Derheqê Gotina “Kurd û Zaza” de

Bi navê BÎLGESAM dezgehek heye: Navenda Merivên Zanyar û Lêgerînên Stratejîk. Wezîr, general û dozgerên teqawutbûyî (malnişîn), herwisa, profesor û hwd. dibin endamê vê dezgeyê. Wezîrê karê derve yê wextekê û balyozê teqawutbûyî Îlter Turkmen, musteşarê wextekê yê MÎTê (Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî) Sonmez Koksal, Serekê rûmetê yê dadgeha bilind Prof. Dr. Samî Selçuk endamên vê dezgehê ne.

Dezgeya BÎLGESAMê lêkolîna “Kurd û Zaza Çi Difikirin? Awira li Nirx û Sembolên Hevpar” li 17 bajarên kurdan û li Îstanbul û Mêrsînê kiriye. Derbarê encamên lêkolînê de xeberek li hejmara roja 19 çele 2011 ya rojnameya Cumhuriyetê weşîya… Di lêkolînê de bi awayê “Kurd û Zaza (Kürtler ve Zazalar)” cihêkirinek heye. Nimûne, [di metna lêkolînê de wisa tê gotin:] “Ji bo pirsa ‘Ger serxwebûnîyê bidin kurdan, ji bo pirsa kurdan çare ye?’ ji % 9.9 kesên nîjadkurd bersiva ‘çare ye’ didin. 7.8ê zazayan jî difikirin ku ger serxwebûnîyê bidin kurdan, dê pirsa kurdan çareser bibe.

Ev nivîs derheqê munaqeşekirina netîceyên vê lêkolînê de nîye. Derheqê gotina “Kurd û Zazayan” de ye.

Di hemî pirs û bersivên anketê û nirxandinan de bi awayê “Kurd û Zaza (Kürtler ve Zazalar)” cihêkirinek heye. Bi hawayekî giştî di şîrovekirina encaman de jî cihêkirineke wisa heye. Ez dixwazim derheqê vê helwêsta BÎLGESAMê de fikrê xwe bibêjim.

Gotina “Kurd û Zazayan” gotineka nuh nîye. Dewlet-hukmat û îdeolojîya resmî dixebitin ku di nav kurdan de cihêkirineka wisa pêk bînin. Lêbelê di rastîya xwe de zaza ne grûbeka etnîkî ya ji kurdan cihê ne. Zaza, ew kurd in ku kirmanckî qise dikin. Tabîra “Kurd û Zaza (Kürtler ve Zazalar)” şaş e. Meriv dişê bibêje “Kurdên kurmanc û zaza.”

Ji kurdên kurmanc [*] û zaza 18 roşinbîr, roja 20 kanûn 2010, belavokekê belav kirin. 18 roşinbîrên kurdan digot “Em Gotina ‘Kurd û Zaza’ Protesto Dikin.” Di vê belavokê de wisa tê gotin:

Em Gotina ‘Kurd û Zazayan’ Protesto Dikin

Li Tirkîyê dema ku behsa kurdan dibe, meriv dişê bibêje ‘Kurdên Kurmanc û Zaza’ lê tabîra ‘Kurd û Zaza’ şaş e.

TC [Komara Tirkîyê] ji damezirîna xwe û bi vir de kurdan înkar kirîye. Bi viya jî nesekinîye, ziman û kultura kurdan qedexe kirîye, bi polîtîkayên ku xwe dispêrin hêzê/zorê her awa fişarê bikar anîye da ku kurdan bike tirk. Ji destpêka salên 2000î û bi vir de bi saya prosesa tevlibûna Yekîtîya Ewropayê li Tirkîye nîsbeten rewşeka demokratîk çêbûbe jî, di polîtîkaya bingehîn û reftarîya dewletê ya li ser kurdan de tu guhertinek çênebûye. Berevajî, polîtîkaya dewletê ya derheqê kurdan de veguhêzîye rengekî pircûreyî û konetir (sinsi) bûye. Nimûne, dev ji înkarkirina kurdan a bigiştî hatîye berdan û hebûna kurdan ‘qaşo’ hatîye qebulkirin, lêbelê li nik vê yekê îcar dest pêkirine gotinên ku kurdan ji hev dikin bikar tînin.

Serkwezîr R. T. Erdogan di qisekirina xwe ya ku roja 18.12.2010, li Mûşê kir de got: ‘Çawa ku me li artêşa Alpaslanî mil da milê hev, çawa ku li Milazkirdê, bi tirkî ve, bi kurdî ve, bi erebî ve, bi za-zayî ve em şehîd bûn, çawa ku me berê xwe da eynî asoyî, em ê dîsa bi hev re bin.’ Û ji grûbên civakî yên kurd zazayan (kird, kirmanc, dimilî) wekî grûbeka etnîkî ya derveyî kurdan nîşan da. Bi vî awayî gelek eşkera ye ku dilebite da ku miletê kurd parçe bike.

