Li Turkiyayê Perwerdehiya Kurdî

Li gor Peymana Navnetewî ya Mafên Mirovan, mafê her zarokî heye bi zimanê xwe yê maderî perwerde bibe. Mixabin ev maf jî mîna gelek mafên din ên vê peymana hêja li ser kaxizê maye. Gelek welatên dunyayê vî mafî napejirînin. Çimkî naxwazin zarên netewe, gel û hindikahiyên etnîk ên zimanê wan ê maderî ji zimanê resmî yê dewletê cihê ye ji vî mafî sûdê werbigirin. Li Tirkiyayê, salekê piştî avabûna Komara Turkiyayê, ji 1924 heya  14 meha buhara navîn a 1991, dema serkomariya Turgut Özal, ne tenê perwerdehî, xwendin û nivîsandin, peyivîna bi Kurdî, heta peyva Kurd jî qedexe bû. Va sosretiya komara Turkiyayê aniye serê hemwelatiyên xwe yên Kurd, ne Frenkîstanê, ne Înglîstanê, ne Spanyayê, ne Portekîzê ne jî serdestekî din ê emperyalîst aniye serê bindestên xwe. Îsraîlê jî tu carî Erebî li Filîstîniyan qedexe nekiriye. Rêzanên nîjadperest, neteweperest, asîmîlasyonîst her dem xwastine bi van plan û projên endazyariya sosyal Kurdan di nav Turkan da bihelînin. Ji bo Kurdan ji netewebûnê bixînin, di nav toz û tewara demên buhurî da wenda bikin çi ji destan hatiye texsîr nekirine. Dema meriv li zimanê bajar û gundên herêma Dêrsimê û bi dehan bajarên din ên Kurdistana Bakur dinihêre, bi awayekî berbiçav dibîne ku serkeftinek mezin bi dest xistine. Xwe-asîmîlekirina ji salên 1980an bi vir da serê xwe girtiye diçe jî berhemek vê rêzaniya nîjadperesta sedsala bîstan e. Kurdên bi rûmet bi serîhildanên xwe, bi helwestên xwe yên pêwîst heta cihekî be jî rê li ber vê pêla ji holê rakirina zimên (linguicide) girtine, nehiştine nîjadperest û neteweperest bi temamî bigihên mirazê xwe, û pê şad bibin.

Di sala 2003an da destûr hat dayîn ku Kurdî di dersxanan da were hînkirin. Partiyên Kurdan li hemberî vê gavê helwestek negatîf nîşan nedan. Stenbol jî di nav da li gelek bajaran dersxanên Kurdî hatin vekirin. Lê çawa dihat payîn wer nebû. Gelek xwendekarên dest bi dersê kiribûn di nav çend mehan da dev jê berdan. Ji ber nemana xwendekaran dersxanan derên xwe kilît kirin. Gel realîst e, nabe îdealîst. Helsegandinên xewrojîn li dîwarên rastiyê ketin. Hinek jî dibêjin Kurdan bi pere hînbûna zimanê xwe yê maderî li xwe dananîn, û ji ber vê yekê deriyên dersxanên Kurdî bi xwediyan dan dadan. Kurdan bi neşandina zarên xwe ev gava hînkirina Kurdî û hêviyên pê ra bi hev ra pûç kirin. Heman Kurd zarên xwe dişînin qursên zimanên navnetewî, Înglêsî, Frenkî, Germanî û ên din. Ji ber ku hînbûna van zimanan bi xwe ra derfetên aborî tîne. Bi gotinek din bazara wan heye. Heger bazara Kurdî li bakur jî neyê avakirin, bi awayekî dawî li kesadiya wê neyê anîn ew dê hejmara kesên bixwazin xwendin û nivîsandina Kurdî hîn bibin bilind nebe. Wekî tê zanîn li welatê Baskê ji bo hînbûna Baskî dibistanên ultra modern hatine avakirin, lê Baskî zarên xwe naşîninê. Ji ber ku bazara Baskî kesad e, li welatê Baskê zimanê Spanî serdest e. Katalanya jî mina welatê Baskê di nav sînorên Spanyayê da ye, ji ber ku li vî welatî kesên bi Katalanî nizanibin nikanin karekî bibînin, nikanin debara xwe bikin, merivên li bajarên Katalanan dijîn mejbûr in Katalanî bizanibin. Bi gotina kurt bazara Katalanî heye. Divê êdî Kurd dawî li kesadiya bazara Kurdî ya ji dema Ehmedê Xanî heya îro berdewam e bînin.

