Semînera li ser kirdkî çêbû

RosanSeminerKLi Komeleya Çand û Hunerê ya ÇIRA ya Amedê bi sernavê “Di kirdkî de xebatên edebî” semînerek hat lidarxistin. Semînera ku ji aliyê komeleya ÇIRA ve hatibû amadekirin, ji aliyê nivîskarê kurd Roşan Lezgîn ve hat pêşkêşkirin.

Di despêka semînerê de ji aliyê endamê komeleyê Sercan Bingol ve bi kurteaxaftinek ligel pêşkêşkirina mijara semînerê, nivîskar Roşan Lezgîn bi tevî xebat û berhemên xwe hat danasandin.

Nivîskar Roşan Lezgîn, di despêka axaftina xwe de bal kişand ser beş û zaravayên gelê kurd û zimanê kurdî û diyar kir ku kird, kirmanc, dimilî an jî zaza navên beşeke gelê kurd e û zaravayê ku pê diaxifin jî, yek ji zaravayên zimanê kurdî ye. Lezgîn, herweha diyar kir ku ev zarava, li gor zaravayên din yên zimanê kurdî, hê bêtir taybetmendiyên zimanên kevnare di xwe de parastine.

“Kirmanc li ser zemîneke hevgirtî yê 12 bajarên Bakûr niştecî ne”

Lezgîn, di warê cografîk de bal kişand ser vê yekê ku kurdên zaza-kird li bakûrê Kurdsitanê dijîn û li ser zemîneke hevgirtî yê 12 bajarên Bakûr yên wek Bidlîs, Çewlîg, Dêrsim, Amed, Ezirgan, Erzirom, Mûş, Ruha, Semsûr, Sêrt, Sêwas, Xarpêtê û hin navçe û gundên van bajaran niştecî ne. Lezgîn, axaftina xwe weha domand; “Kurdên zaza-kird li bajarên wek Çewlîg, Dêrsim û Xarpêtê pirranî ne. Lê li hin bajaran jî tenê li navçeyek, li herêmek an jî li çend gundan hene. Herweha, kurdên zaza li hin bajar û nevçeyên wek Puturge û Erebgira Meletiyê, Sariza Qeyseriyê, Kirşehîr, Gumuşhane, Nigde, Aksaraya Konyayê û Erdexanê jî hene.”

“Hêjmara nufûsa kurdên zaza di navbera 3-3,5 milyonî de ye”

Lezgîn, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ji ber polîtîkayên dewletên dagirker yên helendin û tunekirina kurdan, derbarê hejmara nufûsa kurdan de û derbarê hêjmara kurdên zaza de jî hêjmareke tesbîtkirî tune. Lezgîn, destnîşan kir ku li gor texmînan hêjmara nufûsa kurdên zaza di navbera 3-3,5 milyonî de ye.

“Kurdên kirmanc di têkoşîna gelê kurd de rolek giring bi cî anîne”

Lezgînî bal kişand li ser rola vê beşa kurdan ya di xebat û tekoşîna neteweyî ya azadiya gelê kurd de û weha got: “Ev beşa kurdan ku bi giştî xwe ‘kird’ û ‘kirmanc’ bi nav dike, piraniya pêşewa û rewşenbîrên vê beşê ji despêkê ve beşdarê hemû prosesên têkoşîna neteweperweriya kurdî bûne. Ji destpêka sedsala 20an û heta nuha mirov wan di hemû berxwedan û serhildanên kurdan de dibîne. Kesên wek Kurdîzade Ehmed Ramîz Beg, Xelîl Xeyaliyê Modkanê, Dr. Nafiz, Nuredîn Zaza, Seyîd Riza, Mela Selîm Efendî, Faîq Bucak, Seîd Elçî û bi dehan kesên din ku di têkoşîna gelê kurd de roleka giring bi cî anîne, hemû jî ji kurdên zaza-kird bûne.

Di nav kurdên kirmanc de hin kes hene ku dibêjin ‘em ne kurd in’

Lêbelê di van salên dawî de hin kesên ji kurdên zaza-kird hene ku dibêjin ‘Em ne kurd in’ û tenê xwe wek “Zaza” didin nasîn û di vî warî de hin xebatan dikin ku xeyn ji fitnetiyê tiştekî din nîn e. Di vê helwestê de du hoyên sereke hene: Yek jê, dewlet li gor polîtîkaya xwe dijî kurdan hinek manîpulasiyonan belav dike daku di nav civaka kurd de cudatî û dubendî peyda bike. Ya duduyan jî, ger bi awayekê masûmane û nezanî be jî, carînan ji aliyê hinek kurdên kurmanc ve reftariyê biçûkdîtinê li hemberê kudên kirmanc (zaza) hebû. Wek nimûne, kurdên kurmanc dema dibêjin ‘kurdî’, mebesta wan ji vê gotinê tenê ‘kurmancî’ ye. Ji ber vê jî carînan hinek ji kudên kirmanc helwesteke reaksiyonel nîşan didin û xwe ji kurdan cûda wek ‘zaza’ bi nav dikin.”