Erdoganî berê jî van gotinan bikar anîbû. Nimûne, di qisekirina xwe ya ku li payîza paşîn a sala 2008an li Geverê kiribû de jî gotibû: ‘Em ê nehêlin ku kes zerarê bide huqûqa me ya biratîyê. Bi tirkî ve, bi kurdî ve, bi zaza, çerkez û boşnaqî ve, hemî însanên me yên ji nîjadên cihê, bira ne, xwedîyê eynî dilî ne, welatîyên eynî welatî ne. Mafê birayê min ên tirk e ku bi tirkbûna xwe îftîxar bike.’

Lêbelê çawa ku tabîreka wekî ‘tirk û oguz’ nabe ku hebe, eynî wisa tabîreka wekî ‘kurd û zaza’ jî tun e. Tabîra ‘kurd’ navê miletî [neteweyî] yê grûbên civakî yên zaza (kird, kirmanc, fdimilî), kurmanc (kirdas, behdînî), soran (mukrî) û lurran (kelhur, lek, feylî, bextîyarî) e, navê muşterek yê van hemî grûban e, herwisa, terma ‘kurdî’ jî navê hevpar yê van hemî şêwezaran (lehçeyan) e.

Li Kurdîstana Bakur ku niha di nav sînorên îdarî yên Tirkîyê de ye du şêwezarên (lehçeyên) kurdî kurmancî û zazakî têne qisekirin; lewre kurdên kurmanc û zaza hene. Ji vê çendê, çi dema ku behsa grûbên kurd yên li Tirkîyê bihê kirin, meriv dişê bibêje ‘Kurdên kurmanc û zaza’ lê tabîrê ‘kurd û zaza’ şaş e.

Beşeka gelek hindik ji grûbên civakî yên kurd tabîra ‘zaza’ ku ji derve de li ser wan hatiye sepandin, ji xwe re dibêje ‘zaza’. Beşa herî mezin ya vê grûbê ji xwe re dibêje ‘kird’ û ji şêwezara xwe re jî dibêje ‘kirdkî’, dîsa, beşeka mezin jî ji xwe re dibêje ‘kirmanc’ û ji şêwezara xwe re jî dibêje ‘kirmanckî’, beşek jî ji xwe re dibêje ‘dimilî’ û ji şêwezara xwe re jî dibêje ‘dimilkî’. Ji vana, navên ‘zaza’ û ‘dimilî’ navên êl yan zî eşîran e.

Tevayî van grûban wekî milet xwe ‘kurd’ dizanin û ji zimanê ku qise dikin re jî dibêjin ‘kurdî’. Ev ne ew malumat in ku hîn nuh têne keşfkirin, rastîyên wisa ne ku bi sedê salan e têne zanîn. Zêdetirîn jî karbidestên dewleta tirkan viya dizanin. Lêbelê li gorî pêwîstîyên polîtîkaya xwe ya înkarker, asîmîlasyonkar, tuneker û puçker bi zanîn tabîrên ku kurdan wekî milet parçe dikin bikar tînin.

Karbidestên dewletê ku di çarçewaya polîtîkaya dewleta tirkan ya derheqê kurdan de van tabîrên ku miletî ji hev cihê dikin bikar tînin, em wan protesto dikin.” (Zazakî.Net, 20 kanûn 2010)

Ev helwêst û protestoya 18 roşinbîrên kurdan gelek muhîm e. Helbet gelek muhîm e ku bi awayekî teorîk azadîya fikrî bihê parastin. Lê ji viya muhîmtir, divê azadîya fikrî di meseleya kurdan de li qada Tirkîyê bihê parastin. Di vê mijarê de ger li nivîsên din ên ku li Zazakî.Net weşîyane bihê nihêrîn dê bifayde be.

Kesên ku li salên 1950yan, li salên 60î, li salên 1970yan, li salên 80yî, li salên 90î qala kurdan û kurdî dikirin bi mueyîdeyên gelek giran yên îdarî û cezaî re rû bi rû diman. Derheqê roşinbîrên kurd û lêkolînerên din de ku qala kurdan û kurdî dikirin de bi îdîaya “neteweya tirkan ji hev dike” doz dihatin vekirin. Piranîya dozan bi mehkumîyetê dihatin encamdan. Lê “kurdên” ku kurdbûna xwe înkar dikirin û digotin em tirk in, dibûn taca serî.

Îro tiştê ku BÎLGESAM dike jî tam ev e. BÎLGESAM ji bo kurdan ji hev bike di nav hewldaneka xurt de ye. Di belavoka 18 roşinbîrên kurdan de jî heye, ma rast e ku tabîra “tirk û oguz” bihê gotin? Helbet nerazîbûna kurdan ya li hemberî vê nihêrînê tê zanîn. Lê roşinbîrên kurdan ku li nasnameya xwe ya xwerrû digerin û ji bo viya têdikoşîn ji alîyê roşinbîrên brokratîk yên dewleta dagîrker ve hîç nayên dîtin (girîngî pê nayê dayîn). Ew tune têne hesibandin, ji nedîtî ve têne. Li gotina “Kurd û Zaza (Kürtler ve Zazalar)” tê dewamkirin.

