Ji Bergeha Protokolên Tirk û Ermenîyan

Protokolên di navbera tirkan û ermenîyan de ku 10 Cotmehê  li Zurîhê – di bin bandora Yêkîtiya Ewropa(YE) û ya Yêkîtiya Dewletên Amerîka (YDA)- hatin îmzakirin, di qonaxa yekemîn de heya îro  “daneyan” bi dîplomatîkî û mercên stratejîk yên Proleyê Qafqasiya (transkafkasya) bi mîsogerî diguhêrin.

Bi vî re, di wî rojê de, (10.10.2009) danezana Serokkomarê Ermenîstanê Serj Şarkişyan, ji bo destpê- kirina pêwendiyên dîplomasiyên fermî (pesentkirina protokolan) di binesîstema Qafqasiya de “bêşert” cardin şekil dide lêkanîna deveran û daneyên jeopolîtîk yên hemî herêmê jî.

sarkisyan-gulHikimeta ermenî daxwaza pesentkirina protokolan dike lê di rastiyê de heya îro, kartên xwe yên dîplomatîkiyên nayên guftûgokirin jî datîne kenarekê. Yêrîvan, bi guhartina pozîsiyona polîtîk wisa xuya dike ku mijara sotîner a komkujiya ermeniyan ku ji aliyê tirkan ve hatibû kirin û vî mijarê hewaleyê komîsiyona rayedarên dîroknasên tirk û ermenan dike( angaşta tirkan ya ku di dûhatû de her tim ji aliyê hikumeta ermenî ve dihate mehkûm kirin). Hikumeta Şarkişyan, ji bilî vebizavên (reaksiyonên) tund ên partiya muxalîf (ARF) û yên ciwata ermeniyan ya derveyê welat “ bi başkirina pêwendiyan bi Enqerê re ew ê bi hêsantî naskirina komkujiya ermeniyan bi dest bixe û bêyî ku berjewendiyên netewayî bixe li nav tehlûkê””. Guhêrîna stratejiya polîtîk a hikumeta ermenî li ser vî mêjarê ( ji aliyekê ve dibe bêpolîtîkakirina komkujiyê), û bi vî re jî girêdayî kêmasiya her tiştekê tê zanîn a pêwendiya de jure di mesela Nagorno-Karabaxê de xuya dike ku ,cudakirina pêwendiya protokolan ji berjewediya aboriya teng ku herdu welat dê jê fêde bigrin, bandora tevgerên polîtîkayên tirkan li hemî herême bi gîştî bi hêsantir bike. Ermenîstan  bi rakirina qanûnên Enqerê yên dîplomatîkî li ser esasê, polîtîka wê ya reformîst “ mîna hêza herêmê” k u di vî dawiyê de dişopîne hêsan dike.

Her çend heya niha pesentkirina belgeyan ji herdu aliyan ve nehatbe xuyakirin jî, çêkirina pêwendiyên dîplomatîkî yên Ermenîstanê bi Tirkiyayê re û bi vî re jî vekirina deriyên sînorên di navbera wan de, ew ê tenê neyê mana rakirina ambargoya aborî li ser welat lê belê dê bê mana cardî çikirina raport û nêrînên qanûnên wê yên bingehîn jî (mana paragrafa sêyemîn û ya heftemîn a protokolan ji der heqê jêrevina “ lanet” polîtîkayên bikêrtên ji bo navê pêwendiyên dîplomatîkiyên aşîtîxwaz û îmkan nedayîna binpêkirina sînoran dîşopîne). Hikumeta ermenî, wisa xuya dike ku bi rakirina qanûnên dîplomatkiyên Enqerê li ber çavan, dê polîtîka reformîst a Enqerê “mîna hêza deverê” ku di van rojên dawiyê de dişopîne hêsan bîke.

Bi pesentkirina protokolan hikumeta T.Erdogan ( ji bilî hemberderketina tirkên muxalîf ) bi fermî karta “ lebata baş” ji Y.Ewropa û ji Y.D.Amerika digre û rola ku Turkiya mina lîstîkvana girîn a hêza deverê li herêmê dilîze hîn bi hêztir dike. Enqere, xwedênegiravî bi nutirbûna Yêrîvanê di mesela Nagono-Karabaxê de cîhê xwe di navendên vezelanan de mîna hêzeka sabîtker qahîm dike û bi vî rengî bi bandorekê hîn mezintir hukum li dewlwtên nîjattirkî , mîna ku Azerbeycanê dike.

Ji mili din ve jî serûberkirina  pêwendiyên êdî  nebaşin, – piştê ku îmzekirina protokolan-, AKP e zeftir Azeriyan tercîh dike, çavên xwe berdaye destxistina pêwendiya şirîgdariyek stratejîk bi Azerîyan re û bi taybetî jî piştê ku “ vebûna enerjiyê” ber bi Moskovayê ve di vî dawiyê de. Ev yek jî îhtimala kêmkirina  rajêriya enerjiyê( gaza xwezayî) ya Y.Ewropayê bi Rûsya re armanc dike.

Temînata pêwendiyên hevaltiyên kevneşopî bi Azerbeycanê re di nêzîkbûna tirkan û ermeniyan de û di pêşvexistina planên tirkan yên deverê de, di rastiyê de Enqere vî yekê baş dizane, mina berhêlkirdarekê di cîhê xwe de disekine. Îhtimala dereca teza “ şerê sar” ya îroyî ya Enqerq û Bakûyê ne tenê asteng e ji bo pêşvexistina palîtîkaya tirkan “ ya bi cîranan re ti pirsgirikek nemîne” (beşek vî  jî ji pesentkirina protokolan pêk tê) lê pêwendiyên “ emînên” stratejikên kevneşopîyên heya îro jî li hemî herêmê ser û binî dike. Ji milê din ve jî îmzekirina protokolan bi xwe re encamên wêranker tîne û pesentkirina wan jî pir bi faktor û nexuyayî dimîne…

beatrice_plcb@yahoo.com

Werger ji Yewnanî: Mervan Artos

mervan_artos@yahoo.com

Did you like this? Share it:
Hîn tu şîrove giredayê gotarê nîn e
Bersivê bide vê şirovêye
Pêwîst e
Pêwîst e