Manî û ola wî – Beşê yekem

Manî, ne navekî taybet e. Navê rêzgirtinê an jî ji navê paye ye. Bêjeya manî, hin kes dibêjin ji bêjeya aramî bi wateya ronî tê. Hin dibêjin ji bêjeya Mandeen ya bi wateya qralê roniyê ‘‘Mana Rabba“ tê.

Hin jî dibêjin, ji wateya ronîdayîn tê. Lê ez navê Manî ji hemûyan pirtir nêzîkî bêjên ‘‘man, meniyî“ yên di zaravên kurdî dibînim. Nêzîkî ‘‘man“ ya zaravên kurmancî, soranî û ‘‘meniyî“ ya zarava hewramanî ye. Di hewramanî de ji berdêla peyva ‘‘man“, peyva ‘‘meniyî“ tê gotin. Bawermendên Manî jî bawer dikirin ku ola wan dê her bimînê ji pêxemberê xwe re gotine Manî. Weke tê zanîn Manî li Kurdîstanê hatiye dinyayê û Manî ola xwe li ser bingihê hebûnê ava kiriye û navê Manî girtiye. Ola Manî, pêşî li nav koma zimanê Îranî (kurdî, farisî, darî û tacekî) pêş dikevê û navê Manî lê hetiyê kirin. Bi wateya mayîn, heyîn an jî hebûnê ye.

ManîHer çiqasî, navê Manî yê malê baş ne hatibine zanîn jî, hemû lêkolînvanên li ser malbeta Manî, dîroka ji dayîkbûna wî û li ser cihê bûna wî hemfikirin. Hemû dibêjin, Manî di 14 Nîsana 216an de, li bajarê Mêrdînu (navê Mêrdîna îro ye) hatiya dinyayê. Kêmbin jî, hin lêkolînvan cihê ji dayîkbûnê wî, bajarê Tîsfon (navê Tîsfonê yê din Qesra Xusrew e) nîşan didin. Ev kesên ku dibêjin Manî li Qesra Xusrew hatiye dinyayê, cihê bûna wî û cihê ku ola wî pêşî lê pêş dikevê tevlîhev dikin. Tîsfon an bi navê din Qesra Xusrew, bajarê pêşî ye ku Manî ola xwe lê tevger kirî ye. Bajarê ku heta êrîşên Araban weke qalha Manîyî dihate zanîn e. Bi wêran bûna bajarê re li rojhilatanavîn û li Qesra Xusrew dawî li ola Manî jî hat. Bajarê Tîsfon ji bo ola Manîyî cihekî girîng bû. Manî çawa ji nav rêola (mezhebê) ”Menakkede” (gel ji wan re digot, ”cilspî” ji ber ku cilên spî tenê li xwe dikirin, ev nav li wan hatibû kirin) derdikevê, pêşî diçe Tîsfon. Ji ber wê hin lêkolînvan cihê bûna Manî vî bajarî nîşandinin.

Lê piraniya lêkolînvanan dibêjin li bajarê Mêrdînê hatiye dinyayê.

Bavê Manî, Patig ji malbateke esilzade ya payîtexta Medan Eqbatan e (Hamadan) û ji êla Haskanî ye (aşîra Haskanî ye). Di dema Med, Pars û Partan de gelek fermandar û şervanên hêja yên van dewlatan ji vê êlê derketine. Piştî ku Manî ji nav rêola cilspî yan diçê û amadekariya ola xwe dike, Patîg jî diçê û digihê Manî. Bawermendên Manî dibêjin, Patîg kesê ku pêşî bawerî bi ola Manî anî ye û kesê yekem ku ji pêxemberiya kurê xwe bawer kiriye. Patîg heta dawiya jiyana xwe kurê xwe Manî şopandiye.

Dayîka Manî Marmarjam, an Meyrem jî ji êla Kamaraganî ye û ji xizmên hukumdarên Arşakî yan e. Piştî Patîg diçê nav rêola cilspî yan û dixwazê ku kurê xwe bi xwe re bibe. Lê Meryem naxwazê kurê xwe bide. Her cerê bihênceta şîrmijiyê, vê daxwaza Patîg dida paşî û dibêje, ‘‘kurik hê şîr dimijê.’’ Lêkolînvan dibêjin ji bo kurê xwe nedê gelek caran amadekariya çûna mala bavê xwe kiriye û berê xwe daye herêma Medye. Lê ji ber ku bavê wê miribû û birayên wê mal li xwe par kiribûn, ev daxwaza wê bi cih ne hat. Û li mala xwe heta dawiya jiyana xwe li hêviya mêr û kurê xwe maye.

