Rêzaniya Rast

Rêzanî karekî girîng e.  Karê birêvebirina merivan e. Ev kar li her derê dunyayê bi mêjî dibe, ne bi dil. Cihê romantîzmê di vî karî da tune.  Romantîzm di edebiyatê da, di goraniyê da, di resimê da bi gotina kurt di her awayê hunerê da têgihek hêja ye, lê di rêzaniyê da bela ye. Nivîskarê hêja yê Frenkan, Victor Hugo di romana xwe ya bi nav û deng Les Misérables da dibêje: “Ji bo netewekê felaketa herî mezin ew e ku rêzanên wê romantîk bin”. Rast gotiye  Rêzanî ne bi hêsrên çavan, ne bi lehengiya çekdaran, ne jî bi duayên dînî dibe. Tenê û tenê bi zanîna rêzanî, zîrekî û jîritiyê dibe.

Pîvana zêrîn a rêzaniyê berjewendî ye. Ji roja rojîn heya îro neguheriye. Berjewendiyên netewî, berjewendiyên navnetewî pîvanên girîng in. Di qada rêzanî da berjewendiyên herî girîng berjewendiyên netewî ne.  Di nav berjewendiyên netewî da jî berjewendiyên aborî û ramyarî serî dikişînin. Rêzanên welatan bi qasî berjewendiyên xwe yên aborî û ramyarî digihînin hev, xwe bi awayekî dualî muhtacî hev dikin bi ser dikevin, bi qasî berjewendiyên xwe ji hev dûr dixin û xwe bi tenê dihêlin têk diçin.

Di karên rêzanî da kes ji bo çavên reşên kesî ne tiştekî dike, ne jî dide kirin. Her dem hesabê em dê çi bidin, em dê çi bigirin tê kirin. Dema aliyek ji bo hinek kirinên aliyê din çavê xwe digire, dengê xwe nake, ne ku neyariya xwe dike, ji bo neyarê xwe bixe kemînê û derba mirinê lê bixe, werge dike. Rêzanî mîna kişikê ye. Ji bo girtina keyayê aliyê din wezîr bi dilxweşî tê dayîn. Ji ber ku di vî warî da her alî tenê hesabê serketinê dike. Ji cihê çêlek were hesabê bizinê nayê kirin. Hemî awayên rêzaniyê macchiavellist in, bi gotinek din pragmatist in. Jiyana merivan jî tê da her tişt wekî berdêla serketinê tê helsegandin.

Rêzan ne rayadarên komelên mafên mirovan in. Ne mele, papaz, zendîq û rebenên xwedê ne. Diltenikî li dora wan tune ye. Hemî rêzanên zana weha ne. Ji xeynî riya serketinê rêyek din napejirînin. Nikanin bipejirînin. Bi hêsîrên di destê xwe da li dijî xwe neyariyê nadin kirin, pê ningên xwe nadin şemitandin, pê zirarê nadin berjewendiyên xwe yên netewî û ramyarî. Bi gotina kurt pê gorna xwe nadin kolandin. Diremîtên ji neyarên xwe girtine di bin cebilxanên xwe da nateqînin, bi neyarên xwe yên der û hundir nadin teqandin û dawiyê li sîstema xwe ya parastinê naynin. Bi hêsîrên di destê xwe da rêxistinên neyar li dijî xwe nadin birêvebirin.  Hela netewên xwedî nêrîta dewletbûnê ya bi hezaran salan xeşîmiyek weha di serê xwe ra jî derbas nakin.

Ji komên merivên berê heta îro di karên rêzanî da prensîbên bingehîn neguherîne. Ên di bikaranîna van prensîban da zîrek bûne her dem bi ser ketine, ên guh nedayêne jî di demek kurt da çem û çem çûne û piraniya wan derfet nedîne careke din vebigerin, şaşitiyên xwe rast bikin, hebûna xwe dewam bikin.  Di vî karî da pir caran berdêla şaşitiyê mirin e, û jê veger nîne. Li çongênxwexistin, qêrîn, hawar, nalîn û gazîn tenê kêrî goraniya têkçûnê, edebiyata romantîk a li ser firotina hêsrên çavan pêkhatî tên.  Ev jî ji bo demeke kurt a piştî têkçûnê derbas dibe, paşê tê jibîrkirin. Dîroka derewan li dibistanan dibe ders. Her tiştî ser û binî hev dike. Piştî nifşekî, du nifşan derew cihê rastiyan digirin. Her ku diçe xewa mirinê girantir dibe. Dema aliyek aliyê dijber bi temamî dişîne sergoyê dîrokê êdî di derbarê wî da gotinên nexweş jî nabêje. Li pey miriyan gotinên nexweş nayên gotin.

