Nasnameya Kurd

Digel ku di nav sînorên Komara Tirkiyê de gelek komên etnîkî û her wiha, gelek nasnameyên etnîkî û neteweyî hene jî lê çi kesên ku di nav sînorên wê de hebin, ew hemûyan wek tirk dibîne. Pêştirînê van nasnameyên ku têne înkarkirin, tune têne hesibandin nasnameya kurd e.

Nasname dikare kesane (ferdî) be jî û dikare civakî (kollektîv) be jî. Nasnameya kesane, bersiva pirsa “kî me ez” dide ku kes ji xwe dipirse. Li seranserî jiyanê kes dikare xwe bi çendîn cûreyên nasnameyan îfade dike. Bo numûne, tirk e, berber e, endamê klûbeke sporê ye, nêçîrvan e… Nasname, di wateyeke kesane de rawestîn an jî rewastendina kes e. Îcar nasnameya civakî, di bersiva pirsa “kî ne em” de xwe bo me dide nîşan. Pirsên wek “em aîdê kîjan ziman, kîjan kultur, kîjan netewê ne” nasnameya civakî bo me îşaret dikin.

Çi nasnameya kesane û çi nasnameya civakî dibe, ji bo ku hebûna xwe îsbat bike pêwîstî bi cihêtiyekê heye û her tim dixwaze vê cihêtiya xwe di nav ewlehiyê de biparêze. Vearqilîna/pêhesîna li kakilê (orîjînalîte) xwe, di pêkhatina nasnameyê de destpêkeke girîng e. Û ligel pêzanîna bi nasnameyê, danasîna wê jî gelek girîng e. Heta ku ji derveyî xwe, dikare bête gotin ku danasîna nasnameyê bo otorîteyeke siyasî hê girîngtir e. Di pêvajoya çêbûna nasnameyê de vearqilîna li taybetmendiyên xwe yên xwerrû û têgihaştina bi orîjînalîteyê merheleyeke gelek girîng e. Têgihaştina orîjînaliteyê jî bi redkirina ewên din (öteki) re çêdibe. Redkirina ewên din, bi demê re dibe sedema çêbûna hîsên dijber ên li hemberî ewên din û dibe sedema girtina tedbîrên xweparastina ji ewên din. Ev yek, pêvajoyeke wisan e ku di hemû tevgerên nasyonalîst de tê dîtin. Lê ez ne bawer im ku di tevgerên nasyonalîst ên kurd de pêvajoya redkirina ewên din pêk hatibe. Di nav kurdan de zêdetir geşbûna hîsên “enternasyonal” û hizrên “birayetiyê” li hemberî ewên din têne dîtin. Ev taybetmendiyek wisan e ku di tevgerên neteweyên din de nayê dîtin. Her wiha têye zanîn ku kurd têdikoşin da ku qedexeya li ser zimanê wan bête hilanîn, di nav çanda xwe de jiyana xwe dewam bikin û hewl didin xwe da ku bi neteweyên din re wek hev bin.

Di çanda siyasî ya tirk de redkirina nasnameya kurd cîheteke gelek girîng e. Înkarkirina zimanê kurdî û Kurdistanê hêmeneke bingehîn a vê pvojayoyê ye. Ahmet Mesut di pêşeka kitaba xwe ya bi navê “Ingiliz Belgelerinde Kurdistan, 1918-1958” (Doz Yayınları, Mayıs 1992, İstanbul s. 5-18) de wateyine cihê li bêjeyên “redkirin” û “înkarkirin”ê bar dike. Bêjeya “redkirin”ê bi bêjeya “nedîtin”ê û bêjeya “înkarkirin”ê jî bi bijeya “tunekirin”ê re wekhev dibîne. Û dibêje, ev serê 85 salan e ku li polîtikaya Komara Tirkiyê înkarkirin wek tunekirinê û redkirin jî wek nedîtinê hatiye hesibandin. Lêbelê bêjeyên red û înkarê gelek nêzî hev in. Ji aliyê felsefî ve balkêş e ku Ahmet Mesut bi vî awayî wateyên cihê li van bêjeyan bar dike. Di vê nivîsarê de ligel karanîna her du bêjeyan, hîn zêdetir bêjeya înkarê ya ku aliyê wê yî tunekirinê girantir e, em ê bişuxulînin.

