Ez û evîn
Di navbera zarokî û ciwaniyê de barana evînê li zeviya min jî barî. Weke piyên mirov di heriyê de herine xwarê, piyên min di evînê de çûne xwarê. Hin pêlavên wan herî digirin û şil dibin. Ling, serî û dilê min di şadî û şîna evînê de çûne xwarê û hem jî ji barana evînê şil bûn. Di vê gola agirê gulan de diçûme xwarê û hê diçim. Her ku ez diçûme xwarê ez dibûm evîn.
Tawan û berpirsiyariya evîndaran nîne. Gazinan ji min nekin. Di vê bihuşta agir de tawanê min jî nine. Evîndar bê erkin jî. Evîn bêdem û bêwext li deriyê evîndaran dixe. Dem û cih nas nake. Evîn bênavnîşan e. Çi dema bixwaze tê pêşberî evîndaran û wan bi xwe re dibe. Evîn nakeve nav çarçova tu qanûnan û dîliyê nepejirîne. Nikare xwe veşêre jî.
Mirov dikarê fêrî pir tiştan bibe. Fêrî dersekê, zanistekê, ekoleke felsefî, berhemeke çandî, rêzike helbestî, qasîdeke xweş, teknikekî û pîşeyekî. Weke van pir tişt hene ku mirov dikare fêr bibe. Lê mirov nikarê fêrî ji bîrkirina evînê bibe.
Evîn ne tiştekî nû ye, di jiyana herkesî de evîn heye û herkesî evînê naskiriye. Çi di asta herî jor de be an jî di asta herî jêr de be… Bi jana giran û êşa zirav an jî bi hin hesretên demî û pişt re bi şadî evîndar digêhêjin hev. An evîna xweşik naskirine, an jî ya kirêt. Bi fedakariya herdu aliyan an bi fedakariya aliyekî û xiyaneta aliyê din. Bi çi aweyî dibe bila bibe herkesî evîn nas kiriye. Gelek curên evînê hene. Evîna ku ez di nav xwe de fetisadim û di nav jan û kovanan de gerandim ez ji min sitandim û birim. Pêşî min nedizanî bû kîjan curê evînê ye. Tiştê min hîs dikir, tiştê pêwîstiya min pê heyî, ez tî yê wê bûm, ew jî evîna veşartî bû. Tu deman bê evîn nemam. Lê tu deman jî ez li ber deriyê xoşewîstê nerûniştim û negiriyam. Min her demê evîna xwe ya din di ser evîna wê re didît. Min xwe ji van hestan her demê dûr digirt. Min rojekê an carekê destên dildara xwe nekirin nav destên xwe û çokên xwe neda çokên wê û min ne got, ”ez ji te hez dikim.” Min eniya xwe ne danî ser eniya wê û bi çavên xunavgirtî li çavên wê min nenêrî. Li bin awirên stêran em herdu li ser çokan nerûniştin û li ser pîroziya evînê me sond nexwar. Peyman bi maça pêşî me muhur nekir. Min ev bi tu keç û jinekan re jî nekir. Min ji wan re jî negot, ’’ez ji te hez dikim.’’
Ez nizanim gelo min xwe layîqî evînê ne didît? An jî min evîn layîqî xwe ne didît? Raman û hestên min sinorên mantiqê derbas dikirin. Ji ber ku min bi aqilê xwe di dîtina tiştên din de li evînê dinêrî, pir zehmet bû ku evîndar min fêhm bikin. Hemû evîndaran aqilê min kêm didîtin. Lê min zanîbû çi ye? Ji bo çi ye? Û dê çi bibe? Di hemû jiyana min de, heta li bihara ku ciwaniya min li lûtika herî bilind û giyanê ciwaniya min di asta dînîtiyê de bû jî, min pirtûk ji evîndarê, raman ji helbestê, felsefe ji hestan, serhildan ji mal avakirinê baştir didît. Min kovan û tahliya ji bo azadiyê ji çêja şîrîniya bindestiyê, hezkirina hemfikirî ji hezkirina dilovanî, lêdana di ber maf de ji mizdana destên yarê, xemgîniya li çol, çiya û li biyaniyê ji şadiya li ber deriyê serdestan xweştir didît. Min naskirin ji pesindanê, têgihiştin ji perestinê, başbûn ji sipehîtiyê, peyv ji maçkirinê, rê nîşandan ji çîrokan çêtir didîtin. Gelek tişt ji tiştên ku min nedidîtin, dibe ku ji tiştên min didîtin çêtirbûn jî, lê min ên xwe hê baştir û hêjatir didîtin û hê jî wisa dibînim.
