Helbest û Ziman

Rayên ziman di helbestê de ye û zimanê helbestê ne zimanê rojane ye

Çawa helbestvan hestên xwe derbasî xwendevanên xwe dikin? Zimanê ku helbest pê tê nivîsandin û zimanê helbestê çi bandorê li hev dikin?

Berî ku bersiva van pirsan were dayîn pêwîst e ku mirov, li dema kesên helbestê dixwînin an jî guhdar dikin, li rewşa wan ya ruhî binêre. Ya duyemîn, Têgihîn, nêrîn, çavderî, şêwê xeyal anîna ziman û bi hêzbûna derbirîna helbestvan hesab bike. Ya sêyemîn, bikaranîna zanîna ziman di helbestê de ye. Ku ev merc hemû bi cih hatibin, tabloyeke serkeftî tê pêşberî mirov. Ev hemû  pêwîst e ku neyîne jibîrkirin û li ber çavan werin girtin. Piştre mirov dikare li bersiva pirsên jor bigere.

Giovanni Battista Vico, di derbarê dîroka helbestê de dibêje: ’’Rayên ziman di helbestê de ye. Mirovên pêşî ji bo êş û şadiyên xwe bêjin, bi formê helbestî peyîvîne. Ev peyvên pêşî, ne peyvên ferhengê bûn, di nava xwe de derbirîna pişkivîna helbestê bûn.’’

Bi peydekirina ziman re helbest weke şêweyê nivîsa pêşî hatiye dîtin.

Mirov dikare bêje, temenê peydakirina deng û bi hev re peyvîna mirovan ji bo têgihiştinê û ya helbestê yek e.

Li ba zimanê rojane, xwezeya ku mirov lê difikirîn ji bo bandora xwe lê bikin û dîtinên xwe bêjin, zimanê sêhrî çêkirin. Ev xisûsiyêta vî zimanî bû pêşengê zimanê helbestê. Helbest; watefirîna xeyalê ye û xeyal jî zimanê helbestê ye. Ev ziman e ku helbestê ji xeberdana rojane cuda dike û ziman dike giyanê helbestê. Ku ziman nebe, helbest jî tune ye. Ziman e yê ku bi aheng û muzîkê nava helbestê dilivîn, ku livîn nebe, jiyana helbestê tune ye. Platon di danasîna helbestê de, gotina zimanê sêhrî bikar aniye.

Di helbestê de ne gotinên tevlîhev û hevokên dirêj, gotinên kurt û hevokên derûnî bandora xwe zêdetir li ser mirov dihêlin.

Helbestvan û rexnegirê îngilîzî T.S. Eliot Di nirxandina hunera helbesta Dante de wisa dibêje, ’’ku pêwîst be em behsa zanîst û hunera helbestê bikin, tiştê em ji ’’Cehennema’’ Dante fêrbûyîn ewe ku helbesta herî mezin heta mimkun be, bi kêm gotinan hatiye pêşkêşkirin. Bi qasî ku mimkun be pûte (îhtimam) dayîne sade û derûniya afirandinê ye.’’

Mewlana jî dibêje, ’’bi kêmpeyv û derûnî bêje.’’

Ji bo ku helbestvan karibin vê bikin, pêwîstiya helbestvanan bi naskirina hemû nazikî û aliyên ziman heye.

Helbestvanên ku ziman nasnekin û xezîna wan a peyvan lawaz be dikevine nav kêmasiya dubarekirina peyvan.

Pirsa helbest çawa tê nivîsandin ji Raymont Queneau tê kirin, ew jî bersiveke wisa dide.

’’Baş hilbijêre baş bicih ke

Yekîtiya çend peyvan çêke.’’

Helbest hêza xwe ji ziman digire, hevîr û hevîrtirşê wê jî ziman e. Çawa ku ziman ji hêmanên helbestê hêz digire û digihê derbirînê, helbest jî li kudera cîhanê hatibe nivîsandin bila hatibe nivîsandin, ti ferq nîne. Helbesta ku bi naverok, xeyal, bi formê afirandinê, bibîrxistin, bi coşa hunandina tevna dengan, eger bandora xwe li ser mirovan kiribe, di vê serkeftinê de para bi hostatî, bikaranîna ziman pir mezin e. Helbest bi xweşikkirina raman, hest, xeyal û zelaliya nêrînên helbestvan, bê Paseport xwe digehine hemû dilan.

Helbestvan xeyalan bi gelek curan dertînê pêş. Bi derûnya dirûvdanan, hostatiya gotinan û têgihiştinan, lêkanînên (pevanîn) ku ziman berê bikaranîn, an hê bikar nehatin digire destên xwe û pêşkêş dike. Ya ku van hemûyan werdigerêne derbirînê peyvok in. Yên nirxandina deng bi hostatî nîşan didin û helbesta ku bandora xwe li me dike ew in. Zimanê helbestê, zimanê hemû cîhanê ye. Wê demê tiştê helbestê dike zimanê hemdem, dike zimanê cîhanê hûnandina zimanê helbestê ye. Ya ku di nav çalakiyên destpêka entelektueliya mirov de cih girtî helbest e.

