Helbest û Helbestvan

Helbest ji pewîstî, nebûn, êş, evîn û şadiyên helbestvan dizê

Schopenhaur di derbarê daxwaz û afirandinê de tiştekî wisa dibêje. ’’Her daxwazî ji pêwîstiyekê, ji nebûnekê û ji êşekê dizê’’

Helbestvan ji bo pêwîstiya xwe bi dest bixin, nebûna xwe vegerînin hebûnê û êşa xwe rawastînin helbestê dinivîsin.

Helbestvanên ku berî her kesî bi xwe re rast bin, dê karibin bigihên dilê her xwendevanî. Bêyi ku hesaban ji xwendevanan bikin, yan ji wan bitirsin, helbestê dinivîsin. Lê yên ku bi xwe re ne rast bin û ji xwe ne bawer bin, dê her û her agirê tirsa xwendevan di dilê wan de vêketî bimîne. Helbesta ku ji raman û hestên afirîner derkeve hesaban ji tu kesî nake. Rastiya helbestê di hostatiya hunandina raman, hest û xeyalên helbestvan de ye. Ji bo helbesteke baş were nivîsandin, divê helbestvan li dengê ku ji kûrahiya nava wan tê, karibin guhdar bikin. Ku deng û fîxanên hawaran ji bo nivîsê bin û ev deng ji wan re bêjin, ”binivîse!” Li rayên helbestê yên di nava wan de şaxvedayî divê binêrin. Ev şax bibine qolincên dilxweşî û êşên dilên wan.

Helbestvanên ku pirseke wisa ji xwe bikin, ”gelo helbestnivîsandin li min qedexe bibe ez ê karibim bijîm?’’ Vê pirsê ji xwe û dilê xwe bikin. Bi rastî ku dengê nava wan ji wan re bêje, ”tu bêyî nivîsandina helbestan nikarî bijî”. Piştî girtina pirsê û pêve bi zanîn têgihiştin û kamilbûna xwe divê li bersiva ”belê tu nikarî bijî” bigerin. Û bi hemû hêza xwe divê binivîsin. Ji bo nivîsandinê divê şêweya jiyana xwe li gorî vê pêwîstiya xwe biguherin. Yên van mercan bi cih bînin, dikarin helbestên nemir biafirînin.

Ev pirsa ku helbestvan ji xwe dikin raste û divê pirs bikin. Lê pirsa ku yekî din ji helbestvan bike û bêje, tu çima helbestê dinivîsî ne raste û ne di cihê xwe de ye. Divê mirov tu car ji helbestvan pirs neke û nebêje, ”tu çima helbest dinivîsî?” Mîna ku mirov ji yekî pirs bike û bibêje, ”tu çima xwarin, vexwarin dixwî û vedixwî?” Yan jî, ”tu çima dirazê?” Pirsa ”tu çima helbest dinivîsî?” jî dişibe van pirsan. Ji ber ku liba helbestvan helbestnivîsîn, wek pêwîstiya xwarin û razanê ye. An pirseke wisa mirov nizane bike, tu çima dikenî û digirî?  Ji ber ku em dizanin dema mirov dilxweş dibin dikenin û dema ku xemgîn dibin digirîn. Çawa ku dema xewa mirov bê, divê mirov raze û dema mirov tî û birçî bibe, divê xwarin û vexwarin bixwe û vexwe, dema îlham jî di nav helbestvan de giha û xwest were, divê ew helbestê binivisîne. Ev çi ji îlhamên xemgîniyên xwe be, çi ji îlhamên şadiyên xwe be, divê ji dengên nava xwe dest bi nivîsandina helbesta xwe bike.

Tiştên ku helbestê xweş dikin jî helbestên ku jêderên wan ji bîranînên helbestvan yên herî dûr hatî nivîsandin in. Yên ku helbestvan dikin nasnameya jiyana xwe û ya helbesta xwe ne. Helbesta ku ji kûrahiya dil û ji bîranînan tê dibe helbesta baş. Gelek helbestvanên navdar di helbestên xwe de behsa xwe û evîna xwe kirine. Wan daxwazên xwe, xem û xeyalên xwe bi zimanekî helbestwarî anine ziman.

Helbest afirandineke madî ye ji bo vê divê helbestvan xwedî zanîneke kûr û berfireh be. Xwe gihandibe asoyê zanîna hemdem û têgihiştina hemû şaxên çanda giştî.

Helbestvan rastî û xeyalê şirove dike, taswîr dike û dixe nav çarçoveke rengdar, bi vî şêwê rêstinê çêj û lezetê dide xwendevanan. Çêja helbestên bi hostatî têne hunandin dil û giyanê xwendevan têne coş e.

Helbestvanên ji tirsa zehmetiyên jiyanê xwe rizgar bikin û ji van zehmetiyan netirsin. Ev tirs çi ji rexneyên derdorên hezkerên helbestê be, çi ji tirsa sîstemên serdest be, çi ji zehmetiyên aborî be, an jî tirs û şerma hin bûyerên ku naxwazin aşkere bikin be, pêwîst e ku wan ji helbest nivîsandinê û dengê ku dibêje binivîse dûr nake.   Helbestvanê serkeftî ligor daxwaza xwendevanan, li gor ku helbestên wan li xweşa hin kesan biçin, helbestê nanivîsin. Ew li gor hest û giyanê xwe, li gor xweşî û daxwezîya dilê xwe helbestên xwe dinivîsin.

Loma jî helbestên wan dibe ku li xweşa hinan biçe û li xweşa hinan neçin.

Vîktor Hugo dibêje; ”ji berdêla ku dê ji helbesteke min a nebaş re çepik lê bikevin, bila ji helbesta min a baş re fîtik lê bikevin çêtir e.”

3/6/2011

Did you like this? Share it:
Hîn tu şîrove giredayê gotarê nîn e
Bersivê bide vê şirovêye
Pêwîst e
Pêwîst e