Nihêrina Li Kurdan û Peywendîya Hukmat û Artêşê

Li Tirkîyeyê hertim tê gotin ku di navbera dezgeyên ku dewletê bi rê ve dibin de lihevkirin heye. Ev dîtin bi şeklê “di rêveberîya bilind a dewletê de, di navbera dezgeyan de ‘konsensus’ heye” îfade dibe. Ya rast divê meriv viya wekî di navbera dezgeyên dewletê de lihevnekirin heye têbigihê. Serekkomar, serekwezîr, serekerkan, wezîrê karê navxweyî, wezîrê edaletê û hwd. hertim fikrekî mîna “li Tirkîyeyê dadgeh serbixwe ne” pêş de diajon. Ew ‘konsensus’a di navbera dezgeyan de ku qala wê dibe, gotineka wekî viya ye…

SerhedBapirDi demokrasîyên modern de dezgeya ku di rêvebirîya dewletê de karîger e, hukmat e. Di rêvebirina dewletê de hukmat bi tena serê xwe berpirsîyar e. Di demokrasîyên modern de, di rêvebiriya dewletê de hem selahîyetdar e hem berpirsîyar e. Di demokrasîyên modern de, wekî mînak, di demokrasîyên Rojavayê de, dezgeyeka bi navê îdeolojîya resmî tune ye. Divê em tekîd bikin ku îdeolojîya resmî bi mueyîdeyên îdarî û cezaî yên dewletê tê parastin û xwedîkirin. Dewleta xwedîyê îdeolojîya resmî dewleteka demokratîk nayê hesibandin. Krîtera herî girîng a demokrasîyê ew e ku azadîya ramanê û rexneya azad wekî dezgehekê rûniştibin û bi awayekî dînamîk bişuxilin. Di demokrasîyên modern de azadîya ramanê, rexneya azad wekî dezge rûniştine. Di sîstemeka sîyasî de ku azadîya ramanê û rexneya azad wekî dezge rûniştibin de çapemenî azad e. Di sîstemeka sîyasî de ku îdeolojîya resmî têde li dar û diyarker be jî, çapemenî propagandaya fikrê resmî dike, helwêst û reftarîya xwe li gorî pêwîstîyên îdeolojîya resmî nîşan dide.

Li Tirkîyeyê dewleteka xwedîyê îdeolojîya resmî heye. Di dewletên ku xwedîyê îdeolojîya resmî ne de cihêtîyeka mîna dewlet-hukmat nîn e. Di dewleteka xwedîyê îdeolojîya resmî de dezgeyên ku di dereceya yekem de dîyarker û desthilatdar in, ew dezge ne ku ku îdeolojîya resmî diparêzin û xwedî dikin. Li Tirkîyeyê ev dezge, artêş e. Artêş, îdeolojîya resmî bi brokrasiya bilind re pêk tîne. Dezgehên bilind ên dadgehê yên mîna Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Bilind (Yargıtay, Daniştay) û universîte di warê parastin û natorvanîya îdeolojîya resmî de tê dîtin ku xwedîyê roleka gelek mezin in. Çapemenî jî, pratîkek ku di îstîqameta fikrê resmî û îdeolojîya resmî de ye pêşde dibe.

Dubendîya (ikilem) dewlet-hukmatê ya di dewletên ne demokratîk yanî dewletên ku xwedîyê îdeolojîya resmî de ne, meriv dikane wekî yên tayînkirî û yên hilbijartî (atanmışlar-seçilmişler) îfade bike. Di rêvebirina dewletê de li hemberî yên tayînkirî giranîyeka cidî ya yên hilbijartî tune ye. Ji vê çendê hilbijartinên ku ji çar salan yan ji pênc salan carekê dibin, ne krîtera tekane yê demokrasîyê ye. Ev, krîtereka pêwîst e lê têrê nake, krîtereka wisa ye ku grîngîya wê di dereceya duyem de ye.

Di têkilîya yên tayînkirî û yên hilbijartî de, di vekolandina belavbûna selahîyet û berpirsîyarîyê de jî mifa heye. Yên tayînkirî di rêvebirîya dewletê de yên selahîyetdar in. Lê ew ji netîceya kirinan berpirsîyar nîn in. Qebûlnekirina wan ya berpirsîyarîyê, tê vê wateyê ku pêwîstî bi hukmateka sivîl heye. Ev “sivîl”a li vir di wateya yê ne leşkerî de ye. Brokrasîya bilind, organên dadgeha bilind, unîversîte, wekî mînak, derbarê meseleya kurdan de hemî fikrên leşkeran dipejirînin. Ev dezgeh parastvan û natorvanên van fikran e. Ya rast, sivilizasyon ne ew e ku hêza dewletê ji dezgehekê bihê stendin û di navbera dezgehên din ên dewletê de bihê parvekirin. Sivilizasyona rastîn ew e ku, hêz bikeve destê gel. Hêza ku tê xwestin, divê bi rêya rêxistinên civata sivîl dest pêbike bikeve destê gel.

