Hevpeyvîn bi Îsmaîl Beşîkçî re

Dara Cibran: Birêz Îsmaîl Beşîkçî, li Tirkîyê navê cenabê we û Doza Kurdî ketine nava hev û her wiha cenabê we di pêvajoyeke gelek dijwar û zehmet re derbas bû ku ta ji Zanîngeha Atatirk a Ereziromê dest pê kiribû; hûn ji ber xebatên xwe demeke dirêj di zindanan de man. Wek kesekî ku gelê kurd kiriye mijara sereke ya lêkolînên xwe, gelo hûn bi awayekî giştî rewşa Tevgera Kurdî ya îro çawan dinirxînin?

Îsmaîl Beşîkçî: Meriv dikare bi du awayî vê yekê binirxîne. A yekem, bo numûne, meriv dikare bibêje ku li gor sîh-çil sal berê pêşveçûn/guherînên mezin hene; li wan salan kurd û zimanê kurdî dihat înkarkirin, çand û zimanê kurdî di bin êrîşeke tund de bû, dihat îmhakirin, lê di roja îroyîn de di pêvajoya berxwedanê de bi awayeke fiîlî gelek maf hatine bidestxistin. Ji van mafan qismek jê bi awayekî lawaz be jî di qanûnê (yasa; zagon) de cih girtine, ango bûne mafên qanûnî.

A duduyan, meriv dikare şîroveyeke wisan jî bike ku digel ewqas berxwedan û têkoşînê ev mafên hatine bidestxistin ne tu tiştek in jî, gelek hindik in! Û her wiha, di pêvajoya têkoşînê de fehmeke xurt a netewayetiyê, fehma xwedîlêderketina zimanê zikmakî jî zêde pêş ve neçû, qels ma.

Li gor dîtina min rewşa Başûrê Kurdistanê gelek baş e. Wexta ku DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) di Adara 2003an de bi awayekî çekdarî mudaxeleyê Iraqê kir û piştî wê jî, kurdan mafên mezin bidest xistin. Hizra Iraqeke Fedaral ku bi îdareya niha ya Iraqê û her wiha bi ereban dane qebûlkirin û Qanûna Bingehîn a Iraqê ku li ser vê bingehê hatiye nivîsandin, ev ji bo kurdan qezenceke mezin e. Li gor min li Başûr gavavêtina kurdan a ji viya paşdetir êdî ne mumkûn e.

Dara Cibran: Cenabê we di xebatên xwe de ji bo Kurdistanê tesbîta “Kurdistan Koloniyeke Navdewletî ye” danî, lewma jî we got, “Doza Kurd, dozeke navnetewî ye.” Gelo pirsgirêkeke navnetewî dikare bi mafên ferdî (takekesî; kesane) hel bibe?

Îsmaîl Beşîkçî: Divê ev têgeha (term) “Kurdistan Koloniyeke Navdewletî ye” em careke din hildin dest û bala xwe bidin ser. Kurdistan ne kolonî ye jî, li vir divêt ev edata “jî” bi xwe jî were tefsîrkirin! Kolonî, tixûbê (sînor) xwe heye. Wek mînak, dema ku em dibêjin “Hindistan koloniya Birîtanyayê ye” yan em dibêjin “Cezayîr koloniya Firansayê ye” yan jî em dibêjin, “Angola koloniya Portekîzê ye” hingê em dizanin ku her yek welatekî xwedî tixûb e. Welatek an jî dewleteke kolonel, di radeyeke nizm de be jî, dîsa xwedî nasnameyeke siyasî ye û koloniyek wek ku heta bi hetayê dê kolonî bimîne jî nehatiye avakirin. Dewlet an jî welatê kolonî li jêrî çavdêriya Dewleta Metropol piştî ku ji aliyê îdarî û aborî ve xwe bigihêne radeyekê, hingê dewleta metropol dê serxwebûna siyasî bide destê koloniya xwe.

Ger em werin ser Kurd û Kurdistanê, bi mebesta ku ev her du nav, ango Kurd û Kurdistan ji binî ve ji ser zar û zimanan û her wiha ji dirokê bêne maliştin (tunekirin) hatiye parçekirin û parvekirin. Naxwe, piştî Şerê Yekem ê Cîhanê Alema Ereb jî hate parçekirin. Lê ew wek dewletên cihê hatin avakirin. Destnişankirina vê rastiyê gelek sûdewar e ku em bizanin di navbera van her du awayê parçekirinan de cihêtiyeke (ferq) mezin heye. Ew taybetmendiyên antropolojîk, xasiyetên ji hevûdin re destnedanîn an jî nenaskirina otoriteya hev ku di kurdan de tên dîtin, di ereban de jî hene. Lêbelê, pêvajoya piştî Şerê Yekem ê Cîhanê ji bo ereban di radeyeke gelek cihê de rûdaye.

Gumanên xurt hene ku meriv bibêje, di piştperdeya Pirsgirêka Kurd a li Tirkiyê destê emperyalîzmê heye. Ev qenaet îro jî serdest e ku dibêjin, “Li pişt Pirsgirêka Kurd emperyalîzm heye, her tim emperyalîzm kurdan pîj dike…” Lêbelê, divê serê vê meseleyê ji salên 1920î were destpêkirin, çunke bi nuxumandin an jî jibîrvekirina salên 1920an ne mumkûn e ku ev mijar were îzehkirin. Salên 1920î jî, divêt bi awayekî berfireh û bi sedem û encamên xwe ve werin tehlîlkirin.

Birîtanyaya Mezin û Firansa… Çi hukûmetên ku di van her du dewletan de ji salên 1920an û vir de hatine danîn tim di helwesteke li dijî kurd (antî-kurd) de bûne û her wiha, ev her du dewletên ku li hemberî kurdan bi awayekî dijminane reftarî kirine, bi dewletên ku kurd xistine bin nîrê xwe re jî tim di nav reftariyeke dostane de bûne. Siyaseta Yekitiya Sovyetan a derheqê kurdan de jî ji siyaseta Birîtanyaya Mezin û Firansayê qet jî ne cihêtir e. Pirensîba “Mafê Tayînkirina Çarenûsa Netewî” ku di nav siyaseta derve ya Yekitiya Sovyetan de hebû, ji bo gelê kurd tu car nehatiye karanîn!

Pirsa kurd, helbet pirsgirêkeke navnetewî ye, pirsgirêkeke mezin e. Û gelek eşkera ye ku pirsgirêkeke mezin bi başkirina mafên ferdî nayête helkirin.

