Manî û ola wî – Beşa Duyem

Zerdeşt, bingeha felsefa xwe li ser ramana baş, peyva baş û karê baş“ danîbû. Buda jî baweriya xwe li ser perensîpê ehlaqê nefsa xwe terbiyekirin, rastî, aqil, xwe bi xwe ronîkirin û bi vîn xwe ji xirabiyan dûrgirtinê  avakiribû. Isa jî, li dijî bê ehlaqiya Roma û oldarên sexte bingehê ola xwe li ser ehlaqê paqij û aramiya mirovahiyê avakiribû.

Manî jî bi erkên bingehîn, ola xwe li ser esasê bi başîyê li dijî xirabiyê derketin avadike. Serdema ola ku Manî derketî, serdemeke ku mirovahî di nav şerên ol û împaratoran de ber bi xerabiyê ve diçû. Împaratorên ku dixwestin cîhanê bikin bin destê xwe û oldarên di bin fermana împaratoran de ev şer gur û geş dikirin.

Li aliyekî împaratoriya Roma û li aliyê din împaratoriya Sasanî şerê bêdilovan li dijî hev dikirin. Bi taybet êşa şer li ser axa ku Manî ji dayîk bûyî, xwe dida nîşandan. Ji rojhilat ve Sasaniyan êrîş dikir, ji rojava ve Romaniyan êrîş dikirin û li welatê Manî digihiştine hev. Şer carnan li rojhilatê çemê Firat û carnan jî li rojavayê Firatê dibûn. Yê di bin piyan de diperçiqî gelê herêmê bû û ev gel jî, gelê ku Manî endamê wî bû. Di nav van mercan de Manî weke pêxemberekî nû derdikeve nav meydana pêxemberan û ola xwe beyan dike.

Di 20ê adara 242 an de li bajarê Gundîşahpûr, di roja ku Şahpûrê yekem derbasî ser textê Şahîşahiyê dibe û ji çar terefên Împaratoriyê mirov ji bo rê û resimê hatibûn wir, bi van gotinan ola xwe beyan dike. ‘‘Bê çawa Buda hate Hîndistanê, Zerdeşt hate van  deran, Îsa hate Qudsê, ez jî qasdê yêzdanê rastî li vir pêxemberiya xwe beyan dikim. Ez berdewama Zerdeşt im, ya Îsa me, ya Buda me. Bêyî cudaxwaziya olan, ez tevayê olan diparêzim. Min li gorî pîvan aqil û ji bo bextewariya mirovahiyê dest bi vî karî kir. Erkên bingehîn yên ola min bi qencî li hemberî neqenciyê rawestandin e. Başî, ronahî û giyan yek in. Nebaşî, tarî û qalibê giyanê bedena me jî yek in. Mirov û sirûşt (xweza) ji tevlîheviya başiyê û xirabiyê ne.“

Ev zû beyankirin dibe sedem ku Manî cara pêşî bi ser nakeve û mecbûrî koçberiyê bibe.

Manî jî weke gelek pêxemberan, di dema destpêkê de li welatê xwe bi ser nakeve û ji welatê xwe derdikeve. Li bakurê rojavayê Hîndistanê û gelek welatên din digere.

Di van salan de, li gelek welatan baweriya ola xwe belav dike. Li van welatên ku li wan geriyaye komên Manîyî saz dike. Piştî demeke dirêj karîye ola xwe bi birayê Şahpûrê yekem Perwîz bide pejirandin û bi alîkariya Perwîz vedigere welatê xwe. Bi alîkariya Perwîz, Şahpûr wî qebûlî hûzûra xwe dike. Bi vê rê Manî karî ye ku baweriya xwe ya olî ji Şahpûr re bêje.

