Beşikçi: T.C.nin bütünlüğü isteniyorsa, BDP meclise gitmeli
Kürt Olsam Bağımsızlık için Savaşırdım !

Peyama Azadi Manset

Get Adobe Flash player

“Şerê Li Hemberî Emperyalîzmê”

Li rojên 27-28 hezîran 2009, li Anqereyê “Sempozyuma Pirsa Neteweyî-Pirsa Kurd” li dar ket. Federasyona Mafên Demokratîk sempozyumê li dar xist. Di sempozyumê de îbareyên “şerê li hemberî emperyalîzmê”, “têkoşîna li hemberî emperyalîzmê” gelek hatin bikaranîn. Dixwestin bibêjin, bona ku têkoşîna neteweyî ya kurdan bihê qebulkirin û piştgirîkirin, şertê bingehîn yê vê yekê ev e. Di vê nivîsê de ez ê hewl bidim xwe ku derbarê vê helwêstê de fikrê xwe eşkera bikim.

ilkeveralSerekê dewleta Îraqê yê wextkê Sedam Huseynî têgeha “şerê li hemberî emperyalîzmê” gelek bi kar dianî. Tekîd dikir ku ew li hemberî emperyalîzmê şer dike, “dayika şeran” dike. Li pêşîya deriyê oteleka girîng ya li Bexdadê ji karo û mozaîkan wêneyê bavo Bushî dabû çêkirin. Muşterî, her kes dema ku diçûn otelê, pê li wî wêneyî dikir hîn diçû hundir, yên ku ji otelê derdiketin pê li wî wêneyî dikirin hîn derdiketn. Kombûnên navneteweyî di vê otelê de çêdibûn. Kombûnên endamên polîtîka û dîplomasîya navneteweyî di wê otelê de çêdibûn. Kesên ji derdora karsazîyê, dîplomat, rojnameger û hwd. hîn zêde li vê otelê diman.

Ji bo çepên tirkan ji alîyê Sedam Huseynî ve bikaranînan drûşma “şerê li hemberî emperyalîzmê”, hertim dubare kirina wê têrê dikir. Polîtîkayên ku Sedam Huseynî li hemberî kurdan pêşde dibirin, tiştên ku dikirin, hîç girîng nebûn. Sedam Huseynî vana dikir: Bi beşek ji hatina ku ji petrola Kurdistanê bi dest dixist frokeyên şer, helîkopterên şer, amûr û alavên cûr bi cûr yên şer, tank, top, gazên jehrî, çekên kîmyewî, çekên bîyolojîk, mayin, tifing û hwd. dikirî. Bi van çekan gundên kurdan dişewitand, malên wan diruxand. Dewlemendîyên xwezayî yên Kurdistanê tune dikir. Bi girseyî kurdan tune dikir. Li hemberî kurdan jenosîdeka demdirêj pêk dianî. Digot, “Dê şerê me yê li hemberî emperyalîzmê dewam bike, ev gelê ku hevkarê emperyalîzmê ye, dê bihê tunekirin…” Hesen el-Mezcîdê ku li Kurdistanê gazên jehrî bi kar dianî, wekî mînak, yê ku Helebçeyê afirand, hîç nediveşart ku bona jenosîda kurdan planên bi detay çêkirine. Tê zanîn ku Hesen el-Mecîd, yanî Elî Kîmyewî, pismamê Sedam Huseynî ye. Îro, hîn jî li gelek deverên Îraqê gorên komelî hene. Îhtîmaleka gelek mezin, pirranîya yên di gorên komelî de kurd in. Ev hemî di çarçeweya zihnîyeta “şerê li hemberî emperyalîzmê” de pêk dihatin. Ev ne sirrekî veşartî ye ku Sedam Huseynî maddeyên xam yên çekên kîmyewî û bîyolojîk ji dewletên mîna Almanya, Fransa, Îngilîstan, Hollanda, ji şirketên dewletên mîna DYA, Swêd, Danîmarka û hwd. bi dest dixist. Dîsa, ev jî ne sirrekî veşartî ye ku dê çêkirina van çekan de 70-80 pisporên ku ji Yekîtîya Sovyetan dabûn anîn, şêwirmendîyê dikirin.