Di dîrokê de şêwê nivîsa pêşî xwe nîşan dayî helbest e. Dem dem bi xew ve çûbe jî, dem dem ji nedîtinê re hiştibe jî, heta gelek ceran bi çavên biçûk lê hatibe meyzandin jî, xisleta ku karibû hebûna xwe bi hebûna mirovan re meşandî bikaranîna hostatiya ziman e.

Bêyî dirêj kirina mijarê divê ku bêjim ji serdema pêşî, heta serdema me, hemû civakên mirovan li dervî zimanê têgihiştina rojane zimanekî cûda afirandin. Ev ziman, zimanê helbestê ye û zimanê ku helbestê dike zimanê cîhanê ev e.

Civakên ku helbesta wan nebin nînin. Mîna ku em dizanin tiştên helbest ji wan pêk tê hest û raman in. Ya ku helbestê dike helbest jî, bikaranîna van amûran çalakiya afirandina berhema nû ye. Û amûra di vê çalakiyê de tê bikaranîn weke min li jor jî gotibû ziman e. Hestên mirov çiqasî pir dibin bila bibin, ramanên mirov çiqasî tûj û hêja dibin bile bibin, ya herî girîng bi zanîna ziman pêşkêş kirina wan hest û ramanan e.

Bi kîjan zimanî were nivîsandin bila were nivîsandin ji bo çi armancê dibe bila bibe, bi çi rêbazê dibe bila bibe, kîjan hestan, ramanan, xisûsiyetên kîjan formî nîşan bide bila nîşan bide, tiştê têgihiştina helbestê dike, şêwê gotinê û ahenga dengên ku mirovan dilerizîne ye.

“Negirî dayê ne lorîne

rondikên ziwa ne barîne.’’

Ev hevokên helbestê dixwazê li Ewrupa, an li Kurdistanê hatibe gotin, dîsa jî mirovan dihejêne.

Ji ber ku zimanê helbestê ji zimanê rojane cuda ye, helbest dibe navenda pêşxistina ziman û xeyala mirovan. Ev ziman bi şêwekî ku li guhên mirov xweş were û bi hevokên lihevkirina gotin û muzikê tê gotin.

Helbest; çanda ku zimanan xweşik dikê ye.

Ziman, bi zimanê helbestvanan xweşiktir dibin. Helbestvan bêjeyan zelal û peyvan sipehîtir dikin. Helbestvan dengan dikine stran û ramûsan. Dengên ku helbestvan didine helbestê dengên sêhrî ne, di hest û ruhê mirov de dibine mîna gul û stiriyên gulan.

Helbest; ne komkirina qelabalixa peyvan e.

Yeko, yeko bi wijdan û bi şêwekî dadwarî bi cihkirina cihê ku mafê wana ye. Her tîp, her peyv û her hevok di cihê wan de bicihkirin e. Zimanê helbestê bi peyvan, ronahiya pêşveçûnê pêdixê. Rengvedana hest û ramanê, hilpekandina mantiqê û di nav ziman de afirandina ziman çêdike. Zimanê helbestê, qabiliyeta hevoksazî û fêrbûna hilbijartina peyvan, ol û felsefa zanîna ziman e.

Zimanê helbest, peyva hêjayî gotinê, hunerê peyva ji dil û nazikî jê tê xwestin e. Nivîsa bingehê nirxandina xeyalê bi ramanê ye.

Hestdariya zimanê helbestê, balê dikişînê ser xwe. Bandorê li ser xwendevanên xwe çêdike. Pêwendiyên deng û watê hêzê didine hev û gazî xwendevanan dikin.

Form, deng, wate û peyama zimanê helbestê, di guhartina hest û baweriyên xwendevanan de dibe pira veguhartine.

Zimanê helbestê, bi hevoksaziyê tixûbên ku di nav rastiya naveroka mijarê û şêweyê ragihandinê de radike. Armanc ewe ku mebest were ragihandin. Ev taybetmendiya zimanê helbestê, di giyanê civatê de erdhejê çêdike.

Raman, hest û têgihiştina civatê bi pêş ve dibe. Ziman û helbest bi hev re sîstemeke din ava dikin. Sîstema ku ew ji hev fêhm bikin û hêla balkêş jî ev e.

Zimanê helbestê zimanê civatan nû dike û bi pêş ve dibe

Jean Cocteau ji bo bikaranîna vî zimanî ji helbestvan re dibêje. ’’Ne ji bo gotina masê peyva masê, ne ji bo gotina çûkan peyva çûkan, ne ji bo gotina evînê peyva evînê di helbesta xwe de bêje’’…

Helbestvan bi işeret û sembolên sergirtî li pêşxistina ziman fireh dinêre. Bi hêza ziman hest û ramanên xwe li gorî demê, li gorî pêwîstiyên rojê xwe xurt dike. Bi guhertinên nû ji pêşve çûnê re xizmetê dike. Di vê rêwîtiya pêşveçûnê de bandora xwe li ziman dike û her wisa zimanê xwe nû dike. Di nûkirin û pêşxistina ziman de ne bi tenê avakirina hevokên nû çêdike, di şêwê gotinan de guhertinê dike. Riyên pevgirêdana gotinên nû derdixe pêş û êrîşî hin kevne prensîpên tengkirina ziman dike. Bi riyên nû, bi peydekirina hevokên nû, helbest xwe ava dike. Ev hevok ji helbestê re dibine bingehê dîwarên ziman ku wê û zimanê ku pê tê nivîsandin bi pêş dixe.