Di sala 2001 da hema hema hemî partî, komelên rêzanî û çandî yên qanûnî û derqanûnî, ji bo Kurdî di zankoyan da bibe dersa bijarte gelek çalakî li dar xistin. Bi deh hezaran meriv meşiyan. Bi hezaran kesî daxwazname nivîsandin û ji berpirsan ra şandin. Van çalakiyên aştiyane gelekî bala raya giştî ya Turkan jî kişandin ser rewşa zimanê Kurdî. Di dawiya van çalakiyan da, bi dehan xwendekarên Kurd tenê ji bo dersa Kurdî ya bijarte li zankoyan were pejirandin daxwazname dabûn kargeriyên zankoyên xwe, ji dibistanên xwe hatin dûrxistin.

Di 2010an da li zankoya Artuklu ya Mêrdînê bi armanca gîhandina berendamên xwendedaniya Kurdî qursek vebû. 533 kes beşdarî azmûna vê qursê bûn. Di encama azmûna nivîskî û devkî da 50 kes bi ser ketin û dest bi qursê kirin. Ev qurs ji bo pêşveçûna zankoyên Turkiyayê û şikandina tabûya di derbarê perwerdehiya kurdî da gavek gring bû. Di destpêkê da saziyên kurdan ên rêzanî û çandî helwestek neyînî nîşan nedan; heta gelek endamên wan jî beşdarî azmûnan bûn. Piştî destpêka qursê hinekên van saziyan helwesteke pir negatîf nîşan dan. Heman salê di bin banê zankoya Artuklu da Enstîtuya Zimanên Zindî hat avakirin. Tenê ji bo peyva Kurdî bi kar neynin ji vê enstîtuyê ra gotin Enstîtuya Zimanên Zindî. Di vê enstîtuyê da 20 xwendekarî dest bi perwerdehiya lîsansa bilind a li ser ziman û edebiyata Kurdî kirin. Piştî vê gavê li Zankoya Artuklu, li Zankoya Tuncelî û çend zankoyên din Kurdî bû dersa bijarte. Eynî salê li zankoya Bingolê rêzaniya nîjadperesta dewletê xwast bi riya du zaravên sereke yên kurdên bakurî kurdan berbide hev. Her çiqas ev lîstika wan a dewam dike heta nuha bi ser neketibe jî, divê di vî warî da jî Kurd hişyariya xwe ya netewî ji her demê bilindtir bikin. Sala 2011an beşê Ziman û Edebiyata Kurdî di zankoya Artuklu da vebû. Di 2012an da ji bo li zankoya Dicle ya li Diyarbekrê beşê Ziman û Edebiyata Kurdî vebibe biryar derketiye.

Di 2012an ji bo zarên ji sinifa 5an heya sinifa heyştan Kurdî wekî dersa bijarte li dibistanên xwe hîn bibin biryar hatiye dayîn. Mamostetiya dersa Kurdî ya bijarte bi kesên ku ji beşê Ziman û Edebiyata Turkî, beşê Mamostetiya Turkî, beşê Zaravên Hemdem ên Turkî bi sînorkirin tê wê manê ku rêzaniya netewiya Turkan di pejirandina hebûna zimanê Kurdî da hîna jî ne ji dil e; hîna jî dixwaze Kurdî wekî zaravekî Turkî bide xwiyakirin, dixwaze ji Kurdan ra bibêje perwerdehiya Kurdî jî tenê bi mamostên Turkî dibe. Ji bo vê rastiya xwe ya nîjadperest ji saziyên têkildar ên navnetewî vebişêrin jî beşê Mamostetiya Zanînên Sosyal jî avêtine ser. Bi qasî tê xwiyakirin konjonktura rêzaniya navnetewî ew mejbûr hiştine vê gavê biavêjin.

Ji saziyên Kurdan ên rêzanî û çandî, hinek di derbarê dersa bijarte ya Kurdî da xwedî helwestek tund a neyînî ne. Vê yekê wekî asîmîlasyona bijarte bi nav dikin. Di daxwiyaniyên xwe yên çapemeniyê da, di nivîsên xwe yên li ser vê mijarê da bi awayekî berbiçav vê dijberiya xwe tînin zimên. Heman bendên rêzanî û saziyên çandî di derbarê weşana TRT 6 û destpêka perwerdehiya Kurdî ya li zankoya Artuklu ya Mêrdînê da jî xwedî heman helwestê bûn. Bi qasî ji helwesta wan tê têgihîştin ev rêzanên Kurdan dixwazin van saziyên dewleta Turk wekî saziyên Kurdan bi xwe bibînin. Ji ber vê yekê jî dixwazin hemî saziyên têkildarî Kurdî di bin kargeriya rêzaniya wan da tevbigerin, ji vê çarçovê dernekevin. Ev rêzanên Kurdan bixwazin jî, nexwazin jî ew dê perwerdehiya li dibistan û zankoyên dewletê her dem di xizmeta rêzaniya netewiya dewletê da bin. Dawiya dawîn hemû saziyên weşanê, saziyên perwerdehiyê dengên xwediyê xwe ne. Dema rêzanên Kurdan li gor vê rastiyê tevbigerin ew dê bikanibin bibin xwedî helwest, plan û bernamên rasttir.

