Pergala nû ya Cîhane û Netewa Kurd

Di sedsala bîstan da, ji 1917 heya 1989, li dunyayê du serîtî hebû. Welatên sermayedar  û koledarên rojava, Dewletên Yekgirtûyên Amerîkayê (DYA), dewletên Ewrûpa Rojava, Keyatiya Yekgirtû, Frenkîstan, Germenîstana Federe, Spanya, Portekîz û hemkarên wan ên herêmî û rêxistina xwe ya leşkerî ya navnetewî Organîzasyona Atlantîk a Bakur (NATO) li aliyekî; welatên “komînîst” ên rojhilat, Yekitiya Komarên Sosyalîstên Sovyetan (YKSS), Komara Gelê Çînê, Germenîstana Rojhilat û hemkarên wan ên herêmî û rêxistina xwe ya leşkerî ya bi navê Pakta Varşovayê li aliyê din bûn. Her çiqas van her du seriyan ji 1939 heya 1945 li dijî faşîzma Germenîstanê ya bi navê Nazîzm a Partiya Sosyalîsta Netewî ya Adolf Hitler û hemkarên wî yên Japon demekê hempeymanî kirin bi hev ra têkoşînek bi nav û deng dan û dawî li Cenga Cîhanê ya Duwemîn anîn jî, hema piştî vê cengê dest bi Şerê Sar (The Cold War) kirin û ketin qirika hev û din. Ev şer heya 1989 berdewam bû.

Dewletên sereke yên dunya sermayedar bi rastî sermayedar û împeriyalîst bûn. Dewletên xwe bi navê sosyalîst, heta komînîst bi nav dikirin di rastiya xwe da sermayedarên dewletî bûn. Li ên pêşîn sermaye di destê kesan da, li ên paşîn sermaye di destê dewletan da bû. Gelek aliyên wan ên hempar hebûn, împeryalîstî, kedxwarî û berjewendîperestî.

Ji aliyê parastin û bikaranîna mafên gerdûnî yên hemwelatiyên xwe da dadmendiya împeryalîstên sermayedar ji ya împeryalîstên “sosyalîst” pêşdatir bû. Dema Peymana Mafên Mirovan a Koma Netewan hat diyarkirin Josef Stalin, sekreterê giştî yê Partiya Komînîst a Yekitiya Komarên Sosyalîstên Sovyetan gotibû “Ev dek û dolabek împeriyalîstan e”. Ji ber kêmbûn an jî tunebûna mafên mirovan û dadmendiyê ji welatên împeriyalîstên rojavayî kes nedireviya welatên qaşo komînîstên YKSS û hemkarên wê. Vê yekê bi tena serê xwe rastiya mafên mirovan a li welatên her du seriyên dunyayê bi awayekî berbiçav bi meriv dida têgihîştin. Germenîstana Rojhilat ji bo rê li ber reva hemwelatiyên xwe bigire di nava Berlînê da dîwar lê kiribû, li ser dîwêr têlên bi elektrîk kişandibûn. Yekitiya Komarên Sosyalîstên Sovyetan li dijî hemwelatiyên xwe yên mîna Partiya Komînîst nedifikirîn, rexne li dîktatoriya proleterya digirtin, dad û dadmendiyek li merivahiyê tê dixwastin, li giravên Gûlagê li Sîbîryayê navendên lêdanê çêkiribûn. Ev rastî gişk nayên wê manê ku li Ewrûpa rojava û Dewletên Yekgirtûyên Amerîkayê bi xweşbinî li komînîstan û çalakiyên wan dinihêrîn. Li wan deran jî gelekî neheqî li sosyalîst û komînîstan dihatin kirin, lê ji bo wan qampên lêdanê ava nekiribûn, li ser sînorên xwe dîwarên bûne şerma merivahiyê çenekiribûn. Li welatên faşîst, dîktator û totalîter ên mîlîtarîst û dînperest yên hemkarên Dewletên Yekgirtûyên Amerîkayê û Ewrûpa rojava eynî mîna Yekitiya Komarên Sosyalîstên Sovyetan û hemkarên wê kampên lêdanê li dijî sosyalîst û komînîstan hatibûn avakirin. Şîlî, Îran, Turkiya, Bolîvya, Afrîka Başûr a nîjadperest û gelekên din parçekî vê rastiyê bûn.

Welatên faşîst, ên dîktator, dînperest, mîlîtarîst, neteweperest, nîjadperest ji bo parastina berjewendiyên xwe ji van her du seriyan hemkariya yekî dikirin. Hemî şoreşên gel ên demokratîk, sosyalîst û sermayedar ên sedsala bîstan berhemên vê du serîtiyê ne. Angola, Mozambîk, Vietnam bi piştgiriya Yekitiya Komarên Sosyalîstên Sovyetan ava bûn. Alîkariya Yekitiya Komarên Sosyalîstên Sovyetan ya di serketina têkoşîna Kongra Netewî ya Afrîkayê da jî ne hindik bû. Gotina Nelson Mandela ya “Em ne komînîst bûn, lê ji wan pê ve jî dostên me tune bûn.” vê rastiyê tîne zimên. Îsraîl û hinek dewletên din jî bê guman bi piştgiriya Dewletên Yekgirtûyên Amerîkayê ava bûn. Hema hema hemî derbên leşkerî (coup d’Etat) yên li welatên Asya, Afrîka, Amerîka, Ewrûpayê jî berhemên DYA ne. Şîlî, Pakîstan, Yewnanîstan, Turkiya û gelek welatên Afrîkayê ji van tenê çend nimûne ne. Derbên leşkerî yên YKSS dane kirin jî hene, dîktatoriyên Baas ên li welatên Ereban, derba Lîbyayê ya Muammer Kadhafî, derba hukumata Necîbullah a li Afghanîstanê di dema îşxala Yekitiya Komarên Sosyalîstên Sovyetan da û hinekên din jî berhemên YKSS û hemkarên wê ne. Bi gotinek din ev hemî berhemên Şerê Sar (The Cold War) ê du serîtiya sedsala bîstan in.