Nelihevkirina di navbera dezgeyan de

Rojnameya Taraf, di hejmara xwe ya roja 12 hezîran 2009 de belgeyek bi sernavê “Plana Dawîlêanîna Hukmata Partîya Edalet û Pêşdeçûnê û Cemaeta Gulenî” eşkera kir. Dihat gotin ku ev pilan ji alîyê efserekî ji biryargeha sererkanîyê ye, amade bûye. Ev nîşan dide ku di rêveberiya dewletê de di navbera artêş û hukmatê de nelihevkirin heye yan jî di nav artêşê de pêkhatina cuntayeka li dijî hukmatê heye.

Dibe ku li diyarê dewletê, di navbera dezgeyan de nelihevkirin û nakokî hebin. Dibe ku ev nakokî kûrtir jî bibin. Lê di vê prosesê de ji hev veqetînek çênabe. Her du dezgeyên ku di navbera wan de nelihevkirin heye, digel vê nelihevkirinê, dîsa jîyana xwe dewam dikin. Di vê prosesê de dibe ku fikr û nêrînên dezgeyekê hîn girantir be lê cardin ji hev veqetînek çênabe. Ji ber ku ji hev veqetînek çênabe lewre rê vedibe ku dezgeya din jî jiyana xwe dewam bike. Dînamîka bingehîn ku rê li ber vê naveroka prosesê vedike meseleya kurdan e.

Di meseleya kurdan de, di tesbîtkirina meseleyê de, di helkirina meseleyê de, dezgeya herî girîng ku xwe wezîfedar dihesibîne, artêş e. Artêş, di vê meseleyê de bi çavekî erênî lê nanihêre ku hukmat û dezgeyên din têkelî meseleyê bibin, pêşî li wan digre. Artêş, tenê, derheqê dê çi bihê kirin de planan dide ber hukmatê û kontrol dike ku bê hela ev plan têne cîbicîkirin yan na. Hukmat narehet nîn e ku di vê meseleyê de însîyatîf hilnedaye.

Naveroka “Plana Dawîlêanîna Hukmata AKP û Cemaeta Gulenî” jî ne rast e. Çunkî yê ku rê daye cereyanên dînî, di vê navberê de, yê ku rê daye cemaeta Gulenî, artêş bi xwe ye. Ji bo ku bi meseleya kurdan re serî derkevin, wekî rêyeka girîng, li her devera ku kurd têde dijîn, teşwîqkirina cereyanên dînî, wekî mînak, teşwîqkirina radyo û televîzyonên ku weşaneka dînî dikin, teşwîqkirina weqfan û hwd. polîtîkayeka girîng ya dewlet û artêşê ye. Bi rêya cereyanên dînî ewiqandina kurdan, hawldana di nav cereyanên dînî de helandina meseleyê, fikrek û kirineka gelek girîng e. Di her devera ku kurd têde dijîn de teşwîqkirina vê prosesê bûye polîtîkayeka dewletê ya ku dev jê nayê berdan. Wekî mînak, kursên Quranê li Kurdîstanê têne teşwîqkirin, herwisa, cereyanên dînî, cemaetên dînî jî têne teşwîqkirin. Ev tê zanîn ku Hîzbullah bona ku bi taybet li hemberî PKK û bi giştî li hemberî meseleya kurd têbikoşe ji alîyê dewletê ve, ji alîyê dewleta kûr ve li garnîzonên leşkerî hate perwerdekirin. Meriv dikane bibêje ku dewlet li deverên rojavaya Tirkîyê li hemberî pêşdeçûna cereyanên dînî hesas e, pêşî li cereyanên dînî digre. Lê li herêmên kurdan pêşdebirina cereyanên dînî bûye polîtîkayeka girîng ya dewletê. Ji alîyê din, ev eşkera ye ku cemaeta Gulenî li her warê ku kurd têde dijîn perwerdeyeka li gorî pêwîstîyên îdeolojîya resmî dike, ziman û çanda tirkî pêşde dibe. Wekî mînak, ev tê zanîn, xwendevanên ku bona kursa Quranê berhev kirine, di dema perwerdeya wan de zimanê kurdî li wan tê qedexekirin. Ev tavilî dikeve ber çav ku ferqeka gelek mezin di navbera kursên Quranê yên aîdê cemaeta Gulenî û medreseyên kurdan de heye. Ji ber ku di medreseyên kurdan de perwerde bi kurdî tê kirin, ji ber ku perwerdeya Quranê, perwerdeya erebî û hwd. bi zimanê kurdî tê kiirn, lewre ev dibe sedemekî girîng ku qedexekirina medreseyên kurdan ligel xwe tîne. Ev jî tê zanîn ku cemaeta Gulenî gotinên Seîdê Nursî yên derbarê kurdan û Kurdîstanê de ji nav nivîsên wî derxistine, guhertine hîn çap kirine. Ev berhemên hanê ji alîyê terefdarên kurd ve wekî berhemên Seîdê Kurdî ji nuh de hatine weşandin.

