Hilbijartin û çend têbînî – Seyîdxan Mercan

HilbijartinenBasurLi Başûrê Kurdistanê demek e proseya çalakî û propagandayên hilbijartinan dimeşe. Di van hilbijartinan de, dê serokê Kurdistana Federe û endamên parlamentoya Kurdistanê bên hilbijartin. Her çiqas ev hilbijartin ya sêyemin be jî, bi naverok û girîngiya xwe yekemîn e. Ev hilbijartin ji bo herçar beşên Kurdistanê û bi tevayî ji bo netewa kurd girîngiyek wê ya taybet heye. Ji bo wê ev hilbijartin tenê di nava tuxûbên Başûrê Kurdistanê de hilnayê. Herweha neyarên gelê kurd jî ehemiyetek taybet didin van hilbijartinan û vê proseyê bi dîqet taqîb dikin. Li hemberî bûyerek hewqasî girîng a neteweyî, bêhelwestî û bêterefiya rêxistinên kurd li kîjan beşê Kurdistanê dibe bila bibe ne rast e.

Berî derheqê hilbijartinan de hestê xwe bêjim, dixwazim îşaretî çand xalan bikim.

Ew jî ev in:

1-      Rêzdar Neçîrvan Barzanî di mulaqetek xwe ya bi çapemeniya tirkan re, methê Kemal Ataturk dikir. Meriv meraq dike, ma gelo qey ferqek em nizanin di nava Ataturk û Saddam de heye? Heger Kurdên Bakurê Kurdistanê methê Seddam kiribûna dê birayên me kurdên Başûr çi fikirîbûna?

2-      Sekreterê PDK Fazil MÎranî ji çapemeniya tirkan re gotubû: Ji bo çi tirk ji emerîkiyan îstîkbaratê dixwazin, bila ji me bixwazin. Herweha navhatî gotibû aqilê kurdên bakur hebûya wan dê sipasî serokwezîrê tirk Erdogan bikirana û piştgiriya wî bikirana. Nizanim kê ev maf daye rêzdar Mîranî  ku haqaretê li kurdên Bakur bike.

3-      Rêzdar Felekeddîn Kakeyî, ji çapemeniya apoyiyan re dibêje: ”Apo baş e, yên dibêjin Apo ne baş e, ew ne baş in”. Rêzdar Kakeyî wî mafî bi xwe re dibîne û ji dervî apoyiyan, hemû niştimanperwerên Kurdistanê reş dike. Ma ne heq e, ku meriv ji rêzdar Kakeyî bipirse: Heger Apo heqwasî baş bû, ew şerê di nav we û wan de,  ku bû sedema kuştina bi hezaran ewladên kurd ji bo çi bû?

Divê lê zêde bikim û bibêjim, helwesta Rêzdar Celal Talabanî û Yekitiya Niştimanî ya Kurdistan derheqê bakurê Kurdistanê û dewleta Tirk de ji ya PDK xerabtir e.

Ji hêlek din ve birayên me kurdên Başûr ew heq bi xwe re dîtin li ser nirxên netewa kurd yên herî pîroz minaqeşe bikin. Wek nimûne: pêşniyarên guhertina sirûda netewî Ey Reqîb û Ala Rengîn. Karim pir bi rehetî  îddîa bikim, dewleta tirk dixwaze van herdu sembolên me yên neteweyî ji nav bibe û ji xwe ji bo wê ye apoyî xwe dûrî van herdu sembolan dikin. Herkes dizane helwest wenî li hember sirûda neteweyî û Ala Rengîn, helwestek , li hemberî yekîtiya netewa kurd û Kurdistanê ye. Helwestek wenî qebûlkirin û xurtkirina tixûbên siyasî yên ku dijminan xistine nava Kurdistanê, bi xwe re tîne. Divê pir bi eşkereyî bê gotin ku mafekî kurdên Başûr tuneye van sembolên neteweyî yên pîroz biguherînin. Jiber ku ev nirxên pîroz berhemên xwîna hemû şehîdên Kurdistanê bi tevayî ye û sembolên  netewa kurd bi giştî ne.

Em werin ser mijara hilbijartinê. Çend lîsteyek dikevin hilbijartina. Yek ji wan lîsteyan Yekgirtûya Îslamî ye. Eleqetê serokê vê lîsteyê bi nîjadperstên tirkan re bi rêya çapemeniyê eşkere bû. Ji dervî wê, navhatî, behsa hevdîtinê xwe yên bi serokkomarê tirk û Îranê re dike. Em vana bidin hêlekê. Eşkere ye ku li Kurdistanê gelek dîn û mezheb henin. Pirsgirêka netewa kurd ne pirsgirêkek dînî ye, lê neteweyî ye û muhtacî yekrêziya neteweyî ye. Bikaranîna dîn di siyasetê de yekrêzîya netewa kurd pêk nîne û belkî bi eksê wê, yekrêziya pewîst, têk dide. Wer diyar e, serkeftina lîsteyek wenî ji paşeroja netewa kurd re xeternak e.