Di cureyên nivîsên yên din de, mêjî di bingehê afirandina raman û avakirina hevokan de giraniya xwe dide bikaranîna lêkeran, naxwaze ji rêzimana ku heyî derkeve. Lê helbest bi gotinên xweser, yên wategiran ku di axaftina rojane de pir nayên bikaranîn û bi piranî bi hevokên bê lêker tê avakirin.

Raman, hest û serpêhatiyên ku bi wî formî tên hunandin, dibin mijarên ku zimanê helbestê ava dikin û hêzê didine û bi zimanê helbestê re zimanê ku helbest pê tê nivîsandin jî, hêzê ji zimanê helbestê digire. Herdu hev xweşik dikin, dewlemend dikin, hev pêşdixin û ya herî hêja hevdu nû dikin. Mîna du xoşewîstên ciwan ku bi hev şa dibin û yên li derdora wan jî bi dilxweşiya evîndaran dilxweş dibin. Zimanê helbestê û zimanê ku helbest pê tê nivîsandin jî, bi hev şa dibin û mirovahî bi vê şabûnê re li xweşikatiya xwe digere.

Mîna baxekî gulan ku bi destên baxvanekî zîrek were çandin û hemû hunerê xwe di ciwankirin û sipehîkirina bax de bikar bîne ye. Li gorî ahenga rengan her rengî li cihê wan deyne ye. Li gorî bejnbilindiya wan her yekê bi cih bike û li gorî mezinatiya gulistanê her tiştên din bi cih bike û mirovên li kulîlk û gulistanê binêrin dilxweş bibin. Zimanê helbestê û zimanê ku helbest pê tê nivîsandin jî, wisa li ber çavên xwendevan hevdu xweşik dikin. Ku her kulîlkek li cihekî cuda bin vê ahenga xweşikiyê nadin.

Dibe ku yeko yeko kulîlk xweşik bin, ji bo ku bi tenê ne mirov bi rihetî dikarê wan jêke û pêşkêşî hev bike. Lê ji ber ku di nav gulistanê de wisa xweşik hatine tevgerkirin, mirov bi tenê difikirin ka hê baştir çawa dikarê wan bi cih bike û li sipehîkirina gulistanê digerin.

Roman Jakobson dibêje, ’’gava ravekirin û lêkolîna avabûna zimanekî bê kirin, divê lêkolîn û ravekirineke kûr di derbarê fonksiyonên helbestvaniya wî zimanî de bê kirin.”

Hêza ku bi helbestvan vê bêrîkirinê didê zayîn raman e. Amûra ku vê hesretê digihêne civatê û bi civatê dide hezkirin jî ziman e.

Konfuçyus dibêje, ”ger yek (mirov) hînî hêza gotinan nebe, hêza mirovan jî nas nake.”

Ziman, jiyan û xweza bi rê û şêwên taybet alîkariya hevdu dikin û hevdu peyde dikin. Her ku diçê dan û sitandina wan zêde dibe û hevdu baştir nas dikin. Helbestvan jî,  di nav demê de ziman nas dike û helbesta xwe dike amûra hezkirinê.

Zanîna hilbijartina hevok û peyvan nasnama helbestvan e

Paul Eluard dibêje; ’’ji bo helbestê, pêwîstiya me bi kêmhevokan heye, ji bo ev pêk were hemû hevok pêwîst in.’’ Ji bo bikaribin vê bikin, pêwîstiya helbestvanan bi hostatiya hilbijartina peyvan heye. Peyvên ku têne xebitandin, baş werine hilbijartin, watehilgiribin û şûnên xwe rast di hevokê de bistînin. Ji ber ku hevok bi tenê ji peyvan sûd werdigirê û bi peyvan tê avakirin.

Aristoteles balê dikişîne ser zimanê helbestê û weha dibêje, ’’şêwê derbirîna helbestvan ji rastiyê û mecazê peyda dibe’’…

Ji bo helbesteke xweş were afirandin, divê afirîner hevokan nas bike. Helbestvan, gotinên helbestê hildibijêre û paşî bi kar tîne. Peyv di helbestê de, bi mebesta afirandina wêne û sembolan têne bikaranîn.

Her kesên ji civatê (ji bilî lalan) ziman dizanin, lê gotin û rêbaza avakirina hevokan tiştekî din e. Şêwê gotin û afirandina hevokên nû her kes nizane û nikarin bêjin. Ji ber vê tê gotin ku şêwê derbirînê neynika xwediyê xwe ye.