Di demên pêşî yên komarê de dihate gotin ku “Kurd tune ne, kurdî tune ye. Li ber xwe dayîna dezgeyên feodal ên wek eşîrtî û şêxayetî û axayetiyê heye. Digotin ku “Muşkeleya li rojhilata Tirkiyê, pirsa unsûrên feodal e”. Û dihate gotin ku ev unsûrên feodal li hemberî pêwendiyên modern, li hemberî dewleta tirk li ber xwe didin. Di vê şirovekirinê de bêjeyên “irtîca” û “murtecî” jî bi taybet dihatin karanîn. Her wiha, dihate gotin ku, “Gelek rewa ye ku dewleta tirk a laîq û pêşverû hewl bide xwe da ku van pêwendiyên civata paşverû, van dezgeyên paşvemayî ji ser riya xwe rake”. Û ji bo berterefkirina van pêwendiyên civata paşverû jî li ser karanîna metodên wek reforma eraziyê, nefîkirin, koçkirina mecbûrî, îskana mecbûrî û asîmilasyonê dihate rawestîn.

Li seranserî dîroka komarê hebûna kurdan, zimanê kurdî her dem hatiye înkarkirin. Her tim hewl dane xwe da ku vê pirsgirêkê li gorî demê û li gorî şertên rojane, carînan wek “pirsgirêka irtîca û murtecîtiyê”, carînan wek “li ber xwe dayîna feodalîteyê”, carînan wek “fen û fûtên emperyalîzmê”, yan jî wek “tevgera komunîstiyê” bidine nîşandan. Li wan salên pêşîn ên komarê, serîhildanên kurdan bo rojavayiyan (ewropî) wek serîhildanên “irtîca” û “murtecîtiyê” dihatine nîşandan. Bo rojavayiyan dihate gotin ku, “pêwendiyên civata paşverû li hemberî pêşveçûyina dewleta laîq li ber xwe didin”. Belam ev jî rastiyek mezin e ku li wan salan, li herêmên kurdan awayê reftariyên siyasî û civakî di çarçoveya pêwendiyên baviksalarane (ataerkil) de bûn. Têye dîtin ku li heman salan ev serîhildan bo rayagiştî ya hundirîn jî wek “fîtkirina emperyalîstan, fîtkirina komunîstan” hatine nîşandan. Ev jî tiştekî gelek vekirî ye ku li wan salan laîqbûn wek ku li dijî muslumaniyê be û modernbûn jî wek ku li dijî adetên bav û kalan be, dihatine famkirin. Dîsan wê demê wisan dihate famkirin ku, ev bûyerên li  hawirdor rû didin wek ku bi vê yekê re desthilatdariya navendê têye tacîzkirin. Her wiha, wisan dihate hizirîn ku, li hemberî têgihaştina desthilatdariyeke mutleq a merkezê pêwîstiya qebulkirina desthilatdariya meylên xwecihî (ademî merkeziyetçilik) heye.

Ev dirûşmên wek “divê feodalîte bi tevayî ji holê bête rakirin”, “divê koka derbegîtiyê bête qelandin”, “divê dezgeyên wek şêxayetî û eşîrtî û axayetiyê ji binî ve bêne hilweşandin” ku li wan salan di rojevê de bûn, li gorî baweriya min ne mumkûn e ku meriv rabe wek kiryareke domokratîk şirove bike. Dîsan li gorî baweriya min, ne mumkûn e ku meriv wan sazî û dezgeyan li pêşiya geşbûna ekonomiyê wek astengan bibîne. Hingê ev dirûşm têne vê wateyê ku, “Heçî kesên ku di kurdbûnê de qewî biryardar in, ewên ku tirkbûnê qebul nakin, divê bi karanîna hemû rê û rêbazan ji holê bêne rakirin, divê ew bêne nefîkirin, divê her cûre û metodên zordariyê bêne karanîn da ku kurd bêne asimîlekirin, bêne tirkkirin, ewên ku nebine tirk jî, bi çi awayî dibe ew dizane, divê ji holê bêne rakirin.”