Artêş di prosesa van peywendîyan de tenê pêwîstî bi cemaeta Gulenî nabîne, pêwîstî bi hemî cereyanên dînî û cemaetên dînî dibîne. Pêwîstîya bi Partîya Edalet û Pêşdeçûnê, bi hukmata ku vê partîyê danîye gelek mezin e. Çunkî dema ku AKP tê gotin, têkilîyên bi Yekîtîya Ewropayê re di çi radeyê de dibin bila bibin, têkilîyên bi DYA re, bi mafên merivan û azadîyê re, bi fehma lîberal re çawa dibe bila bibe, dîmena cereyaneka dînî tîne bîra meriv. Dema ku AKP tê gotin, pêşî ev tên bîra meriv. Ji ber van sedeman, tê dîtin û şopandin ku di hilbijartinên giştî û yên xwecihî de wezîfedarên dewletê yên mîna leşker û polîs, di herêmên kurdan de bêhtir raya xwe didin AKP, miletî teşwîq dikin ku raya xwe bidin AKP, yên ku raya xwe didin Partîya Civata Demokratîk gef li wan tê xwarin.

Meseleya kurdan hewcedarîya bi hev ya dezgeyan datîne meydanê, ger di navbera wan de nelihevî kûr bibe jî, rê nayê dayîn ku ji hev veqetînek çêbibe. Lêbelê ev jî rastîyeka vekirî ye, hukmata ku di meseleya kurdan de însîyatîfê negre destê xwe, ji spartina vê meseleyê bo artêşê re dengê xwe dernexîne, dê li hemberî leşkeran nebe xwedîyê însîyatîf. Ew belavkirina selahîyet û berpirsîyarîyê ku li jor bi kurtî behsa wê hate kirin, dîsa, rê nade ku ji hev veqetîneka wisa pêk were.

Li ser wê ‘belge’ yan jî ‘parçeyê kaxiz’ ku rojnameya Taraf li roja 12ê hezîranê eşkera kir, gelek munaqeşe çêbûn. Di prosesa vê munaqeşeyê de meclisê (TBMM) qanûnek ku rê vedike daku leşker di dadgeheka sivîl de bêne mehkemekirin qebûl kir. Pêşnumaya qanûnî wekî pêşnumaya hukmatê bo TBMM hatibû şandin. Qanûn rê nîşan dide ku tawanên giran ku ji alîyê leşkeran ve têne kirin li dadgehên sivîl bêne mehkemekirin. Li hemberî hukmatê çêkirina planên derbeyê jî dibe yek ji tawanên mezin. Leşker li dijî qanûnekî wisa bûn. Muxalefetê, bi taybet CHP jî helwêsta xwe li nik leşkeran nîşan da. Ev peyva sivîl a li vir jî di wateya yê ne leşkerî de ye. Ev baş tê zanîn ku hinek dozger, hinek dadgehên cazeyên giran, bi taybet dadgeha bilind, li gorî daxwaz û dîrektîfên leşkeran biryaran didin. Li Tirkîyeyê leşker ji alîyê rêvebirin û aborîyê ve otonom in. Hîn girîngtir, ji alîyê huqûqî ve jî otonom in. Leşker rê nadin ku ew bihên teftişkirin. Malên leşkerî, kadroyên leşkerî, mezaxtinên leşkerî, tabiê teftîşên dadgeha bilind (Sayıştay) nîn in. Otonomîyeka polîsan jî ya wekî viya heye. Digel van hemîyan, qebûlkirina qanûna navborî, dê mifayeka girîng bigihîne pêşdebirina têgihîştina demokratîk.

14.07.2009

_______________

Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn

Ev gotar bi sernavê “Rejimin Ana Niteliği – V:  Kürt Algısı, Hükümet-Asker İlişkileri” li www.kurdistan-post.com, www.peyamaazadi.com û www.haberdiyarbakir.com weşîyaye.

——————————

Çavkanîya wêneyê : Serhad Bapir, Kurdistan, Çeçenistan, Tibet…,2003,

grafika lı ser dar û linolium, 70×100 cm

http://huneruraman.blogspot.com

Did you like this? Share it:
Hîn tu şîrove giredayê gotarê nîn e
Bersivê bide vê şirovêye
Pêwîst e
Pêwîst e