Azadiya Ramanê

Azadiya ramanê (fikirîn; düşün) yan jî azadiya derbirrînê (xwe îfade kirin), di nav azadiyan de sereketirîn azadî ye. Gorî baweriya min piştî azadiya jiyanê girîngtirîn azadî, ya ramanê ye. Meriv dikare viya wek azadiya derbirrînê jî bîne ziman. Divê li ser vê mijarê bête rawestîn ku bê hela dewlet çima pêwîstiyê bi qedexeya ramanê dibînin? Di jiyana komelayetî û civakî de kîjan babet bi hêsanî îfade dibin, di warê nivîsîn û pê xeberdana kîjan babetan de pirsgirêk û qedexe hene? Divê li ser viya hûrehûr were rawestîn. Her wiha, ev jî girîng e ku divê li ser bête rawestîn, bê hela di jiyana komelayetî û civakî de çi bandoreke van qedexeyan heye?

Heke dewletek bi hêsanî dikare bi rabirdûya (pêşeroj; geçmiş) xwe re rû bi rû bibe, di vî warî de tu fikara xwe nîn be û ne xwediyê kiryareke şermezariyê ya di rabirdûya xwe de be, hingê di sîstema xwe ya siyasî de pêwîstiyê bi qedexeyan nabîne. Çunke, erka qedexeya ramanê ev e, ew tawanên ku li rabirdû pêk hatine û hê jî berdewam in, wan biveşêre, serê wan binuxumîne û rê nede ku ew bêne zanîn, bêne dahurandin.

Di pirsgirêkên wek pirsgirêka kurd û pirsgirêka ermenan û wek a elewîtiyê de Tirkiye naxwaze bi rabirdûya xwe re rû bi rû bibe, ji viya direve. Bi awayeke hûrehûr qedexeyan dimeşîne da ku ev mijar di zêhna mirovan de şiyar nebin. Roleke van qedexeyan jî ev e, rê nadin ku li ser van pirsgirêkan were hizirîn û nivîsîn, her wiha pê were axiftin û li ser wan lêkolîn çêbibin.

Qedexeya ramanê, têgehek wisan e ku bi sazûmana îdeolojiya fermî re têkildar e. Di jiyana komelayetî û civakî de divê kîjan babet bêne fikirîn û bi kîjan têgehan bêne fikirîn, divê mirov xwe têkelî kîjan babetan neke, ev îdeolojiya fermî norm û menzûmeyeke qedexeyan a wisan e ku vana tesbît dike û di vî warî de ligel şîyaneke cezaî (îcrakirina cezayê) têye karanîn. Îcar ev îdeolojiya fermî, girîngtirîn sazûmana sîstema siyasî ya tirk e. Ew dewleta ku di sîstema xwe ya siyasî de cih dabe îdeolojiya fermî, pêwîstiya xwe bi sazûmana îdeolojiya fermî hebe, îdeolojiya fermî kiribe wek saziyekê, ew ne dewleteke demokratîk e.

Ew saziya ku li Tirkiyê çarçove û îstîqameta jiyana ramanê, jiyana zanyariyê, jiyana hunerî û edebî diyar dike, îdeolojiya fermî bi xwe ye. Ev îdeolojiya fermî, ne îdeolojiyek ji îdeolojiyan e. Şiyana/hêza dewletê ya îdarî û cezaî berevaniya vê îdeolojiyê dike, hingê ew dibe wekî kevir.