Li salên 1960, piştî mudaxeleya leşkerî ya 27ê Gulanê bûyerên li “Rojhilatê” îcar bi têgeheke din hatin qisetkirin. Dihate gotin ku, “di bingeha bûyerên rojhilatê de ihmala dewletê heye”. Digotin, dewletê zêde hewl nedaye xwe da ku herêm bi pêş ve here. Ev dîtin zêdetir ji aliyê demokratên sosyal ve derdiket pêş. Di vê dîtinê de nasnameya etnîkî ya kurd, nasnameya netewî, mafên netewî û azadiya wan nedihatin dîtin. Pirsgirêk wek “pirsgirêka pêşvebirina herêmê” dihate têgihaştin. Wisan dihate nîşandan, her wekî ku ev pirsgirêk ji ber paşvemayina herêmê derketibin. Û fehmeke wisan hebû ku, çi dema ku pêşvebirina herêmê dest pê bike û herêma paşvemayî deriyên xwe bo pêşveçûnê veke hingê dê ev pirsgirêk jî ji holê rabin. Bi vî awayî wek ku pirsgirêk “tiştekî li derveyî xwe”, wek “tiştekî ku ne ew bi xwe be” dihate îzehkirin.

Îcar li salên 1970, li salên 1980 û pişt re jî, em dibînin ku têgeha “nîjadperestiya hindikahiyê (eqaliyet; azınlık)” tê karanîn. Daxwazên kurdan, ên mîna bidestxistina nasnameya etnîkî û bidestxistina nasnameya netewî ligel têgeha “nîjadperestiya hindikahiyê” wek hev têne dîtin û kurd têne rexnekirin. Li gorî baweriya min, hîn rasttir e ku meriv vê rexnekirinê wek tawanbarkirinekê têbigihe. Di van rexnekirin an jî tawanbarkirinan de bêyî ku bêjeya kurd an jî navê kurdan bête karanîn, bêyî ku qesta wan nasnameya etnîkî û netewî be, her wekî ku kurdan nîjadperestiya hindikahiyê kiribe, bi vî awayî têne tawanbarkirin. Wek ku T. Ziya Ekincî di nivîsara xwe ya bi sernavê “Netewperestiya Etnîkî” (Radikal iki,12 Şubat 2006 s.12) de îsabet dike, netweperestiya etnîkî têgeheke aîdê têkiliyên zemanê împaratoriyên kolonyalîst e. Di zemanê împaratoriyên kolonyalîst de, bo numûne, digel ku Portekîz xwediyê serjimareyeke (nufûs) hindik bû, lê dîsan jî wek kolonyalîstekê li ser Brezîlya û Angola û Mozambîk û Gîne Bîsseauyê hukmê xwe dimeşand. Portekîzê dixwest ku ziman û çanda xwe li ser van welatan ferz bike. Wek viya, digel hindikbûna serjimareya xwe, Hollandayê jî polîtîkayeke wisan dimeşand da ku ziman û çanda xwe li Rojhilata Dûr, bo numûne, li Endonezyayê serdest bike. Her wiha Belçîkayê jî vê polîtîkayê li Kongoyê (Zaîre) dimeşand. Heke em werin ser kurdan, ew ji bilî ku ziman û çanda xwe ji bindestiyê derxînin tu hewleke din nadin xwe. Ev cîheteke girîng ji çanda siyasî ya tirk e, wê zihniyeta ku hebûna kurdan înkar dike, dixwaze ziman û çanda tirk empozeyî kurdan bike nabîne lê kurdên ku dixwazin ligel ziman û çanda xwe bijîn, dixwazin serbestiyekê bi destê xwe ve bînin, ev hewldanên kurdan wek “nîjadperestiyê” yan jî wek “nîjadperestiya hindikahiyê” şirove dikin û bi vî awayî kurd têne tawanbarkirin.