Li Turkiyayê li ser pejirandina mafên hindikahiyên xirîstiyan, ji dema avabûna komarê heya îro nêzîkî sed sal e Rûm û Êrmenî bi zimanê xwe yê maderî perwerde dibin. Heger Kurdan jî wan salan, bi taybetî jî di dema peymana Lozanê da, bi biryarî mafên hindikahiyan ji bo netewa xwe bixwastana, parlamenterên Kurdistanê yên di Meclîsa yekem a komara Turkiyayê da ev maf bianiyana rojevê, û li ser bidestxistina vî mafî bi biryar tevbigeriyana ew dê îro rewşa perwerdehiya bi Kurdî û rewşa zimanê Kurdî di astek bilindtir da bûya. Ew dê rêzaniya nîjadperest a asîmîlasyonîst nikanibûya ewqas bi ser biketa. Mixabin berpirsên Kurdan ên wê demê di vê zanînê da nebûn. Dema rewşenbîr, rêzan, nivîskar û nuktedanê hêja Musa Anter rabû got: “Em ji piranîbûnê eciz bûn, qed nebe mafên hindikahiyan bidin me.” Kurd gelekî dereng mabûn.

Li nav sînorên komara Turkiyayê nêzîkî bîst mîlyon Kurd dijîn. Li welatekî din ê dunyayê hindikahiyek xwedî vê hejmarê  kêm tê dîtin. Kurd piranî ne, ne hindikahî ne. Lê ev piranî ji mafên hindikahiyan jî bê par e. Bi qasî tê xwiyakirin, her çiqas bê wate be jî, sosret be jî, di sîstema rêzaniya Turkan da heya îro ji bo Kurdan piranîbûn mîna sûcekî lê nayê buhurîn hatiye dîtîn, û bi asîmîlasyonê li Turkkirina wan hatiye xebitîn.

Netewên zimanê wan û navê wan ji heman peyvê pêk tê, hebûna wan li ser hebûna zimanê wan e. Bi gotinek din zimanê wan hebûna wan e. Dema zimanê xwe ji bîr bikin, dikevin sergoyê dîrokê û careke din nikanin bên ser xwe. Ji bo asîmîlasyonîst bigihên armanca xwe, bi her awayî lê xebitîne zimanê Kurdan pê bidin jibîrkirin. Rind zanibûne ku dema Kurdî nemîne Kurd jî namînin. Sebeba herî mezin a qedexekirina Kurdî her dem ev bûye. Li ser pejirandina çend gavên ber bi perwerdehiya Kurdî ve hatine avêtin, xwe bilindkirin û li erdêxistina nîjadperest û neteweperestan jî tenê ji vê rastiyê ye.

Wekî me di serî da jî got ji bo zarên Kurdan kêm dîtina dersa bijarte ya Kurdî û xwastina perwerdehiya bi zimanê maderî bê guman mafekî bingehîn ê gerdûnî ye, û bi tu awayî dev jê nayê berdan. Gelo heya rêzanên Turkan vî mafê bingehîn bipejirînin, zarên Kurdan ên ji sinifa 5an heta 8an di dibistanên xwe da xwendin û nivîsandina Kurdî hîn bibin, ji bo Kurdan kar e, an zirar e? Gelo Kurd hem bi dersa bijarteya Kurdî bi sedhezaran zarên xwe hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bikin, û hem jî ji bo bidestxistina mafê perwerdehiya bi zimanê xwe yê maderî bê sekin têbikoşin û di nav vê demê da ji bo hemî dersên dibistanê mamostên xwe bi wezareta perwerdehiya dewletê bidin gîhandin, ev jî nebe bi xwe bigihînin ew dê li karê bin an li xisarê bin? Peywîst e Kurdên li ser pejirandina dersa bijarte ya Kurdî ewqas bêhna xwe teng dikin vê yekê carek din bifikirin.

Did you like this? Share it:
Niha şîroveyek girêdayê gotarê ye
    pirtukgeh says:

    Mala to ava..
    Mamosté héja

Bersivê bide vê şirovêye
Pêwîst e
Pêwîst e