Evîna min wekî marê ku kalanê (kirasê xwe) xwe biguhêrê, kalanê xwe diguhêrî û ez dikişandime nav deryaya xwe. Li dema ji hemû wextan wêdetir, dema geliyê siya evîna min tiji evîn dibû. Li dema dirandina kefen, evîn dipişkivî. Mirin diherikî jiyanê. Li kûrahiya bêdeng, li tenetiya daristanan, li çiyayên ku dîrok di wan de veşartî, li tirsa nawîsan şîn dibû şadiya evîna min. Li welatê bê sinor, welatê li paş sinorên hemû çexan li paytexta dil mezin dibû.
Evîna min bîranîna zarokiyê ya paqij weke bîranîna kevok û hecheckên ku min di mal de xwedî dikirin e. Giyanê min bi evînê germ, zelal, kamran bi şadî li seyrana êş û hêviyê bû. Lê pirên caran, hewes, şehwet û evîn tevlîhev dibû, di vê meşê de. Hewes dibû wênê yê evînê û xwe weke wê dida nîşandan. Ez carnan diketim dudiliya ji hev derxistina evîn, şehwet û hewesê. Carnan hewes li ber çavên min dibû evîn. Carnan şehwetê cihê evîn û hewesê digirt. Piştî salên dirêj min ev ji hev derxistin. Ya ku bi nêzîkiyê re rayên wê kûr dibûn, barê wê giran dibû û bi mezinatî (azamet) dihate dîtin, ew bû evîn. Evîn berhemê hevpariya şadî û kovana ye. Di evînê de dostaniya hêja, xweşikiya estetîkî û wefadarî heye.
Ya ku bi nêzîkbûnê re biçûk dibû, rûmet winda dikir ji nirx diket û di nav dirêjiya salan de hatî ji bîr kirin, ew bû şehwet.
Gelek caran ez li peyî hewesa xwe çûm û pişt re min fêhmkir ku ew tiştê ez li peyî çûme ne evîn e. Ji ber ku dema pêwîstî bi cih dihat û pê ve daxwaza li peyî çûnê nedima. Hewes, berhemê nezanîn û dozînê ye.
Lê sal li ber lehiya evîna min weke avê herikîn û çûn. Van salên bi ken û girî ez anîme heta vir. Bi bawerî min riya xwe domand. Min xiyanet bi xwe re nekir. Hinekî sekinîm û nezîvirîm. Bi nezîvirîna xwe ez ji xwe hez dikim. Ez pesinê xwe bi vê yekê didim. Sekinîm lê ne xeyidîm, poşman nebûm û ne tirsiyam. Ji riya xwe derneketim, tenê rawestam. Rawestandin û neçûna li ber her bayî derûniya felsefa min e.
Ez ji evîndarên serhişk im. Ez nebûm ji wan kesên bi şevê diz, virek û haramxwar, bi roj derwêş û sofî. Ez di serhişkiya evînê de ji riya Xwedê derneketim. Di vê serhişkiyê de min bi ya Xwedê kir. Xwedê dibêje, ”bi tenê di evînê de serhişkiyê bike. Serhişkiya evînê sewabe û xêra wê pir e.” Min ev îbadeta bi sewab heta îro kir û min ji serhişkiya xwe milîmek jî kêm nekir. Ez ji evîndarên serhişkên bêsinor û bêdawî me. Evîna min naşibe evîna hêza maqam û peran. Evîna min, evîneke ku ji xoşewîstiya evîndarê û daxwaza azadiyê pêk tê.
Hê ez zarok bûm min çîrokeke wisa bihîstibû. Şêxekî bi navê Cuneyd û mûrîdên xwe li nav bajarê Baxdayê digerin, dibînin ku leşker yekî bi sêdarê ve didaliqînin. Şêx pirsa tawanê wî dike, ”wî çi kiriye ku hûn wî dikujin? Serleşker bersiva şêx dide, ” Ev rêbir e, vî bi şûrê xwe, serê hemû gundiyê herêma Baxdayê li ber xwe tewandi bû, hemûyan ji tirsan jê re alîkarî dikirin. Heta roja ku hate girtin jî, dev ji kuştin û rêbiriya xwe bernedabû.”
Piştî ku şêx vê bersivê digirê, diçê lingên tawanbar maç dike. Mûrîdên şêx hêrs dibin, ”Tu çawa diçê lingên kujerekî maç dikî?
Şêx dibêje, ”ên ku heta vir di riya xwe de hatine pêwîst e ku lingên wan were maç kirin.’’ Yeka din jî hebû ku gelek caran min bihîsti bû. Vê gotinê jî, ez ji gelek tiştan dûr girtim. Bê ku ez wateya naveroka wê zanibim û zanibim bê qirêjî û nepaqijiya jinan di çi de ye…
Di sekina min de û di serhişkiya evîndariya min de roleke mezin leyîst. Wisa tê gotin, ”rûmeta mêr weke keçikaniya keçikê ye ku carekê lewitî careke din paqij nabe”.
Ez hêvî dikim ku jin li min biburin. Ev gotin ne gotina min e û naye wê wateyê ku jin bi tenê bi keçikaniya xwe dilewitin.
7/18/09