Sala 1989 bi jihevdaketin û belavbûna YKSS ra Şerê Sar û duserîtiya li dunyayê bi hev ra bi dawî bûn. Bi vî awayî li dunyayê serdestiya Dewletên Yekgirtûyên Amerîkayê dest pê kir. Meriv kane bibêje ku Pergala Dunya Nû ya Dewletên Yekgirtûyên Amerîkayê di 1989 da dest pê kiriye. Piştî jihevdaketina Yekitiya Komarên Sosyalîstên Sovyetan girîngiya serdestiya li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ji bo Dewletên Yekgirtûyên Amerîkayê bû xwedî hêjahiyek berbiçavtir. Li welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê kanên zengîn ên binerd û sererd ên xwezayî hene. Ji bo bidestxistin û birêvebirina van kanên xwezayî ji aliyê stratejîstên Dewletên Yekgirtûyên Amerîkayê ve projeyek hatiye amadekirin. Ev proje pêşiyê bi navê Proja Rojhilata Navîn a Mezin hat binavkirin, paşê bi navê Proja Rojhilata Navîn a Mezin û Bakurê Afrîkayê navê wê hat guhertîn, naveroka wê hat firehkirin. Bi vî awayî Bakurê Afrîkayê jî li projê hat zêdekirin.

Ji hemkarên Dewletên Yekgirtûyên Amerîkayê yên di destpêkê da proja Rojhilata Navîn a Mezin pejirandine û beşdar bûne yek bê guman Turkiya dema serekwezîr Turgut Ozal e. Turgut Ozal li ser navê Turkiyayê di 1992 da bi gotina xwe ya “Em kanin li ser federasyonê guftûgoyan bikin” da xwiyakirin ku rêzaniya Turkiyayê proje pejirandiye. Heke hukumata Turgut Ozal ev proje nepejirandibûya ew dê bê guman ji komara yekpare (unitaire) ya demokratîk a Turkiyayê dest pê bikira, paşê mafên çandî pêşniyar bikira, ew jî nebûya, otonomî pêşniyar bikira, dema nikanibûya otonomiyê jî bi aliyê din bidaya pejirandin ew dê wê gavê federasyon pêşniyar bikira. Bi awayekî berbiçav tê dîtin ku rêzaniya hukumata wê demê ya Turkiyayê van statuyên di bin federasyonê ra ne gişk bi carê danîne aliyekî û raste rast guftûgoya li ser vê statuyê aniye zimên. Ev diyardeyek grîng e. Li Turkiyayê cara pêşîn di dema Turgut Ozal da Dewletên Yekgirtûyên Amerîkayê biryar da ku leşkeriyê bixe bin destê hukumata Turk. Her çiqas di derba 28 Reşemiyê da di vî warî da dubendiyek xwiya bibe jî biryara wê demê hatibû dayîn di rastiyê da berdewam bû. Ji ber ku leşkeriya Turkiyayê ji rêzaniya wê ya lîberal û dînperest zêdetir berhemek dunya du serî bû, û çi dikir nikanibû mîna rêzaniyê xwe li gor sedsala bîst û yekan a dunyayê biguherîne.

Li Turkiyayê hêza ku nêzîkî heftê sal bû serdestiya xwe dewam dikir û berhemek Şerê Sar ê dunya duserî bû nikanibû vê yekê bipejirîne. Van statukoparêzan dijayetiyek bi hêz a bi navê Ergenokon li dijî yekserîtiya Dewletên Yekgirtûyên Amerîkayê di nav artêşa Turk û hemkarên wê yên rêzan da peyda kirin. Ev bizotnewa terorîst navê xwe ji mîtologiya Turkan digire. Di mîtologiyê da Ergenekon navê destana rizgariya nîjada Turkan e. Li gor vê hêza leşkerî û rêzaniya serdest a Komara Turkiya kemalîst diviyabû welat ji vî planê Dewletên Yekgirtûyên Amerîkayê û hemkarên wê yên stratejîk ên rojavayî bihata rizgarkirin. Ev jî tenê bi rêgahekê mimkûn bû: diviyabû êdî Komara Turkiyayê hempeymanî û hemkariya xwe ya li gel Dewletên Yekgirtûyên Amerîkayê û rojavahiyan bi dawî bikira, û berê xwe bidaya hempeymaniya bi rojhilatiyan ra. Bi gotinek din diviyabû Turkiya bibûya hemkara Rûsya, Çîn û Îranê.

Ergenekonê di 1989 da berika xwe ya pêşîn bi destê Kartal Demirag di kongra ANAP da berda serekwezîrê Turkiyayê, Turgut Ozal. Pişt ra dest bi kuştina hevalbendên leşker, rêzan û rewşenbîrên rêzaniya lîberal a Turgut Ozal kirin. Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalan jî di nav da gelek rêzan û rewşenbîr di wê baweriyê da ne ku Turgut Ozal bi xwe jî ji aliyê Ergenekonê ve hatiye kuştin. Ji ber vê sebebê di meha paîza navîna 2012 da gorna wî hat vekirin û ji bo têbigihên ka Turgut Ozal bi jehrê an bi dermanekî kîmyewî hatiye kuştin an na tetkîkên tibbî berdewam in. Di vê projê da ji bo parastina berjewendiyên Dewletên Yekgirtûyên Amerîkayê li nav sînorên Îrak, Sûriya, Îran û Turkiyayê avabûna Kurdistanek federe cih digire. Ev yek ji bo statukoparêzên di nav arteş û rêzaniya Turkiyayê  ne tenê xeta sor e, xeta hebûn û tunebûnê ye.