Zanist, ew şêwaza fikrî ye ku di rewşeka azad ya fikrî de tê hilberandin. Rewşa zanistî, tenê dişê di sîstemeka sîyasî ku azadîya fikrî têde wekî dezgeyekê hatibe rûniştin de pêk were. Azadîya fikrî û rexneya azad divê bêsînor bin. Heqaretkirin û cîyawazî helbet ne daxilê xebata zanistîyê ne. Lê hîç nehatîye dîtin ku gelek ji endamên BÎLGESAMê ku ji xwe re dibêjin “merivên zanyar” di rabirduyê de berevanîya azadîya fikrî û rexneya azad kirine. Ger meriv bala xwe bide kirinên Prof. Dr. Samî Selçukî ku dema serekê dayreya çaran ya cezayê ya dadgeha bilind bû dê baş be. Ger hukmê mehkûmîyetê ku ji dadgehê tê li ser kitêb yan nivîseka derheqê meseleya kurdan de be, wekî dozgerên din Samî Begî jî hukm tesdîq dikir. Ger nivîs derheqê meseleya kurdan de nebûya, ger dozgerên din hukm tesdîq bikirana jî, wî nivîsekê îlaweyê hukmê dadgehê dikir ku ew tevli biryara tesdîqê nabe.

Heta bi duh jî generalên teqawutbûyî tirkbûna kurdan dinivîsîn. Hewl didan xwe da ku îsbat bikin ku kurd tirk in û eslê kurdî jî tirkî ye. Dozgerên teqawutbûyî û beşek ji brokratên teqawutbûyî jî eynî karî dikirin. Dozgeran di dema wezîfedarîya xwe de digotin “Qala kurdan û kurdî dike, bi vî awayî hîsên mîllî yên neteweya tirk rencîde dike, miletê tirk ji hev dike…” û biryara mehkûmîyetê didan. Ev mijareka balkêş e ku endamên BÎLGESAMê heta niha di vê bareyê de qet xwe rexne (özeleştiri) nekirine. Di roja îroyîn de êdî ev nayêne gotin. Negotina van tiştan encama destketinên fiîlî ye ku têkoşîna [kurdan] li gel xwe anî. Ne xuya ye ku ev [destketin; qezenc] bikeve ser kaxizê û bibe statuyeka rasteqîn. Dê wekî qezenceka (destketinek) fiîlî bimîne. Lê vê carê dibêjin “Kurd û Zaza (Kürtler ve Zazalar)” û li riya parçekirina miletê kurd digerin.

23.01.2011

___________

[*] Nota Wergêr: Îsmaîl Beşîkçî dibêje, “Ji kurdên kurmanc û zaza 18 roşinbîr…” lê di rastîyê de her 18 roşinbîrên ku vê belavokê îmza kirine, kurdên zaza ne. Ji ber ku Beşîkçî nizane kîjan roşinbîr bi eslê xwe kurdê zaza yan kurdê kurmanc e lewma wisa gotîye. Lêbelê ev pirseka muhîm e ku di vê meseleyê de roşinbîrên kurmanc bêdeng in! Esas ne ku tenê bêdeng in, herwekî ku meseleyeka wisa tun e, ewçend rehet û bêxem in. Ez roşinbîrên kurmanc, soran, hewramî û lurr ku li parçeyên din ên Kurdîstanê dimînin û neşên munaqeşe û rûdanên ku bi zimanê tirkî çêdibin teqîb bikin yan jî paşxaneya meseleya zazacîtîyê nizanin fêm dikim. Lê ez roşinbîr û nivîskarên me yên kurmanc ku dişên munaqeşeyên ku bi zimanê tirkî bixwînin û teqîb bikin tênagihêm. Gelk ji roşinbîrên kurmanc ên Kurdîstana Bakur dişên ji bo hebûbeka tirîyê mehsereyekê çêbikin lê roj nava rojê lawên xelqê miletê wan ji hev dikin, grûba eslî (kird, kirmanc, zaza, dimilî) ya neteweya kurdan vediqetînin û dikin pêxila wan, hîç deng ji xwe dernaxin!…

Bi vê munasebetê ez dixwazim çend gotin jî derheqê wergerandina vê nivîsa Beşîkçî ya bo şêwazara (lehçeya) kurmancî de bibêjim. Çunke min berê gotibû ku “Ez êdî gotarên Beşîkçî wernagerînim kurmancî” û min wergerandina nivîsên Beşîkçî bo kurmancî hewaleyê kurmancan kiribû. Lê ji ber helwêsta bêpaxav yan jî bêdengbûna roşinbîr û nivîskarên kurmanc di meseleya parçekrina miletê kurd (Kürtler ve Zazalar) de min ev gotar wergerand ku belkî cidîyeta meseleyê têbigihên.

Dîyarbekir, 26.12.2011

Roşan Lezgîn


“Kürdler ve Zazalar” Söylemi Üzerine

Did you like this? Share it:
Hîn tu şîrove giredayê gotarê nîn e
Bersivê bide vê şirovêye
Pêwîst e
Pêwîst e