Daxuyaniya Konferansa Komisyona Lêgerîna Bihevre ya Tevgera Neteweyî ya Kurd

Civina_Amede2009

Ji bo pirsgirêkên Kurd û Kurdistanê, bi avakirin û vekirina rêyên diyaloga siyasî, aşîtî, demokratîk û bi îstîkrar çareser bibe komisyona lêgerîna bihevre ya tevgera neteweyî ya kurd di rojên 5-6.12.2009 an de li Amedê konferansek lidarxist. Konferans li gora rojeva diyarkirî bi beşdariya 95 kesên vexwendî vebû.

Konferansê dîroka sedsala dawî bi hûrgilî nirxand û li ser pêdivî û pêwîstîya ”çima tevgereke neteweyî” rawestiya. Dîsa di pêvajoya Konferansê de gelek kesên beşdar li ser pirsên rojane dîtinên xwe bilêv kirin û li ser pêvajoya vebûna demokratîk û rûdanên dawî yên li Bakurê Welêt û Tirkiyeyê rawestiyan.

Di binavkirin û naskirina pirsên bidesdxistina mafên neteweyi û demokratîk yên kurdan û rêyên çareseriyê de hevdengî, di tevaya pêvajoya konferansê de, li ser bingehê huqûqê kesayetîyê rojev dagirt. Di gel ku konferansê huqûqê kesayetî bingehê xebatê pejirandin, lê fersend û derfetên beşdariyê li ber hemû kes û aliyên ku huqûqê kesayetîyê bipejirîne vekirî hişt.

Konferansê diyar kir ku pirsgirêk, pirsgirêka kurd û Kurdistanê ye. Çareserîya vê pirsê jî sîyasî ye. Her weha konferansê destnîşankir ku berîya her tiştî dive gelê Kurd bi siyaseta durû, xapînok û kedîkirî ya bi pêvajoya îmraliyê bêtir eşkere bûye neyê xapandin. Rojeva Kurdan ji aliyê DTP ve bi eşkereyî bi Îmraliyê ve tê girêdan. Her wekî ku pirsa kurdan û bizava bidestxistina mafên neteweyî yê kurdan bi firehkirina çend cm yên hucreya girtiyê li Îmraliyê ve çareser dibe. Rojev tê şolî kirin û civatê tevlihev dibe.

Bersiva pirsa ku gelê kurd li ku, bi kijan alayê, bi kîjan navî, bi kê re û çawa çarenivîsa xwe saz dike, bi tenê para miletê Kurd e. Bi kurtî divê kurd li ser ax û jîyana xwe xwedî biryar û desthilatdar be.

Konferansê destnîşankir ku bi gelemperî ji bo bidestxistina mafên neteweyî û demokratîk hişyarî muxalefeta miletê Kurd û bilinbûna hesten neteweyî yê kurdan ku êdî di qada navneteweyî de xwe xuya dike, bi muzakereyên Turkiyeyê yên bi yekîtiya Ewrupayê re yên ji bo endametîya Yekîtîya Ewrûpayê û cîhana demokratîk ya ku globalîzme himbêz dike zor li Turkiyeyê dibe ku xwe biguhere. Tirkiye jî weke dewlet di qada navneteweyî de bi metodên kevnare nema dikare tevbigere. Dema Tirkiye qalikê xwe diguhere, dergehên îmkan û rêyên xebata bi metodên nûjen li bakurê Kurdistanê, li ber Kurdan vedibe.

Ev derfetên ku di konferansê de binav bûn; kêmbûna kujtinên qesasdiyar, bi devê desthilatdariyê binavkirin û naskirina kurdan, zîndankirina çeteyên bi nave Ergenekonê û dadkirina generalên bilind, di kanalên fermî yên dewletê de TV û weşanên bi zimanên kurdî, û guherandina qanûnên weşangerîya fermî RTUKê û di unîversîteyan de vekirina beşên zimanê kurdî hwd. rêya avakirina pêşnîyazên çareserîyê vedike.

Konferansê vekirî, bihêz û viyaneke hevbeş diyarkir:

Miletê Kurd weke hemû miletan xwediyê mafê çarenivîsa xwe bi destê diyarkirinê ye. Bi azadî li ser axa xwe li welatê xwe bibe serwer, bi serbestî û azadî bijî, birêvebirina welatê xwe bi destê xwe birêvebibe.

Dewleta komara Tirkiyeyê ya kolonyalîst û nîjadperest li ser bingehê înkarkirina neteweya Kurd avabûye. Lê belê Miletê Kurd tu caran nîrê bindestiyê û sîyaseta teslîmbûne nepejirandiye û îro jî nake. Ta ku Miletê Kurd mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bidestnexîne dê tekoşîna xwe bimeşîne. Ta ku miletê Kurd negihêje mafên xwe yên rewa, ne li Kurdistanê û ne li welatên Kurdistan dagirkirinê aştî azadî aramî pêk nayê.

Helbet ev jî li Bakurê Kurdistanê bi rêya îradeya hevbeş, avakirina tevgereke sîyasî ya bi nav û nasnameya xwe kurd û Kurdistanî ye. Hedefa vê tevgerê desthilatdarîya kurdan ya li ser axa xwe ye. Metodên demokratîk û eşkere, xebata piralî û berhema îradeya hevbeş ya kurdan bingehên xebata vê tevgerê ye. Divê Tevgera li Bakurê Kurdistanê bi şexsîyet, xwedî helwest û serbixwe be. Rêxistina li Bakurê Kurdistanê divê pêşeroja Miletê kurd û statuya Kurdistanê nexe bin tu îpotekên sîyasî.

Konferans bidesxistinên li Başûrê Kurdistanê, bidesketinên xwe yên neteweyî dizane, piştgirî û paraztina hemû bidestvehatinên li her aliyên Kurdistanê wek erkekî  neteweyî dipejirîne.

Konferansê daxwazên acîl yên li jêr rêzkirî bi nav kir û li ser rawestiya û da ber xwe ku pirsa nasname, ziman, perwerdeya bi zimanê bav û kalan, mafên derbirîna raman û bîr û baweriyan, bicîhanîna lihevkirinên ku Dewleta Komara Tirkiyeyê binî îmzekirine, rewşa penaberan û lêvegerandina hebûn û xisara wan bi zagona bingehîn û garantiyên navneteweyî bêne misogerkirin.

6.12.2009

Amed

Did you like this? Share it:
Hîn tu şîrove giredayê gotarê nîn e
Bersivê bide vê şirovêye
Pêwîst e
Pêwîst e