Zanîna ziman û hilbijartina gotinan ji hevdu cudan e. Helbestvan zimanê ku beriya wan hebûye bikartînin û zimanê xwe bi pêş ve dibin. Ne ziman hildibijêrin, di ziman de gotinan hildibijêrin û wan lihev tînin. Di helbesta xwe de wan dike nav rêkûpêkiyeke din.

Helbestvan ne mîna wan kesên ku dibêjin; di aqilê wan de gelek tişt û ramanên gelekî pêwîst hene, lê dikin nakin nikarin wan bînin ziman. Vê gotinê hertim dubare dikin û nezanîna xwe vedişêrin. Bi rastî ku zanîna wan a ziman hebana, dê bi peyvên bedew û xwedî bandor ew bihunandina. Yanî dê derbirîna tiştên dixwazin bêjin kiribana. Ji bo nezanîna xwe veşêrin wisa dibêjin, ‘’dema ku dixwazim bêjim hemû ramanên di serê min de difirin.’’

Ev kesên ku dema dixwazin derbirîna ramanên xwe bikin û ramanên wan difirin û namînin. An nizanin ramanên xwe bi zimanê helbestê bînin ziman. An jî, ramanên wan gelekî reben û feqîr in û nehêjayî gotinê ne. Dibe ku qet ramanên wan kesan nebin.

Zerdeşt dibêje, ’’ramana pak, gotina pak, kiryara pak, (baş bifikire, baş bêje û baş bike.)’’

Ev tê wê wateyê ku raman pêşî tê. Yanî her tişt ji ramanê dizê. Yên ramanên wan baş bin, çi bi devkî be, çi bi nivîsîkî be, dikarin baş bêjin. Ku nebêjin û nenivîsin ramanên wan nîn in.

Mafê helbestvanan nîne ku bêjin ez nikarim ramanên xwe bînim ziman. Ev şêwê gotinê ne yê helbestvanan e.

Goethe dibêje; ’’tu ne tenê, di helbestê de helbestvan î. Li sohbetê, li kar, li masa leyîstikê, li her derê helbestvan î. Hemû xweza malê helbestvan e. Çiya mamosteyên bêziman in. Şagirdên bêdeng digihênin.’’

Helbestvan li baxê peyv û hevokan dijîn. Nikarin bêjin gelek ramanên min ên giranbiha hene lê ez nikarim wan bînim ziman. Ku wer bêjin, ew ne li baxê peyv û hevokan dijîn. Ew li hişkebeyarekî bê av, bê gul û bê giya dijîn. Bila dev ji helbestê berdin, li kareki din ji xwe re bigerin. Ji bo ku helbestvan gerana ramanê ya li dîwana ziman e. Rêberê pêhesîn û anîna ziman a hest û ramanê ye. Mînak ask (xezal) li mêrgan diçêre pel bi pel giyayê xwe dineqîne û paşî bi kayînê wî giyayî di mîda xwe de dimehîne. Her wisa helbestvan jî, li mêrga ziman, li peyvan diçêre. Wan yeko yeko, dineqîne piştre di hevoka xwe de bi cih dike.

Mallerme dibêje; ’’helbest fêrbûna hevokan e.’’

Hewldanên guhertin û avakirina hevokan û bi wateyên nû pêşkêşkirina wan, ne li gora têgihiştin û jiyana gel be jî. Pêwîst e ku helbestvan ji bo ku ziman bigihênê asteke bilindtir bi kar bîne, nabe ku bêje ez wisa bi zimanê sivik dinivîsim da gel têbigihe. Ji bo gel berî wî/wê bi zimanê ku ew dibêje nivîsiye û gotiye. Ne pêwîst e ku tiştên her kes dizane binivîse, ew tiştên ku hê nehatine gotin dibêje. Ji tiştên li ber dest direve, bilind difikire û ji pêşxistina zimanê civakê re rêberiye dike.

Helbestvan hewl dide ku temenê xwe û helbesta xwe dirêj bike

Helbestvanên hoste, tiştên ku bi heftê û heft perdan hatine pêçan wan bi kedeke hêja û bi qolincên mêjî vedikin û nîşanî civatê dikin.

Her wisa tiştên xwe jî bi heftê û heft işaret û sembolan dipêçin û paşê dibêjin. Helbestvanên ku xwendevanên xwe ji aliyê mêjî ve newestînin û wan bi pêş ve nebin tê wateya ku hê negihiştine hostatiya nivîsandina helbestê. Pêwîst e ku helbestvan xebardanên xwe yên çend rojan di nav helbesteke de birêsin û wisa pêşkêş bikin. Da karibin hestên xwe derbasî xwendevanan bikin û helbesta wan bandora xwe li civake bike.