Îcar ew bûyerên ku li salên 1970an li Rojhilatê rû didan wek “anarşî” û “eşqiyatî”yê hatin îzehkirin. Û jixwe, piştî salên 1980an jî bêjeya “teror”ê bû têgeheke grîng a ku navê xwe li pêvajoyê dikir. Dihat gotin ku, “Li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê muşkuleya etnîkî tune, pirsgirêka netewî nîn e, pirsgirêka terorê heye. Ji bo ku koka terorê biqelîne, ji bo ku pirsgirêka terorê tune bike, dewletê bi her awayî tedbîra xwe girtiye û dê bi her awayî tedbîra xwe bigre.” Ev mijareke balkêş e, divê meriv li ser baş bisekine ku di seranserî dîroka komarê de bûyerên wisan çima tenê li Rojhilatê rû didin. Dîsan helbet divê li ser bête rawestîn ku çima ev awayên îdarekirina taybet ku wek mufetişiyên umûmî, orfî îdare, walîtiya super, walitiya rewşa awarte tenê li Rojhilatê hatine karanîn. Û her wiha, divê bête pirsîn, ev bûyerên ku wek irtîca û murtecîtiyê têne navlêkirin, bo numûne, li Anadola Navîn, li keviyên Deryaya Reş û Marmarayê çima nîn in? Axayetiya eraziyê, xwedîtiya li eraziyên berfireh gelo tenê aîdê Rojhilatê ye?

Di roja îroyîn de li herêmên kurdan akincih bûyina li bajaran, ango bajarvanî zêdetir dibe. Bi viya ve girêdayî reaksiyona siyasî ya kurd jî rengê xwe diguhere. Muxalefet êdî herikiye nav bajaran. Êdî çerçoveya rengê tevgera muxalefetê, diyarkerên muxalefetê, cûreyên reftariya siyasî û civakî ne tenê bi saziyên feodal û baviksalarane ve girêdayî ne. Hejar û xizanên ku ne xwediyê mal û milk in, di rêvebirina tevgerên muxalefetê de bêhtir ew serdest in. Van hemûyê pêşveçûnan kirin ku di salên 2000an de nasnameya kurd fiîlen bête naskirin. Ev pêvajoya naskirinê ku di serê salên 1990an de dest pê kir, di salên 2000an de geştir bû. Viya jî gotûbêja “nasnameya jorîn” û “nasnameya jêrin” da destpêkirinê. Digel viya, ew tarîfa “teror”ê, ew fehma ku pirsgirêkê wek pirsgirêka terorê dibîne hê jî berdewam e.

Derketina li dijî nasnameya kurd, gelo çawan bandorê li nasnameya tirk dike?

Çanda siyasî ya tirk qebul nake ku nasnameya kurd çêbibe, pêşî li çêbûna nasnameya kurd digre, bi derengî dixîne. Ji ber vê yekê her tim tinazên xwe bi kurdan dikin, zimanê kurdî, çanda kurdan tehqîr dikin, piçûk dibînin. Ev reftarî, ev awa vegotin her ku diçe di çanda siyasî ya tirk de rengekî faşîzan digre û bi demê re ev taybetmendî dibe tirkayetî bi xwe.

Nasnameya rojîn-Nasnameya jêrîn.