Partiyên Başûrê Kurdistanê di destpêkê da Proja Rojhilata Navîn a Mezin ji bo berjewendiyên netewa rast helsegandin û pejirandin. Li rojava partiyên nêzîkî Partiya Demokrata Kurdistana Başûr (PDK-Başûr) û partiyên nêzîkî Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK) in bi wan ra beşdarî vê projê bûn. Partî û komelên rêzanî yên bakur ên nêzîkî Partiya Demokrata Kurdistana Başûr jî di heman demê da pejirandin. Partiyên rojhilatê Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistana Rojhilat û şaxên Komalayê li ser hempariya li ser dijayetiya rejîma Îranê ne dûrî vê projê bûn. Meriv dikane bibêje ku ew jî ji destpêkê da pê ra bûn. Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û hinek partiyên piçûk ên sosyalîst ev proja navnetewî nepejirandibûn. Sala 1992 bi navbeynkariya serekê YNK Celal Talabanî û hinek rojnamegerên şêwirmendiya Turgut Ozal dikirin di nav ber Dewletên Yekgirtûyên Amerîkayê, Turkiya û Partiya Karkerên Kurdistanê da danûstandinên li ser beşdariya Proja Rojhilata Navîn a Mezin dest pê kir. Di Adara 1993 da Sekreterê Giştî ye  Partiya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalan konferansek çapemeniyê li dar xist. Serekê Yekitî Niştimanî Kurdistan Celal Talabanî, parlamenterê Partiya Keda Gel (HEP) Ahmet Turk, serekê Partiya Sosyalîsta Kurdistanê Kemal Burkay û serekê Partiya Demokrata Kurdistana Bakur Hemreş Reşo li Bar Elîas a Lubnanê beşdarî vê konferansa çapemeniyê bûn. Di vê konferansê da A. Ocalan diyarkir ku Partiya Karkerên Kurdistanê dev ji serxwebûnê berdaye, ew êdî ji bo Kurdan federasyonê dixwaze, û ji bo rê li ber çareseriyek bi riyên aştiyane vebike dest bi agirbestek yekalî dike. Bi vê daxwiyaniyê Partiya Karkerên Kurdistanê, Partiya Sosyalîstên Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistana Bakur û gelek partiyên din ên Kurdên bakur li ser bingeha Kurdistaneke federe beşdarî Proja Rojhilata Navîn a Mezin bûn. Cara pêşîn hemî partî û komelên rêzanî yên mezin û piçûk ên bakurî biryara têkoşînek hempar dan.

Piştî ku Partiya Karkerên Kurdistanê û partiyên din ên bakurî biryara têkoşînek hempar a ji bo Kurdistana federe dan, Ergenekonê berê xwe da kuştina welatparêzên Kurd. Bi hemkariya Navenda Îstîxbarata Jenderman (JITEM), Tugaya Tolhildana Turkan (TIT) û hêzên parastina dewletê li navendên leşkerî yên bajarên bakur, bi taybetî li Batman, Sîlvan, Nisêbîn û Diyarbekrê perwerdehiya leşkerî û rêzanî dan endamên Hîzbullaha Turkiyayê. Endamên vê rêxistinê jî mîna parêzkarên gundan û îtîrafkarên Partiya Karkerên Kurdistanê kurd bûn û li gel dewletê li dijî Kurdan şer dikirin. Ev rêxistin ne tenê li dijî şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê li dijî hemî Kurdên welatparêz dihat bikaranîn. Di 1998 da li Stenbolê ji aliyê vê rêxistinê ve kuştina Melle İzzetin Yildirim û gelek hevalên wî yên dîndar ên di riya Saîdê Kurdî da bûn da xwiyakirin ku dîndar, sosyalîst, lîberal, îdelojiya wan a rêzanî û baweriya wan a dînî çi dibe bila bibe, pirraniya Kurdên bi rûmet di lîsta wan a kuştinê da bûne. Pirraniya şervanên wê ji Kurdên bi navê dîn xapandî bûn. Di nav gel da bi navê Hîzbulkonra dihat nasîn. Cinayetên vê rêxistinê heta 1999 berdewam bûn. Piştî spartina serokê Partiya Karkerên Kurdistanê, dewletê çalakiyên Hîzbullahê bi carê dan sekinandin. Ji ber ku êdî pêwîstiya wan pê nemabû serokê wê jî li Uskudara Stenbolê kuştin. Hevalên wan ên heya spartina serokê Partiya Karkerên Kurdistanê bi hev ra êrîşî welatparêz, rewşenbîr û rêzanên Kurd dikirin berê xwe dabûn wan û kuştina serokê wan jî tê da ew notralîze dikirin. Ji ber ku bi salan hemkarên hev bûn ji bo dewletê notralîze kirina wan demeke dirêj negirt. Gelek endamên wê di dadgehan da “me di şerê li dijî terorîstên PKK da alî dewletê kir û çi ji destê me hat me kir, em ne terorîst in” gotin û gazinên xwe ji dewletê kirin. Bi qasî deh sal şûn da dewletê ev berdestiya wan anî bîra xwe û ji bo birevin serekên Hîzbullaha xwe serbest berdan.