Çûna Patîg ya ji bajarê Eqbatanê, lêkolînvan işaret dikin ku ji matbateke leşker bû û malbata Patîg bi erkê leşkerî çûye bajarê Mêrdînê. Weke tê zanîn di serdema Med, Pers û Perthan de gelek fermandarên leşkerî ji Eqbatanê bûn. Eqbatanî bi wêrekî û şervaniya xwe navdar bûn. Ji ber wê cihê ku xeter lê hebane dewletê ew dişiyandin wir.

Ev çîna şervan cihê diçûnê ji bo ku werine naskirin, şerîteke bi navê şayaktan ya ku sembola nêçîrvanî û şervaniyê bû li serê xwe girêdidan. Helkê ew bi wê şayaktanê nas dikirin. Ji ber ku tenê weke nêçîrvan û şervanan dizanîn xwe ji wan vedidan. Têkiliya bi vê çîna şervan re hinekî bitirs û mesref bû.

Lê Patîg bi vê sembola ku ji bav û bapîrên wî ji wî re mayî, di her çarşema pîroz ya roja yêzdanan de ji bo îbabetê diçe perestgehê. Ji şervanekî pirtir weke mûmineke îbabeta xwe dike û bi gel re dipeyive. Cara dawî, bi şayaktana li serê xwe girêdayî jî, ji koma ku hatibû perestgehê re dibêje, ‘‘ez li rastiyê digerim. Ez li ola xwedayên rast digerim.’’ Bi vê hewildan û gotinan bala Sîtayî dikişînê ser xwe. Divê werê gotin, Sîtayî danînerê rêola ”Menakkede”ye. Sîtayî wêrekî û daxwaza zanîna rastî ya Patîg dibîne xwe pê dide naskirin. Jê re dibêje, ‘‘rastî nehesane ku tu li rastiyê bigerî, divê tu dev ji tiştenên berê berdî.’’ Piştî gengaşeyên (guftûguyên) dirêj Patîg pêşniyazên Sîtayî dipejirênê û awayê jiyana Patîg tê guhertin. Edî Patîg dev ji malê berdide û vîna xwe didê riya zanîna ku lê digerê.

Piştî ku Manî dibê 4-5 salî, Patîg wî bi xwe re dibê nav rêola Menakkade. Ev der dibê cihê ku Manî di derbarê hemû zanînan de perwerdê lê dibînê.

Di dokumendên bawermendên Manîyî de tê gotin ku Patîg, kurê xwe di temenekî biçûk de, bi xwe re dibe û li gorî baweriya xwe, wî perwerde dike. Dibêjin, bavê Manî bi xwe jî, yek ji wan kesên ku di olan de reform dixwest bû. Bi vê nêrîna xwe ya li olan, pêşengî ji kurê xwe re kiriye. Ew fêrî dîrok, ol û çandên kevin kiriye.

Manî salên xwe yên zarokî û ciwaniyê bi fêrbûna olan û fêrbûna şêwekariyê derbas dike. Patîg, olên ku hene û olên ku çûne hemûyan bi Manî dide nasandin. Ev perwerda dibe sedem ku Manî bawerkirina ji rabirdû di nav yazdehem hêmên ola xwe de dike ya duyem.

Bawermendên Manî di nivîsên xwe de dibêjin ku Manî di 12 saliya xwe de wisa gotiye. ‘‘Ez têgihiştim kîjan jinê ez anîme dinyaye. Ev goşt di nav bedenê de çawa giha û xwediyê tovê evîna ku bûyî sedema bûyîna min jî, min nas kir.

Di nav wan mirovan de min bi rêzdarî guhder kir, bêyî bêmafiyê bikim, bêyî êşê bidime kişandin, bêyî ez qanunên wan bişopînim bêyî weke wan sohbetê bikim bi aqil û zanîn min riya xwe dumand.’’

Di nivîsên bawermendan de tê gotin ku di 12 saliya Manî de cêwîk (giyanê duyem) xwe nişanî Manî daye. Manî di avê de duyemê xwe dibînê û bi Manî re dipeyîve.

