Ewasî li benda te mam
stêra guharên asîmanan
senfonaya bêxewiyê
şirîka tenêtiya rondikên bidizî
dilêriya li pêşberî mirinê
pirpirîka reqsa biharê
afirênera beyanên min
ewqasî li benda te mam
dengê şadiyê dev ji min berda
cihên
tewafa ramûsanan
xwe li awirên min dipêçin
stêra gerok
di nava min de mezin dikin
zivistanên vir
avê di gewriya min de dikin kevir
ewqasî li benda te mam
dengê şadiyê dev ji min berda
efsana sîmirê hawaran
firokiya siwarê hespê çîrokan
dûyê
pixûriya hurmûzgehan
dar
ewr
rê
germ
û sarî
Têlî ya Husênê Farî
li bendewariya min digirîn
ewqasî li benda te mam
dengê şadiyê dev ji min berda
şevên çav tenî
baranên tî
zinarên bîrovgirtî
hevrazên mija dûr
sernişivên gêj
rawestgehên serxweş
û tofanên bê zayîn
li bendewariya min barîn
ewqasî li benda te mam
dengê şadiyê dev ji min berda
baweriya ol û felsefê
nêrîna çep û rastê
îro û dawiya jînê
keştiya henasa hebûn û nebûnê
êşa vebûna rayên xwînê
qirçe qirça darbestên birîndar
birûska
şikestokên giyanê min şikandî
li bendewariya min dinalin
ewqasî li benda te mam
dengê şadiyê dev ji min berda
05.01.2010