Li dawiya Şerê Cîhanê di çarçoveya YN (Yekîtiya Netewan; Cemîyetuleqwam) de nîzama cîhanê wisan hate danîn: Di kategoriya yekem de dewletên mezin ên wek Birîtanyaya Mezin, Firansa, DYA û Yekitiya Sovyetan hene. Di kategoriya duyem de dewletên manda (kolonel) ên wek Iraq, Urdun, Filîstîn, Sûriye û Lubnanê ku muhtacê dewletên kategoriya yekem in hene. Yan jî, dewletên ku ji aliyê siyaset û aboriyê ve di vê an jî wê radeyê de bi dewletên mezin ve hatine girêdan hene û ez di wê baweriyê de me ku Tirkiye û Îran jî di vî birrî de ne. Li derveyî vana kategoriyeke din jî heye ku ew jî, gelên ku hê nebûne xwedîdewlet. Ev kategoriya dawîn di navbera dewletên kategoriya duyem û dewletên serbixwe de hatine parvekirin. A kurd jî, miletekî wisan e.

Dewletên ku di kategoriya duyem de ne, ji bo ku gelên bindestkirî di bin tehakuma xwe de bihêlin û arezuyên wan ên demokratik di bin fişarê de bipelêxin ji aliyê leşkerî, ekonomî û polîtîkayê ve her tim ji hêza dewletên kategoriya yekem sûd wergirtine. Gelên bindest ku di vê kategoriya sêyem de cih digrin, her wekî ku kurdan jî kiriye, ji bo ku tûşî komkujîyê (jenosîd) nebin, ji bo ku jiyana xwe îdame bikin carînan xwestine ku hawara xwe bigihênin dewletên kategoriya yekem lê mixabin, gelekê caran nikaribûne dengê xwe bigihînin wan. Fişar û zilm û her wiha, operasyonên ku di radeya komkujiyê de li ser van gelan hatine pêkanîn ji aliyê dewletên mezin ve nehatine dîtin û bihîstin, nexwestine ku pê bizanîbin! Li vir tiştê ku ez dixwazim bibêjim ev e: Dema ku em pêwendiyên navdewletî analîz dikin divêt em tenê bala xwe nedin ser dewletan, wek komikên xwedîhêvî, îradeya siyasî ya wan miletên ku nebûne xwedîdewlet jî bête dîtin û ew jî tevli analîzê bibin. Ev milet, di analîza pêwendiyên navnetewî de bes wek “bîrovek”, ango wek kategoriyek ku dewletên kategoriya duyem ji hêz de bêne xistin neyên rojevê û nirxandinê. Lêbelê, ev dewletên ku di kategoriya duyem de cih digrin, ji bo gelên ku di kategoriya sêyem de ne di bin tehakum û fişarê de bihêlin her wext ji aliyê leşkerî, aborî û polîtîkayê ve serî li alîkariya (yarmetî) dewletên ku di kategoriya yekem de ne dane û tu car jî destvala venegeriyane, her tim gihane mebesta xwe. Ji vana jî wêdetir, ev gelên ku di kategoriya sêyem de ne, wek numûne divêt wek pêdiviyeke girîng bi kîtekît bête vekolîn ku ji bo çi gelê kurd ewçend bi israr di vê kategoriyê de tê hiştin?!…

Dara Cibran: Bi mudaxelekirina DYA bo Iraqê yek ji dijminên sereke yên kurdan, ango rejîma Sedam Husênî hilweşiya. Li Tirkiyê, ji bizavên faşîst bigrin heta bi ‘çepgiran’ her kes di bin navê têkoşîna li dijî emperyalîzmê de xwe dan pişta Sedam Husênî. Cenabê we vê yekê çawan dinirxîne? Û helwesta kurdan divê çawan be?

Îmaîl Beşîkçî: Di piroseya mudaxeleya çekdarî re ku di 20ê Adara 2003an de ji aliyê DYA ve li Iraqê hate kirin, dezgehên wek partiya Baas, el-Muxaberat û artêşa wan ku li ser kurdan tehdîdeke jiyanî pêkdianîn hatin hilweşandin û her wiha, tehdîta çekên kîmyewî jî ji navê hate hildan. Van rûdanan pêşî li kurdan vekir. Kurdan jî ji van rûdanan baş sûd wergirt; hizra Iraqeke Fedaral bi îdareya ereb û her wiha, bi erebên din dan qebûlkirin û kirin ku ev yek di Qanûna Bingehîn a Iraqê de bête nivîsandin. Piştî mudaxeleya DYA ya bo Iraqê yek ji gotinên ku zêdetirîn hate bihîstin ev bû ku “Li Iraqê çekên kîmyewî nîn bûne!” Belam, divê ev neyête jibîrvekirin ku di salên 1980an de li hember kurdan çekên kîmyewî bi awayekî sîstematîk hatibûn karanîn!

Fehmeke partiya Baas a li hemberî kurdan hebû, ku wan Kurdistanê perçeyek ji welatê ereban qebûl dikir, Kurdistanê ji ereban re helal lê ji kurdan re heram didît. Heman fehm di kemalîstan de jî heye. Lewma jî dema ku DYA mudaxeleyî Iraqê kir, wan got “Emperyalîzmê Iraq dagîr kir” belam li bal wan gelek rewa bû ku Sedam Husênî bi hêza xwe ya çekdarî gelê kurd di bin fişarê de dihişt û heta ku bi komelkujiyan, bi operasyonên Enfalê qira wan dianî. Ew rejîma ku seranser bi çekên dawîtirîn teknolojiyê, bi gazên jehrî, bi çekên biyolojîk û her wiha, bi çekên berfireh yên komelkujiye hatibû xemilandin bes hêzeke super a wek DYA dikarîbû ji heqê wê derkeve.

Li vir divêt meriv bal bikişîne ser îroniyeke dîrokî ku di salên 1920an de hêzên emperyal ên wê demê li Rojhilata Navîn bi hevkariya hêzên xwecihî re parçekirin û parvekirina kurdan û Kurdistanê pêkanîn, belam di salên 2000an de, hêzên emperyal ên vê demê îcar digel ku dewletên herêmê ne qayil in, dîsan jî pêvajoyek ku qelşek dixîne “Sitatukoya 1920an” dan destpêkirin. Li Rojhilata Navîn û li dinyayê tu dewletek, tu hêzek (bizav) ji vê mudaxeleyê kêfxweş nebe jî, li hember vê mudaxeleyê bin jî, lêbelê kurdan ji vê mudaxeleyê û encamên wê îstîfade kirin. Ev jî îroniyeke dîrokê ye. Ev, di warê felsefeya dîrokê de jî divê bibe mijareke girîng.