Helbest, lihevkirina aheng û awazê ye. Şêwê nivîsê ya herî zêde dengê wê li guhan xweş tê û wêneyên wê di çavan de cihên xwe digirin. Helbestvan bi zelaliya awirên xoşewîstiyê, dîrokê, olê, felsefê û zanîstê di helbesta xwe de dihune. Ji bo ku ev xisûsiyet bi wan re hebin, divê ji dîrok, huner, ol û felsefê agahdar bin. Da ku zanibin, kîjan curê helbestê kengî binivisînin.

Carnan dibe ku helbesta gazîkirina serhildanê bikeve pêş û carnan yên din li pêş dibin. Kîjan corên helbest li pêş dibe bila bibe, lê pêwîste ku bi zimanê helbestê û bi hunermendiya bilind bêne nivîsandin, da ku mafê temendirêjiyê bi destxin.

Helbestvanên vê serbilindî û şenaziyê didine helbesta xwe û taca ku dixwazin daynine ser serê helbesta xwe, li gorî payebilindiya tacê temenê xwe dirêj dikin.

Tac dikare temenê helbestvan rojekê dirêj bike û dikarê bi salan piştre helbestvan bike Qralê bêmirin. Taca ku helbestvan çêkirî li ser axa cîhanê li her derê bigerê jî, dîsa vedigere ser serê xwediyê xwe û xwediyê xwe dike taca serê hunerhezan.

Helbestvanê ku di helbesta xwe de, çirûska pêşerojê nîşandayî, ji hişkgirêdana tariya ol, ji tengîtiya îdolojiyan rizgar bûyî û xwe gihandî ronahiya helbestê temendirêj e.

Helbestvanê ku ronahî li derdoran belav kirî, bi nazikiya hestan û xweşkirina ramanên lihevhatî, helbesta xwe hilbijartî, xemila dîroka xwe hê li jiyanê hildibijêre.

Lucretius Carus, helbestvanê latînî berî niha bi du hezar salan wiha dibêje, ”giyanê ku min rizgar dike helbesta min e.”

Ji ber ku helbest weke riya ji cihê xwe diçe û dîsa vedigere cihê xwe ye. Weke jiyana mirove ji derekê dizê û li dera din dimire. Yanî bi tirajedî û dilxweşiyên mirovan re dijî û bi wan re dimire.

Dibe ku temenê wê ji yê mirovan dirêjtir be. Ew jî helbesta hêjayî, ya ku jiyana dirêj dijî. Yên demkurt, berî nivîskarê xwe dimirin.

Berhemên ku bi hunermendiya bilind hatine nivîsandin, bandoreke erênî li xwendevanên xwe kirine, temenê xwe jî dirêj kirine.

Helbesta temendirêj ew e ku duho, îro û sibe digihêne hevdu. Ev jî, ji her helbestvanî naye. Ji bo karibe vê bike, divê di nav her rêzikê de hezar xêzan jî, veşêre. Lê işeret hebin ji bo xwendevan peyî bikevin. Ku ne weha be, helbesta wan dibe helbesta rojê û cihê xwe di nav helbestên temendirêj de nagire. Îro hatiye nivîsandin dê sibe were jibîrkirin. Îro pêwîst e lê sibe nepêwîst e.

Helbestvaniya bilind ew e ku helbesta wan bandora xwe li neslên ku li paş wan tê bike û ji neslên paş re mîna findeke ronî bimîne. Ev helbest li kolanan li ser piyan nayê nivîsandin. Dibe ku li ser piyan hin gotin werine bîra helbestvan û wan peyvan bi reş nivîsê binivîse da piştre di helbesta xwe de bi cih bike.

Dirêjkirina mijarê kuştina helbestê ye

Helbestvan li peyv û mijarê digerin. Ger bi tenê jî têrê nake, serê xwe li ser peydakirina wan disincirînin û bi zanîn wan hildibijêrin. Pêwîstiya helbestvanan bi agehdariya çanda cîhanê heye. Çiqasî agehdariya wan hebe ewqasî nêrîn û hestên wan jî dê fireh bin.

Çanda giştî ne tenê mêjiyê mirov fireh dike, her wisa jî dilê mirov paqij dike. Ku mêjiyê mirov li gorî cîhana pêşkevtî be, wê demê hest û ramanên mirov li pêş in. Hest û ramanên ku li gorî germiya serdema tenûra daran û hest û ramanên li gorî serdema germiya atomê nebine yek. Çawa ku agirê sûba daran û sûba atomê nabine yek, her wisa helbestvaniya sivik, xav û nerêstî û ya serdema modern nebine yek. Helbestvanên ku xwe nû nekirin û helbesta cîhanê nas nekirin, pir xav helbestên xwe dihunin. Bi girî û gazincan, evîna dilê xwe tînin ziman. ’’Ez gorî te me, ez bê te nikarim bijîm, were neçe, min nehêle, ez li derya xeyalên te difetisim, dilbera min, kevoka min, xweşika min, gul û kulîlka zozanên jîna min.

