Ferman

”Cil spî, şûtik reş in.
Xwedê nenas in, Ehrîman perest in.
Bi kêrên yaqubî û xençerên zerdeştê agirperest in.
Ew in yên mafê şivanan ji bîst pezî yekê.
Yên aşvanan ji şazdeh kodan kodekê didin.
Salnama duwazdeh ajelî bi kar tînin.
Çar hiriyan cuda reng dikin.
Bi wê curê demsalên xwe nas dikin.
Ew in yên ji zewaca Ehrîman û mirovan çêbûne.
Ji nijda cinan peydabûne.
Bi hunerên xwe dengbêj in.
Di dema şerê li dijî qirkirina xwe de
Bi bablakan û şêxanî dileyîzin.
Di şer de gelekî destdirêj in.
Bê werine kuştin, her ser êş in
Tirsa dilê Dehaqê mezin bû.
Bi eslê xwe Mîtanî û Kardox in.
Mê û nêr, hûr û gir tev xwîn rêj in.”
Ferman ji paytexta komara viran hat.
Mîna fermana ji paytexta ku Helacê Mensûr lê hatî çermkirin.
Bi hatina fermannamê re borîjenvanan pifî boriya zilmê kirin.
Xakê pîroz ji agir avis kirin.
Bi giriyê dara mazî re digirî ax.
Dalên laşxwer, nikul û pencên xwe ji xwîna zarokên rojê sor kirin.
Bi mija rengzîv re kurkan hêkên xwe ji hêlînan avêtin.
Wîzîna mîroyan di qurmên darên jahrxwarî de bela dibe.
Bi zengilan, digerin mirovên ling hesin.
Ne Mîrhesin, ne dua û ne çîr têne pejirandin.
Virekên ku ji virên xwe bawer dikin, gotegota viran belav dikin.
‘‘Bazên çiyan, giyayê deştê û kûnciyên geliyên kûr xwarine.‘‘
Bihara bîreweriyê dorpêç dikin.
Guriya agir kirine neynik.
Tawan li dadweriyê siwarkirin.
Keviran peyam dan ku dev ji laliya xwe berdin.
Xweza di amadekariya bizavê de ye.
Hechecika beravêtî, barê sebrê di çavên xwe de veşartiye.
Dilovanî keskesora asîman e.
Wijdana cîhanê, di dilê kevoka birîndar de bi cih bû ye.
Bi rondikên çavên şîlanê, bi bêhna şewata nanê sêlê, bi çêja evîna biharê, za û herikî karwan.
Bi agir û girî, hêvî û bawerî gihane hev.
Di her pêgavê de xweşikiyek, îqna kirin.
Stêrên asimanê Hûriya û kulîlkên çiya û mêrgên Hatiya kenîn.
Bêhna şîrê tir ji gewriya zarokan tê û di hişê kovankêşan de dimeyê.
26.12.2009