Manî weke pêxemberên din, olên ku hene û yên rabirdû înkar nake. Hemû pêxemberan weke pêxember dibîne û dibêje, ”ez berdewama we me”. Şahpûr nêrînên Manî balkêş dibîne û destûrê dide ku bi azadî ola xwe balav bike. (pêwîstî were gotin ku Şapûr ji kurdên Hewramanê ye.) Şapûr ola wî qebûl nekiribe jî, di bin bandora Manî de maye û hiştiye ku ola xwe ya nû li împeretoriya wî (împeretoriya Sasanî) belav bike.  Hem jî weke şêwirmendekî oldar gelek caran xwestiye ku Manî di derbarê pirsgirêkan de fikirê xwe bêje. Lê her cara ku Şahpûrê yekem diçê şer an jî dema ku dixwaze êrîşî cihekî bike, pirsa serkevtina şer ji Manî dike. ‘‘Ka here ji xwedayê xwe bipirse, em ê çawa bi ser kevin.‘‘ Ew jî bersiveke wisa dide. ‘‘Xwedayê min di serê min de ye, ez ê pê bişêwirim û ez ê bêjim.‘‘ Piştre tê û wisa dibêje, ‘‘xwedayê min nahêle ez biryara şer û kuştina mirovan bidim.‘‘ Lê bi vê bersivê re jî, her bi şiretên pêşketinê edaletê û erkên şaristanî dide pêşiya wî. ‘‘Hûn dikarin bi riyên din biserkevin. Qasidan bi rê bike û daxwaza aştiyê ji wan bike. Medeniyet, zanîn û aştîxwaziya xwe nîşanî wan bike.‘‘ Hem dilê Şahpûr nahêlê û hem tiştê dixwaze bêje, dibêje. Ji ber ku bikaribê dixwazê şer rawestîne, bersivên xwe bi zanîn dide.
Manî, piştî destûra Şahpûr sî salî, di dema Şapûrê yekem û Hurmuzê yekem de di ola xwe de fêrkirin û belav kir. Di nav wan salan de alîgirên ola Manî zêde dibin û Manî Bijartî şandine welatên der û doran. Hem li deverên di bin împeretoriya Sasanî de û hem li nav gelên derdorên împeretoriya Sasanî de bandora ola Manî belav dibe.

Ev ola ku li Kurdistana îro derdikeve, bi şewêkî zû hem ber bi rojhilat ve û hem ber bi rojava ve belav dibe. Ola Manî bi rojava ve heta Atlantîkê, bi rojhilat ve jî heta Pasîfîkê belav dibe.

Lê her zêde li cihê ku ji dayîkbûyî, li nav gelên di nav sinorê împaratora Sasanî de (Împaratora Sasanî Tacikistan, Kazaxistan, Ozbegistan, Qirxizistan, Afgistan, Pakistan rojavayê Hîndistan, Kurdistan, Anatoliya û  Mezopotamya digirte nav xwe.) pêş dikevê û ji wir ber bi rojhilat û rojava ve diçe.

Li Çînê, Ugurisitan,Tîbet, Moxolistan û Tayvanê heta sedsalan 13an hebûna xwe didomîne.Bi rojava ve jî li Bakûrê Afrîqa, Spaniya, Fransa, Îtaliya û li Balkanan zêdeyî hezar salî bandora xwe berdewam dike.
Manî, di dokumentên fermî û yên ola xiristiyan û misilmanan de weke yekî ji olê derketî û dekbaz didine nîşandan. Lê bi lêkolînên ji sedsala 18an û pê ve zanînên li ser Manî hemû hatine guhartin. Êdî Manî li gorî hinan zanyarekî ku olake nû avakirî ye. Li gorî hinan dihayekî ku baweriya Zerdeşt, ehleqê Buda, çanda Mîthre û hin nêrînên xiristîyaniyê kirî yek e. Manî êdî ne weke ku nêrînên fermî gotî ji olê derketî û ne jî dekbaz ku xwestiyê xwe nîşanbidê bû. Manî pêxember, erif, zanayekî xwedî peresîp û feylosofeke mezin bû.

Piştî tevgêra Reformî li gelek cihên rojava biserket û pê de, lêkolîn li ser Manî hatin kirin. Her çiqasî dêra xiristanî ji nêrînên xwe teng gav bi paş ve na avêtibûn jî, lêkolînvanan berê xwe dane ser lêkolîna berhemên Manî û Manîyî, baştir hate fêhmkirin. Bi lêkolînên li ser dokumentên Manîyî dîtin ku Manî, zaniyarekî ku bi têkoşîna xwe xwestiye rojhilat û rojava, Zerdeşt û Îsa bigihênê hev e. Bi naskirina baweriyên rojhilatnavîn û Hîndistanê re, danasîna Manî û Manîyî yê ji nû ve hate kirin. Lêkolînvanên rojava, Manî yî wisa dane nasandin.
”Di bingihê Manîyî de duwalîzima baweriya Zerdeşt î ya kevin û baweriya Hîndî, Pagana rojhilat, olên sirûştî û încîl di nav hev de hatiye hunandin û oleke Asiyayî ye. Oleke mezin e, oleke xwedî pirtûk e, oleke misyoner e, oleke tevgêrkirî ye. Oleke ku xwestiye hemû olên mezin û biçûk di nav xwe de bi mihênê, oleke cîhanî û ji bo hemû mirovahiyê ye. Ji van xisusiyetan hemûyan girîngtir jî, tiştê ku di serê her tiştî de danîna herdu dîjberiyan, ronî û tarî ye. Manîyî ola ku nehîniyên mizgîniya Îsa dayî, eşkere dik. Oleke ku hemû zanînên jiyanê digirê nav xwe û oleke civakî ye. Îsa bi ser neketiye, têkoşîna Ezîz Paul û Marcion vala çûye ji bo ku dêra rastî ji nû ve ava bike, cêwîk xwe nîşanî Manî daye û ew erkdarkiriye.”