An jî, dildarê min, bazê min, xewrevînê şevên min tu diçê û min ji kêra dihêlê’’… û wekî din bi hezaran peyvên ku berî wan gelek helbestvanan anîne ziman dubare dikin. Bi van peyvên ku qet serê xwe li ser hilbijartina wan ne êşandine pir bi sivîkî nêzîkî helbestê dibin. Lê yê ku ji çanda cîhanê agehdar be û bi serdema xwe re dijîn jî, mîna helbestvanê îngilîzî Shelly dibêjin.’’Bila wisa be ku ez nikaribim ji te re bêjim şevbaş’’…  Shell, di helbesta xwe ya bi navê (Good night) şevbaş de ji evîndara xwe re wisa dibêje. Ev hevok ji wan qîjeqîjan hemûyan çêtire. Ji dildara xwe re dibêje bila tu tim li ba min bî ku ez nikaribim bêjim şevbaş. Bilindgirtina astê helbestê ev e, ne qîjeqîjên ku li ber lingê dildaran bigirîn.

Heta ji helbestvan tê bûyerê bi kêm hevokan dineqişîne. Hevokên xwe bi roj, meh û bi salan dipîve û piştre di helbesta xwe de bi cih dike. Rojnamevan bûyerên demê dinivîse, li sedem û dîroka bûyerê digere, çima? Çawa? Li ku derê? Kî/kê kir wekî din sedeman dirêj dike û dinivîse. Carna bûyerê dike rêzenivîs û çend rojan li pey hev di rojnama xwe de diweşîne.

Wê bûyerê, çiroknûs yan romannûs ji çîrok û romanên xwe re bingeh digirin. Çîrok û romanên xwe dirêj, dirêj dinivîsin. Bi danasîna cihê bûyerê re, lehengê bûyerê, derdorên lehengê bûyerê, dihunin û pêşkêşî xwendevanên xwe dikin. Heta gelek leheng û kiryaran ji xeyala xwe lê zêde dikin.

An mamostê zankoyê (universîtê) bûyerê dide şagirdên xwe û dixwaze ku bûyerê ji serî heta binî binivîsin.  Carnan şagird, van bûyerên ku mamoste didine wan weke pirtûkê pêşkêş dikin. Lê helbestvan bi çend hevokên resen bûyerê tîne ziman.

Çîrokeke kurdan a mîtolojîk heye, dada qijik û kevokê ye. Bi navê ”Jin jî hene û jinkok jî hene.” Mele Mahmudê Dêrşewî, bi şêwê çîrokê bi 20 rûpelan aniye ziman û Seydayê Cigerxwîn ew bûyer bi helbestekê aniya ziman.

Dîsa helbestvanê îngilîzî T.S. Elîot, di helbesteke xwe de jiyana xwe wisa tîne ziman, ’’…min jiyana xwe di kevçiyekî qehwê de kişand (wezinand)’’…

Helbest qêrîna hestan û zimanê muzikê ye.

Zimanê helbestê ne weke yê rastnivîsê ye ku yekser werê têgihiştin. Lê ji bo were bihîstin di navbera muzik û peyvê de ji peyvê zêdetir nêzîkî muzikê ye. Zimanekî di navbara herdu curên hunerê de ye.

Mallarme dibêje, ’’peyvên helbestvan qîmet didine deng. Peyvên ku vedigerêne notên muzikê li paş xwe dihêle.’’ Û Verlaine jî wiha dibêje, ‘‘berî her tiştî muzik.’’

Ew jî muzikê di helbestê de li pêş digire. Helbestvan, muzik û peyvê dikine nav hev, peyvan xweşik dikin bi muzikê re dirêsin û paşê pêşkêş dikin. Tiştê ku helbestvan xweşik dibîne, nayê wê wateyê ku ew tişt xweşik e. Nêrîna li xweşikiyê jî, di bin bandora hin merc û bûyeran de dibe. Helbestvan, tiştên ku dixwazin bidine xwendevanên xwe, pêşî bi zanîna ziman wan tiştan xweşik dikin û bi piştre didine xwendevanên xwe.

Îbnî Sîna dibêje; ’’helbestvan şahê peyvê ye, bijîjk hukumdariya xwe li ser laş ava dikin, bi xweşikiya ziman, helbestvan zewqê (lezetê) didine giyan û bijîjk bi fedekarî nexweşan baş dikin”…

Helbestvan evîndarê peyvê ye. Wisa ji peyvan hez dikin, dixwazin ku peyv ji bo wan bi tenê bireqisin. Peyv jî mîna hemû xoşewîstan xweperest in. Ew jî dixwazin ku helbestvan bi tenê yên wan be. Em dikarin bêjin ku jiyana helbestvan jî bi tenê ji bo naskirin û hilbijartina peyvan e. Ji bo ku helbest bi hevokên ji peyvên bijartî hatî sazkirin tê nivîsandin. Hest û xeyalên herkesî hene, hevokên wan têrê kiribana her kes dê bûbana helbestvan. Tiştê werê fêhmkirin ev e.

Mallarme dibêje; ’’helbest ne ji xeyalan lê ji peyvan dizê. Helbest ola hevokan e’’…

Di helbestê de kêmhevok bi kar tên. Lê pir hest û raman li wan kêmhevokan têne barkirin. Armanc gotina gelek hest û ramanan e.