Lîsteyek din, ya bi serokatiya Noşîrvan Mistefa ye. Diyar e, Cewher Namiq jî xwestiye bi lîsteyek serbixwe têkeve hilbijartina, lê pêre negîhaye. Wek tê zanîn ev herdu rêzdaran du kadroyên nasraw in û di vî sîh salê dawîyê de di nav bizava neteweyî de xwedî desthilat bûn. Di nava van salan de li Kurdistanê gelek bûyerên girîng û ciyê dilêşiyê qewîmî ne.

Mînak: Di nava hêzên niştimanperwerên başûr û rojhilatê Kurdistanê de, herweha di nava hêzên niştimanperwerên başûr û PKK û cardin di nava hêzên niştimanperwerên Başûr xwe bi xwe de gelek bûyerên ciyê dilêşî û xemgîniyê rû dane. Herweha piştî ruxana Saddam behsa gendeliyê gellek tê kirin. Divê meriv pir bi eşkere bibêje, ev rêzdarna  ji her kêmanî û xerabiyên vê proseyê, bi qasî her kadirekî ji serkirdayetiya PDK an jî YNK xwedî mesuliyet in.

Bêşik heqê her kurdekî heye, ku muxalif be û muxalefet pêwîst e jî, lê divê muxalefet cewaz be. Heger ev rêzdarna wê muxalefetê bikin, divê berî her tiştî muhasebeya raburdiya xwe bikin, ji gelê kurd re çi şaşî kirine û çi ders girtine, eşkere bikin. Gotinek kurda heye. Dibêjin, ”beru ji qalikê xwe bazda û got dev î çende ye”.

Heqîqetek heye û divê bê destnîşan kirin. Duserîtî, bê serûberî û gendelî ji bo herdu partiyên desthilatdar şermek e mezin e. Mirov hêvî dike ji proseya hilbijartina ders werbigrin û çareseriya bibînin.

Tifaqa KDP û YNKê di van hilbijartinan de bûyerek pîroz e. Ne tenê ji bo yekrêziya du partiyên xwedan tekoşîn û şehîd, herweha ji bo dermankirina wan birînên şerê navxweyî jî nêzîkbûna cemawerê van herdu partiyan bûyerek gelek mezin û ji bo gîhana armancên neteweyî rêxweşker e. Ev tifaq û tekoşîn di nava gelê kurd e hestên niştimanperwerî û hêvîyên serkeftinê bi hêz dike. Herweha ev tifaq layiqî piştgiriya netewa kurd e li her perçeyekî û ciyekî. Divê bê gotin ku bedîlê vê tifaqê tuneye û bes bi serkeftina vê tifaqê kurd karin xaka Kurdistanê, ew deverên jêre tê gotin munaqeşebar vegerînin nav tuxûbê Kurdistanê. Di vê proseya hestiyar de, heta metirsî li ser destkeftiyên neteweyî hebin, piştgiriya lîsta Kurdistanê ferz e. Tirk dibêjin ”dema mirov rûbar derbas dikin, çênabe hespê biguherin”.

Ji bo serokatiya Kurdistana Federe rêzdar Mesud Barzanî û çend rêzdarên din  namzet in. Rêzdar Mesud Barzanî namzetê lîsta Kurdistanê, yanî namzetê tifaqa PDK-YNK ye. Ji bo piştgirtina rêzdar Barzanî ev sebebek kafî ye. Li hêla din, rêzdar Mesud Barzanî kurê qehremanê kurd serokê nemir Mele Mistefa Barzanî ye. Mesud Barzanî, herweha peşmergeyekî Kurdistanê ye û mirovekî xwedî kesayetiyek bilind e. Mesud Barzanî dewama xeta niştimanperwer ya serokê nemir Mele Mistefa Barzanî ye. Mesud Barzanî bi îstiqrar xwedî helwestek niştimanperwer  û şoreşger bûye. Divê proseyê de jî ciyê Mesud Barzanî tenê ji teref Mesud Barzanî de kane bê tijekirin. Hilbijartina Mesud Barzanî ji bo serokatiya Kurdistana Federe, bi piştgiriyek xurt dê destkeftiyek neteweyî be.

Xwezî ji bo çavdêriya hilbijartinan rêxistinên niştimanperwer ji hemû perçeyên Kurdistanê hatibûna dawet kirin.

Xwezî di destûra Kurdistana Federe de bendek hebûya, li kuderê dinyayê dibe bila bibe, mafê hemwelatiya Kurdistanê ji her kurdekî re naskirîba. Wer diyar e, şert rê nade pêk anîna van xweziyan.

Çalakiyên hilbijartina wek cejnek neteweyî didome, ev ciyê dilxweşiyê ye. Mirov hêvî dike her teref bi berpirsiyarî tevbigerin, bê tund û tujî proseya hilbijartina biserkeve û sî nekeve ser vê cejnê.

20.07.2009

seydxan.mercan@hotmail.com

Did you like this? Share it:
Hîn tu şîrove giredayê gotarê nîn e
Bersivê bide vê şirovêye
Pêwîst e
Pêwîst e