Di 1999 da di nexşerêya Proja Rojhilata Navîn a Mezin da qezayek rê pêk hat. Dewletên Yekgirtûyên Amerîkayê Ji bo dewleta Turk di şerê li dijî dîktatorê Îraqê Saddam Hussein da pê ra hemkariyê bike serokê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalan spart Turkiyayê. Lê hesabê wê neçû serî. Xwastina wê pêk nehat. Dewleta Turk ev daxwaza Dewletên Yekgirtûyên Amerîkayê nepejirand, tezkera ji bo hêzên Amerîkî ji ser axa Turkiyayê êrîşî Îraqê bikin bi piraniya dengên parlementeran di meclîsa netewî ya Turkiyayê da hat redkirin. Dema Dewletên Yekgirtûyên Amerîkayê têgihîşt ku ji bo parastina berjewendiyên xwe ketiye rêyek şaş pir dereng mabû. Nêzîkî deh salan li pêçandina birînên vê qeza rê xebitî, ji bo xweşkirina wan li dermanekî geriya. Dema têgihîşt ku bi dermankirinê nikane rê li ber kûrtirbûna wan birînan bigire biryara operasyona Ergenekon, KCK û sekinandina birêvebirina Partiya Karkerên Kurdistanê ya ji girava Imraliyê da. Ev operasyonên di 2008, 2009 û 2011 da dest pê kirine hîna jî berdewam in.

Di 1999 da bi spartina serokê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalan ra statukoparêzên di nav artêşê da û hevalbendên wan ên rêzan prosesa di çarçova proja Rojhilata Navîn a Mezin da bi federalîzmê çarekirina pirsgirêka Kurd dihat xwastin bi temamî dan aliyekî. Bi fesihkirina Partiya Karkerên Kurdistanê, Eniya Rizgariya Netewa Kurdistanê û Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistanê dest bi çareseriya xwe ya netewî kirin. Armanca vê prosesê ji çarekirina pirsgirêka Kurd zêdetir têkbirina têkoşîna rizgariya netewa Kurd bû. Ji aliyekî ve jî dixwastin hêza leşkerî û rêzaniya Kurdên bakur li dijî proja navnetewî ya Rojhilata Navîn a Mezin û Bakurê Afrîkayê bi kar bînin. Ji girava Imraliya derya Marmarayê bi diyarkirina Komara Demokratîk a Turkiya yekpare û kemalîst bi awayekî zelal dan xwiyakirin ku naxwazin mafên Kurdan ên kulturî û netewî jî bipejirînin. Bi destê Abdullah Ocalan li Imraliyê KADEK, Kongra Gel û KCK (Komelên Civaka Kurdistanê) hatin avakirin. Bi vî awayî dezgahên proja xwe ya netewî jî amade kirin. Ev proja kemalîstên li dijî pergala nû ya dunyayê xwedî helwestek tund bûn di sala 2008 da bi destpêkirina operasyona Ergenekonê ra bi dawî bû. Amedekarên projê yek bi yek hatin girtin û di hepsa Silivriyê da hatin bicihkirin. Veli Kuçuk, Yalçin Kuçuk, Hurşit Tolon û Doğu Perinçek jî di nav da gelek general, serleşker û rêzan bi tewanbariya avakirin û birêvebirina bizotneweyek terorîst avêtin hundir û gelekên wan cezayên giran girtin. Bi vê operasyonê ra serdestiya Turkiyayê ya mîlîtarîst a nod salî berdewam bû bi awayekî fermî bi dawî bû.

Di 2008 da li Turkiyayê cara pêşîn serdestiya hukumatek hilbijartî, serdestiya AKP muxafazakar û hevalbenda Dewletên Yekgirtûyên Amerîkayê dest pê kir. ANAP a lîberal a Turgut Ozal jî dîsa bi piştgiriya Dewletên Yekgirtûyên Amerîkayê demekê hukum li arteşê kiribû, heta ji ber ku stratejiya hukumatê nepejirandibû serekê Konseya Parastina Netewî ji kar avêtibû. Dema serekkomariya avakarê komarê Mustafa Kemal Ataturk ne tê da, li Turkiyayê di asta 2008 da arteşê hîç xwe nespartibû rêzaniya hukumatekê. Operasyona Ergenekonê ya berdewam ev yek bi awayekî berbiçav pêk aniye. Bi vê rastiyê ra dema têgihîştin ku arteş bê piştgiriya Dewletên Yekgirtûyên Amerîkayê nikane derbeke leşkerî bike û dawiyê li serdestiya hukumata AKP bîne pî û baskên rêzanên Partiya Komara Gel (CHP) bi carê şikiyan. Gelek rêzanên vê partiyê hîna jî nehatine ser heşê xwe, şaş û mat mane. Dikin nakin nikanin rastiya rêzaniya sedsala bîst û yekî li xwe bînin an jî xwe lê bînin. Nikanin têbigihên bi çewalan belgên veşartî yên arteşê çawa derdikevin holê, vîdeoya bihevşabûna serokê wan ê berê Deniz Baykal û parlamenterek wan çawa li ser internetê tê weşandin. Partiya Lebata Netewî (MHP) ya nîjadperest jî ji van vîdeoyên bihevşabûnê para xwe girt. Heta demekê ewqas zêde vîdeoyên bi vî awayî li ser internetê hatin weşandin serokê MHP Devlet Bahçeli got: “Ji parlamenterên me kî xwedî vîdeoyên weha ne, bila ji partiyê biqetin”. Parlamenterê Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) yê bi navê Bengi Yildiz jî bû goriyê vê operasyonê, û mejbûr ma berî sonda parlamenteriyê bixwe ji hevalên xwe biqete û di parlamentoyê da di nav parlamenterên biserêxwe da cih bigire. Di vê operasyonê da tenê partiya li ser kar a bi navê AKP (Partiya Dad û Pêşveçûnê) hîç zirarek nedît. Ev yek bi tena serê xwe dikane navnîşana xwediyê vê operasyonê eşkera bike. Meriv dikane bibêje Dewletên Yekgirtûyên Amerîkayê, xwediyê navnetewî yê vê operasyonê, û hemkarên wê yên netewî û navnetewî hemî çekên di destê xwe da bi kar tînin.

