Bayê Kur

Baran dibariya. Tav li pê tavê dihat. Nedihişt meriv çavên xwe vebike Xuşexuşa avên çem û newalan bû. Xurmexurma ewrên payîzê… Birûskan vedidan.  Ji çiyan guregura bayê kur dihat. Li hêlekê ronahiya roja xoybûnê, li hêla din tarî û bindestiya hezar salan. Bi gotinek din, li hêlekê gurên har, li hêla din beranên zîrek hebûn. Xwîna pêşmergan bi ava baranê ra diherikî newalan. Newal diherikîn rûbaran. Rûbar diherikîn Dîjle.  Ava mezin har û dîn bûbû, pêl mîna ga bi ser hev da diqelibandin; hêz dida xwe ji bo kêliyekê pêşta xwe bigihîne deryan. Yek caran dixwast bajarê Amedê bide ber xwe, bi pêlên xwe yên xurt qilêra hezar salî bi carekê bişo û vî bajarê kevnar ji derd û kulan xelas bike.

Demekê şûn da baran sekinî. Hêzên mirdar xwe şûn da kişandin. Saetek zêdetir bû roj çûbû ava. Tarî ketibû erdê. Li asîmana çend stêrk di nav ewrên baranê da diçirûsîn. Hîv nexwiyabû. Bêdengiya şevê dest pê kiribû. Ji çemê nav malan kurekura kurkurkan û xuşexuşa avê dihat. Her der xipûxalî bû. Hîna peşkên baranê dihatin xwarê. Bê perên zer ên daran dabûn ber xwe geh bi vî alî da dibirin, geh bi wî alî da. Xişîniya perên daran nalîna mirovên li ber mirinê di anî bîra payiyan. Darên şilf û rût mayî, gişt di şînê da bûn. Hêwa sar bû. Meriv di hundir da jî diricifî. Li der meriv dicemidîn. Gundî ketibûn hundir xaniyên xwe. Gêle di qulikên xwe da… Teyr û tilûr di hêlînên xwe da bûn. Hirç, rovî, xezal û pezkûfî di lan û şikeftên xwe da ketibûn xewek şêrîn. Ên payî jî hebûn.

Kalo, li ber pencerê rûniştibû. Çavên wî li çiyayên jorîn bû. Di nav  xem û xeyalan da xwe wenda kiribû. Guregura bayê kur bû. Dikir ku caman bişikîne. Zar û zêç ketibûn xewa şêrîn. Pixînî bi maliyan ketibû. Kalo nod  salî bû. Dema li lihevxistina hêzên dagîrker û şervanên azadiyê dinihêrî, serhildanên zemanê berê dihatin bîra wî. Yek bi yêk di ber çavên wî ra derbas dibûn. Di serîhildanên şêxan da birakî wî şehîd ketibû. Gorna wî li ser kaşê bilind ê ber malan, li tenişta ziyaretekê bû. Merivên diçûn ser ziyaretê, li ser gorna wî jî duwa dixwendin. Xêncî çend gundiyên wan û çend kalên gundên nêzîk kesî navê wî nizanibû. Gava qal dikirin, “gorna şehîd” digotin. Piraniya merivên jê ra duwa dixwendin, nizanibûn di kîjan cengê da bi destê kîjan neyarî şehîd ketiye. Tenê her kes bi pakrewaniya wî bawer bû. Hinekan digot:”pakrewanê cenga peyxamberan e”, hinekan jî, digot: “leşkerê Rustemê Zal e”. Her kesî tiştek digot. Kalo, hîna li serê çiyê mêzedikir. Dilê wî şad, kêfa wî li cih bû. Xwîna birayê wî li erdê nedima. Lê dîsa jî, dixwast bi destê xwe heyfa birayê xwe bigirta. Xwastinek wî ya din hebû. Dixwast cejna serxwebûnê pîroz bike. Li pê pakrewanan, di nav egîtan da, têra xwe bireqise. Dixwast roja bîst û çar saetan naçe ava li ser banê xwe bibîne.

Li asîmana ewrekî reş nemabû. Ne tenê ewrê reş, ewrên din jî wenda bûbûn. Asîman çîk sayî bû. Wer xwiyabû dîsa bayê kur bi ser ketibû. Bi gotinek din dayî wek her demê dîsa, karê xwe hêja kiribû. Sê siet zêdetir bi ser hêvarê ra derbas bûbûn. Zar û zêç dû xwarina şîvê ra raketibûn. Heta hêvarê li dû pez û dewêr bazdidan. Diwestiyan. Danê hêvarê dixwarin û xwe d’avêtin nav ciyan. Hêsan nine, heta hêvarê li ser kaş û kûşan, li pê pezê mîna gurê har çûyîn û hatin.

Xewa Kalo nedihat. Ji beriya şalê xwe kîsê titûna qaçax derxist û cixareke pêça. Destê xwe li beriyên xwe gerand, tizbiya nod û neh xebî, kêr, destmal û şeh jê derketin. Li dora xwe mêzekir. Na, ne xwiya bû. Hestê wî wenda bû. Rabû. Çû derê pacê vekir. Çend caran destê xwe lê pelikand. Na, di wê da jî tunne bû. Dawiya dawîn,  li ser argûnê heywanê dît. Mîna zarokekî gava lîlika xwe ya wendayî bibîne, kêfa wî hat. Çend caran vêxist û vêsand. Berê xwe da hodê. Bi xwe bi xwe, ez ewqas dibêjim hestê min li vira û wira nehêlin. Lê dîsa jî, min qiseke nekir serê vana, got û li cîhê xwe yê ber pencerê rûnişt. Cixara xwe ya pêçayî ji ser kîsê titûnê girt. Di nav her du lêvên xwe da cih dayê û vêxist. Dûyê qaçaxê mîna dermanekî bê hempa kişand ser kezebê. Çend caran kuxiya. Van rojana êdî tamek ji cixarê jî  nedigirt. Piştî her cixarekî kuxînî pê diket.

Li der kûçik dihewtiyan. Pêşiyê got, tolên nav malan in. Guh nedayê. Paşê bi baldarî guhdarî kir. Guhên xwe bel kirin. Na, va ne dengê tolên nav malan bû. Va hewtehewta kûçikên merivan bû. Hîna cixare bi nîvî nekiribû dengê lêxistina dêrî hat.  Ji awayê hatinê, Kalo ew nas kiribûn. Hêzên kedxwaran nebûn. Dema wan d’avêtin ser gund, teperepa wan, guh bi merivan ve nedihişt. Kalo bazda paş dêrî, lê hema derî venekir. Çi dibe, çi nabe? Bi dengekî nerm û zelal ” kî ye?” got. Dengê paş dêrî “em heval in” got. Derî heta dawiyê vekir. Yek lawê wî bû. Di nav pêşmergan da, jê ra Goran digotin. Hevalê pê ra jî Rizgar bû. Du heval jî li paş dîza çilo rûniştibûn.

Dayîka Binefş dihênijî. Heşê wê dixwast hema rabikeve, ji xew ve here, heta berbanga serê sibê bi xwe nehesê.  Lê dilê wê… Ew masiyê avek din bû.  Ava çem û newalan têra wî nedikir.  Rêbendan 1994.

Did you like this? Share it:
Hîn tu şîrove giredayê gotarê nîn e
Bersivê bide vê şirovêye
Pêwîst e
Pêwîst e