Dara Cibran: Tirkiye di hemû platformên navnetewî de bi wê fehma ku “Pirsa Kurd muşkuleyeke hundirîn e” xwe diparêze. Belam her rûdanek ku li Kurdistana Başûr pêk tê, Tirkiye di her firsendê de beyan dike ku ev ji bo wê xetere ye, ger jê re pêwîst be ji pêkanîna kombînezonek a bi Sûriye û Îranê re jî xwe paş ve nade. Ew fehma ku dibêje “Pirsa Kurd muşkuleyeke hundirîn e, bila kes têkil nebe!” gelo (aya) ji bo çi rûdanên li derveyî sînor ji bo xwe wek tehdît dibîne?

Îsmaîl Beşîkçî: Çunke kurdên li derveyî sînor berdewamiya kurdên li nav sînorên Tirkiyê ne lewma! Û ev pirs ji wan pirsan e ku bi parçekirin û parvekirina kurd û Kurdistanê ve têkildar e.

Dara Cibran: Dewleta Komara Tirkiyê ji aliyê bizaveke mîlîtarîst-burokratîk ve hat damezrandin. Gelo mumkûn e ku meriv di damezrandina (avabûn) Komara Tirkiyê de aliyekî demokratîk bibîne? Yan jî mumkûn e ku meriv bibêje, ev dewlet dû re ji rê derket?

Îsmaîl Beşîkçî: Komara Tirkiyê ji bo kurdan û ji bo tirkan wateyên ji hev cihê îfade dike; ji bo gelê tirk damezirîna Komara Tirkiyê helbet têde aliyên demokratîk hene, belam ji bo gelê kurd tu naverokeke demokratîk têde nîn e. Divêt Lozan jî bi vî awayî bête nirxandin. Naveroka Peymana Lozanê jî ji bo tirkan û ji bo kurdan du wateyên cihê ne. Polîtîkaya înkarkirina kurdan û her wiha înkarkirina zimanê kurdî bi damezrandina Komara Tirkiyê re bi awayekî sîstematîk hatiye destpêkirin.

Dara Cibran: Salên damezrîna Komara Tirkiyê di heman demê de salên Serhildanên Kurdan in. Mezintirina van serhildanan jî bêguman Tevgera Kurd a sala 1925an e. Meriv di lêkolînên we de zêde pêrgî agahiyên derbarê Komela Azadî (Komela Îstîqlala Kurdistanê) ku serhildana 1925an organîze kiribû nayê. Gelo sedemên xwe çi ne?

Îsmaîl Beşîkçî: Li van salên dawîn derbarê Komela Azadî de lêkolînên ciddî hatine destpêkirin. Ev xebat kêmbûna çavkaniyan destnîşan dikin. Belkî çavkaniyên bingehîn di pişt deriyên kilîtkirî de ne. Şêweya xebatên Beşîkçî bi têgeha metoda zanistî ve têkildar e, di van xebatan de kurd wek diyardeyeke (fenomen) sereke têne nirxandin/helsengandin. Ji bo Beşîkçî mijara sereke ya xebatên lêkolînî ew e, ku divêt meriv çawan nêzîkahî li vê diyardeyê bike, bi kîjan têgehan binirxîne? Dîsan di vê çarçoveyê de tê nirxandin ku ev diyarde ji aliyê dezgehên wek zanîngeh (unîversîte) û çapemenî û dadgeh û her wiha, ji aliyê saziyên sivîl ve çawan tê nirxandin. Dibe ku sedemên li pişt deriyên kilîtkirî hiştina belgeyên derbarê Komela Azadî de ev be, ku wê demê fehmeke xurt a netewatîyê di Azadî de hebûye û her wiha, dibe ku li danişînên dadgehkirina Xalid Begê Cibrî jî ev fehma netewî ya kurd bi awayakî tekuz hatibe îfadekirin. Lewre jî, ji bo ku ew fehm li nav gel belav nebe belgeyan li pişt deriyên kilîtkirî dihêlin.

Dara Cibran: Gelo teza “Komara Demokratîk” dikare ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd bibe bingehek? Di vê heyamê de modela Kemalîzmê dikare bête karanîn? Kemalîzm û Demokrasî wek du têgeh dikarin bi hev re bijîn?

Îsmaîl Beşîkçî: Kemalîstî îdeolojiyeke fermî (resmî) pêk aniye. Û îdeolojiya fermî ne îdolojiyek ji îdeolojiyan e. Wian îdeolojiyek e ku bi hêza dewletê ya îdarî û cezaî têye xwedîlêderketin û parastin. Dema tu rabî îdeolojiya fermî rexne bikî yan jî tu îdeolojiya fermî qebûl nekî, tu li gor vê îdeolojiyê tevnegerî yan jî reftariyê nekî, hingê îhtîmaleke mezin tu dê tûşî cirma îdarî û cezaî bibî. Li demokrasiyên Rojavayê jî îdeolojî heye, jixwe di jiyana civakî de îdeolojî kategoriyeke pêwîst ya sîyasî ye. Lêbelê, ev îdeolojî bes îdeolojiyek e, ne ku îdeolojiya fermî! Rexnekirina wê an jî qebulnekirina wê nabe sedemê cirmên îdarî û cezaî. Dewleta ku xwedî îdeolojiya fermî be, ew dewlet nabe dewleteke demokratîk. Ji vê çendê, Kemalîzm û fehma demokratîk nikarin bi hev re bijîn. Modelên siyasî û civakî û kulturî yên ku pişta xwe dispêrin îdeolojiyeke resmî li demokrasiyên hemdem hukmê xwe nîn in. “Komara Demokratîk” jî ne ew tez e ku bi saya wê Pirsgirêka Kurd bête famkirin û têgihaştin û her wiha, di warê çareserkirinê de jî nikare bibe bingeh. Çunke, ev tez wisan hesab dike ku dê dewlet demokratîze bibe, dewleta ku demokratîze bûye dê hindek mafan bide kurdan… Belam dewlet jî ji bo ku demokratîze nebe li ber xwe dide, ji bo nedana ew mafên ku em dibêjin hene, li ber xwe dide. Bo numûne, digel ji bo xatirê ku Yekîtiya Ewropayê dixwaze di hin qanûnan de guhertin pêk bîne lê dîsan jî zîhniyeteke demokratîk bi pêş ve naçe. Di vê çarçoveyê de, hê jî kurd nikarin navên kurdî li zarokên xwe daynin. Li salên 1985-1988an navê tirkên ku li Bulgarîstanê dihat guhertin, dixebitîn ku wan bikin bulgar. Îdareya Bulgar ji tirkên wir re digot, “Ger hûn navên bulgarî li xwe daynin, ev ji bo we dibe îmkaneke baş ku hûn di burokrasiya dewletê de, di nav Partiya Komunîst de meqam û mewqiyên bilindtir bidest xînin. Nexwe, hûn dê li jiyana civakî û siyasî tûşî astengiyên mezin werin!…” Li wan salan vê reftariya Dewleta Bulgarîstanê ji aliyê Dewlet û hukûmeta Tirkiyê ve û her wiha, ji aliyê dezgehên wek çapemenî û zanîngeh û saziyên dadgehiyê û saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî û sendîka û nivîskar û hwd. ve bi têgehên wek “faşîst” û “xwînmij” û “emperyalîst” û “kevneperest” û her wekî vana dihate rexnekirin û sûcdarkirinê.