Sala 2008 dewletê proja Çareseriya Demokratîk (Demokratik Açilim) a hukumata AKP (Partiya Dad û Pêşveçûnê) anî rojevê. Êdî li girava Imraliyê ji Mustafa Kemal Ataturk, ramanên wî û riya statukoparêzên Turk ên  mîna Dogu Perinçek, Yalçin Kuçuk û hemdozên wan ên Ergenekonî yên li ser dijayetiya Dewletên Yekgirtûyên Amerîkayê û proja wê ya Rojhilata Navîn a Mezin bi hev ra dilebitîn zêdetir pesnên hukumata AKP, serekwezîrê wê Recep Tayyip Erdogan û îdeologê wê yê dînperestê hevalbendê Dewletên Yekgirtûyên Amerîkayê Fethullah Gulen dihat dayîn. Hebûna Dewletên Yekgirtûyên Amerîkayê ya li ser axa Îraqê wekî gavek ji bo demokrasiyê dihat helsegandin. Hukumat, serekwezîr û Fethullah Gulen mîna navnîşanên çareseriyê dihatin nîşandayîn. Li Yalovayê berpirsên Komelên Civaka Kurdistanê û Cemaata Fethullah Gulen li hev rûniştin. Ji bo li Osloyê bi berpirsên Komelên Civaka Kurdistanê ra muzakeran bikin şandeyek MIT (Dezgeha Îstîxbarata Netewî) ya di bin serekiya Hikmet Fidan da ji aliyê serekwezîr Recep Tayyip Erdogan ve hat peywirdarkirin. Ji 2008 heta 2011 li Turkiyayê û Osloyê berpirsên dewletê û Komelên Civaka Kurdistanê çend caran li hev rûniştin. Li deriyê Xabûrê xwesipartina komek pêşmergên HPG (Hêzên Parastina Gel) berhemek vê projê bû. Ew dê ji Bruksela Ewrûpayê jî komek KCKyî bihatana û li Aeroporta Ataturk a li Stenbolê xwe bisipartana dewletê. Dewletên Yekgirtûyên Amerîkayê dît ku hukumata Turk dixwaze bi projeyek din a netewî pirsgirêka Partiya Karkerên Kurdistanê li gor berjewendiyên xwe çare bike. Di vê astê da rê li ber girtin. Bi destê hukumata Turkiyayê hatina rêzanên Komelên Civaka Kurdistanê yên ji Ewrûpayê bihatana dan sekinandin. Sala 2009 bi destpêkirina operasyona Komelên Civaka Kurdistanê hêzên global proja duwemîn a çareseriya netewî ya Turkan bi destê rêzaniya dewletê ne bi temamî be jî, bi giranî dan sekinandin. Operasyona KCK di vê çarçovê da were helsegandin têgihîştina wê hêsandir dibe.

Di 2011 da birêvebirina Partiya Karkerên Kurdistanê ya ji girava Imraliyê ya bi destê Abdullah Ocalan bi temamî hat sekinandin. Balkêş e dema serokê Partiya Karkerên Kurdistanê got ku “muzakere gelekî baş diçin, êdî em hatina asta pêşniyazên berbiçav” prosesa Çareseriya Demokratîk bi temamî bi dawî bû. Pêhnek nepenî li masa Osloyê ket. Şer û pevçûnek ji berê dijwartir û xwînîtir dest pê kir. Xwediyê proja Rojhilata Navîn a Mezin û Bakurê Afrîkayê dawî li muzakerên di nav aliyan da ji 2008 heya wê rojê berdewam bûn jî anî. Dewletên Yekgirtûyên Amerîkayê proja xwe ya di vî warî da bûbû goriya qezayek rê bi hemî giraniya xwe ji nû ve danî ser masê.

Hempariya her du projên netewî yên Turkiyayê ên çarekirina pirsgirêka Partiya Karkerên Kurdistanê li ser xwespartin û ji holê rakirina vê partiyê bûn. Bi awayekî eşkera tê xwiyakirin ku di her du projan da jî armanc ji holê rakirina Partiya Karkerên Kurdistanê bû, ne çarekirina pirsgirêka Kurd bû. Her du projan jî bi ji çiyan û Ewrûpayê hatin û xwespartina rêzan û pêşmergên KADEK-Kongra Gel-KCK dest pê kirin. Di dawiya her du projan da jî Partiya Karkerên Kurdistanê bi operasyonên pir giran ra rû bi rû ma. Bi destpêka proja pêşîn a Turkiyayê ya bi navê Komara Demokratîk, Partiya Karkerên Kurdistanê li dunyayê terorîst hat diyarkirin, li gelek welatan bi operasyonên hêzên parastinê ra rû bi rû ma, heta li hinek dewletan bi spartina hinek rêzan û pêşmerêgên wê bi dawî bû. Operasyona hêzên leşkerî ya bejayî û hewayî ya Turkiyayê ya li Çiyayên Kurdistana Başûr jî berhemek vê projê bû. Ji aliyê Dewletên Yekgirtûyên Amerîkayê ve sekinandin û şûnda kişandina hêzên arteşa Turkiyayê jî helwesta Amerîkayê ya li dijî vê projê bû. Proja dawîn, proja Çareseriya Demokratîk jî bi operasyona Komelên Civaka Kurdistanê û tecrîdkirina Abdullah Ocalan, serokê Partiya Karkerên Kurdistanê, bi dawî bû. Di her du projên netewî yên Turkiyayê da rêzan û pêşmergên Partiya Karkerên Kurdistanê yên li ser navê çarekirina pirsgirêka Kurd hatin xwe spartin hêzê dewletê hatin girtin û bi salan cezayê zîndanê girtin.