Rêzanên netewa xwe li gor zanîna rêzanî bi rê ve nebin bi ser nakevin.  Merivên bi roj amadehiya şevên tarî nekin pir caran nikanin berbangê bibînin. Di salên nodî da serdarê partiyek Kurdan gotibû: “Ez Partiyê bi dilê xwe bi rê ve dibim”. Dema bi rojên dijwar ra rû bi rû ma, çû ber derên faşîstên welatên cîran. Yek bi yek li derên dilên wan xist. Piraniya deriyan qed venebûn. Ên vebûn jî deriyê kesên bi dizî bi neyarên wî ra bazara firotina wî kiribûn… Dema têgihîşt ku rêzanî ne karê dil e, karê mêjî ye zaf dereng mabû. Piraniya serdarên serhildanên Kurdan romantîk bûne. Bi gotinan xapiyane. Bi galegalan baweriya xwe anîne, ne bi mêjiyê xwe lê bi dilê xwe rêxistinên xwe bi rê ve birine.  Helbestvanê bi nav û deng Sherko Bekas ji bo pakrewanê hêja Dr Abdul Rahman Ghassemlou dibêje: “Dr Ghassemlou rewşenbîrekî Ewrûpî bû li çiyayên Kurdistanê”. Ne gengaz bû temenê rewşenbîrekî Ewrûpî wekî serdarê partiyek Kurd li Rojhilata Navîn dirêjtir bûya.

Dîrok bûye sergoyê gel û netewên mirî. Ji bo gel ji riya vî sergoyî derbixînin, divê rojekê pêş da rêzan bikevin riya rast, riya zanînê. Bi vî awayî dikanin gavên peywist ên ber bi parastina hebûna xwe ya kulturî û netewî bi avêjin. Bi vî awayî dikanin karê xwe yê pêşengiyê bikin. Lê heke di wî sergoyî da cihê xwe bigirin, divê baş bizanibin ew dê li pey wan kes negirî, porê xwe nerûçikîne û li xwe nexîne. Ew dê şîna wan û yarên wan bibe şahiya neyaran.

Ji têkçûna Medyayê heya îro Kurdan pêdiviyên parastina hêjahiyên xwe yên netewî pêk neanîne û ji ber vê jî her dem têk çûne. Geh bûne leşkerên Persan, geh bûne leşkerên Ereban, geh bûne leşkerên Bîzansiyan û geh bûne leşkerên Turkan. Carna di heman demê da bûne leşkerên van hemiyan. Ji xeynî xwe kêrî her kesî hatine. Îro jî piraniya partîzanên cangorî yên partiyên sosyalîst û komînîstên Fars, Ereb û Turkan ji ciwanên Kurdan pêk tên. Li ser navê navneteweyîtiyê berdestiya wan dikin. Piraniya şerkerên rêxistinên îslamî yên van netewan dîsa ji Kurdan pêk tên. Ew jî li ser navê ometçîtiyê berdestiyê dikin. Heta gelek murdarên rêxistinên rêgezperest û faşîst jî ji Kurdan û hindikahiyên van welatan pêk tên. Peywist e Kurd ji dîroka merivahiyê û dîroka xwe dersên peywist derbixînin û mîna gel û gerdûnê êdî vî karî li gor zanînê bikin. Rêzanî karê jîr û zîrekan e, ne karê diltenik, hestyar, wêrek û newêrekan e.

Di rêzaniyê da partî û rêxistinên xwedî prensîbên rast her dem bi ser dikevin. Rêxistinên berjewendiyên kesayetiyên rêber û serdarên xwe bi ser prensîbên xwe ra bigrin naçarî têkçûnê ne.  Efsûnkirina kesan, pîrozkirina kesan dikane wan bike bela serî, dikane wan bike mirdar, dîktatorên xwînxwar û berbide canê gel. Ji ser kar xistina wan jî ne bi qisan e. Kes çiqas hêja û zîrek bin jî divê bi ser prensîbên rêxistinan ra neyên girtin. Ji ber ku ew kes ji bo bicihanîna prensîban hene, ne ji bo prensîban li gor dilê xwe biguherînin. Kes îro hene, sibe tune ne. Rêzaniyên bi bi prensîb her dem dikanin xwe nû bikin û pêdiviyên hebûna netewî bi cih bînin. Sebeba şarezahiyên bi hezaran salan e hebûna xwe dewam dikin, di bin destên xelkê da namînin ji rast bikaranîna prensîbên rêzaniyê pê ve ne tiştekî din e.