Bona çepên tirkan ev îbare têrê dikirin. Hertim bikaranînan van drûşman herwekî “şerê li hemberî emperyalîzmê” dewam dike dihat şîrovekirin. Berîya salên 1990î bona Yekîtîya Sovyetan jî hertim bikaranînan van drûşman têrê dikir. Tiştên ku Sedam Huseynî bi kurdan dikir, ew gazên jehrî, Helebçe, bikaranîna çekên bîyolojîk, çekên kîmyewî, çekên komelkujîyê ji nezanînê ve, ji ne bihîstî ve dihatin. Hawara kurdan nedihat bihîstin. Lê esas emperyalîzmê di prosesa dawîya Şerê Yekem yê Cîhanê de derba xwe ya herî xidar, derba xwe ya herî berfireh û mayende li kurdan xistibû. Jihevdexistin, parçekirin û parvekirina kurdan û Kurdistanê, polîtîkaya herî berfireh bû ku emperyalîzmê li Rojhelata Navîn pêk anîbû. Bi vê polîtîkayê qaqordeyê Kurdistanê hatibû parçekirin, mejîyê wê hatibû pelçiqandin. Yên ku hertim drûşma “şerê li hemberî emperyalîzmê” û “têkoşîna li hemberî emperyalîzmê” vedibêjin, hîç balê nakişînin ser polîtîkayên ku li salên 1920î, li dewra Cemîyeta Miletan, di wê demê de, li hemberî kurdan hatibûn pêkanîn. Ji vê çendê, meriv dikane bibêje, yên ku van drûşman vedibêjin hîç guh nadin dîyardeyên pêkhatî, bi baldarî xwe jê hemet dikin, têkilîyên dîyardeyî ji nedîtî ve, ji nezanînê ve, ji ne bihîstî ve tên.

Em mehên rêbendan, sibat û adara sala 2003 bînin bîra xwe. Mudaxeleya bo Îraqê di rojevê de bû. Li wan rojan çepên tirkan ji kurdan re digotin “Li hemberî DYA ya emperyalîst piştgirîya Sedam Huseyn ê antîemperyalîst bikin.” Ev tê wateya “piştgirîya celladê xwe, piştgirîya qesabê xwe bikin.” Ev çawa însanîbûn e, ev çawa însanîyet e? Ev çawa çepgirî ye?

Sedam Huseynî digot “emparyalîzm xwîna gelan dimije”. Nexwe bona ku emperyalîzm xwîna gelan bimije divê di wan gelan de heta radeyekê hêza kirînê hebe. Ger tu hêzeka kirînê ya malbatan ya gelan nîn be, dê emperyalîzm çawa xwîna wan bimije, dê çi bifroşe wan? Lê kurd li hemberî gazên jehrî û çekên komelkujîyê di derdê ruhê xwe de bûn. Bona ku ji ber karîgerîya van çekan xwe biparêzin ji van şikeftan direvîyan şikeftine din. Malbat parçe bûbûn, xanî hemî hatibûn şewitandin û wêrankirin. Kesên ku ji nav malbatê bi darê zorê digirtin dibirin careka din tu saloxek jê dedihat girtin.

Li salên 2000an çi qewimî? Piştî ku di adara 2003yan de DYA mudaxeleyê Îraqê kir, bûyer çawa pêşde çûn? Karîgerîya pêşdeçûnan çawa li ser kurdan çêbû? Bêguman DYA bi nîyeta ku “kurdan heta roja îro gelek zulm dîtin, em piçekî rûyê rojê bi nîşanê kurdan bidin…” mudaxele nekir. Helbet DYA ji bo parastina berjewendîyên xwe yên li Rojhelata Navîn mudaxeleya Îraqê pêk anî. Lê ji vir û şûnde pêşdeçûnên ku kurdan gelek ji nêzîk ve eleqedar dikin çêbûn. Rejîma Sedam Huseynî ruxîya. Partîya Beas hat jihevdexistin. El-Muxaberat hat jihevdexistin. Çekên komelkujîyê hatin tunekirin. Ji bo kurdan tehdîdên bingehîn ev bûn. Ji navê hilanînan van tehdîdan pêşî li kurdan vekir. Kurdan zanî çawa ji van pêşdeçûnan sûd wergire, çawa jê îstîfade bike. Rêveberîya Herêmî ya Kurdistanê, yanî, dewleta federe ya Kurdistanê hat avakirin. Li Îraqê rêveberîya federal bi hewldanên kurdan hat pêkanîn. Kurdan ev têgihîştina bingehîn bi DYA û bi rêveberîya ereb ya Îraqê, bi erebên şiî û erebên sunnî da qebûlkirin. Ev yek di rêveberîya Îraqê de guhertineka gelek girîng îfade dike.

Îro kurd bi wê pahra ji % 17 ku ji butçeya navendî digrin, avakirina Kurdistanê pêk tînin. Rê tên çêkiirn, xanî tên lêkirin, şêngehên nuh tên avakirin. Xwendegeh, nexweşxane, dayreyên rayagiştî, otel tên avakirin. Bendav çêdibin. Xebateka avadanîyê ya gelek gurr heye. Di nav hewldana çêkirina rêyên hesinî û rêyên navbajaran, amadekirina projeyên bendavan û xetên lûleyan yên petrol û gaza xwezayî de ne. Yên ku serdana rêveberîya herêmî ya Kurdistanê dikin dibêjin, di 4-5 salan de dê Hewlêr bibe yek ji navendên girîng yên li Rojhelata Navîn.