Li van salên dawîn hindek ji berpirsiyarên tirk dibêjin ku em dikarin “kurdan” wek nasnameyeke jêrin qebul bikin lê bi wî şertê ku “tirk” wek nasnameyeke jorîn bêne qebulkirin. Çanda siyasî ya tirk, hukumat û dewleta tirk iddîa dikin ku bêjeya “tirk” ne tenê di wateya nîjada tirk de ye, di heman demê de çi kesên ku li nav sînorên Komara Tirkiyê hene, gişan digre nava xwe. Ev, ne ew dîtin e ku rasteqîniyê bi me dide nîşan. Ev, ew dîtin e ku, bi taybet ji bo ku kurd ji aîdiyet û orîjînalîteya xwe hayîdar nebin, ji bo ku pêşî li çêbûna nasnameya kurd bête girtin, ji bo ku çêbûna nasnameya kurd bête derengxistin, têye iddîakirin. Werin em çevakî li van îfadeyan, li van pêwendiyan, li van daxuyaniyan bigerînin:

1.“Çi bi zanebûn çi bi nezanî, rola tirkan a li dîroka cîhanê hatiye piçûkkirin. Ev zanyariya xelet/şaş a derbarê bav û kalên tirkan de, di warê xwenaskirina tirkan û pêşvebirina tirkayetiyê de xisarê pêk aniye… Em dixwazin di vê pirtûkê de raza/sirra zîrekî û karaktera tirkan derxînin meydanê, em dixwazin taybetmendî û hêza tirkan bi şanî wan bidin û em dixwazin behsa geşbûna neteweya me bikin ku bê hela rehên me yên nîjadî çendî kûr in.” (Türk Tarihinin Ana Hatları, Kemalist Yöntemin Tarih Tezi, Kaynak Yayınları, 2. Basım, Mayıs 1996, s. 25) Ji vê pirtûkê 100 nusxe di sala 1930 de li çapê xistine û li kesên eleqedar belav kirine. Di sala 1996 de ji aliyê Weşanxaneya  Kaynak (Kaynak Yayınevi) ve ji nû de li çapê ketiye (r. 474)

“Nîjada tirk ku li dîrokê mezintirîn cereyan pêk anîne, ew nîjad e ku kakilê/orîjîna xwe gelek baş parastiye. Ev nîjad ji ber ku li beriya dîrokê û li dewrên dîrokê, deverên feravan dagîr kiriye û her wiha, li nêzî tixûbên xwe bi nîjadên din re têkelî hev bûye. Lê di piraniyê van têkeliyan de çanda tirk a ku qewî berhema kakil û toximê nîjada tirk e, ji ber ku her tim hatiye serdestkirin, lewre di van têkelbûnan de taybetmendiyên nîjada tirk winda nebûne”(r. 50).

“Tirkên ku şaristaniyetê (medeniyet) li tevayî cîhanê belav kirine, li welatê wan ê esîl Asyaya Navîn di dewrên muxtelif de şaristaniyên muxtelif ava kirine(r. 325). …û ji wir li cîhanê belav bûne, li gelek deverên cîhanê şaristaniyên bilind ava kirine”(r. 371 û berdewama wan).

Qismê methal ê vê pirtûkê di sala 1931 de bi navê “Türk Tarihinin Ana Hatları, Methal Kısmı” ji aliyê Wezareta Perwedeya Netewî (Milli Eğitim Bakanlığ) ve 30 hezar nusxe li çapê ketiye.

Ev “tirk”ê ku di van îfadekirinan de tê qisetkirin, gelek vekirî ye ku “etnîkiya tirk” e.

2.Saziyek bi navê “Ajansa Hevkarî û Bilindbûna Tirk” (Türk Îşbirliği ve Kalkınma Ajansı: TÎKA) heye. Bi pirsa bilindkirina civak û ekonomiya komarên turkî yên li Asyaya Navîn ên wekî Qirxizîstan, Tirkmenîstan, Ozbekîstan û li Qafqasyayê jî bi Azerbaycanê re eleqedar dibe. Ev bêjeya “tirk” a ku li vir derbas dibe jî “etnîkiya tirk” qiset dike.