Rêzan û rêberên gelê Kurd îcarê jî mîna demên buhurî bi dek û dolaban bixapin, li gor zanîna rêzaniyê çareyek mayînde nebînin, dibe ku bibin sebeba qirkirinek kulturî û di encama vê da rê li ber felaketa herî mezin vebikin. Asîmîlasyona xwe bi xwe ji gavên herî mezin ên vê felaketê ye. Asîmîlasyona dewletan li ber wê ne tiştek e. Heke rêzan destê xwe zû negirin di dema xwe da çareyek li gor dadmendiya navnetwî nebînin, dibe ku sibe pir dereng be. Di vê sedsalê da xwe parastina bi riyên berê êdî ne mimkûn e.

Şerê çekdarî ji zû ve dema xwe qedandiye. Peywist e ji têkoşîna Mahatma Gandhi ya bi navê Satya Graha ders bên girtin. Gotin û kirinên rast ji kuştin û birîndarkirinan zêdetir berhem didin. Li dunyayê qed çekek bi qasî mêjiyê meriv ne bi tesîr e. Serketina li ser mîlyonan kuştî û birîndarî çiqas serketin e? Her çiqas navê wê serketin be jî di rastiyê da ne serketin e, awayekî din ê têkçûnê ye. Di şerê Vietnamê da ji şeş mîlyonî zêdetir Vietnamî hatin kuştin. Hejmara birîndaran çend qatî vê hejmarê ye. Di şerê serxwebûna Hîndîstanê da hejmara kuştî û birîndaran nagihê deh hezarî. Ji ber ku têkoşîna Satya Graha (Raperîna sîvîl) li dijî bikaranîna hemî riyên şîddetê bû.

Di vê sedsala zanînê da meriv riyên dîplomasiya netewî û navnetewî çiqas baş bi kar bîne, raperîna sîvîl çiqas rind bi rê ve bibe, çiqas qenc bi riyên aştiyane û demokratîk têbikoşe, çiqas xwedî rêzaniyek bi prensîbên rast be ewqas bêyî ku zirarên mezin bibîne û di dema xwe da bi ser dikeve. Mafê her netewê heye, mafî biryarî çarenûs jî tê da hemî pêdiviyên maf û azadiyên mirovan ên bi peymanên navnetewî hatine dayîn bê kêmasî bixwazin û ji bo bi dest bixin bi riyên demokratîk û aştiyane têbikoşin. Ji aliyê dewletan ve pejirandin û di jiyanê da bikaranîna hukmên van peymanan dikane ji gelek problemên heyî ra bibe çare.

Ji rêzanan xwastina gel ew e ku îcarê ne xwe, ne jî gelê xwe bixapînin; îcarê ne bi dilê xwe, lê bi mêjiyê xwe kar û barê xwe bikin; da ku careke din bi hêviyan neyê lîstin; careke din vê netewa xwedê jê standî nedin ber bayê felekê û berbad nekin. Li dunyayê qed gelek tune ye ku bi qasî vî gelî ji nezanî û xeşîmiya rêzan û rêberên xwe kişandibe. Gel naxwaze careke din dîroka wî ya ji qirkirin û felaketên mezin, ji xayîntî û xapandinên bi dek û dolaban dubare bibe.

Ji bo ku îcarê gel rûyê xweşiyê bibîne, an jî qed nebe bi gavên rast û ji xwe bawer nêzîkî jiyanek xweş bibe, ne ku jê dûr bikeve, divê rêzan berî her gotin û kirinek xwe heft caran bifikirin, paşê bipeyivin û bikin.  Ji ber ku buhareke din a vî gelî li bendê bihêlin nemaye. Bi hêviya gelemşe û nexweşiyên ji ber rewşa rêzanî, aborî û ramyarî  îro hêj berdewam in rojekê  pêş da bi dawî bibin û careke din dubare nebin…

Did you like this? Share it:
Hîn tu şîrove giredayê gotarê nîn e
Bersivê bide vê şirovêye
Pêwîst e
Pêwîst e