“Tu car nehatiye bihîstin ku kirmancan xwe ji derveyê kurdan hesibandibe”

“Lê, ji aliyê prosesa dîrokî ve tu car nehatiye dîtin û bihîstin ku tu kesek ji kurdên kirmanc (zaza) xwe ji derveyê kurdan hesibandibe. Bervejiya viya, di gelek berhemên kevn de tê behskirin ku dimilî (zaza) eşîrên kurd in.

Ev zaravayê zimanê kurdî bi çar navên wek ‘kirmanckî’, ‘kirdkî’, ‘dimîlkî’ û ‘zazakî’ tê bi navkirin. Xelqê Çewligê û navçeyên Amedê xwe wek ‘kird’ û zaravayê xwe jî wek ‘kirdkî’ bi nav dikin. Xelqê Dêrsim, Ezirgan û Gimgimê xwe wek ‘kirmanc’ û zaravayê xwe jî wek ‘kirmanckî’ bi nav dikin. Xelqê derdora Çêrmûg, Sêwreg, Aldûş û Modkanê xwe wek ‘dimilî’ û zaravayê xwe jî wek ‘dimîlkî’ bi nav dikin. Xelqê Xarpêtê jî xwe wek ‘zaza’ û zaravayê xwe jî wek ‘zazakî’ bi nav dikin.”

“Kurdên kirmanc bi giranî li ser du mezhebên wek Elewî û Sunî ne”

Nivîskar Roşan Lezgîn, herweha di warê olî de jî destnîşan kir ku kurdên kirmanc bi giranî li ser du mezhebên wek Elewî û Sunnî ne û kirmancên sunî bi giştî xwe wek kird û zaravayê xwe jî wek kirdkî bi nav dikin û li bi giranî çiyayên asê yên navenda bakûrê Kurdistanê bi cî bûne, kirmancên Elewî jî li jorê bakûrê Kurdistanê ji Gimgimê heta herêma Qoçgiriyê bi cî bûne.

“Ev zarava, hê zêdetir zimanên kevnare di xwe de parastine”

Lezgîn, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser taybetmendiyên zaravayê “kirmanckî” û diyar kir ku ev zarava, nîsbet bi zaravayên din hê zêdetir taybetîyên zimanên kevnare di xwe de parastine û weha got: “Kirmanckî, zaravayek e ku forma cinsan têde aşkera ye. Ji aliyê rêzimanî ve jî, nîsbet bi kurmanciya binxetê û beriya Mêrdînê, di navbera kirmanckî û kurmanciya Botan, Behdînan, Serhed û Rojhilatê de pêwendiyeke hîn zêdetir heye.”

“Piştî salên 1990î gelek berhemên bi kirmanckî hatine afirandin”

Lezgîn, di dirêjahiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di warê nivîskî de yekem car di pirtûka Peter Îvanovîc Lerchî de di sala 1857an de metnên kirmanckî hatine nivîsîn û weha got: “Di nav welat de jî yekem car di sala 1899an de ji aliyê Ehmedê Xasî ve mewlûda kirmanckî hatiye nivîsîn û li Amedê di çapxaneyeke modern de bi ruhsateke fermî hatiye çapkirin. Herçendî di salên 1970yî de hin metnên kirmanckî hatine nivîsîn û di hin kovaran de hatibin weşandin jî, lê piştî salên 1990î di vî warî de gelek xebatên hêja hatine kirin û gelek berhem hatine afirandin.

“Bi damezrandina Grûba Xebate ya Vateyî re xebatên di vî warî de hê bi rêkûpêktir bûn”

Bi taybet bi damezrandina Grûba Xebatê ya Vateyî re xebatên di vî warî de hê bi rêkûpêktir bûn. Hem di warê standardîzekirina kirmanckî de, hem di warê afirandina berheman de û hem jî di warê weşangeriyê de xebatên gelek hêja hatin kirin û pêşkeftineke berbiçav hat bidesxistin. Bi tevahî heta nuha bi zaravayê kirmanckî ji 170 pirtûkên wek roman, çîrok, ferheng, helbest, folklorîk, pirtûkên zarokan û yên dersdayînê hatine çapkirin û belavkirin.”

Semîner, di beşê duduyan de jî bi pirs û şîroveyên beşdaran dewam kir. Hinek ji beşdaran jî nêrînên xwe yên li ser mijara semînerê anîn ziman û dan zanîn ku gelek dîroknivîsên biyanî û yên welatên cîran di berhemên xwe de destnîşan kirine ku kird-kirmanc (zaza-dimilî) beşek in ji kurdan. Herweha, di tarîxa Selçukî, Osmanî û Ereban de jî, dema behsa kirdan hatiye kirin, kird-kirmanc-dimilî-zaza wek beşek ji kurdan bi nav kirine û axa ku li ser dijîn jî, wek Kurdistan bi nav kirine.

Çavkanî: Dema Nû, Hejmar 309, 25.06.2009

Netkurd

Did you like this? Share it:
Hîn tu şîrove giredayê gotarê nîn e
Bersivê bide vê şirovêye
Pêwîst e
Pêwîst e