Helbestvan di helbestê de peyvan direqsînin û bi govendên peyvan şad dibin. Bi riya peyvan şibandinên tiştan bi tiştekî din şirove dikin. Ev bi serê xwe hunerê mêjî mandû kirinê ye.

Cihê helbestê û pexşanê di ziman de cuda ye

Formê nivîsa pexşanê ne formê helbestnivîsê ye. Helbest û pexşan du avayên ku ji hev cuda têne avakirin. Du tiştên li ser cudayên ji hev cuda bi pêşve diçin. Pexşan bi rastî, bi aqil û mantiqê tê nivîsandin. Helbest li dervî van têgihiştinan e.

Helbest ji nehêniyên li nav şevê winda, çirûskên asoyê hestan yên xwe carna nîşan didin û bi wêneyên bênav ji kaniya pîroz diherike tê nivîsandin. Berî her tiştî, di helbestê de ya pêwîst ne têgihiştina peyvê ye, di hevokê de qîmeta gotinê ye. Yanî di nav hevokê de bikaranîna peyvê gelekî pêwîst e.

Zimanê helbestê û pexşanê jî ji hev cuda ye. Hunerhez, zimanê helbest û pexşanê wisa ji hev cuda dikin, ‘‘zimanê helbestê zimanê hestan e û yê pexşanê zimanê hiş e.’’

Malherbe dibêje, ‘‘pexşan dimeşe, helbest dans dike.’’

Ji bo pexşanê ziman amûre û nivîskar di pexşanê de ramanên xwe bi awayekî vekirî û mînakan, digihînê xwendevanan. Hevokên pexşanê zelal in, xwendevan bêyî ku zehmetiyeke giran bibînin di wateyên wan digihîn.

Lê di helbestê de ziman hem amûre û hem nêvenge. Helbest hinekî jî dibe zimanê di ziman de, dibe şewata ku rê li ber ziman vekirinê. Dibe şewata jîrî û hestdariyê.

Helbestvan xwe bi ser hestên xwe de ditewîne bi têgîna xwe bi hestan re dide û distîne. Dixwaze hestên xwe bi formê hunerî û bi zimanê ku wêneyên hunerî lê hatî xemilandin derxîne pêş û wisa hestên xwe derbasî xwendevanên xwe dike.

Rast e, ziman ji bo pexşanê û helbestê amûra bingehîn e. Lê bi karanîna ziman li ba her yekê ji wan cuda ye. Zimanê helbestê guvaştî ye û helbestvan xwe ji peyvên bêsûd dûr dixe.

Şêweyê nivîsên şirovekirî û dirêj hemû ji şêweyên afirandina helbestê cuda ne.

Ji hemû beşên çandê zimanê helbestê, helbestê ji wan cuda dike.

Diyarbûna helbestê bi tenê ziman e. Ev e, yê ku helbestê ji cureyên din ên nivîse vediqetîne. Cuda bûna helbestê û pexşanê, taybetmendî û xweseriya rêzkirina peyv û hevokên wan e. Helbestvan nizm û bilindiya dengan, cureyên wan dengan, aheng, pîvan û muzîkê, di coya herika helbestê de vedişêre. Dema mirov li der ve li van dengan dinêre, mirov dikare wan weke hev bibîne. Lê di rastiyê de ne weke hev in. Cudabûna derbirîna nivîsa rastenivîsê û helbestê, Aristoteles kiriye.

Aristoteles, pirtûkên xwe yên felsefê bi pîvan nivîsandine û weke wan helbestên xwe azad nivîsandin e. Ji bo têgihiştina rastiya zimanê helbestê, mercê pêşî jibîrkirina hemû cureyên tengkirina ziman û cudabûna hevokan e.

Piştî şikandina qaşûla hişk, dê ziman li kaniya destpêkê, di helbestê de bi zelalî û paqijî biherike. Xwendevanên helbestê hingê dê çêjê ji helbestê bigirin.

Bi Pablo Pîcasso re hevpeyvînekê dikin, di wê demê de keçikeke cîranên wî ya biçûk jî li wir e. Keçik nikare navê wî yê pêşî rast bêje. Her jê re Tablo Picasso dibêje. Dema ji helbestvan pirs tê kirin ka helbest çi ye? Keçik jî gazî dike; ”mamê Tablo Picasso, mamê Tablo Picasso,” dixwazê tiştekî jê re bêje. Helbestvan dibêje, ’’ha helbest ev e. Pablo dibe Tablo.’’

Helbest mîna ji rê derketina ziman û leyîstika peyvê ye, lê ne leyîstik e, pêşxistina peyvê ye. Helbestvan hestan distirê, wan diguhêre û bi ciwaniya ziman, bi şêwekî helbestwarî pêşkêş dike.

Tevlîheviya peyvan çira mabesta helbestvan ditefîne

Helbest, dîwarê koşka peyvê ye û helbestvan jî nêçîrvanê peyvê ye.