Cara duyem jî, roja ku Sitayî bi çûna wan ya mala yekî gundî û li wê malê bi xwarin, xwarina  Manî û hevalê wî Malcho hesyiyayî û ew li pêşberî hemû biraderên baxçê cilspî yan biçûkxistin, xwe nîşan daye. Manî pir ber xwe ketiye ku li hemberê Sitayî bêdeng maye. Giyanê duyem xwe nîşandide û pê re peyîv ye. ‘‘Te gotinên Îsa ne xwendin? Ku dibêje, ‘‘şe li serê keçel nekevê. Rastî ji yên layîqî we re tê gotin.’’ Erkê te jî ye ku qiral serê xwe li ber te biçemînin û baweriya te hembêz bikin. Hejandina cîhanê erkê te ye. Lê tu li peyî ku çend cilspî li te û hevalê te biburin.’’ Manî bersiva giyanê duyem didê û di bêje, ‘‘ji zarokiya xwe ve li virim. Min ji van pê ve, mirovên din nas nekirine.’’ Giyanê duyem di bêje, ‘‘tu, tu deman nebûyî ji cil spî yan, çaranûsa te cudaye. Nabê ku tu di nav van mirovan de pîr bibe.’’ Piştî vê buyarê, demeke dirêj Manî li nav baxçê cilspî yan dimîne.

Di 24 saliya wî de giyanê duyem xwe nîşan dide û ji Manî re dibêje,’’pêwîst êdî tu ji dinyayê re vebê. Bawermendên Manî dibêjin, ‘‘Manî wilqas salan di nav cilspî yan de ma lê ne ji cilspî yan û jî ji îbbeta wan bawer kir’’ Manî 20 salan di nav rêola cilspî yan de jiyaye.

Piştî giyanê duyem jê re dibêje,’’dema vebûna cîhanê û çûna te ji vir hat.’’ Manî berî derkevê cilên spî ji xwe dikê û cilên rengereng li xwe dike. Patîg pêşî wî bi van cilan dibînê û dipirsê, ‘‘te çima ev cil li xwe kirine? Manî dibêje, ‘‘jiyan ne weke li vir tê gotin, hin mêr paqijin û mêr din û hemû jin qerêjin. An jî weke tê gotin hin tişt qerêjin û hin paqiin. Hin tiştên ku li vî baxçeyî ji ber ku navê wan mêye qerêjî têne hesbandin, li cihekî din navê wan nêre. Qerêj ne di mê û paqijî jî ne di nêran deye. Tiştekî tam paqij û tam qerêj nîne. Di her tiştî de ronî û tarî heye.

Jiyan ne tenê rengê hevînê ye. Jiyan weke bihar, havîn payîz û zivistanê ye. Ji bo we min cilên ku rengê hemû demsala di wan de heyî li xwe kirin, reng hemû ne havînin.

Rêola ku Manî di nav de mezin dibe, rêoleke gelekî balkêşe. Li gorî baweriya rêolê tiştên ku destên jinan lê bikevin dilêwitîn (haram dibûn) ev tişt xwarin bê, nayê xwarin û vexwarin bê naye vexwarin, heta pêwîst ku dest li wan nekevê. Pinçar û fêkiyên ku navê wan mê bê newine çandin û newine firotin.

Berî ku cilspî xwarinê bixwin, an jî dema ku gelekî birçî dibûn, wisa digotin. ‘‘ beden hêstireke, siwar jî aqile. Pewîste mirov carnine hewanê têr bike. Lê hilbijartina cihê seknê ji bo têrkirinê ne mafê hewanê ye. Bila lenet li wî siwarî be ku biya hewanê bike.‘‘ Manî di nav vê rêola de mezin dibe.

Berî ku derkevê rê Sitayî û biraderên baxçê cilspî yan bi çûna wî û cilên ku li xwe kirî dihesin. Pêşî Sitayî pê re dipeyvê û dixwazê ku pêşî baweriya xwe ji wan re bêje. Lê Manî dizanê ku Sitayî dixwazê wî îqan bike da neçê. Manî dibêje,’’pêwîsete ez peyama rastî bigihênim cîhanê û divê ez her im.’’ Biraderên ku li wan guhder dikin bi hev re êrîşê tênine Manî, cilên wî di qerjê de dihêlin. Dixwazin cilên wî bi qetînin, lê Patîg û Sitayî ne hêlin.

Bawermend dibêjin, di wê dema ku cilên wî hemû qerêj û di nav çengên Patîg de digirî dengê giyanê duyem di nava xwe de bihîst. ‘‘Belê Manî, tu bi tenê yî. Tu feqîrî, biraderên te li te dan û cilên te qerêj kirin. Tu diçê ku cîhanê bigirê bin baweriya xwe. Lê hemû dest pê kên rastî wisa dest pê dikin.

