûye. Yên ku ji Balqanan hatine, bêguman, li navîna sedsala 14. di prosesa fethkirina Balqanan de ji alîyê Osmanî ve yên ku ji Anadolîyê hatibûn veqetandin û li Balqanan hatibûn bicihkirin, yanî nevîyên “Ewladê Fatîhan” e. Piştî têkçûna Balqanan li sala 1912, ev koçên hanê gurrtir bûn. Di dema Îttîhad we Tereqqî de, yên ku di rêvebirîya dewletê de anîne peywirên pêşdetir û mewqîyên bilind, hîn bêhtir ji vê derdorê hatin pêkanîn, hatine hilbijartin.

Di dema Komarê de, li dewra tek partîtîyê, serekê giştî yê Firqeya Gel a Komarê (CHF) û serekê komarê Mistefa Kemalî mebûsan tayîn dikir. “Hilbijartina du dereceyî” esas tayînkirinek bû. Te divê mebûs yan te divê delegeyên ku mebûsan hildibijart, hertim bi tayînkirinê dihatin ser kar. Beşeka girîng ya kesên ku wekî mebûs diketin Meclisa Mezin ya Miletî ya Tirkîyeyê (TBMM) ji vê derdorê dihatin hilbijartin.

Dîmensîyoneka (boyut) girîng ya sîstema hukimranîya tirk ev e. Di sîstema rêvebirîya Osmanî de ji gelên xwecihî yên xwedîyê milkîyeta erdê bona burokrasîyê eleman nedihat temînkirin, burokrasî ji devşirmeyan temîn dibû, di dewra komarê de jî ji gelên ku ji derve hatine tê temînkirin. Divê ev zihnîyet bi dîyardeyan were vekolandin.

Di dema Osmanî de erd bi sîstemek ku jê re “sîstema timarê” digotin dihat şuxulandin. Erd bi navên “timar”, “zeamet” û “xas” dihat dabeşkirin. Di serê van hemî beşan de karbidestê ku ji navendê hatiye tayînkiirn hebû. Ev li gorî kêrhatina di şeran de li kesên navborî dihat bexşkirin. Ne mewzû behs bû ku ji gelên xwecihî kesek bo van wezîfeyan bihata tayînkirin. Li Kurdistanê, ji destpêka sedsala 16. vir de, ji dema Îdrîsê Bidlîsî û vir de sîstemeka cihê, sîstemek ku em dişên jê re bibêjin “otonomîya kurd”, dihat tetbîqkirin. Ev sîstem jî di sedsala 19. de, li dewra Mehmûdê Duyem (1808-1839) di prosesa serhildanên ku çêbûn de ruxîya. Kurdistan jî bi şêweyeka organîk daxilê rêvebiriya navendî hat kirin.

Pêkanînan Merivê Yek Tîp, Her Kesî Tirk Kirin

Dema sîstema hukimranîya tirk tê gotin, divê dewra Osmanî ya Klasîk, dewra Îttîhad we Tereqqîyê û hîn paşê jî dewra Komarê ji hev cihê analîz bibin. Pêkanînan merivê yek tîp taybetîyeka girîng ya her du dewrên dawîn e. Ev dewra ku bi Îttîhad we Tereqqî dest pêdike bi Komarê re hîn bi awayekî sîstematîk hatîye ajotin. Zihnîyeta tek ziman, tek milet, tek dewlet, tek welat, tek şef (pêşewa) van dewran îşaret dike. Rûm hatin surgunkirin, ermenî hatin qetlkirin. Bi vî awayî hewl dan xwe da ku astengên di pêşîya vê zîhnîyetê de ji navê bêne rakirin. Yahudî jî di pêkanînan îdeolojîya kemalîst de hertim bûne alîkar. Di dewra Îttîhat we Teraqqî de jî di dewra Komarê de jî xebateka wisa heye. Asîmîlekirina kurdan bo tirkîtîyê û asîmîlekirina elewîyan bo muslumantîyê, dîsa di vê çarçeweyê de hatîye tetbîqkirin. Ji alîyê etnîkî û ji alîyê dînî ve afirandina civakeka homojen armanceka girîng ya dewra Komarê bû. Ev yek ji alîyê îdeolojîya kemalîst ve wekî “em civakeka bêtebeqe, bêîmtîyaz û têkelbûyî ne” dihat îfadekirin.

25.07.2009

____________

Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn

Ev gotar bi sernavê “Rejimin Ana Niteliği – VI, Türk Egemenlik Sistemi” li malpera http://www.haberdiyarbakir.com/ weşîyaye.

Did you like this? Share it:
Hîn tu şîrove giredayê gotarê nîn e
Bersivê bide vê şirovêye
Pêwîst e
Pêwîst e