Proja netewî ya Turkiyayê ya têkbirina şerê Kurdistanê û têkoşîna Partiya Karkerên Kurdistanê ji serî da bi hêzên global ên navnetewî xweş nehatibû. Ji ber vê sebebê sala 1999 di gava pêşîn da gişkan bi carê mîna ketina kevirên dominoyê Partiya Karkerên Kurdistanê terorîst îlan kirin û li welatên xwe dest bi operasyonên li ser sazî û dezgahên Kurdan ên nêzîkî Partiya Karkerên Kurdistanê kirin. Sûriya û Îran, du dewletên ku bi salan pişt girî dabûn Partiya Karkerên Kurdistanê jî bê dudilî ew terorîst îlan kirin. Di vê navê da Sûriyayê hinek pêşmergên Partiya Karkerên Kurdistanê spartin Turkiyayê. Hevalbendiya Turkiya, Sûriya, Îran û hukumata federal a şîî ya Bexdayê ya heya destpêka operasyona Buhara Ereban a li Sûriyayê dewam kir jî dîsa li ser vê bingehê bû. Ji bo bacê nede hukumata federal a Kurdistana başûr li Nisêbînê çêkirina deriyekî Transît ê ji bo Rojhilata Navîn û Afrîkayê jî berhemek proja dawîn a netewî ya Turkiyayê bû. Buhara Ereban berî ku ev derî vebibe girt û armanca çêkirina wî pûç kir, bê mane hişt. Ji ber ku êdî li wê derê jî cîranên serdest ên Turkiyayê Kurd in, ne Ereb in.

Ji 2009 şûnda bi hezaran kes di bin navê operasyona Komelên Civaka Kurdistanê da hatin girtin. Piştî 2011 operasyonên leşkerî jî li vê operasyona rêzanî zêde bûn. Di sala 2012 da dewletê asta operasyonên xwe yên leşkerî û rêzanî bilindtir kir. Stratejîstên dewletê, nivîskar û rewşenbîrên wê digotin “ew dê hêzên parastina dewletê di nav çend mehan da Partiya Karkerên Kurdistanê ji holê rabikin”. Bi hatina buharê ra di dîroka xwe ya sih salî da cara pêşîn Partiya Karkerên Kurdistanê bi armanca li Şemzînan û derdora wê serdestiyek dualî pêk bîne li dijî hêzên parastina dewletê li her derê dest bi operasyonek berfireh a leşkerî kir. Di dawiya vê operasyonê da baweriya rêberên Partiya Karkerên Kurdistanê pê hat ku dikanin bê serokê xwe yê girtî jî hebûna xwe ya leşkerî û rêzanî dewam bikin.

Ji 2009 şûnda, bi taybeti jî ji 2011 heta 20012 têkiliyên di nav partiyên legal û îllegal ên Kurdên bakur û Kurdên başûr da gihîştin astek bilind, danûstandinên girîng hatin kirin. Partiya Civaka Demokratîk (DTP) û dewama wê BDP gelek caran serekê hukumata federe ya başûrê Kurdistanê, Mesûd Berzanî, serek-komarê Îraqê Celal Telebanî zîyaret kirin. Li ser civandina konferansek netewî ya hemî partiyên her çar parçên Kurdistanê û Kurdên derveyî welêt beşdar bibin gavên girîng hatin avêtin. Hemserekên BDP di 22-30 Avrêla 2012 da çûn Dewletên Yekgirtûyên Amerîkayê û li wê derê bi berpirsên Amerîkî ra danûstandin kirin. Di vegerê da hemsereka BDP Gultan Kişanak got: “Dewletên Yekgirtûyên Amerîkayê ji pirsgirêka Kurd rind têgihîştiye. Mîna berê di çarçova şîddetê da helnasengînin. Dibêjin Partiya Karkerên Kurdistanê parçekî girîng ê pirsgirêka Kurd e, heke ji pirsgirêka Kurd ra çare were dîtin, divêt pê ra ji PKK ra jî çare were dîtin. DYA fotografê mezin bi giştî baştir dibîne. Me ji rêveberên Dewletên Yekgirtûyên Amerîkayê xwast ku hereketa Kurd li derveyî guherînên li Rojhilata Navîn nehêle.” Hemsereka BDP bi awayekî eşkera ji Dewletên Yekgirtûyên Amerîkayê xwastiye têkiliyên hereketa Kurdên bakur û Dewletên Yekgirtûyên Amerîkayê vebigerin prosesa berî 1999. Demek ne dirêj piştî li hev rûniştina berpirsên rêzaniya Dewletên Yekgirtûyên Amerîkayê û hemserekên BDP, Kongra Amerîkayê ji Partiya Karkerên Kurdistanê xwast ku bêyî ku çekên xwe dayne agirbestek yekalî diyar bike. Cara pêşîn Dewletên Yekgirtûyên Amerîkayê di asta Kongrê da Partiya Karkerên Kurdistanê wekî muxatab pejirand. Li gor agahiyek dehê meha paîza navîn a 2012 da li ser malpera www.rudaw.net bi înglêsî hatiye weşandin, hinek pispor, akademîsyen û stratejîstên Amerîkan ên wekî  pispora Rojhilata Navîn Kenneth Katzman, nûserê rêzaniyê David L. Philips, Henri Barkey, pisporekî li Zankoya Lehigh a li Pensîlvanyayê, Michael Rubin, akademîsyenekî li Enstîtuya American Entrprise, ji Dewletên Yekgirtûyên Amerîkayê dixwazin ku Partiya Karkerên Kurdistanê ji lîsta rêxistinên terrorist derbixe. Ev gişk parçên rastiyekê ne.