Pirranîya kurdan êdî xwedîyê xanî ne. Xanîyên wan ên modern hene. Pirranîya wan xwedîyê otomobîlan e. Li mala wan amûrên malê yên bingehîn yên wekî mobîlya, sarinc, makîneya cilşûştinê, firin û makîneya firaqşûştinê hene. Pirranîya wan xwedîyê telefona destan e, komputerên wan ên leptop hene. Înternet pêşde çûye, kurd dewlemend dibin. Lê evên hanê nîşan nadin ku li rêveberîya herêma Kurdistanê her tişt mukemel e… Sunetkirina jinan, zewaca bi çar jinan re, xwekuştina jinan, bêrayîyên (genedelîyên) ekonomîkî, bêhevsengîya di parvekirina hatinê de, bi qasî ku têrê bike pêkneanîna hilberîna elektrîkê, kêşeyên civakî û ekonomîkî helbet hene. Lê ev jî rastîyek e ku kurd ji van kêşeyan agahdar in. Çi dema ku meriv ji kêşeyeka civakî agahdar bibe, êdî rêya çareserîya wê kêşeyê jî mumkin dibe.

Di dewra Sedam Huseynî de bi hatina ku ji petrola Kurdistanê bi dest diket Kurdistan dihat şewitand, dihat wêrankirin. Li Kurdistanê jenosîdeka demdirêj dihat tetbîqkirin.

Sedam Huseynê ku hertim drûşmên “şerê li hemberî emperyalîzmê”, “têkoşîna li hemberî emperyalîzmê” vedigot, ji bilî şewitandin û wêrankirina Kurdistanê û bi komelî kuştina kurdan karekî din nedikir. Bêguman Sedam Huseynî vê prosesê bi alîkarîya polîtîk û dîplomatîk a maddî û manewî ya dewletên mîna Tirkîye, Îran, Sûrîye, herwisa, Yekîtîya Sovyetan, DYA û dewletên ereban, dewletên Ewropayê û hwd. pêk dianî. Lê di roja îroyîn de bi hatina ku ji petrola Kurdistanê bi dest dikeve avadanîya Kurdistanê pêk tê. Radeya firehîya kurdan tê bilindkirin. Sûdeka gelek mezin têde heye ku ev her du dewr di çarçeweya drûşma “şerê li hemberî emperyalîzmê” de bihê têgihîştin.

Li vir, di vê prosesê de pirsa bingehîn ku divê bihê têgihîştin dewlet danîna kurdan filan nîn e. Pirsa bingehîn ev e ku, kurd, belkî jî, deh caran mafê wan e, çima vî karî pêk neanîne, çima di vî warî de rikê nekirine.

Yek ji gotinên xweşik yên ku di sedsala bîstan de hatine gotin, ji alîyê serekê Lîbyayê Muamer Qedafî ve hatîye gotin: Di bin rojê de divê ji kurdan re jî cihek hebe. Muamer Qedafî vê gotinê di wextên cihê de, li mekanên cihê çend caran gotîye. Ev daxwaz ji ber ku ji devê pêşengekî ereb derketîye, gelek hêja ye. Ji bo ku di destpêka sedsala 21. de, di bin rojê de ji kurdan re jî cihek nîn be tu sedemeka cidî nîn e. Li gorî qenaeta min li çaryeka pêşîn a sedsala 21. dê kurd pêşketineka gelek mezin pêk bînin.

Di vê prosesê de gelek mijarên girîng hene ku bala meriv diçe ser. Di çaryeka pêşîn a sedsala bîstan de, di salên 1920î de, di dema danîna Cemîyeta Miletan de, dewletên emperyal, Brîtanyaya Mezin û Fransa, bi dewleta tirk, dewletên ereban û dewleta farsan re, bi Yekîtîya Sovyetan re hevkarî kirin û jihevdexistin, parçekirin û parvekirina kurdan û Kurdistanê pêk anîn. Ev proseseka wisa bû ku qaqordeyê Kurdistanê parçe dikir, mejîyê kurdan dipelçiqand. Ev “statukoya pîroz”, ya rast, ew statukoya ku kurdan û Kurdistanê bêstatu hişt, ku di salên 1920an de hat danîn, ji 80 salan zêdetir e ku diajo. Lê di destpêka sedsala 21. de dewleteka emperyal ya din, DYA, mudaxeleyeka çekdarî bo Îraqê kir û di vê “statukoya pîroz” de qelşeka girîng vekir. Hîç ne mumkin e ku ev “statukoya pîroz” êdî bi vî şeklî dewam bike. Ji alîyê felsefeya dîrokê, felsefeya civakê, têgihîştina dîrokê, têgihîştina civakê ve peywendîyên bingehîn ku li ser bihê fikirîn divê ev bin. Divê “kurd û Kurdistan ji sedsala 20. ta sedsala 21.” bibin mijarên girîng yên van kategorîyên ramanê.

07.07.2009

___________________

Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn

Ev gotar bi sernavê “Emperyalizme Karşı Savaş” li malpera www.kurdistan-post.com û www.haberdiyarbakir.com weşîyaye.

Did you like this? Share it:
Hîn tu şîrove giredayê gotarê nîn e
Bersivê bide vê şirovêye
Pêwîst e
Pêwîst e