Bi riya têgehên zanistî û siyasî rexnekirina îdeolojiya fermî girîngtirîn proses e ku demokratîzasyonê bi xwe re tîne. Divêt ev awa rexnekirin her berdewam û dînamîk be. Li Tirkiyê kurd girîngtirîn kategoriya civakî û siyasî ne ku dikarin berê dewletê vegerînin bi aliyê emokratîzasyonê ve. Ev jî, ne ku bi lixwepêçana kirasê îdeolojiya resmî re, berovajiya wê, di pêvajoya rexnekirina îdeolojiya fermî re dê ev rewş çêbibe.

Dara Cibran: Piştî ku Hîkmet Fîdan hat kuştin, cenabê we vê yekê protesto kir û got, “Divê navek li vê cînayetê bête danîn!” Hîkmet Fîdan jî ne yekemîn muxalif bû ku hate kuştin. Ev reaksiyona ku di viya de hate nîşandan gelo çima di yên berê de nedihat nîşandan?

Îsmaîl Beşîkçî: Li hember cînayetên bi vî awayî divê meriv her dem hesas be. Û ger di yên berê de heman reaksiyon nehatibe nîşandan ev dibe kêmasiyek. Di van rojan de (nîveka dawîn ji Sibata 2006an), hate ragihandin ku damezrîner û endamê lijneya koordînasyonê ya PWD-K Kanî YILMAZ û dîsan endamê heman partiyê Serdar KAYA li derdora Silêmaniyê hatin kuştinê. Wek kiryar PKK tê nîşandan. Bi vî awayî kuştina zilamek ku nêzîkî 25 salan li nav PKK mabe û pişt re ji ber bîrûboçûnên xwe ji rêxistinê veqetiyabe û di nav damezrînerên PWD de cih girtibe, hingê ev dirameke mezin e di jiyana kurdan de. PKK zêdetirîn behsa ‘aştî’yê dike, ji dewletê ‘aştî’yê taleb dike. Belam ewê ku bi yên veqetiyayî re û her wiha, bi rêxistinên din ên kurdan re nikaribin aşt bin, ew tu carî nagihên wê ‘aştî’ya ku ewçend dixwazin…

Dara Cibran: Ew rexneyên ku li PKKê dibûn ta demekê cenabê we zêde tevlî wan nedibû. Heta ku carînan cenabê we diket nav polemîkan. Bi taybetî rexnekirinên kesên ji PKK veqetyayî, cenabê we wek “tomet” binav dikir. Ger ev qewimînên dawîn jî li ber çavan bêne girtin, gelo hûn helwesta xwe ya berê rast dibînin an na?

Îsmaîl Beşîkçî: Zemanek ez di wê baweriyê de bûm ku PKK rastiyê îfade dike. Qewimînên derbarê Kurdistana Başur de, di pêvajoya veqetînên ji PKK de, min bawer dikir ku agahdarkirina PKK rast e. Lêbelê di roja îroyîn de, wek numûne, êdî ez di wê baweriyê de me ku divê derbarê Kudistanê de meriv guhê xwe bide vegotina PDK û YNK jî, gotinên wan jî binirxîne yan jî ev êdî pêdivîyek e ku meriv guhdariya sedemên veqetina kesên ji PKK veqetiyayî jî bike. Girtin û anîna Evdila Ocalanî ya bo Tirkiyê, îfadeyên li Îmraliyê sedemên sereke ne di vê bawerkirine de. Li van salên dawîn PKK her tim behsa “aştîyê” dike. Gelo ji bo çi PKK bi partiyên din ên kurdan re û her wiha bi kesên ji xwe veqetyayî re nabe aşt? Divê ev rewş bi awayekî ciddî bête vekolîn.

Dara Cibran: Birêz Beşîkçî, cenabê we ew şexsiyet e ku li salên 1970an di warê li dijî dagîrkeriyê dirustkirina tezên siyasî bo Têkoşîna Rizgariya Netewî ya Kurdistanê de kedeke mezin daye. Ev tezên siyasî ku hatin behskirin; li ser wê bingeha ku wek welatek azadî û serxwebûna KURDISTANê, wek netewek hukumraniya netewa kurd hatibûn danîn. Ev tezên siyasî ku cenabê we bo duristkirina wan ewçend berdêl daye, li vê heyama ku Ocalan û PKKa wî li hember wan tezan şerekî berfireh dane destpêkirin û her wiha, ji bo ku gelê kurd bi dûvikê dewletê ve girêbidin manîpulasyonê dikin, gelo ev rewa ye ku cenabê we bêdengiyê tercîh bike?

Îsmaîl Beşîkçî: Beşa dawîn a vê têgihaştina we piçek tevlihev e. Ger mebesta têgihaştina we piştî 15ê Sibata 1999an be, hingê ez jî tevlî we dibim. Lêbelê ger mebesta we beriya vê wextê be, ez dê tevlî we nebim. Tesbîta “Bêdengiyê” ne tesbîteke rast e. Hûn axiftina di navbera du-sê kesan an çar-pênc kesan de jî wek “Bêdengiyê” dibînin. Hûn bivê-nevê nivîsek dixwazin an jî daxuyaniyek ku bernameya wê ji berê de hatiye diyarkirin. Dibe ku di vî warî de ji hîn aliyan ve hûn mafdar bin jî. Dara, jiyan bi vî yan jî bi wî rengî her berdewam e… Berpirsiyariyên kesane yên meriv jî hene. Em nikarin mesûliyetên xwe yên din tune bihesibînin! Meriv nikare her tim bi awayekî dînamîk muxalefetê bike û helbet meriv mecbûr e ku berpirsiyariyên xwe yên malbatî/taybetî jî hel bike. Ji aliyê din ve, ew heyecana min a salên 1990î jî êdî nemaye. Lêbelê divêt meriv têbikoşe da ku van neyîniyan bide aliyek. Digel van hemûyan, dîsan jî têgeha “Bêdengiyê” rewşa Beşîkçî îfade nake. Ez bawer dikim ku te baş bala xwe nedaye ser Beşîkçî.

Dara Cibran: Ocalan dibêje, “Ez bi tena serê xwe vê dozê dimeşînim. Tu kes tênagihê ka bê hela ez çi dikim.” Di sala 1997an de li kovara Serxwebûnê jî heman tiştî qiset dike û dibêje “Îsmaîl Beşîkçî jî tênagihaye ku ez çi dikim.” Niha piştî ku em gihane vê qonaxê gelo cenabê we van gotinên Ocalanî mafdar dibîne?

Îsmaîl Beşîkçî: Têkoşîna PKK ji sala 1984an û vir de li pêş çavê raya giştî ya tirkan û kurdan û dinyayê, li ber çavê her kesî pêk dihat. Ev hedîseya ku li pêş çavê her kesî cereyan dikir, Beşîkçî jî hewl daye xwe ku vê têkoşînê bi têgehên zanistî û siyasî fam bike, têbigihê û şîrove bike. Kî tevlî gerîllayan dibe, gerîlla xwe çawan îfade dikin, armanca gerîllayan çi ye, çi dixwazin? Jin çawan tevlî gerîllayan dibin, ji bo çi tevlî dibin? Ewên din, bo numûne, bizavên çepgir ên tirk, bizavên neteweperst ên tirk bi çi çavî li gerîllayan dinihêrin, çawan têdigihên û hwd. Di vî warî de belge û weşan û çavkaniyên ku têne nirxandin, kitêb û nivîsar û axiftinên Evdila Ocalanî jî di nav de, ew çavkanî û weşan in ku her kes dikare xwe bigihîne wan. Helbet her meriv ji van axiftin û nivîsar û kitêban tiştek fam dike, Beşîkçî jî wisan fam kiriye, bi vî awayî têgihaştiye, belam ji bilî tiştên ku hatine gotin, hatine nivîsandin an jî qisetkirin, jê wêdetir divêt meriv li pey nekeve ku niyeta Ocalanî çi ye, tiştê ku negotiye çi ye? Lipeyketineke Beşîkçî ya bi vî awayî nîn e. Tiştek ku ji axiftin û nivîsarên Ocalanî neyête famkirin jî nîn e! Ev gelek vekirî ye ku îfadeyên li Îmraliyê, bo numûne, hizrên derbarê kemalîzmê de paşdegavavêtina  ji hizrên berê ye. Ji gotinê wêdetir sekn muhîm e. Ew ne xwedî sekneke qewî/rast e.

Ez wek kesek di wê hêviyê de bûm ku dê têkoşîna gerîlla li nava kurdan hizra netewî, hizra welatperweriyê geş bike. Ev hêvîya min di avê de çû! PKK qala kurdan û Kurdistanê dike, van peyvan, van kategoriyan gelek tîne zimên lêbelê bi zimanê tirkî! Nivîsandina wan bi tirkî ye û her wiha, kultura tirkan dijîn. Ji bo zimanê kurdî, kultura kurdî tu heyecana PKK nîn e. Ewên ku bi zimanê xwe re, bi kultura kurdî re eleqedar in û mafên kurdewar taleb dikin jî, PKK bo wan dibêje “nîjadperestên kohne (ilkel milliyetçi)”. Divê ev babet baş were vekolîn û li ser bête hizirîn.

Dara Cibran: Gelo sedemên derûnî (psîkolojîkî), civakî (sosyalî) û siyasî çi bûn ku dikarîbûn bi zanyarek/rewşenbîrek bo lîderê partiyekê “Serokê min” bidine gotinê?

Îsmaîl Beşîkçî: Xîtabeke wisan heye? Kê gotiye? Li ku û kengî gotiye? Ez bawer im ku we xelet dane têgihaştin. Ger mebesta we Beşîkçî be, ev ne rast e, na, ger mebest ji hinekên dî bin hingê ji wan bipirse. Helbet bo xîtabkirinê terzekî ne baş e, ev awa xîtab nayê taswîbkirin.

Dara Cibran: Heke rast di bîra min de mabe, ez bawer im dema wê Komelkujiya Ikiyaka bû. Ji dadgehkirinên we dema danişînekê hatibû. Cenabê we ji bo protestokirina Komelkujiya Ikiyaka ku ji aliyê dewletê ve pêk hatibû derneket pêşberî dadgehê. Pişt re jî PKK li Ewropayê bi daxuyaniyekê vê komelkujiyê girte ser xwe. Gelo cenabê we çi hîs kir?

Îsmaîl Beşîkçî: Baş nayê bîra we. Komelkujiya gundê Satê (Gever-Culemêrg) di 24ê Kanûnapêşîna 1989an de çêbûbû. Ev komelkujî ji aliyê hêzên taybet ên dewletê ve ku cilên gerîlla li xwe kiribûn hatibû kirin. Helbet bi destê îtîrafçiyan. Îcar ewa ku hûn behs dikin, Komelkujiya gundê Gerê (Basa-Şirnex) ye ku di 10ê Hezîrana 1990î de çêbûbû. Wê dema ku ev komelkujî pêkhatibû danişîneke min li dadgehê hebû û ez beşdar bûbûm, min li dadgehê viya anîbû ziman. Ez bawer im ku derbarê girtina ser xwe ya PKK de xeletiya te heye. Lêbelê dibe ku wisan çêbûbe, ku ev operasyonên bi vî awayî, ger meriv peçkî din rasttir bibêje, karên bi vî awayî bi destê îtîrafçiyên ku ji PKK veqetiyane têne kirin. Dibe ku wan li ser navê PKK vê komelkujiyê girtibe ser xwe.

Bi vê wesîleyê ez ê jî pirsekê ji cenabê we bikim, gelo çima di şûna “Satê” de hûn dibêjin “Ikiyaka”?

Dara Cibran: Teoriya “Gulleya Yekem” li navbera cenabê we û hindek kadroyên siyasî yên kurd de bû sedemê polemîkê. Cenabê we aniha jî derbarê teoriya “Gulleya Yekem” de xwedî israr e? Ger bersiva we “Belê” be, hingê divêt em wisan fam bikin ku ‘Gerîlla’yên PKK îro jî bi dewletê re di nav şer de ne? Bi gotineke din, gelo ji bo Komara Kemalîst bi dewletê re di nav şer de ne?

Îsmaîl Beşîkçî: Ez li ser teoriya “Gulleya Yekem” xwedî israr im. Li gor zeman û mekanê xwe meriv dikare gulleya yekem wek xweparastinê jî bibîne. Bo numûne, meriv dikare parêznameya DDKO a li dewra rejîma 12ê Adarê bi vî awayî têbigihê. Lêbelê pêngava 15-16ê Tebaxa 1984an xwedî naverokeke cihê ye, ez ne bawer im ku hûn jî ji viya cihêtir tiştek difikirin. Ev beyan bes ji bo sala 1984an e, heta girtin û anîna Evdila Ocalanî bo Îmraliyê ye, ne ji bo têkoşîna nuh a ku ji Hezîrana 2004an û vir de dest pêkir, ango ne ji bo pêvajoya dawîlêanîna agirbestê ye. Ev rewşa nuh bi talîmatên ku ji Îmraliyê hatin dayîn re dest pêkir. Îmralî jî, di bin kontroleke tund a dewletê de ye. Talîmatên şer di çi şertan de, bi kîjan hêviyê, di bin kontroleke wisan de çawan gihane çiyayên Qendîl?

Dara Cibran: Wek zanyarek keda ku cenabê we pêşkêşî Têkoşîna Rizgariya Kudistanê kiriye nayête înkarê. Belam kesin di wê baweriyê de ne, ku cenabê we bi destekdayina PKK re xisarê daye vê têkoşînê. Di vî warî de cenabê we xwe di bin zarûretiya beyanatekê bo raya giştiya kurd de nabîne?

Îsmaîl Beşîkçî: Ez xwe di bin zarûretiya beyanatekê bo raya giştî de nabînim. Ez fikrên xwe yên derbarê heta 15ê Sibata 1999an bi awayekî giştî muhafeze dikim, lê hûn jî dikarin Beşîkçîyî bidin ber rexneyan. Hêsaniyeke wisan jî heye, ku tevayî nivîsên Beşîkçî bi navê wî weşiyane, meriv jê nakeve dudiliyê ku bibêje “Gelo ev nivîs aîdê Beşîkçî ye yan na?” Hûn dikarin bi hêsanî xwe bigihînin van nivîsaran. Rexneyên we yên di van waran de dê ji bo Beşîkçî jî kêrhatî bin.

Dara Cibran: Ji bilî çend kesan “rewşenbîrên tirk” di nav wê çarçoveya ku dewletê nîşan kiriye de man. Li gor cenabê we “rewşenbîrên kurd” hem li hember dewleta hukûmran û hem jî li hember îdeolojiyên hakim ên li Kurdistanê dikarin di kîjan radeyê de însiyatîfeke serbixwe derxînin meydanê? Li gor cenabê we em dikarin behsa kategoriyeke rewşenbîrên serbixwe yên kurd bike?

Îsmaîl Beşîkçî: Kurd her tim behsa “çareseriyê” dikin, belam beriya “çareseriyê” pêşî çawaniya pirsgirêkê, rabirdûya wê ya dîrokî û her wiha divê bête zanîn ku çima ev wek pirsgirêk maye? Piştî Şerê Yekem ê Cîhanê di çarçoveya Yekîtiya Netewan de kirasekî lanetî li stûyê kurdan kirine. Rewşenbîrên kurd wî heyamî ji xwe re nakin derd, bi têgehên wek “birayetî” û “enternasyonalîzm”ê dixwazin vî heyamî di ser guhê xwe re biavêjin û her wiha, her tim behsa “çareseriyê” dikin. Ev jî, bi awayekî giştî dibe çareseriyek ku îdeolojiya fermî zêde jê aciz nebe. Bi van pêşniyazên çareseriyê ku têne zimên re bi awayekî sergirtî dixwazin bidin zanîn ku ew naxwazin zêde dîtinên fermî aciz bikin. Ez di wê qenaetê de me ku ji aliyê hêzên navnetewî ve li pişt deriyan munaqeşeyek hatiye kirin ku li dawiya sala 1919an dest pêbûye û heta bi destpêka sala 1921ê dawî lê hatiye. Ez wisan bawer dikim ku ev kirasê lanetî ji wê demê ve li stûyê kurdan hatiye kirin. Kurd, heyameke wisan wek “tune” dihesibînin û radibin behsa “birayetiyê” û “enternasyonalîzmiyê” û “çepgiriyê” dikin. Li gor qenaeta min ji bo rehetiya xwe esasê meseleyê di ser guhê xwe re diavêjin.

Ji bo çi qismekî mezin ji rewşenbîrên kurdan her tim behsa “çareseriyê” dikin? Çunke tirk her tim behsa “çareseriyê” dikin lewma! Nexwe em mehkemekirinan, danişînan bînin bîra xwe, dema ku li mehkemeyan behsa kurdan û Kurdistanê dihate kirin, ji dozgerine xeşîm yekî digot, “Başe, çare çi ye?” û diket nava munaqeşeyê, lê pişt re guhê wî dozgerê xeşîm dihate kişandin û ew jî êdî xwe nedida nêzî munaqeşeyeke wisan, heta ku jê dihat pêşî lê digirt ku munaqeşeyeke bi vî awayî çênebe. Ji ber van hemû tiştan gelek zehmet e ku meriv bibêje kategoriyeke rewşenbîrên serbixwe yên kurd heye, lê ger wek takekes em binihêrin helbet rewşenbîrên kurd hene.

Dara Cibran: Di van demên dawîn de her ku diçe qewimîn li ser hev çêdibin; em dibînin ku li Mersînê “Provakasyona Alaya Tirkiyê” pêk tê, li bajarên keviya Deryaya Reş ciwan têne lînçkirin ku serê vê yekê diçe heta bi hin deran. Derdorin vê yekê wisan şîrove kirin ku ev yek karê wan hêzan e, ewên ku dixwestin pêşî li pêvajoya muzakereyê ku di 3 Cotmehê de bi YE (Yekitiya Ewropa) re dihate destpêkirin bigrin. Dîtinên cenabê we yên li ser vê babetê çi ne?