Berî roj herê ava Manî berê xwe didê bajarê Tîsfon. Bajarê Tîsfon hem bajarê herî pêşketî bû û hem jî, hevalê Manî Malcho ji zû ve li Tîsfon bi cih bûbû. Ji roja ku cilspî yan ew eferoz kirî û ji baxçe derxistî ve li Tîsfon bazargerî dikir. Malcho dewlemend bûbû û di Tîsfon de hatibû naskirin. Ji ber wê Manî pêşî diçê Tîsfonê. Piştî demeke kin, Tîsfon dibe cihê herî zêde ku Manîyî lê pêş dikevê.

Manî ola xwe berdawama hemû olên herêmê û olên cîhanê dibîne. Ji bo vê yê ku xwe ji zincîra Adem, Buda, Zerdeşt û Îsa dihesibîne. Manîyî, (manîzim) olake piştî zayîna Îsa di sedsala 3an de ji terefê Manî ve tê sazkirin. Nêrînên Buda û Îsa bi nêrînên Zerdeşt re kirine yek. Manîyî, senteza hemû olên heta wê rojê tên zanîn. Lê Manîyî di esilê xwe de, ji duwalîzima Zerdeşt, ehlakê Buda û Îsa pêk hatiye. Şopên çanda Sumeran û Hatiyan (Hîtîtiyan) mirov di ola Manî de dibîne. Bi vê yekîtiya van nêrînan re jî, ya esas şerê herdu nakokiyên bingihîn, başî û xirabiyê ye. Weke Manî gotî, ronî û tariyê ye. Ji ber vê lêkolînvanên dîroka olan, Manîyî yê di nav rêza olên duwalîzim de nîşan didin. Ola ku Manî saz kiribû, sentezeke balkêş ya olên din e. Manî, Zerdeşt, Bûda û Îsa wek pêxemberên rasteqîn dibîne. Manî baweriyê ji Zerdeşt, ehlaq jî ji Buda û Îsa digir e.

Di ola Manî de her çiqas bandora Buda û Îsa hebin jî, lê ya herî balkêş dualîzma Zerdeşt di ola Manî de derdikevê pêş. Manî dibêje ku cîhan, ne ji aliyê xwedayekî ve tê bi rê ve birin. Ji xwedayekî pirtir, qada têkoşîna di navbera du hêzan de ye. Yek ji van hêza ya xirab e, Manî ew bi tarî û madî re kiriye yek. Ya din hêza baş e, Manî ew jî bi ronahî û giyan re kiriye yek. Ji ber vê yekê ramanên yêzdan û Ehrîman ên di ola semawî de tîne bîra mirov. Lê di ola Manî de hêza baş û xirab xwediyên hêzên wekhev in. Di encama vê baweriyê de nakokiya felsefeyî ya ku pêxemberên semawî dixe, di felsefa Manî de nabe pirsgirêk. Di felsefa olên semawî de yêzdan xwediyê hêza mezin e û her tişt di bin hukumdariya wî de ye. Bêyî wî, tişteke nabe. Nêrînên feylosofên semawî hev nagirin. Hin ji feylosfên semawî dibêjin, xirabiyên ku dibin, bê vîna Xwedê dibin. Hin jî, dibêjin xwedê dixwazê û bi Ehrîman dide kirin. Lê di baweriya Manî de başî û xirabî xwediyê hêza wekhev in. Ne başî dikarê fermanê li xirabiyê bike û ne jî, xirabî dikarê fermanê li başiyê bike. Herdu hêz di nav têkoşînê de ne û yek nikarê ya din têk bibe.

Lê divê bê xuyakirin ku di ola Manî de ruhê mirov bi hêza baş û laşê mirov jî bi hêza xirab re weke yek in. Ji ber vê bawermandên ola Manî bawer dikirin ku divê ew xwe ji bi hev re bûna cinsî dûr bigirin. Ne zewicin û yaran ji xwe re negirin. Ev ji bo pirbûna mirovan be jî, diviyabû ku nekin. Goşt nexwin, şerabê venexwin.

Dema mirov ji dûr ve li vê doktrînê dinêre, mirov dibêje ku divê alîgirên vê olê ne pir bin. Lê ev qedexe ne ji bo endamên ji rêzê derbas dibûn. Ev qedexe tenê ji bo bijartî yan hatibû danîn û hejmara wan hindik bû. Endamên ji rêzê “guhdêr” dikarîn bizewicin, bibin xwedî malbat an jî, yaran ji xwe re bibînin, goşt bixwin û şerabê vexwin.