Ji bo unîversîteyê hîç ne xem e, ne pirsgirêk e ku bide dû azadiya ramanê, hewldaneke wê ya ku xwe bigihîne azadiya ramanê jî nîn e. Li Tirkiyê unîversîte di nav wan saziyên pêşî de cihê xwe digre ku bi îdeolojiya fermî re bi hêsanî û gelek baş li hev dikin, li gorî îdeolojiya fermî rawestîna xwe, helwesta xwe saz dikin. Îdeolojiya fermî îdeolojiyeke mîlîter e. Ev îdeolojî ji aliyê Sazûmana Ewlehiya Neteweyî (Milli Güvenlik Kurumu), ji aliyê wan saziyên ku bi giştî leşker tê de fermanrewane ve têye hilberandin. Bi demê re unîversîte jî bûye hilberînera îdeolojiya fermî, bûye weşanger û propagandîsta wê. Hîç pirgirêkeke unîversîteyê ya wek pirsgirêka azadiya ramanê nîn e.

Medya, çapemenî-weşangerî jî di warê belavbûna îdeolojiya fermî de, di warê pejirandina wê ya ji aliyê gel ve xwediyê roleke mezin e. Çapemeniya tirk, di hin babetan de, bi taybet di mijara pirsgirêka kurd de wek şaxeke/şûbeyeke muxaberata tirk (Milli Istihbarat Teşkilati) tevdigere. Ev serê du-sê salan e ku medya di kesayetiya nivîskarên wek Orhan Pamuk, Elif Şafak û Hrant Dink de reftariyeke wisan dide nîşan, her wekî ku berevaniya azadiya ramanê dike. Saziyên Yekîtiya Ewropayê (YE) jî pişt didine vê helwestê, di vî warî de medyayê teşwîq dikin. Ez bawer im ku em vê yekê ji berevaniya azadiya ramanê zêdetir wek berevaniya çend kesan, wek berevaniya çend nivîskaran bibînin, hê rasttir e. Çunke, zagonên ku pêşî li azadiya ramanê digrin, di plana yekem de ji bo ku pêşî li pirsgirêka kurd bête girtin têne danîn. Ger em werin ser dadgehkirinên derbarê doza kurd de, medya û çapemenî ji binî ve qala wan nake. Ji aliyê dadgehan ve birrîna cezayê tew nake nûçe jî. Xwe li nezaniyê datîne, çav û guhên xwe jê re digre.

Carînan li çapemeniyê hindek dîtin, hindek gotar belav dibin ku dibêjin, “Divê em pirsgirêkên li Tirkiyê ji nû ve bigrin dest”, an jî “Divê em bi awayekî nû xwe bi nêzîkî pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyê bikin” belam ev lêgerîn û dîtinên ku wek “” têne nîşandan, ji ber ku di çarçoveya îdeolojiya resmî de ne û bi têgehên îdeolojiya resmî têne şirovekirin, lewma jî tu tiştekî naguhere. Ev pêwistiyeke girîng e ku divê ramana azad û zanist îdeolojiyan, bi taybet jî îdeolojiya resmî rexne bike.

Di navbera zanistiyê û îdeolojiyan de cihêtiyên gelek mezin hene. Ger em werin ser cihêtiya di navbera îdeolojiya resmî û zanistiyê de, ev cihêtî bi qasî ku nayê pîvandin mezin e. Ew krîtera bingehîn ku vê cihêtiye radixîne pêş çavan jî, rexne bi xwe ye. Pêşnûmayên zanistiyê her dem ji rexneyê re vekirî ne. Di zanistiyê de têgehek bi navê rastiya mutleq, rastiya dawin (nîhaî) nîn e. Belam pêşnûmayên îdeolojiya resmî ji rexneyê re ne vekirî ne, bi îcrayên îdarî û cezaî pêşî li rexneyê têye girtin.