Îsamîl Beşîkçî: Tê dîtin ku carînan kurdên ku koçî bajarên rojavaya Tirkiyê kirine yan jî kurdên ku li van bajaran dimînin ji aliyê hin derdorên nîjadperest, hin nasyonalîstên tirk ve têne tacîzkirin. Li Mersînê di Newroza 2005an de çêbûna wê meseleya Alaya Tirkiyê û her wiha, ew êrîşên lînçkirinê ku li bajarên keviyê Deryaya Reş pêk hatin, di vê çarçoveyê de têne dîtin. Dibe ku ev karê tevgerên ku dixwazin pêşî li pêwendiyên bi Yekîtiya Ewropayê re bigrin be. Ev tevger organîzekirî û hêzdar in, çunke pêwendiya wan bi “Dewleta Kûr” re heye. Digel van hemûyan, dîsan jî ez ne di wê baweriyê de me ku li navçeyên rojavaya Tirkiyê pevçûnên hîn ji vana zêdetir, hîn ji vana berfirehtir çêbibin, bo numûne, ez ne di wê qenaetê de me ku dê xelk bikeve pêsîra hev. Sedemê viya ev e, li hemberî kurdan polîtîkaya bingehîn a Komara Tirkiyê asîmilekirina kurdan e. Ji bo vê yekê bi polîtîkayeke sîstematîk gelê kurd ji ser axa bav û kalan, ji war û wetenê wan radikin û ber bi Anadoliya Rojava ve diajon. Ev kirineke sîstematîk e ku gund têne şewitandin, berê malbatan bi awayekî komelî didine bi aliyê rojavayê ve, berê nefîkirinê (surgun) her tim bi aliyê rojavayê ve ye. Bi vî rengî ew hêvî dikin ku dê kurd asîmile bibin, bibine tirk. Li Rojhilatê, ango li herêmên kurdan bi nekirina tu mesrefek bo binesaziya sanayiyê, li rojhilata Tirkiyê bi pêşîlêgirtina geşbûna çandinî û sanayiyê, bi paşdexistina herêmê re dixwazin ku nufûs ji cihê xwe biherike. Em wê nameya Turgut Ozalî bînin bîra xwe ku di dawiya salên 1980an de ji Silêman Demirelî re şandibû, di peyama xwe de serokkomar (reysîcumhur) digot, “Ger em bi qasî 500 hezar kurdî, ji wargehên çiyayên asê, ji warên wan rakin û ber bi rojavayê ve biajon hingê dê pirraniya vê meseleyê jî hel bibe!…”

Piştî ku kurd li bajarên rojavayê yên wek Bursa, Îzmît, Denizlî û Aydinê bicih bibin êdî ji aliyê hêzên çekdar ên dewletê ve nayêne tacîzkirin. Dihêlin ku ji xwe re dezgehek saz bikin, şirîkatiyê bikin, heta ku di vê pêvajoyê de dewlet bi xwe alikariya maddî jî dike, bo numûne, dihêle ku ji bankayan krêdî peyda bikin, lêbelê heman kes, bo numûne, dema ku bixwazin li herêmên kurdan fabrîqeyek an dezgehekê saz bikin hingê gelek astengî û zehmetî ji wan re derdixînin, ne mumkûn e ku krêdî bikeve destê wan. Ger ev malbat li Rojavayê her tim bêne tacîzkirin, ger jiyîna li wan deran ji bo wan ne mumkûn be hingê dê cardin vegerin gundên ku jê hatine, ango dê vegerin Kurdistanê. Belam ev jî ji bo proseya asîmîlasyonê ne baş e!

Dara Cibran: Birêz Beşîkçî, ger em hewldanên Dewleta Osmanî jî bihesêbin ev dike serê 200 salan, ku ev mêjûyeke gelek dirêj e, Tirkiye her dixwaze bibe rojavayî. Lêbelê em dizanin ku hema bibêjin tevayî dewletên Kampa Sosyalîst a hilweşiyayî di demeke kin a wek 13-14 salan de derbasî demokrasiya lîberal bûn û her wiha, pêvajoya sîstema ekonomiya lîberal jî birin serî û tevlî Yekîtiya Ewropayê bûn. Li gor cenabê we şertên Tirkiyê di babetên wek ekonomî û mentalîteya civakî û demokrasiyê de gihane radeya pêvajoya tevlîbûna Yekîtiya Ewropayê?

Îsmaîl Beşîkçî: Îdeolojiya fermî di sîstema siyasî ya Tirkiyê de gelek hêzdar e, wek sazî bingeh girtiye. Îdeolojiya fermî girîngtirîn saziya sîstema siyasî ya tirk e. Û ne tenê ji bo sîstema siyasî her wiha, ji zanistiyê (îlm) û cereyanên hizirînê re jî rêberî û pêşengiyê dike. Ne mumkûn e ku dewletek xwedî îdeolojiya fermî demokratîze bibe. Ev îdeolojiya fermî ji aliyê zanîngeh û organên dadmendiyê û partiyên siyasî û sendîka û saziyên civakî yên sivîl ve bi heraret tê destekkirin. Li salên 1970an, li salên 1980an bo Afrîqaya Başûr digotin “Nîjadperestirîn dewleta li dinê ye”. Wê demê serkokomarê îdareya postspî De Clark bû. Ev zilam, serokomarê wê zîhniyetê bû ku Nelson Mandelayî 27 salan li zindanê hişt. Di hilbijartina sala 1994an de Nelson Mandela bû serokkomar, De Clark jî ji bo cigirê serokkomariyê hate hilbijartin. Ev, bi me dide nîşan ku îdeolojiya fermî li welatek ku zemanek wek “nîjadperestirîn dewleta li dinê” dihate hesibandin lê wek ku hatiye dîtin, îdeolojiya xwe ne ewçend jî hişk bûye, dikare xwe nerm bike û her wiha, tê dîtin ku wek sazî bingeh jî negirtiye. Belam li Tirkiyê îdeolojiya fermî wek sazî qewîn bingeh girtiye, gelek hişk e.

Di bersiva pirsa heftan de, me qala li salên 1985-1988an li Bulgarîstanê pêkhatina operasyonên bulgarkirinê, guhertina navan kiribû. Li Bulgarîstanê van kirinan zêde dewam nekir. Li hember reaksiyonan, li ser rexneyên cur bi cur dewleta Bulgar dev ji van kirinên xwe berda û dû re ziman û kultura tirkî azad kir. Tirk li Partiya Mafan û Azadiyê organîze bûn. Ev partî îro li Bulgarîstanê şirîka hukûmetê ye. Belam li Tirkiyê hê jî kurd nikarin navên kurdî li zarokên xwe bikin. Ev, dide nîşan ku li Bulgarîstanê jî îdeolojiya fermî ne ewçen hişk bûye. Û îhtîmaleke mezin e ku li Bulgarîstanê di bi proseya tevlîbûna Yekitiya Ewropayê re ev îdeolojî hîç bandora xwe nemîne.

