I live and work in Turkey. I was graduated from the French philology, Ankara University, in 1994. I studied on Kurdish language in Istanbul Kurdish Institute from 1994 to 1998. I am native in Kurdish and Turkish. From 1998 to 2002 I worked as an English teacher in schools. I have worked as a translator and interpreter on judicial documents.
------
Navê min Raif Yaman. Ez di 27ê Adara 1968an da li gundê Gomaîgê hatim dinê. Gomaîg gundekî li ser Erxenî ya Amedê ye.
Min dibistana seretayî li Gomaîgê, a navendî li Erxenî xwend. Min li Bursayê Lîsa Karê Hotêlan û Tûrîzmê (Bursa Otelcilik ve Turizm Meslek Lisesi) qedand. Min li Zankoya Enqerê di fakulta Ziman Dîrok û Erdnîgariyê (Ankara Üniversitesi Dil ve Tarih Coğrafya Fakültesi) da, li Fîlologiya Frenkî perwerdehiya lîsansê kir.
Dawiya sala 1993an min li Navenda Çanda Mezopotamyayê dest bi edîtoriya kovara Rewşenê kir. Di heman salê da min dest bi mamostatiya Kurdî kir. Sala 1994an ji bo komîta kargeriya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hatim hilbijartin. Wê salê me weşana navendî ya Enstîtuyê, kovara zanînê Zend derxist. Sê salan ji lijna redaksiyonê bigirin heta bi berpirsiyariya karên nivîsan û gerînendetiya giştiya kovarê, hema hema di her karê Zendê da xebitîm. Sê salan di kargeriya Enstîtuyê da xebitîm. Di wan salan da li Enstîtuyê û hinek şaxên HADEP min dersên Kurdî dan.
Ji 1992an heta 1995an min bi navê Rojhat Azadî di kovara Rewşen, rojnama hefteyî Welat, Welatê Me û Zendê da bi giranî nivîsên li ser çareseriya problemên Kurdî nivîsandin. Ji 1996an vir da bi navê xwe yê rastîn dinivîsim.
Ji 1998an heya 2003an li dibistanên seretayî û lîseyên cûr bi cûr ên Stenbolê min mamostetiya Îngilêsî kir. Ji 1997an heya 2005an min wergêriya Frenkî-Turkî kir. Ji 2006an vir da karê sekreteriya Konseya Bajarê Nisêbînê bi rê ve dibim.
Pertûka min pêşîn, Xewna Avê, di meha payîza pêşîn a 1998an da di nav weşanên Pêrî da derket. Pertûka duwemîn, Şevên Payîzê, di payîza 2008an da ji aliyê weşanxana Doz ve hat weşandin. Ev her du pertûk jî helbest in.
Ji 2000î heya 2008an min çend nivîsên bi giranî li ser rewşa me ya civakî ji malpera Avesta Kurd ra nivîsandin. Ji 2009an vir da ji bo malpera Netkurdê dinivîsim.
Hemî gotarên Raif Yaman di PeyamaAzadî de: