Li Ser Têgeha “Ez kurd im, lê ne kurdçî me”

Ev îfadeya “Ez kurd im, lê ne kurdçî me” ji wan sloganan e ku gelekê caran rewşenbîrên kurd tînin ziman. Bi vî awayî li saziyên dewletê, bo numûne, li buroyên asayîşê, li hemberî dozgeran, li hemberî dadgehê, li zindanan û her wiha, li hemberî endamên medyayê ku her tim berdevkiya îdeolojiya fermî dikin, li saziyên sivîl û hwd. xwe diparêzin (mudafea dikin). Naveroka (muhtewa) vê sloganê ne eşkera ye. Ew kesê ku bi vê sloganê xwe diparêze, meriv tênagihê gelo ji bo kurdan tiştek dixwaze yan na.

Ez wek şexsek vê xweparastinê wisan şîrove dikim: Ew kesê ku dibêje “Ez kurd im, lê ne kurdçî me” bi vî awayî diwaze ji meqam an jî şexsê li hemberî xwe re viya bibêje: Ez kurd im lêbelê ez bi zimanê Kurdî re, bi kultura kurdan re, bi mafê kurdan re hîç eleqedar nabim, ez van tiştan naparêzim (mudafae nakim). Awirê fermî kurdan wek tirk dibîne; pêşî li zimanê Kurdî digre da ku li warê siyasî û ramyarî neyête karanîn. Ez ne li hemberî viya me jî…

Beşek ji kurdên ku vê sloganê tînin zimên, li hemberî vê şîroveyê jî derdikevin; dixebitin bidin zanîn ku em ji bo kurdan gelek tiştî dixwazin. Dibêjin, “Ez ne kurdçî me lê ji bo kurdan gelek tiştî dixwazim…” Dîsan dibêjin, “Ez di warê ziman û kulturê de gelek tiştî ji bo kurdan dixwazim lêbelê ez li hemberî nîjadperestiyê me, ez li hemberî faşîzmê û kevneperestiyê me, ez enternasyonalîst im, ez mirovekî/e Marksîst im…” Ev e, tam li vir ev mesele piçekî din aloz dibe. Vê carê, bo numûne, têgehên “Nîjadperestiya Kurd” an jî “Nîjadperestiya Hindikahiyan (ekaliyet)” têne rojevê.

Zêde ze girîng e ku ev kurd ji bo kurdan tiştekî dixwazin an na, lêbelê ev rewşek wisan e ku divêt meriv baş bala xwe bide ser û vekole, bê hela van têgehên “Nîjadperestiya Kurd” an jî “Nîjadperestiya Hindikahiyan (ekaliyet)” çawan tînin rojevê û her wiha, çawan van têgehan dixine nava hişê (zêhn) wan? Gelo kurdek ku rabe bibêje, “Xwezî bi wî kesî ku dibêje ez kurd im” an jî, “Kurdek dike bi tevayî dinê” heye? Gelo kurdên ku bixazin tirk û ereb û fars û ermen û asuriyan û hwd. asimîle bikin, wana bikine kurd hene? Ez wek şexsek, hîç caran min kurdekî wisan nedîtiye belam kurdên ku dibêjin “Ez kurd im, lê ne kurdçî me” min gelek ji wan ditîne. Bi kesên ku dîtineke wisan tînin ziman re ne mumkûn e ku meriv têkeve nava munaqeşeyeke ciddî. Ev slogana ku naveroka wê ne eşkera ye, lêbelê ev, bi bilêvkirina (telafuzkirin) wê re îdeolojiya fermî pê rehet dibe û her wiha, dilê terefdarên (layengir) wê jî hênik dike. Kesên ku vê dîtinê tînin ziman, di munaqeşeyên bi vî awayî de ji bilî qalûqîlên beredayî nikarin tiştekî ciddî bibêjin.

Em wisan ferz bikin ku kurdek-du kurdên ku dixwazin ereb û fars û tirk û ermen û asuriyan û hwd. asimîle bikin hene. Gelo dê ev yek ji daxwazeke muwaqet û ji romantîzmekê wêdetir biçe? Lewra, ev kurd ne xwedî wan sazî û dezgeyên muqtedîr ên fişaramîz (baskıcı) in û her wiha, ne xwedî mekanîzmayên burokratîk in ku bikaribin vê daxwaza xwe bînin cih! Ew dezge û mekanîzmayên ku pê kurdan asimîle dikin û di destê ereb û fars û tirkan de hene, bo numûne, mekanîzma û dezgeyên fişaramîz ên wek burokrasiya dewletê, partiyên siyasî, polîs, cendirme, artêş û her wiha, dadgeh, girtîgeh (bendîxane), çapemenî (medya), saziyên sivîl û hwd. gelo ji vana kîjan yek di destê kurdan de heye? Gelo kurd xwediyê kîjan ji van sazî û dezgeyê ne? Digel van hemûyê tiştan gelo çawan di nava hişê kurdan de ev siloganên wek “Ez li hemberî nîjadperestiya kurd im” bicih dibin? Gelo ji bilî ku kurd wê fişara ku ji aliyê otorîteyên ereb û fars û tirk ve pêktê bidine kêmkirin û nirxên xwe yên mîllî derxine ber ronahiyê, hewldaneke wan a din heye?

Qala “Kevneperestiya kurd” tê kirin. Gelo ew hêzên ku şêxîtî û axatî û bizavên eşîrtiyê zindî dikin, wan li ser lingan dihêlin kî ne? Gelo tu alîkariyeke (yarmetî) cidî ji dezgeyên şêxîtî û axatiya axê û eşîrtiyê bo tevgera mîllî ya kurdayetiyê çêbûye, lêbelê bo numûne, cehşîtî (koruculuk; cerdevanî) li ser zemîna van dezgeyan nehate organîzekirin?

Werin em çaryeka pêşîn a sedeyê bîstan bînin bîra xwe. Firqeya Ittîhad we Teraqî, salên 1910an… Wan salên ku cereyanên tirkîtiyê geş dibûn. Geşedana tirkayetiyê di heyama Cumhuriyetê (Komara Tirkiye) de jî pêşveçûna xwe berdewam kir. Jixwe, wesfa bingehîn a Komara Tirkiyê ev e; dewleteke yunîter ku li ser esasê tirkayetiyê hatiye danîn. Di roja îroyin de partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê, partiyên siyasî yên tirk, partiyên tirkperest in. Ev partî, bêyî ku têgeha tirkçîtiyê bilêv bikin tirkçîtiyê dikin… Bo numûne, ev bernameyeke hevpar a hukûmetên tirk û partiyên siyasî yên tirk e ku hîç caran behsa ziman û kultura kurdan nekin, her tim asîmilasyonê geş dikin. Dema ku “Tirkçîtî” tê gotin, ev ne rast e ku em vê têgehê di wateya “Turanîzm”ê de fam bikin. Lebelê te divê bila çaryeka pêşîn a sedeyê 20an, yanî di demên dawîn ji Împaratoriya Osmanî de, te divê bila di salên Cumhuriyetê de be, îdeolojiya fermî cereyana “Tirkayetî”yê bilind kiriye, wateyeke musbet (pozîtîf) dayê “Tirkayetî”yê. Û heman îdeolojiya fermî, wateyeke menfî (negatîf) daye têgeha “Kurdayetî”yê. Îdeolojiya fermî, înkara kurdan û zimanê kurdî tiştekî gelek xwezayî (tebîî) dibîne. Li vir tiştekî ne asayî, tiştekî ne rewa nabîne. Qebûl nake ku ev yek nîjadperestî ye. Belam çi wexta ku kesin rabin behsa kurdan û zimanê Kurdî bikin, yan jî, ji bo kurdan mafên zimanî/kulturî bixwazin hingê wek “nîjadperest” têne tawanbarkirin (sûcdarkirin). Ev kes, te divê bila muhafezekar bin, te divê bila lîberal an çepgîr, an jî Marksîst bin dîsan jî wek “nîjadperest” têne tawanbarkirin. Li ser kurdan meşandina polîtîkayên înkarê gelek rewa û modern têne qebûlkirin, belam kurdên ku li hember fişarê li ber xwe didin, kurdên ku hewl didin xwe da ku bi nirxên xwe yên mîllî jiyana xwe dewam bikin, ên ku qala heq û huqûqên kurdan dikin, bi têgehên “nîjadperestî”yê têne rexnekirin û tawanbarkirin. Ev helwest, bi tundî kurdan dixîne bin bandora xwe. Kurd, li cihê ku vê helwesta dewletê rexne bikin, dikevinê etrê xweparastinê û dibêjin “Em li dijî nîjadperestiyê ne”. Esas ewê ku nîjadperestiyê dike kî ye? Divêt ev awa pêwendî ji aliyê derûniyê (ruhî) ve jî bête vekolîn.

Slogana “Ez kurd im, lê ne kurdçî me” bi têgehên wek “Ez ne netewperest im, ez çepgir im, ez enternasyonalîst im…” jî tê îfadekirin. Ger em bêne ser rewşa niha ya fiîlî, hê jî kurd nikarin navên kurdî li zarokên xwe daynin. Kurd bi serjimareya (nufûs) xwe ya ku bi milyonan e, hê jî li nav rêxistinên wek Yekîtiya Netewan, Yekîtiya Ewropayê, Konseya Ewropayê, Rêxistina Pêşvebirinê ya Îslamî û Konferansa Îslamê ne xwediyên hîç navekî ne û her wiha, ne xwediyên nasnameyekê/şexsiyetekê ne jî.

Werger: www.peyamaazadi.com

Çavkanî :Esmer Dergisi, www.beroj.com

Did you like this? Share it:
Hîn tu şîrove giredayê gotarê nîn e
Bersivê bide vê şirovêye
Pêwîst e
Pêwîst e