Li sîstema siyasî ya Tirkiyê jî, em bi îdeolojiyeke fermî ya hişk re rûbirû ne. Îdeolojiya fermî naguhere. Civakek ku bi lez diguhere ji aliyê îdeolojiyekê ku qet naguhere ve tê rêvebirin. Divêt em careka dî tekîd bikin ku ev îdeolojiya fermî bi cirmên îdarî û cezaî tê xwedîlêderketin û parastinê… Digel viya, dîsan jî li Tirkiyê hewlek heye ku dixwazin tevlî Yekîtiya Ewropayê bibin, ango têkevin nav koma dewletên demokratîk. Di vê mijarê de fikrê min ev e, Tirkiye dev ji hewlên tevlîbûnê bo YE bernade, çunke “Ewropayî bûyin” prestîjeke mezin dide. Bo numûne, ger tevlîbûna Tirkiyê ya bo Şampiyonaya Futbolê ya Ewropa bête astengkirin dê Tirkiye reaksiyoneke mezin nîşan bide. Ger nehêlin Tirkiyê ji klasmana Ewropayê tevlî Şampiyonaya Futbolê ya Cîhanê bibe, ji Tirkiyê re bibêjin “Hûn ji klasmana Asyayê tevlî Şampiyonaya Futbolê ya Cîhanê bibin” ev dê wek heqaretekê bête dîtin. Ger tevlîbûna Tirkiyê ya ji kilasmana Ewropayê bo Musabeqeya Miss World bête astengkirin û ji Tirkiyê re bibêjin “Hûn ji klasmana Asyayê tevlî musabeqeyê bibin…” dîsan bi vî awayî. Ji ber van tiştan Tirkiye hîç caran dev ji tevlîbûna Yekîtiya Ewropayê bernade, belam Tirkiye dev ji edetên xwe, dev ji fehma hukûmraniya tirk, dev ji awayê rêvebiriya xwe jî bernade. Li ser kurdan û elewiyan her tim fişar, wek metodeke pirsyarkirinê îşkence, wek tolhildanê îşkence û hwd. Ji bo xatirê ku Yekitiya Ewropayê dixwaze di Qanûna Bingehîn de, di hin qanûnan de guhertinên piçûk ku çêbibin jî belam nahêlin ku ev guhertin di jiyanê de bêne tetbîqkirin.

Em ferz bikin ku li hember serlêdana Tirkiyê YE viya gotiye: “Qanûnên xwe, tetbîqên xwe li gor sitandardên YE sererast bike. Ji te re salek muhlet” Tirkiye di vê muhleta salekê de di meseleya kurdan de, di meseleya elewiyan de, di meseleya ekaliyetan de û di meseleyên wek komelkujiya ermenan de dê hîç gavekê neavêje, belam di dawiya muhletê de dê behsa arezûya xwe ya tevlîbûna Ewropayê bike û bibêje, “Jixwe, ev serê 200 salî ye ku em Ewropî ne…” Ger muhleteke dî bo salekê bête dayîn dîsan dê heman tiştî qiset bike. Tirkiye dev ji van her du reftariyan bernade. Di navebera jiyana hizrî ya tirk û demokratîzasyona ku li cîhanê tê dîtin; modernbûn, siyaseta nasnameyî û gilobalîzebûn ku wek cereyanên hizrî yên bingehîn geş dibin de ferqeke gelek mezin heye. Lewre ew nasnameyên ku ta niha di bin fişarê de bûn, ji bo geşbûna wan rê nedihate dayîn, van cereyanên hizrî yên bingehîn kirin ku ew derkevin pêş. Lêbelê îdeolojiya fermî her dixwaze ku li ser van grûban fişara xwe berdawm bike. Te divê YE û te divê Tirkiye, her du jî di vî warî de hevûdin dixapînin. Her du jî ji hew haydar in lê her du jî ji vê pêvajoyê memnûn in.

Dara Cibran: Gelo fikr û awayê berxwedana Gandî dikare ji bo kurdan bibe modelek?

Îsmaîl Beşîkçî: Ez ne di wê qenaetê de me ku fikr û çalakiyên Gandî bikaribin ji bo kurdan bibin modelek. Ji vî awayê têkoşînê re sebr divê. Belam kurd jî gelek bêsebr in. Ger kurd îro çalakiyekê li dar xînin, bizavekê ava bikin dixwazin sibeha din jî tesîra wê bête dîtin û jê bixwin.

Dara Cibran: Bo rayagiştî ya kurd û raya giştî ya tirk peyama we çi ye?

Îsmaîl Beşîkçî: Îro li dinyayê 204 dewlet hene. Qismeke mezin ji van dewletan di Yekîtiya Netewan de endam in. 204 dewlet beşdarî Olîmîpiyatên Atîna yên sala 2004an bûn. Ji van dewletan qismê mezin nufûsa xwe kêmtir ji milyonekê ne. Ewên ku nufûsa xwe kêmtir ji 500 hezarî û heta dewletên ku nufûsa xwe ji viya jî gelek kêmtir hene. Firehiya welatên wan jî gelek piçûk e. nufûsa dewletên wek Lukzemburg û Qibrîs û Malta ku endamê Yekitiya Ewropayê ne gelek kêmtir e ji Kurdistanê û bi firehiya xwe jî gelek-gelek piçûktir in. Digel viya jî, ne di heyama Cemiyeta Miletan de û ne jî di dema Yekitiya Netewan de hîç caran di saziyên navnetewî de navê kurdan derbas nebûye. Bo numûne, Lukzemburg dewletek xwedî 450 hezar nufûsî ye lê di biryarên Yekitiya Ewropayê de xwedî îmze ye. Û Yekîtiya Ewropayê jî carînan di biryarên ku digre de diyar dike ku ew naxwaze li Rojhilata Navîn, li Iraqê sînor werin guhertin û dibêje “Em naxwazin dewleteke kurdan a serbixwe bête danîn!” Ewropa, ji bo ku bikarîbe bibêje “Bila kurd di nav sînorên dewletên niha de bibin xwediyê hîn mafên kulturî…” lewma viya dibêje, yan jî, ji bo ku pêşniyazên xwe derbixîne pêş, bi van kêmkirin û qedexekirinan dest bi danîna biryarên xwe dike… Lukzemburg jî bi vî awayî paşeroja/çarenûsa kurdan tayîn dike! Gelo dewletek xwedî nufûsa 450 hezarî kesî çawan dikare paşeroja/çarenûsa miletekî xwedî 40 milyon nufûsî ye tayîn bike? Di vira de, kanê exlaqê siyasî? Ev hemû, bo me dibin nîşandar ku bê hela nîzama navnetewî bi çi awayî di eleniya gelê kurd de ava bûye. Ma divêt ev nîşandar çawan li nav dil û cergê kurdan tofanan ranekin? Ji vê çendê, li vir divêt rexneya bingehîn li kurdan bête barandin. Kurd, bi siloganên wek “birayetî” û “enternasyonalîstî” û “çepgirîtiyê” dixwazin vê rewşa lanetî biveşêrin, bi vî awayî ji muşkuleyên xwe yên esasî direvin.

Dara Cibran: Ez gelek spasdar im ku cenabê we wextê xwe yê hêja bo me terxan kir.

Îsmaîl Beşîkçî: Ez spas dikim. Gelek silav û heskirin bo xebatkarên Peyamaazadî…

16 Sibat 2006

Did you like this? Share it:
Hîn tu şîrove giredayê gotarê nîn e
Bersivê bide vê şirovêye
Pêwîst e
Pêwîst e