Nêrînên lêkolînvanên rojava yê piştî reformê li ser Manî û Manîyî kirine, wisan e.

Mirovên wekî Manî ku tevgereke wisa li dû xwe hiştiye pir kêm in. Ji ber vê yekê Michalel H. Hart di nav rêza kesên ku bandora ehleqê xwe li ser civakê hiştî de Manî di rêza 83an de nîşan dide. Manî ji gelek zana û danîneran girîngtir e.

Bi taybet di sedsal 20an de bi destxistina hin belgan kir ku jiyana Manî di ber çavan re were derbaskirin. Nivîsên hatine dîtin, nivîsên di derbarê jiyana Manî de bûn. Ev dokument, dokumentên ku Manî bi xwe nivîsandibûn. Navê hin ji van dokumentan wisan e: Şahpûrgan, Mizgîniya nû (Încîla nû), Niyên zînegan, Nama, Razan, Kawan û pirtûka pîroz Arjeng hatine dîtin. Van dokumentan dane nîşandan ku Manî ne sextekarekî olî ye. Lê pêxemberekî ku rizgariya mirovahiyê xwestiye. Manî ji pêşengên ku ji bo rizgariya mirovahiyê kar kiriye yek e. Ji pêşengên demên herî girîng yên pêşengî ji mirovahiyê re kirin, yek jê Manî ye. Bê çawa Manî di dema xwe de pêşengî ji ehlaq re kiriye; her wisa ew hemû pêşengên ku di demên xwe de pêşengî kirine ji xwe re pêşeng dibîne. Manî, Adem, Nûh, Buda, Zerdeşt û Îsa ji xwe re pêşeng dibîne.

Di van nivîsên xwe de, Manî demên girîng yên jiyana Îsa, têkoşîna Şagirdan (Hawarî yan), rola Ezîz Paul, aloziya dêra xiristîyaniyê ku di nav de ye nivîsandiye.

Manî, sedema serneketina Zerdeşt, Buda û Îsa di nenivîsandina fêrkirinên wan de dibîne. Manî wisa dibêje ”ku van pêxemberan nêrînên xwe binivîsandina piştî mirina wan olên wan wisa ji rê dernediketin.”

Manî, hemû Qanûnên ola xwe ew bi xwe dinivîse. Berhemên xwe bi zimanekî ku herkes têbigihê sivik û sade dinivîse. Nivîsên Manî di nav gel de pir bi dilxweşî têne pêşewaz kirin. Ev xweşpeşewaz kirine berheman dibe sedema ku dijberên Manî pir bibin. Bi taybet dêra xiristaniyê û oldarên Zerdeştî li dijî derdikevin. Piştre xelîfê misilmanan û Tatarên Moxolî vê dîjberiyê berdewam dikin.

Lê weke tê zanîn baweriya Manî, di nîvê sedsala 3 an de dertê û hê sed saliya xwe ya pêşî ne qedandî, ber bi rojhilat ve û ber bi rojava ve pêşkeftinên mezin bidest xistibû. Li rojava raqîbê xwezayî bûbû xiristanî û sedama êrîşên dêra xiristaniyê tê fêhm kirin. Vê neyartiya dêrê kir ku împaratorê Roma Diocletianus, di 279 an de li bajarê Skenderiya yê fermanê bide ku hemû berhemên Manî werin şewitandin. Fermanên tunekirina nivîs û berhemên Manî bi sedsalan berdewam dikin.
Her wisa li nav împarotiya Sasanî jî, dibe raqîbê ola zerdeştî. Manî bawer dikir ku zerdeştiya oldarên Sasanî dikirin, ne zerdeştiya Zerdeşt pêxember e. Ji ber vê yekê dijminahiya oldarên Zerdeştî zêde bû. Bê çawa Hahamên yahudiyan Îsa bi destê Parêzgerê (waliyê) Qudsê, Pontius Pilatus dana kuştin, Maxên zerdeştî jî, Manî bi destê Bahram dane kuştin.

Piştî mirina Şahpûrê yekem kurê wî Hurmûz ê yekem cihê wî digire. Hurmûz destekê dide Manî û piştevaniya wî dike. Ji Manî dixwaze ku ola wî bike ola fermî ya împaratoriya xwe. Lê Manî vê daxwaza Hurmûz napejirêne û wisa dibêje. ‘‘Ne te dikarî barê min rakî û ne jî ez dikarim barê te rakim.“ Hurmûz dipirse, ‘‘çawa em nikarin barê hev rakin?“ Manî dibêje, ‘‘ola min oleke aştîxwaz e û împaratoritî şerxwazî ye. Ez nikarim destûra şer bidim û tu jî nikarî bê şer li ser textê xwe bimînî.“

Ev dostanî dirêj berdawam nake. Bi tenê hukumdariya Hurmûz salekê ajot. Kurê Şapûryê din Behram textê Şahînşahiyê girte bindestên xwe. Vê veguhartina hukumdariyê dumahiya Hurmûz û Manî anî.
Di sala 276’an de, gava Behramê yekem bû împeretor, Manî da girtin û ew avête zindanê. Piştî bîst û şeş rojan, Manî di îşkencê de li bajarê Gundişapûr mir.

