Gumana pêşî
Piştî girî û gazincên li ber lingên xwedê, serhildanên bi tirs û pirsên bê bersiv, dema fêrbûna xwendinê hat û gihişte min. Bi fêrbûna xwendinê re, min dest bi xwendina pirtûkan kir. Çi pirtûkên ku min didîtin weke mirov avê vexwê min dixwendin. Bi van hevokan re bi guman êdî min li pirtûkan dinêrî. ’’Çavên min tiştên ku pêwîste tu çav nebînin dîtin. Odên xazê yên bi destên mihandisên zana hatin çêkirin. Zarokên bi destên bijîjkên perweda baş dîtin dihatine jehrkirin. Bebekên bi destên pîrikên perwerda dîtin dihatine kuştin. Jin û pîr û kalên bi destên ciwanên lîsa û zango xwendin di hatine kuştin, çavên min ev hemû dîtin. Ji bo wê ez bi guman li xwendin û perwerdê dinêrim.’’
Dema min ev rêzikên yekî ku ji ordugehên Naziyan rizgarbûyî xwendin û pêde ez ji xwendina hemû corên pirtûkan tirsiyam. Û min dest bi hilbijartina pirtûkan kir. Êdî min zanîbû biqasî pirtûkên ku xweşikiyê balav dikin yên ku jehrê balav dikin jî hene. Carnan bê ku mirov vê jehrê bibîne mirov vedixwe. Ewqasî xwediyê pirtûkan bi zanîn jehra ramanên xwe baş veşartine ku mirov pir ne jîr be, mirov jehrê nabîne. Min tiştekî din jî fêhmkiribû, min êdî zanîbû ku pirtûkên herî ji dil jî dikarin derewan bikin. Ji tengbûna nêrîn, peyv û hevokên nivîskaran, firehiya jiyanê hemû di pirtûkan de cih nagire. Di pirtûkan de rastî, lewaz û yek alî tê gotin. Gelek nivîskar jiyanê bi nêrîna bîra reştarî digirine dest. Hin jî, jiyanê ji weke heyî siviktir nîşan didin. Wisa dikin ji mirov re jiyan weke goka ku giraniya wê tune yî û nava wê vala ji cihekî dipekê cihekî din didine nîşandan. Ozan jî, me dikişênine nav jiyaneke xweşik fireh û cîhana xeyalan. Dîroknas ji bo rabirdû bêjin, sîsteman bêqusur didênina pêşiya me. Bi van hemûyan re jî, min fêmkirbû ku di cîhaneke bê pirtûk de ez dê bişadî najîm. Pirtûkên ku hemû tiştî û hemû aliyên jiyanê li ber çavan bigirin tune ne. Ji bo wê min pirtûk hildibijartin û dixwendin.Min pirtûkên ku bêhna aqil û xweşikiyê ji wan dihatin dixwendin. Her ku xwendina pirtûkan pir dibû, ez bêdengtir û bi tenetir dibûm. Pirtûk bûbû mala min a duyem. Mala ku min cîhan lê nas dikir.
Xwendinê ez fêrî guhdarkirina hevokên mirovan dikirim. Li aliyê din têgihiştina pirtûkan herika jiyanê bi min aramtir dikir. Ez ji pirtûkan têr nedibûm û îro jî hê têr nebûma. Çiqasî min dixwendin hê pirtir daxwaza xwendinê zêda dibû. Daxwazeke bê dawî, di nava min de dijenî. Min pirtûkan nexwendibana jî, min dixwast bêhna wan werê min. Ji bo çi dema ku bayê hestan di mêjiyê min de dişemitî û daxwaza xwendina helbesteke, an nivîseke çêdibû li ber destên min bana pirtûk.
Ji bo min pirtûk pêwîstiya jiyanê bûn û di jiyanê de dagirtina valahiya cihên vala bûn. Demên bêxwendina pirtûkan demên winda bûn. Hin kes demên xwe yên vala ji bo ku bikujin, an jî di demên hêrsbûnê de pirtûkan dixwînin. Lê bi rastî qet ne wisa ye. Mirov ne ji bo ku dema xwe bikujê avê vedixwe, xwarinê dixwe û hawayê distîne. Ev hemû tiştên ji bo jiyanê pêwîstin. Pirtûk jî pêwîstiyeke wisa ye. Ez zanim ku bi van pêwîstiyan re dem diherike û diçe. Lê ne ji bo kuştina demê ev dibin ji bo ku mirov bizanîn bijî ji bo ku mirov bi tendûrûstî bijî ji bo têgihiştina xweşikiyan fêhm bike û van hemûyan di hebûna xwe de bi mihênê dike.
Ez zanim ku mirov bi xwendina pirtûkan bi tenê najî. Xwendin di jiyanê de beşekî girîng digire. Lê her tişt ne pirtûk e, jiyan ne pirtûk e, pirtûk parçekî jiyanê ye. Ne rast e ku mirov pirrengiya jiyanê nebîne û xwe di pirtûkan de zîndanî bike. Ev şêwekî ji zehmetiyên jiyanê rev e. Ez bi xwendina pirtûkan re li nav rûpelên jiyanê geriyam û hê jî ev gera min berdewam dike.
22.07.2009