Pierre Revedy weha dibêje: ’’Ji bo ku helbestvan dîtinên xwe bide bihîstin ji peyvan sûd werdigire. Bi kar anîna peyvan bi tenê dikare helbesta xwe binivîse. Lê xetera herî mezin dîsa ji van peyvan tê. Peyveke ne di cih de, helbesta herî xweş xirab dike.’’

Li vir tiştê herî pêwîst ewe ku helbestvan karibe xwe ji peyvên nepêwîst dûr bike. Çendî barê helbesta xwe sivik bike ewqasî nirxên wê bilind dike û xwendina wê bi xwendevanan şîrîntir dike.

Mebesta helbestê ya yekemîn ewe ku rastiya hest, xeyal û ramanan nîşan bide. Hin helbestvan ji hûnandina hunerî re, wateya têgihiştinê û pêşvebirina ziman feda dikin. Di nav tevlîheviya peyvan de mixabin mabesta xwe winda dikin. Ji bo ku di bingehê de neqişandina hunerî ji xwe re armanc digirin.  Helbestên gelek helbestvanên ku giraniyê didine neqişandinê mîna mankênên ku ji bo cilfiroştinê têne çêkirin ji sipehîtiya giyanî dûr in. Bikaranîna şibandin û mecaziyên zêde, xweşikiya helbestê ya xwezayî winda dikin û ji rastiyê dûr dihêlin. Zimanê ku helbestvan bikar tînin ne pêwîste zêde li ser xwe û xwendevanên xwe bikine barekî giran. Ne ji bo neqişandina helbestê, ne jî ji bo bicihkirina peyvê feyda vê tevlîheviyê heye. Tevilîhevkirina helbestê barê helbestvan û xwendevanên ku helbestvanan dikine helbestvan giran dike. Tevilîhevî asta helbestê dixe û xwendevanên wê kêm dike. Helbestvan, helbesta xwe bi aramiya aqil, hest û ramanên xwe bi zimanekî zelal û herikîneke helbestwarî dinivîse. Li ser navê Posmodernîzmê ne pêwîst ku helbestê ji helbestbûna wê derxin.

Bi qasî hestan, zanîn jî ji bo helbestvan pêwîste. Her roj xwe nû kirin pêşve birin û xwe di ber çavan re derbas kirin divê. Helbestvan bi çêkirina her hevokê re, zanîna zimanê xwe çêdikê.

Helbest, ne zimanekî nû çêdike, peyvên nû li zimanê kevin zêde dike.

Helbestvanên ku di bin bandora kevn de ne, bi demê re xwe ji gelek hêlên kevn pak dikin û riya xwe ya taybet li gorî awaz û ahenga xwe digirin. Heta xwe neafirîne ew mîna siya helbestvanên kevn tê dîtin. Hemû zindiyên berî xwe ji xwe re mînak digirin, ev tiştekî xwezayî ye. Mîna zarokên ku dayîk û bavan an jî mamoste ji xwe re mînak digirin. Lê paşê ew dibin dayîk, bav û mamoste. Her helbestvan jî deng, awaz û şêwê helbestvaniya xwe diafirînin.

Borîs Pasternak dibêjê, ”nû, ne ji bo ku kevn rake, ava dibe… nû, hêlên kevn, ji nû ve diafirîne.”

Helbestvan, ne bi înkara helbest û helbestvanên kevn li derûniya xwe digere. Ji wan sûd werdigire û digihê derûniya xwe. Bi deng û ahengên nû gotinên kevn hêdî hêdî ji zimanê helbesta xwe tavêje. Gotinên nû ji yên kevn ava dike û wateyên nû dide wan. Li vir tiştê herî zêde ew e ku helbestvan bingehê gotinê biparêze. Bi vî awayî bala xwendevanên xwe bikişîne ser mabest û peyama ku dixwaze bide.

Pêwîstiya helbestvan bikaranîna aqil heye, da ku karibe peyvan di hevokan de bi hevdu bide hez kirin.

Pierre Mille dibêje; ’’helbest ne bendîkirina hiş e, lê ji binhişînê bi veguherîneke xweşik derxistina hiş û ji binhişîn re kirine mal e.’’

Helbestvan, hiş hişyar dike, nazik û hestyar dike. Peyv û muzîkê bi hev re dikelîne û bandorê li nêrîn, raman û giyanê xwendevanên xwe dike. Helbestvan bi silava bêhnfiroşiya gulê, sibehan diafirîne. Lê mixabin mîna mirovên din helbestvan jî ji ferbûn û nêrînên xwe yên dema çûyî hez dikin. Ew fêrbûn û nêrînên me, me ji dahatuya me dûr dikin. Ji bo girtina îro, pêwîst e mêjî û nêrînên helbestvanan li gorî sibê bin, da karibin bi peyvên nû sibehan biafirînin.

kamransimo@hotmail.com

Did you like this? Share it:
Hîn tu şîrove giredayê gotarê nîn e
Bersivê bide vê şirovêye
Pêwîst e
Pêwîst e