3.Di navbera salên 1993-1997an de li Tirkiyê “Kongreyên Tirk (Türk Kurultayları)” hatin lidarxistin ku berpirsiyarên hukumat û dewletê jî beşdariyê kiribûn. Ev kongre di sala 1993 de li Antalyayê, di sala 1994 de li Îzmîrê, di sala 1995 de li Stenbolê, di sala 1996 de li Aqerê û di sala 1997 de li Stenbolê çêbûn. Di van kongreyan de rêvebirên dewlet û hukumata tirk, berpirsiyarên komarên turkî yên li Qafqasya û Asyaya Navîn digihan hev û serxwebûna dewletên turkî, wek netewe azadiya tirkan pîroz dikirin. Ev bêjeya “tirk” a ku li vir jî derbas dibe bêguman “etnîkiya tirk” qiset dike. Bo numûne, di hîç civîneke ji van civînan de Celal Telebanî an jî Mesûd Berzanî nehatiye dîtin.

4.Çi dema ku pirsên derbarê Kerkûk û Mosilê de bêne rojevê, hingê berpirsiyarên dewlet û hukumata tirk her tim viya dibêjin: “Çi dema ku zordariyek li ser tirkmanan hebe helbet em ê bêdeng nemînin. Em ê her dem xwedîtiyê li azadî û mafên tirkmenan bikin… Divê Berzanî û Telebanî di vî warî de siyaseteke hesas bimeşînin. Divê berjewendiyên tirkan di pişta guhê xwe re neavêjin. Di vê mijarê de em careke din Berzanî û Telebanî hîşyar dikin!…” Ev jî rastiyek e ku ev bêjeyên “tirk” û “tirkman” ên ku li vir derbas dibin jî “etnîkiya tirk” bi şanî me didin.

Di van çar mînakan de jî wek ku bi awayekî vekirî hate dîtin, bêjeya “tirk” îşareta etnîkiya tirk dike. Dîsan her wekî ku bi awayekî vekirî di van mînakan de hate dîtin “kurd” nakeve nava vê gorepanê. Çi dema ku “tirk” hatibe gotin “kurd” nakeve nava wê. Ji bo ku meriv qala kurdan bike, ji bo ku meriv bibêje “kurd”, hingê divêt navê “kurd” bête gotin. Di xala 66. a Destûra Bingehîn a sala 1982 de îfadeyeke wisan heye ku dibêje, “Her kesê ku wek hemwelatiyek bi dewleta tirk ve girêdayî be, ew tirk e.” Heman îfade di xala 54. a Destûra Bingehîn a sala 1961 de hebû. Wek ku ev hukm, bêhtir ji wateya girêdayîna hemwelatîbûnê, bêhtir ji wateya huqûqa hemwelatîbûnê, ji vana gelek bi wêdetir, her wekî ku ev rastiyeke civakî be hatiye şirovekirin. Di vir de wek ku tirk bin hesibandina kurdan biryareke brokratîk û îdeolojîk e. Ev biryareke wisan e ku bi destê dewletê bi tedbîrên cezaî û îdarî têye parastin û berevaniya wê têye kirin. Lêbelê ev ne ew hukm e ku rastiyên civakî qiset dike. Jixwe, li van salên dawîn qebulkirina nasnameya kurd jî têye vê wateyê. Kurd, wek nasnameya jêrîn têne qebulkirin. Berpirsiyarên dewletê, bo numûne, serokkomar ji bo qebulkirina nasnameyên jêrîn li ser zarûriyeta qebulkirina nasnameya tirk a jorîn radiweste.

Dibe ku di nav sînorên netewedewletê de zêdetir ji yekî grûb û hindikahiyên etnîkî hebin. Dibe ku bête gotin netewedewletê van nasnameyan wek nasnameyên jêrîn fam kiribe û bi vî awayî wan nas kiribe. Û dibe ku bête gotin nasnemyên jêrîn bi nasnameya jorîn ve hatine girêdan. Lêbelê di van şertan de jî îcar nabe ku nasnameya jorîn ji wan parçeyên ku netewê pêk anîne, tenê navê yekî bîne bîra meriv.