Azadiya ramanê, şertê bingehîn ê însaniyetê û hilberîna zanistiyê ye. Pêwîstiya zanistiyê bi kê hebe ew dê hilberîna wê bike. Pêwistiya kê bi azadiya ramanê hebe, ji bo têkoşîna wê jî divê ew di serî de bin. Têkoşîna di riya azadiya ramanê de helbet têkoşîneke gerdûnî ye. Lêbelê ev tiştekî mecbûrî ye ku di vê têkoşînê de divê ewên ku ramana wan di bin tehakumê de ne, ewên ku di bin fişarê de ne, ew di serî de bin. Beriya sala 1915 di nav sînorên Împaratoriya Osmanî de çend ermen hebûn? Serjimareya (nufûs) ermenan çiqas bû? Ev hejmar çiqas dibe bila be, pirseke wisan derdikeve pêşiya me ku gelo çi bi serê mal û milkê ermenan de hat? Çi hat bi serê xanî û dikan û atelye û zevî û mandira û zeytûnlix û aş û fabrîqe û karxane û hwd. ên wan de? Ew lêkolînerên tirk ên ekonomîst, rewşenbîrên tirk dema ku li ser burjuvaziya tirk lêkolînan dikin gelo difikirin ku di bingeha çêbûna burjuvaziya tirk de talankirina milkê ermenan, wek xenîmet bidestxistina mal û milkê ermenan heye yan na? Gelo ew hay jê hene ku di xurtbûna burjuvaziya tirk de wek xenîmet talankirina mal û milkê ermenan hêmaneke bingehîn e? Ev yek pirseke wisan e ku bes dikare di nav azadiyê de bi têgihaştina fenomenan re, bi nirxandina fenomenan, bi pêwendiyên azad ên di navbera fenomenan de were vekolîn.

Pirsek-du pirsên din: Gelo kurdên ku nikarin başebaş bi kurdî biaxifin, kurdên ku di warê weşana kurdî de, di warê perwerdeya bi zimanê kurdî de ewçend bi pirsgirêkên giran re rû bi rû ne, çima her tim radibin îllahîm dibêjin, “em ne millîyetçî ne, em bira ne, em dibin bira, em enternasyonalîst in…”? Elewiyên ku tu şertên Îslamiyetê naynin cî, gelo çima her tim radibin îllahîm dibêjin, “em musluman in, baştirîn musluman em in…”? Ev pirsên ha jî bes dikarin bi ramaneke azad, bi metodeke zanistî bêne vekolîn. Helbet divê ku em zanîna xwe ya derbarê pirsa kurdan û pirsa ermenan û pirsa elewîtiyê de bipêş xînin, divê em li ser van meseleyan agahiyên xwe zêdetir bikin. Lêbelê ev pirsgirêk bes ne ya kêmbûn an zêdebûna agahdariyê ye. Ev yek, di heman demê de pirsa rawestineke ciddî ye jî. Heke hûn ne xwediyê rawestîneke tendurust bin, karê we tune ku hûn zanîna xwe, agahiyên xwe zêdetir bikin, ne mumkûn e ku hûn encameke tendurust bi dest xînin. Divê mirov bi zanînê re rawestîna xwe hêzdar bike, qewîtir bike.

Têgeha azadiya ramanê bi têgeha medenîyeta hemdem re pêwendiyeke xwe ya gelek nêzîk heye. Ew dewleta ku pêwîstiyê bi qedexekirina ramanê dibîne, pêwîstiyê bi sazûmana îdeolojiya resmî dibîne, van kirinên xwe dike wek dezgeyekê, kes nikare bibêje ku dewleteke wisan pêwendiya xwe bi medeniyeta hemdem re heye. Çunke roleke qedexekirina ramanê ev e ku, ew kiryarên şermezariyê, ew tawanên ku li rabirdûyê pêk hatine, ku hê jî berdewam in, wan diveşêre. Bi van eyb û şerman re, bi qedexeya ramanê re, bi zordariyê re kes nagihê sewîyeya mdeniyeta hemdem. Têkoşîna ku di riya azadiya ramanê de têye dayîn helbet têkoşîneke gerdûnî ye.

Wergerandina ji Tirkî: Roşan Lezgîn

Did you like this? Share it:
Hîn tu şîrove giredayê gotarê nîn e
Bersivê bide vê şirovêye
Pêwîst e
Pêwîst e