Ola Manî ji du katagoriyên mirovan pêk dihat. Weke Manî gotî, yekem bijartî duyem guhdêr. Di roja me de, ev nav bûne pîr û mirûd. Lê Manî bijartî û guhdêr ji wan re digot. Herdu beş jî, bawermendên ola Manî bû. Erkên wan ji hev cuda bûn. Erkên ku diviya bû ”bijartî” bi cih bînin hebûn û yên ku diviya bû guhdêr bi cih bînin hebûn.

erkên ku diviya bû guhdêr bi cih bînin ev bûn. Yekem diviya bû wan piştgirî dabûna bijartîyan. Duyem ji dîroka rabûrdû bawer bikin. Sêyem ji dualîzmê bawer bikin. Çaram derewan nekin, pêncem çavên xwe neberdin namûsa hinen din. Şeşem ji bo başbûnê kar bikin. Heftem rojê çar caran dua bikin. Di dema duayên rojê de berê xwe bidine rojê. Di duayên şevê de jî, berê xwe bidine hîvê ku hîv nebe, berê xwe bidine stêrkan ku stêrk jî nexwiya bin berê xwe bidine bakur û duan bikin. Heştem bixwînin û xwe fêrî xwendinê bikin. Nehem ji heftiyê roja yekşemê rojî bigirin. Pêwîst e were gotin ku îro gelek gelên zimanên hind-ewrupî dipeyvin ji vê rojê re sondan dibêjin. Ev jî, wateya ji rojê re rojîgirtin e û dibêjin ku ji bawermendên Manî, navê vê rojê manye. Dehem malê kesî nedizin û bi derewînî sond nexwin. Yazdehem di dema silav li hev dikin de destên xwe yê rastê bidine hev. Ev şêwê silavkirina ku îro hemû mirovên cîhanê li hev din dibêjin ku ji oldarên Manî maye. Ev tevgera ehlaqî ya ku ji guhdêran dihate xwestin bi qasî ya bijartîyan ne dijwar bû.

Li jor hatibû gotin ku ola Manî ji kesên rêhber yên ji wan re bijartî dihate gotin û ji mirovên rêzê ji guhdêran pêk dihat. Sê mohrên bijartiyan hebûn, yekem mohra dev, ev mohra ku bijartî xwe ji gotinên xirab û xwarinên xirab dûr bigirin bû. Duyem mohra dest, ev mohra ku bijartî tu giyandaran nekujin û fêkî jî ji daran jênekin. Ji ber di ola Manî de ronahiya xwedê, hem di giyadaran de û hem di hemû tiştên ku xwarinê didinê de ye. Sêyem mohra dil e, ev mohra ku pêwîst e bijartî xwe ji fikir kirinên xirab û daxwazên xirab dûr bigirin e.

Bijartîyan bawer dikirin ku divê ew xwe ji bi hev re bûna cinsî dûr bigirin. Goştnexwin, şerabê nevexwin, ji heftiyê du rojan, roja yekşemê û duşemê rojî bigirin. Navê vê rojiya roja duşemê jî, gelên ku zimanên Hindewrupî dipeyvin ji vê rojê re mondan dibêjin. Ev jî, wetaya ji heyvê re rojîgirtin e û dibêjin, ji bawermendên Manî man ye.

Bijartî bi kêrê nan qetnedikirin. Îro jî, hê li gelek herêmên Kurdistanê bi kêrê nan qetkirin guneh (tawan) tê zanîn. Bijartî ne dizewicîn, ne dibûne xwedî mal û weke oldarên olên din cihê ku lê bimînin nebû. Demeke dirêj li cihekî nediman. Li nav gel digeriyan û xwarina wan gel dida wan. Gel ew dihewandin malên xwe û li malên xelkê radizan. Cilên gelekî xweşik li xwe nedikirin û ji quretiyê direvîn. Karê wan rê û rêbazên olî ji gel re bêjin û alîgirên ola xwe zêde bikin bû. Di hin olên berî Manî de jî, zewac nebû, lê cihê ku lê diman hebû. Ev rêhberê olî li perstgehan, dêran û menastiran diman. Rêhberên ola Manî bijartî cihê wan yê manê nebû. Cihê mana wan nav mala xelkê bû.

Jiyana bijartîyên Manî, jiyana qedroyên tevgêra azadiya Kurdistanê ya îro ku dibin pêşengiya Partiya Karkerên Kurdistanê de dimeşe tînê bîra mirov. Qedroyên PKK ê jî, na zewicin, mey venaxwin, nabine xwedî mal û li malên xelkê dimînin. Jiyana lûks najîn, li cihekî pir namînin û karê wan jî, rê û rêbazên tevgera xwe ji gel re bêjin e. Lê ev erk ne ji bo gel e, bi tenê ji bo qedroyan e.

10-08-2009

Did you like this? Share it:
Hîn tu şîrove giredayê gotarê nîn e
Bersivê bide vê şirovêye
Pêwîst e
Pêwîst e