Prof. Baskin Oran û Prof. Îbrahim Kaboglu têgeha “Tirkiyeyîbûnê” wek nasnameya jorîn pêniyaz dikin. Ev pêşniyaz di “Raporta Mafên Hindikahiyan û Çandî” de ku ji aliyê Lijneya Şêwirmend a Serokwezîriyê bo Mafên Mirovan (Başbakanlık İnsan Hakları Danışma Kurulu) têye qisetkirin. Lêbelê, her wekî ku li jor di wan çar xalan de jî hate dîtin, ev têgeha “tirk” etnîkî û neteweya tirk îfade dike. Hingê ev dibe qebulkirineke îdeolojîk ku tirk ne navê etniyekê ye, çi kesên ku li Tirkiyê dijîn navê gişan e. Ev jî rewşa civakî îfade nake. Bêjeya “Tirkiye” jî ji bêjeya “tirk” hatiye çêkirin. Ji bo ku li Tirkiyê nasnameyeke jorîn bête qebulkirin hingê divê ku “tirk” jî mîna ewên din wek nasnameyeke jêrîn bêne qebulkirin.

Prof. Baskin Oran di vê mijarê de dibêje ku, navê Tirkiye ji aliyê rojavayiyan ve hatiye danîn û navê “tirk” jî ji aliyê çîniyan ve hatiye şuxulandin. Dibêje, navê “Tirkiye” ji salên êrîşên xaçparêziyê bigre û bi vir de ye ku ji aliyê rojavayiyan ve têye karanîn, lewre jî divê ev nav were karanîn. Dibêje rojavayiyan ji bo Anadolê, ji bo deverên ku kurd lê dihêwirin û ji bo deverên ku erebî dihate axiftin, wan wek “Tirkiye” nav lê kirine. Ev daxuyaniyên Prof. Baskin Oranî bi meriv viya didine hizirîn ku, hîç karek ku xêra kurdan tê de hebe rojavayiyan nekiriye. Ev ji sedê salan e ku her wisan e. Gelo di bingeha dijayetiya kurd a li nav rojavayiyan çi heye? Nexwe, divê meriv viya jî bizivirîne dema êrîşên xaçparêziyê. Ew qumandanê ku pêşî li êrîşên xaçparêz û rojavayiyan girt Selahedînê Eyubî ye. Selahedînê Eyubî jî kurd bû. Dibe ku di bingeha dijayetiya kurd a li nav rojavayiyan ev fenomen heye. Baş e, ji bo ku pêşî li xaçparêzan girtine, gelo ereb qedrê kurdan digrin? Divê meriv ji viya re jî bibêje, “na!” Di sala 1961 de kurdan bi serperiştiya Mela Mistefa Berzanî têkoşîna azadiyê dan destpêkirin. Rêvebiriya ereb a Îraqê ji kurdên cehş mufreze pêk anîbû û van mufrezeyan diajot bi ser kurdên ku ji bo azadiyê şer dikin. Di sala 1663 de û li salên piştî wê, navê “Şêrên Selahedîn” an jî “Siwariyên Selahedîn” li wan mufrezeyan hatibû danîn. Ji bo mufrezeyên ku ji ereban hatibûn pêkanîn jî, navê “Şêrên Xalid bîn-Welîd” dihate karanîn. Ev agahî di cilda duduyan a pirtûka Mesûd Berzanî de hene (Barzani ve Kürt Ulusal Özgürlük Mücadelesi, Doz Yayınları, Îstanbul, 2005, s. 99)

Dijayetiya kurd a li nav dewletên ku kurdan xistine bin nîrê dagîrkeriya xwe têye famkirin, lê dijaytiya kurd a li nav rojavayiyan mijareke girîng e ku divê li ser bête rawestîn.

Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn

Did you like this? Share it:
Hîn tu şîrove giredayê gotarê nîn e
Bersivê bide vê şirovêye
Pêwîst e
Pêwîst e