Ji bo ku çavên bawermendên Manî bitirsêne piştî ku Manî kuşt, Manî post kir (çermê Manî jê kir) û postê wî tijî ka kir û bi deriyê bajêr ve hilawîst (daliqand). Laşê wî jî, ketket kir û her beşekî laşê Manî bi deriyekî bajêr ve hilawîst. Dîroka mirina Manî 277an nîşan dide. Manî 61 salî jiyaye.

Manî ola xwe afirand, ol saz kir, teolojiya wê bi pêş xist û qanûnên ehlaqî bicî kirin. Rast e pir ramanên xwe ji ramanên kevn standiye, lê kesê ku ev raman veguhestine ramaneke nû û cuda, Manî ye.

Manî ji bo ku ola xwe bide pejirandin şeş pirtûk nivîsandin. Ev pirtûk ji bo ola Manî bûne qanunên bingehîn. Her çiqas bi jiholêrabûna olê re ev pirtûk winda bûbin jî, hinek ji wan di sedsala 20an de hatine dîtin.

Manî, pirtûka pîroz ya ola xwe, Arjeng hem bi wêneyan û hem bi nivîsê li nav oldarên xwe bi pirtûkên din re belav kiriye.

Manî bi qasî ku pêxember bû, ewqasî jî hunermend bû û ji şêwekarên yekem yê serdema xwe ye. Ez bawer dikim ku Manî ne li erdnîgara Rojhilata Navîn bihatine cîhanê, dê weke danînerê Akadamiya ciwankarî bihatina zanîn. Lê ew jî weke kurdên niştecihê vê herêmê ji terefê xêrnexwazan ve hatiye lanetkirin.
Hê pêxember Manî li jiyanê bû, ola wî ji Çin û Hindê heta Ewropayê alîgiran dibîne. Ola wî, piştî mirina wî jî gelekî belav bû. Li rojava giha Spanya, li rojhilat giha Çînê. Ji bo ola xiristiyanan bû reqîbeke ku jê werê tirsandin. Di wan salên pêş ve çûnê de Ezîz Augustî Çar salan bûye bawermendê ola Manî. Piştî ku ola xiristiyanî bû ola fermî ya Romayê, Maniyiyan gelek tadayî dîtin û ola Manî di sedsala şeşan de, li rojava, hema bêje ji holê rabû. Lê heta 1244 an jî, hin rêolên (mezhebên) ku ji ola Manî qetiyane xuya dibin. Di nava wan rêolên ewropayî de ya herî girîng Kathasarî ne. Ji ber ku ew ji bajarê Albiyê bûn û Albî, li Fransayê kela wan a herî girîng bû ji wan re Albiyî jî dihate gotin. Katharosiyan di sedsala 12 an de li Ewropayê, bi taybetî li başûrê Frensayê xwe wekî xiristiyanan didîtin. Lê desthilatdarên dêra xiristiyaniyên qatolîk, ew weke bê olan didîtin. Papayê herî bihêz û nexweşbîn yê serdema navîn, Papa Înnocentîusê sêyem li hemberî Albiyan banga seferberiya xaçparêziyê kir. Seferê di sala 1209an de dest pê kir. Di sala 1244an de bi mirina gelek Albiyan û wêranbûna başûrê Frensayê, Albî têk çûn.

Di dema ku li Kurdistan, Mezopotamya û li Îranê hêza xwe didomand. Ji wê ber bi Asya Navîn û Çînê ve belav bûbû. Di sedsala 8an de bû ola fermî ya Ûyguran. Di wê demê de beşekî mezin ya rojavaya Çînê û Moxolistan di bin destê Ûyguran de bû. Ji wir jî, li Çînê û Tayvanê belav bû.

Di sedsala 7an de, bi êrîşên misilmanan re, ola Manî jî bi paş ve çû. Di sedsala 8an de, xelîfeyên Ebasiyan li Bexdayê, bi tûndî li hember ola Manî derketin û ola Manî bandora xwe li Rojhilahta Navîn wenda kir. Di sedsala 9an de li Asya Navîn jî bi paş ket û di sedsala 13an de bi dagîrkirina Moxolan bi temamê ji holê rabû.

kamransimo@hotmail.com

Did you like this? Share it:
Hîn tu şîrove giredayê gotarê nîn e
Bersivê bide vê şirovêye
Pêwîst e
Pêwîst e