Li gor diyarde û daneyên piştî 2009 di rêzaniya DTP, BDP û PKK da derketine pêş, meriv dikane bibêje ku projên netewî yên Turkiyayê yên têkbirina têkoşîna azadiya Kurdên bakur bi giranî têk çûne. Ji daxwiyaniyên serkirdên Partiya Karkerên Kurdistanê bi awayekî eşkera xwiya dibe ku êdî ne mimkûn e birêvebirina ji Imraliyê bipejirînin. Meriv dikane bibêje ku Partiya Karkerên Kurdistanê vedigere rastiya xwe û prensîbên xwe yên bingehîn ên berî 1999. Li rojavayê Kurdistanê di bin banê Desteya Bilinda Kurdistana Rojava da li gel ENKS (Encûmena Niştimanî ya Kurdên Sûriyayê), partiyên nêzîkî PDK û YNK, cih girtina PYD, partiyek rojavayî ya nêzîkî Partiya Karkerên Kurdistanê, di vî warî da diyardeyek girîng e. Di hempeyvîna xwe ya bi televîzyona Al Jazeera ra ya di 13 meha paîza navîn a 2012 da serekê Partiya Karkerên Kurdistanê Murat Karayilan dibêje: “Turkiya naxwaze Kurd ji Buhara Ereban sûdê werbigirin û bibin xwedî mafên xwe”. Ev hempeyvîn û daxwiyaniyên dawîn ên serek û fermandarên Partiya Karkerên Kurdistanê û hemserekên BDP, bi taybetî jî ên 2012, bi awakî eşkera didin xwiyakirin ku ew êdî mîna berî 1999 di çarova proja Rojhilata Navîn a Mezin û Bakurê Afrîkayê da, mafî biryarî çarenûs jî tê da, dixwazin herî kêm bi bidestxistina statuyek federal netewa Kurd di nav netewên bi serê xwe an jî otonomên bi rûmet ên dunyayê da bi cih bikin. Di ronahiya van daneyên dawîn da meriv dikane bibêje ku rêzan û fermandarên Partiya Karkerên Kurdistanê lê dixebitin ku di şûna apocîtiyê da PKKyîtiyek xwedî prensîbên rêzaniyek li gor zanîna rêzaniya sedsala bîst û yekî bi cih bikin. Ji aliyekî ve jî dixwazin di şûna serokatiyek heya 2011 ji kesekî pêk dihat serokatiyek hempar a ji lijneyek rêzan û fermandarên di warê xwe da bi ser ketî  û pispor pêk bînin, daku dema serekê partiyê were girtin jî Partî bi hêsanî bikanibe li gor prensîbên xwe rêzaniya xwe bi awayekî serkeftî bidomîne. Ev yek bi tena serê xwe di dîroka vê partiyê da û di dîroka rêzaniya Kurdan da gavek şoreşgerî ye.

Turkiya di piştgiriya Birayên Misilman (Ikhwani Muslimin) a li Suriyayê da ji aliyê hêzên global ên rojavayî ve tenê hatiye hiştin. Ji ber ku bi rêxistinên terorîst ên wek El Qaîde ra dixebite, ne Dewletên Yekgirtûyên Amerîkayê ne jî welatên Ewrûpî dixwazin li Sûriyayê desthilatî bi temamî bikeve destê Birayên Misilman. Turkiya bi piştgirî û hemkariya xwe ya bi Birayên Misilman ra dixwaze rê li ber bidestxistina mafên çandî û netewî yên Kurdên rojavayê Kurdistanê bigire, ev jî nebe dixwaze bi riya Birayên Misilman wan têxe bin kontrola xwe. Konjonktura rêzaniya navnetewî û herêmî li ber van xwastinên wê asteng in. Li gor hinek stratejîstên Turk ewê Turkiya hêdî hêdî piştgiriya xwe ya ji bo Birayên Misilman kêmtir bike, li ser xwastina Dewletên Yekgirtûyên Amerîkayê û hemkarên wê yên Ewrûpî, zêdetir xwe nêzîkî Kurdên rojava bike. Heta Dewletên Yekgirtûyên Amerîkayê ji bo li gor xwastina dilê xwe çekan nede Artêşa Azad a Sûriyayê ya ku piraniya leşkerên wê endamên bizotnewa Birayên Misilman, El Qaîde û bizotnewên navnetewî yên dînperest in Turkiya çend caran hişyar kiriye. Ji aliyê din ve xwastina herêma tampon a li nêzîkî sînorên Turkiyayê jî ne ji aliyê Dewletên Yekgirtûyên Amerîkayê ne jî ji aliyê hemkarên wê yên stratejîk ên Yekitiya Ewrûpayê ve tê pejirandin. Xwediyê projê dixwaze her tişt li gor berjewendiyên wê bin, ne li gor berjewendiyên hemkarên herêmî be. Hemkarên herêmî ji navgînên pêkanîna projê pê ve ne tiştekî din in.

Rûsya naxwaze peyka xwe ya dawîn a li ser Derya Spî wenda bike. Vê rastiyê jî operasyona Dewletên Yekgirtûyên Amerîkayê ya li Erebîstanê bi navê Buhara Ereban, li Turkiyayê bi navê Ergenekon û KCK berdewam e xistiye tengasiyê. Rûsya, Çîn û hemkarên wan ên stratejîk bi vî awayî dewamkirina vê operasyona pêkanîna proja Dewletên Yekgirtûyên Amerîkayê û hemkarên wê yên stratejîk ji bo berjewandiyên xwe yên navnetewî û herêmî wekî xeteriyek mezin heldisengînin. Kîjan dewlet di dewsa wan da bûna ewê bi heman awayî bilebitiyana. Îran û Sûriya hemkarên herêmî yên Rûsya û Çînê ne. Berjewendiyên wan li wî alî ne. Her welat berjewendiyên xwe difikire û li gor wan helwesta xwe ya netewî û navnetewî diyar dike.

Dewletên Yekgirtûyên Amerîkayê û Yekitiya Ewrûpayê ji zengîniyên li ser axa Sûriyayê parekê nedin Rûsya û Çînê, berjewendiyên wan ên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê negrin ber çavan û wan jî beşdarî proja berdewam a pergala nû ya dunyayê nekin, ewê Sûriya di nav Erebên nuseyrî-durzî-xrîstiyan, Erebên sunnî û Kurdên rojavayî da bibe sê parçe. Heke Dewletên Yekgirtûyên Amerîkayê û Rûsya nebin asteng, piştgiriya Kurdan bikin dibe ku başûr û rojavayê Kurdistanê bi hev ra bibin yek jî. Di rewşek weha da Îsraîl ji bo Dewletên Yekgirtûyên Amerîkayê û hemkarên wê yên stratejîk çiqas girîng be, ewê Sûriya nûseyrî (alevî) jî ji bo Rûsyayê û hemkarên wê yên stratejîk ewqas girîng bibe. Çawa Turkiya û gelek dewletên Ereban hemkariya Dewletên Yekgirtûyên Amerîkayê û Yêkitiya Ewrûpayê dikin, ewê Farsîstan (ostanek Îrana îro), Venezuela, Kuba û hinek dewletên din jî hemkariya Rûsyayê û Çînê bikin. Dibe ku Hîndîstan jî xwe bide aliyê Rûsya û Çînê. Bi vî awayî mimkûn e ku di birêvebirina dunyayê da du serîtiyek nû peyda bibe.

Di Proja Rojhilta Navîna Mezin û Bakurê Afrîkayê da piştî Sûriyayê, dora guherînê a rejîma Îranê ye. Piraniya stratejîst, lêgêrîner û lêkolînerên rêzaniya netewî û navnetewî di vî warî da hemraman in. Di sedsala bîst û yekan da cihê rejîmên totalîter ên baasî, nîjadperest û neteweperestên mîna Ergenekonê û dînperestên mîna rejîma mellayên Îranê li Rojhilata Navîn tune ye. Ger Kurd bi zîrekî bilebitin dibe ku piştî du hezar û penc sed salî serdestiya xwe ya bi destê Persan da berdabûn bi alîkariya pêdiviyên berjewendiyên hêzên global ji wan şûnda bigirin. Wer xwiyaye ku ewê hemî partiyên rêzanî yên Kurdan di şerê Rojhilatê Kurdistanê da bi hev ra bin. Peywîst e Kurd yekitiya xwe ya netewî zexm bikin; Kurdên şîî yên Loristan û ostanên din ên Îranê vebigerînin ser rastiya wan a netewî, heta heke mimkûn be persan jî bigirin aliyê xwe  û bi hev ra li hember sîstema berdewam a kêrnehatî têbikoşin. Netewa Kurd li ser bingehên dînekê, mezhebekê an jî nîjadekê pêk nayê, li ser hemî dîn, mezheb, bê dîn, û mensûbên nîjadên îro li Kurdistanê dijîn gişkan bi hev ra pêk tê. Di operasyona li ser Îranê da ewê Turkiya, Azerbaycan, Îsraîl, Afghanîstan, Pakîstan, Erebîstan û hemkarên stratejîk ên Dewletên Yekgirtûyên Amerîkayê dewletên Ewrûpî gişk bi hev ra di bereyek hempar da cih bigirin.

Berjewendiyên Rûsyayê û Çînê neyên piştguhkirin, ew dê helwesta xwe ya negatîf a li Sûriyayê dubare nekin, dibe ku bi awayekî pozîtîf beşdarî Proja Rojhilata Navîn a Mezin û Bakurê Afrîkayê bibin. Lê heke hêzên global ên rojavayî nexwazin zengîniyên Rojhilata Navîn bi Rûsya û Çînê ra parve bikin wê gavê ew dê ji bo parastina berjewendiyên xwe yên li herêmê çi ji destan tê bikin. Dibe ku ji bo parastina berjewendiyên xwe dest bi şerekî sar an jî germ ê nû jî bikin. Her du alî jî baş dizanin ku di dawiya şerekî weha da ne ew dimînin ne jî welatên din ên dunyayê. Li gor tesbîtên zanyaran şerekî germ ê di navber van dewletên nukleer ên global da dikane dawiyê li şarezahiya merivahiyê bîne.

Did you like this? Share it:
Hîn tu şîrove giredayê gotarê nîn e
Bersivê bide vê şirovêye
Pêwîst e
Pêwîst e